Tuesday, September 6, 2011

Genosîda Ermenîyan û Kurd

Genosîda Ermenîyan û Kurd 
Dr. Ekrem Önen




Genosîda Ermenîyan û Kurd
Di têkilîyên Kurdan û Ermenîyan de rola dewletên mezin.
Bê guman mirov nikare vê pirsa weha grîng di nivisekê de bide diyarkirin lê ezê bixwazim behsa hinek nuqtên griîng ên di pirsa têkilîyên Kurd Ermanîyan de tên guft û go kirin bikim. Pirsa têkiliyên Kurd û Ermenîyan pirseke car caran tê rojevê û li der dorê wê gelek Guft û go dibe. Ev guft û go bêhtirîn caran Hissî an li ser asasê îhtîmalatan dibe. Lê karê xebata li ser dirokê jî gelek ji karê hissî û îhtmalatan dure ji ber ku dîrok li ser asasên bûyerên bûyî û dokumentan tê avakirin heger mirov ji va herdû prensîpna li têkiliyên Kurd û Ermenîyan binere mirovê bighê je encamek rast.
Kurd û Ermenî du milletên avtahtonî (ên cîh) ên herema rojhilata nave rastin. Ev herdu milletên cîran wek hemû milletên cîran her çuqsa car caran di nav wan de tiştên biçûk çêbûbin jî lê di aşîtîyê de bi hevra jîyanin. Ev herdu millet bi gelek awayan teesîra wan li ser hev çêbûye (aborî civakî kultûrî û siyasî). Her weha ev herdû millet di dîroka wan de gelek tîştên dişibin hev hene bi teybet kolonîzekirina welatên wan û tekoşîna wana rizgarîya netewî.
Di serdemê împaratorîya Osmanî de ev herdû millet wek milletên din ên di nava împaratorîya Osmanî de ev jî ji mafên xwe yên netewî bê par bûn. Piştî şoreşa fransa a sala 1789 fikrên netewî pêşî li ewrûpa paşê jî li tevaya cihanê xurtbûn bê guman împaratorîya Osmanî nakarîbû di rewşeke wehade îstisna be wê jî nisbê xwe ji vê xurtbûna fikrên netewî ku li cîhanê belav di bû stend. Di dawîya qirnê 19 de yanî berya belavbûna împaratorîya Osmanî li gelek heremên di bin destê împaratorîya Osmanî de gelên van heremana wek li Balkan û cizîra Erebî şerên rizgarîya netewî li hember împaratorîya Osmanî dest pê kirin. Di vê demê de împaratorîya Osmanî gelek lawaz bûbû di rewşeke wehade Gelê Kurd û Ermenî di nava xebata bi rêxistinkirina tekşîna rizgarîya netewî de bûn. Di rewşeke weha de welatên Imperyalîst ên rojava wek îngilîz, Ûrisyet, Fransa û Almanya çav berda bûn împaratorîya Osmanî ku wê di nava xwe de perçe bikin. Di vê rewşa han de îngilîz Rûsya Fransa li dijî împaratorîya Osmanî bûn Almanya piştgîrî dida împaratorîya Osmanî. Her çuqas ji alîkî de nakokî di navbera sê welatan (îngilîz Rûsya Fransa ) û Almanya de hebûn her weha nakokî di navbera îngilîz Ûrisyet û Fransa de jî hebû. Bi teybet îngilîz Fransa u Almanya ji frehbuna Ûrisyet qeyserî bi tirsbûn wan di hesibandin Rusya dixwaze di ser Turkîya îroj re bighê ser avên germ ew rê ji bes di ser Ermenistan û Kurdîstanê de derbas di bû ji ber wê jî Ermenistan û Kurdîstan bûbû meydana şerê navbera wan welatên împeryalîst ên rojava û împaratorîya Osmanî. Van welatên rojava (îngilîz,Fransa ,Rûsya û Almanya) li pê berjewendîyên xwe bûn.
 
Almanya bi xurtî û vekîrî piştgirî dida împaratorîya Osmanî ew jî ji ber Almanya ne hewqas heyranê împaratorîya Osmanî bû, hesabê Almana bêhtir siyasî bû dixwestin diser vê heremêde bighên ser Kafkasyayê . li vê heremê Kurd û Ermenî dijyan û wê demê ev herdû millet bêhtir xwe nêzî Ûrisan dikirin bê guman ev ji Almanare asteng bû. Almanan fêm dikirin nakarin kurd û Ermenîyan razî bikin da ku ji Ûrisan bi dûrxin cend caran cribandin bi kurd û Ermenîyan re hevkarî bikin lê bi wanre derneket. Ji ber wê jî Almanan pir vekîrî piştgiri dan Tirkan ji bo qirkirin û surgûnkirina Kurd û Ermenîyan û wan berde hev.
Konslosê Alman li Erziromê Anders li deverên Dersim, Xarpût, Mûş, Bîtlîs Wan û Beyazîdê digerîya û xebat dikir ku Kurd û Ermenîyên di aşîtıyêde bi hevra dijiyan li hember hev sor bike da ku şer bi hevre bikin. Anders şikayeta Mutesarifê Erzincanê Fethî Bey li cem padîşah kir ku xwedê gravî ew karê xe yê ku lazime Kurd û Ermenîyan berde hev baş nake li ser şîkayeta Anders Mutesarifê Erzincanê Fethî Bey ji kare xwe hate avêtin’.*1
Her weha îngilîz Fransa û Ûrisyet jî ji bo berjewendîyên xwe Ermenî û kurd li hember împaratorîya Osmanî bi kar di anîn.
Heger mirov li diroke binere ji qirnê 17 heta sala 1917 zêdeyî 50 caran şer di navbera Urisyeta Qeyserı û împaratorîya Osmanî de derketîye di van şeran de gelên musilman û fileh gelek şer bi hev re kirin û hevdû talan kirin., laz, acarî, çerkez û gurciyên misliman di nav refên artêşa osmaniyan de cih digirtin; lê tifaqa ermenî, gurciyên xirîstiyan (kartvelî) tim û tim bi ûris re bû Kurd her cuqas di destpêka qirnê 17 bi granî li ser navê ‘ummeta mihemed’ di nava artêşa osmaniyan de cih digirtin jî lê nîvê qirnê 18 îradeya sîyasî a Kurd ji Osmanîyan bi dûr diket û xwe nêzî welatên rojava bi teybet Ûrisan dikirin. Kurdistan bi teybet alîyên serhedê bûbû qada şer di navbera împaratorîya Osmanî û Ûrisyeta Qeyserî de. Tirkan pir bi zaneyî milletên musilman ên di nava Imparatorîya Osmanî de li hember ûrisa û Ermenîyan bi kar anîn. Dokumenta jêrîn pi zelal vêya dide rêdan.
Piraniya Qafqasyayê, pîştî têkçûna Şêx Şamîl ji misilmanan hate paqişkirin (1859) Bi sed hezaran çeçen, çerkez , abhaza li ser axa xwe ji hêla xirîstiyanan ve bi awayekî pir hovane yan hatin kuştin an jî ber bi welatên cur bi cur ve hatin miştexîkirin Yên xilas bibûn jî her tiştê xwe di cih de dihîştin û bi kırasê canên xwe tenê, xwe davêtin cem birayên xwe yên misilman û diketin ber bextê wan Ew birayên wan ên rovî, ew; ji bo ewlehiya xwe, li ser tixûbê ûris, an ji bo qirkirina ermeniyan di gundê ermeniyan ên bi nîvî valabûyî, an jî li tenişta gundê “Ermeniyên dilxwazên Ûris” bi cih dikirin û jibo tolhildanê firsenda dawiyê didan wan Halbûkî wê demê misilmanan bi tevahî baş dizanibûn ku; ermenî hevalbendên ûris in, ûris û ermenî bi hev re neyarên misilmananin.*2

Mirov dikare bêje Imparatorîya Osmannî sîyaseteke wê ya ku xelkê ne musilman bi darê zorê bike mûsilman hebû vêya mirov li balkana (Li Bulgarîstana îroj li serbistanê û gelek heremên din dibîne, her weha li hember gelê Ermenî Kurdên Ezîdî û Ellewîyan dibîne dervî genodsîda li hember Ermenî û kurdan genodsîda li balkana mirov di romana «Мость на Дрине» , (Pira ser Drînê) a nivîskarê Serbî Îvo Andrîç ku di sala 1961 de xelata nobelê wergirt a ku li ser asasê dokûmenta hatîye nivîsîn baş dibîne. Her cuqas ‘Diroknasê’ Tirk Selim Deringil di hevpeyvîna xwe a bi gazeta Tarafê de ku Kurd Info jî ew belav kiribû dibê je ku ‘Osmanîyan tu kes bi darê zorê ne xwestine bikin musilman’ ev ji rastîyê dûre, ez tawsîye yî Selim Deringil dikim romana «Мость на Дрине» (Pira ser Drînê) bixwîne. Her weha Selîm Derîngîl dibê je: di qirkirina Ermenîyan de rola goçmena gelek bûye. *3
 
Her çuqas Selim Deringil hinek tiştên cuda dibê je, li ji hevpeyvîna wî tê fam kirin ew jî wek sîyaseta resmî a dewleta tirk hewîl dide ku vê qirkirina Ermenîyan ji hustê dewleta tirk derxe.
Pîştî hatina îtahadî Teraqî formasyon di împaratorîya Osmanî çê bû û şûna bi darê zorê musilmankirina milletên din, Turkirina milletên din cihê wê girt û Pîştî hatina îtahadî Teraqî dest pê hat kirin hemû milletên ne tirk li ser axa împaratorîya Osmanî bikin Tirk ji bo We hemû rê bi kar anîn Asîmilekirin, Surgunkirin û genodsîd pêk anînin.
Ji bo ku Kurd û Ermenî di nava xebata bi rêxistinkirina tekşîna rizgarîya netewî de bûn ku bi karibin dest bi şer li hember împaratorîya Osmanî bikin bê guman ji xwere li hevalbendan digerîyan. Hesaben Kurd û Ermenîyan û ên gelek welatên rojava li ser împaratorîya Osmanî nêzî hevbûn jber wê jî dibû sebebên ku têkilî di navbera Kurd ,Ermenî û welatên rojava de çê bibe. Di vê rewşa han ku împaratorîya Osmanî lawaz bû û li ber perçebûnê bû ku gelek welat ên balkan û cezîra Erebî edî dest b şer kiribûn tirsek wê ya mezin hebû kurd û Ermenî jî di hazirya şer dene ji ber wê jî dest bi plana ku çawa bi karibin kurd û Ermenîyan bi sekinînin. Tirka berya şerê cîhanêyê yekemîn bi demeke dirêj plana lawazkirin asîmlekirin û genodsîda gelên ne Turk ên di nava împaratorîya Osmanî de bû kiribûn. Hin di kongerê Îtîhadî Terakî de a sala 1911 ku li selanîkê çê kirin ev plana anîn rojewê. *4
Her weha ji bo bikaribin vê plana xwe pek bînin û kontrol bikin rêxistinek bi navê ‘Teşkîlatî mehsûs’ avakirin endamê vê rêxistinê zêdeyî 10 hezar kes bûn. Vê rêxistinê ji sala 1914 heta salen 1918 dest bi qırkirin û surguna Ermenî û kurdan kirin. Le protsesa qirkirin û asîmlasyona kurda a sîstematîk piştî 1918 û heta nuha berdewam dike. Bes em mînakek serdema nuh tenê bidin ku komîyona ‘mafê mirovan’ a meclîsa turkan bi xwe dibê je kesê ku dewleta turk di bin navê faîlî mechûl de kuştine hejmara wan 17 hezare ev hejmar dewlet dibê je hejmara rast hê ne diyare gelo kuştina 17 hezara heger ne genodsîde ma mirov dikare bi awakî din bi nav bike.
Tirkan gelek xebat kirin Kurdan li hember ûrisan û gelê Ermenî têxin şer bi teybet wê demê walîyê Wanê “Îzzet-Beg” ev kar ji xwe re kiribû armanc û prpaganda dujminaya navbera Kurd û ermenîya û ûrisan dikir. Lê kurd ne dketin bin teesîra propaganda wî, belovacî wê demê serokê Eşîra heyderan Kor Huseyîn paşa bi serok Eşîrên Kurdan ê din re hevdîtin dikir jibo haziriya rêxistinkirina serhildanekê li dijî Tirka ji bo avakirina otnomîya Kurdistan di bin kotrola Ûrisyeta Qeyserîde bikin’*5
Wek tê zanîn di têkilîyên Kurd û Ermenîyan de yek ji pirsa asasî car caran tê rojevê pirsa genodsîda gelê Ermenî ji alî Turkan ve û têkilîyên Kurd û Ermenîyan di vê demê de. Ev pirs di nava Kurdan de gelek caran tê guft û go kirin.
 
Wek tê zanîn dewleta Tirk heta nuha genodsîda ku li hember gelê Ermenî kiribûn qebûl nakin û dema lazimbe jî duxwazin ji hustê xwe derxin û têxin hustê kurdan. Lê pir başe ku li welatên rojava ên xurt ên wê demê wek Îngilîz,Fransa,Ûrisyet û Alman gelek dokûmentên ku îspat dike Tirka ev bi plan û metod pêk anîne ji ber wê ye jî gelek welatan qirkirina Ermenîyan resmî qebûl kirin. Ji ber çi gelek welat dewleta Tirkan bi qirkirina Ermenîyan guneh baran dikin, ji ber ku gelek dokumentên dirokî şahdetîyê dide ku îradeya siyasÎ a dewleta Tirk bi plan û program ev genodsîda li hember gelê ermenî pêk anîne. Kesek xelkê Tirk an eskerekî bin emir ê bê rutbe ê ku di nava ordîya Tırka debû gunehbaran nakê en gunehbar siyasî îrdeya Tirkane. Û ew wek berya demekê serokê Ermenîstanê Sarkîsyan di dema serdana xwe ya Surîyê de ku çû ser gorên ermanîyan en ji ber xezeba Tirkan revîyan bûn bajarê Sûrîyê Dêra zorê got ku lazime mehkemak wek a Nurnbergê ji bo plankerên genodsîda Ermenîyan bête çêkirin. Bê guman ev raste lazime gumanbarên vê genodsîdê di qebrêde bên mehkemekirin heger ev bûba belkî ev genodsîda kurdan ku paşe berdewam kir dikarîbû neba an ne bi vê frehîyê ve. Ji xwe rûreşîyek dinyayê jî eve ku heta nuha hîn gelek welat vê genodsîdê hîn nas nakin u dikin cihê guft û go yê.
Em werin ser pirsa ku di nava kurdan de jî dibe cihê guft û go yê, pirsa rola Kurdan di genodsîda Ermenîyan de. Berya her tîştî ji bo pirsek weha lazime dema behsa kurdan a wê demê dibe lazime Îradeya sîyasî a Kurd a wê demê û kurdên di bin navê ‘ummeta Mihemede’ ên di nav refên artêşa Imparatorîya osmaniyan de şer bi xelkên filehre dikirin ji hev bê veqetînin wê demê wê pirs zelaltirbe.
Ev pirs yek jê Tirk bi xwe bi plan û zanetî di xwazin ve genodsîdê ji hustê derxin û têxin hustê kurdan.Di derarê vê pirsê de mirov dkare Kurdan dabeşî 3 kategorıya bike. Kategorîya yekê Kurdên ku dihesînin kurd ji genodsîda Ermenyan ne berpirsin ev kategorî dibê je ku îradeya sîyasî a Kurdan a wê demê li dijî genodsîda Ermenyan derketine her çuqas hinek eşîrên Kurdan di bin navê ‘ummeta mihemed’ da di nav refên artêşa osmaniyan de beşdarî şerê bi Ermenîyan re bûbin jî, lê îradeya sîyasî a Kurdan li hember vana derketine. Evêya han di dokumentên kurdan de jî pir eşkereye ev dokumentên li jêr îspata vê yekê ye,Lê pir heyf gelek caran kurdên li ser pirsa Têkilîyên Kurdan û Ermenîyan di nivîsin an di peyivin haya wan gelek caran ji îradeya sîyasî a Kurd a wê demê nîye û lê naxebitin bi zanibin jî, gelek caran di bin bandora der dorê an hissî tevdigere. Îradeya siyasî a Kuran a wê demê her gav li dijî zulm û kuştina gelê Ermenî derketine û her gav ew eşîrên Kurdan ên di nava di nav refên artêşa osmaniyan de beşdarî şerê bi Ermenîyan bûbin exne dikin her gav sultanên Osman gunehbaran dikin ku dixwazin Kurd û Ermenîyan berdin hev ji bo me Ev berpirsê milletê Kurd bûn û fikir u karê wan me grêdide.Li Jêr min hinek nerrînên berpirsen îradeya siyasî a Kurdan a wê demê ên di hejmarê rojnama Kurdistan de hatibûn belav kirin wek dokument bi kar anîn ez hêvîdarm ev nerînên van kesên berpirsen îradeya siyasî a Kurdan a wê demê bûn wê ji wan kesên ku îroj Kurdan ji ber genodsîda Ermenîyan gunehbaran dike wê vana di ber çav de bigre.
Evdirehman Bedirxan “Ev çend saleke çinku ermenî gelek zilmê ji destê memûrên dewletê dibînin, dixebitin hemû tiştan dikin, da xwe ji zilma memûra derxin Heqê wan heye Memûrên ji Stenbolê tên wan deran, gelek xirabiyê ermeniyan re dikin Divê kurd jî ermeniya nekujin Xwedê ji vî halî ne razî ye Ermenî mezlûm e Vêca divê mirovpêşîrî(bi şûr) neçe ser mezlûman Hûn jî wek wan mezlûm in!”*6
Evdirehman Bedirxan, nêrînên “Şêx Ubeydullahê serokê serhildana kuradan a sala 1880’an” di hejmara 27’an a Rojnameya Kurdistanê de wiha radigihîne : “Çend sal berê li Wanê, di civîneke ku bi emrê padîşah hat çêkirin de, gava ku biryar standin û nav kurdan de ermeniyan bikujin, hingê rehmetiyê Şêx Ubeydullahê ku di civînê de bû, wiha got: “Bi vî awayî kuştina ermeniyan li dijî emrên Xwedê ye, padîşahekî emrekî wiha derxistiye zalim û li ber emrên Xwedê rabûye, divê padişahek zalim ji text bê xistin û ji wezîfê bê dûrkirinDaxwazek wiha ji bo padîşah ne bi xêr e”

Piştî van gotinên pir zelal mirov tu car nikare der barê komkujiya ermeniyan de navê kurdan û tevgerên neteweyî a kurdan gunehbaran bike.Îroj kurdên bi xîret û welatparêz dikarin bi dil saxî bibêjin ku “di xirecir û şer û pevçûyinên di sedsalên 19’a û 20’de de, tu kes û kesayetiyek bi kurdayetiya xwe hesiyayî, qirkirina ermeniyan rast ne dîtine, tê de cih nestendiye, nebûye şirîkê xwînxwaran”.
Îroj kurdên bi xîret û welatparêz dikarin bi dil saxî bibêjin ku “di xirecir û şer û pevçûyinên di sedsalên 19’a û 20’de de, tu kes û kesayetiyek bi kurdayetiya xwe hesiyayî, qirkirina ermeniyan rast ne dîtine, tê de cih nestendiye, nebûye şirîkê xwînxwaran”.
Evdirehman Bedirxan, di her hejmarên rojnameya xwe de li ser pirsa ermeniyan radweste, bi çi awayî dibe bila bibe, dixwaze ku kuştina vî gelî bide sekinandin û agirê ku li Kurdistanê bi fermana Evdilhemît hatiye pêxistin vemirîne
Ew di hejmara 8’an de wiha dinivîse: “Şerê ermeniyan û kurdan de ez zanim kurda ermeniyên bê guneh kuştin Xwedê ji vî halî ne razî ye Kurdan ew guneh ji cahiliya xwe kir Wan nedizanî kuştina ermeniyan wek kuştina misilmanan e Parek wî gunehî jî ser alimên kurdan e Divê alim tişta qenc û neqene nîşa cahila bikin, da ew jî mirovên bê guneh nekujin” Kurdistan.*7
her weha Evdirehman Bedirxan di hejmara 11’an a Kurdistanê de hevkariya ermenî û kurdan pêşniyar dike û kurdan weha şîret dike: “Fekirin, ermenî çi qas sahîbhîmet û xîret in Ew jî wek kurdan mezlûm in; lakîn huriyeta xwe re xwe fîda dikin Cahilên kurdan nezan in, ermeniyan dikujin Ev hal qatilî ye Divê kurd xwe ji vî gunehî muhafeze bikin Divê kurd jî ermeniyan re bîl-îttîfaq memûrên zalim ên Xunkar rêdike serê we, bavêjin Şûna un biçin îmdada ermeniyên mezlûm, hûn diçin wan dikujin Ew hal gelek guneh û gelek fehêt e; Xwedê û pêxember ji vî halî ne razî ne”

Evdirehman Bedirxan di hejmara 27’an de wiha lê dike û dixwaze ku kurd ji ermeniyan na, ji Osmaniyan bipelikînin 
: “ Evdilhemît dibêje ku ermenî neyarên we ne, we vê xeberê îxfal dikeMa hûn nizanin ku ermenî nikarin neyariya we bikin! Neyarê we ew Xunkar e, ku we hemûyan welatê we ve Moskof re wad dike”.*8
 
Evdirehman Bedirxan ji van kurdan acizdibe û wiha bang dike: “ Ermenî ji zumla dewletê aciz bîn; dengê xwe hilanîn, destê xwe hilanîn heqê xwe dixwazin Lê çiku kurd cahil in, dest bi kuştina ermeniyan kirin Kuştina wan li ser kurda guneh e Hûn ji wan mezlûmtir in; lê çiku cahil in we hay ji xwe nîne; ûn dengê xwe dernaynin.*9
Piştî van nerînê li jor hatin behs kirin gelek zehmete ku mirov kurdan di derbarê qirkirina Ermenîyan de gunehbaran bike
Kategorîya 2 ew kesên ku li ser asasê Kurdên di bin navê ‘ummeta mihemed’ da di nav refên artêşa împaratorîya osmaniyan de şerê ermenîyan kirine dihesibînin Kurd jî ji gendsîda Ermenyan gunehkarin. Ez bi van mirovan re ne hevfikirbim jî lê heya radeyekê van mirovan dikarim fam bikim. Ev Kurdên weha difikirin lazime bizanibin Kurdên di bin navê ‘ummeta mihemed’ da di nav refên artêşa împaratorîya osmaniyan de şerê ermenîyan kirine vana her weha şerê Kurdên ÊzîdÎ û Kurdên zaza kirine jî kirine. Ev tê vê watêyê ku van Kurdên di bin navê ‘ummeta mihemed’ da di nav refên artêşaî mparatorîya osmaniyan de ne li ser navê kurdan li ser navê ‘ummeta mihemed’şerê Ermenîyan kirine. Her weha we demê hinek grupên Ermenî ji bi serê xwe hucûmî gelek gundên kurdan kirine.
 
Di gelek heremê Kurdistanê de hinek grûpên Ermenî hucumî gundên Kurdan dikin û gelek kuştin pêk tînîn’. *10
Ji Dervî hinek ronakbîrên ermeniyan û Partiya Ermenîya‘Hinçaksiyûn’ a ku tekoşîna Ermenîstaneke Sosyalîst dikir, ermenî bi gelek ji wan li peyî Ermenîstanek Mezin bû. Tevî vêya jî îradeya sîyasî a Kurd a wê demê li rêyên hevkarîyê bi tevgera netewî Ermenîre digerîyan.Dema sedana Abdurezak Bedîrxan a snaktpeterbûrgê li wir bi berpirsên Ermenîyanre dikeve nava tekilîyan piştre demekê Abdurezak Bedîrxan Li ÊrÎvanê bi cîh dibe da ku bikaribe tevgerê netewî li bakurê Kurdistanê bi rêxistin bike.
Ji ber wê ji van kesên weha dibê jin lazime vêya bibînin û ji hev derxin. Ji ber çi îroj hemû cîhan resmî Tirkan bi genosîda Ermenîyan ve gunehbaran dike, resmî kes behsa Kurdan nakê ji ber ku îradeya sîyasî a Tirkan wê demê ev genodsîd bi plan pêk anîne. Ez bê guman ji bo van kurdan pozîtîvim ji ber dilê wan bi ser gelê Ermenî ku zulm lê hatîye kirin veye û ew ji ber wan Kurdên di nav refên artêşa împaratorîya osmaniyan de ku dibin navê ‘Ummeta Mihemed’ şerê Ermenîyan kirine xwe ne rehet his dikin ev cewherekî mirovan başe ji ber vê ez di derheqê van mirovan de pozîtîvim lê wan kurdên ku dibin navê ‘Ummeta Mihemed’ şerê Ermenîyan kirine wana di eynî wext de şerê Kurdên Ezîdî û kurdên Zaza jî di bin navê ‘şerê kizilbaşa’ de kirine ew tê wê meenê ku wan Kurdên di nav refên artêşa împaratorîya osmaniyan de ku dibin navê ‘Ummeta Mihemed’ de li ser asasê dînî ne li ser asasê netewî şer kirirne lazime ev ji hev bê derketin. Lê Hêvîdarimev kesan ewe ev tiştên ku me li jor behs kir û dokumentên kurdan û xelkên xerîb di vê derbarê de bibînin wê demê ewê rehettir bikarîbin vê pirsê ronî bikin.
Piştî îtîhadcî hatin ser hukum ji bo ku xwestin hukum li kurda bikin eşîrên dersimê hukmê wan qebûl nekir û dest bi şer kirin.Dewletê osmanî ji bo bikaribin şer bisekinîn û bi careke navçên kurdan ji ortê rakin bi şewîtînin hêzek mezin şandin deverên Dersimê her weha we hêza hat ser kurdan ji bo şewitandina gundên kurda mazot bi xwere anîbûn, lê osmanî be çare bûn nakarîbûn kurdan bişkinin li ser vê ordîya xwe ya 18 şandin ser Xozatê her weha 4 mufrezê alayê hemîdîyê şandin ser Kurdê Dersimê”. *11
Heger mirov lê binere dema qirkirina Ermenîyan de Ûris li heremê gelek aktîv bûn û bê guman Ûris wê demê dilê wan bêhtir ji ermenîyan re dixwest ji ber gelek sebeban wek Olî gelek sebebên din dema mirov li arşîvên Ûrisa dinere berpirsên Ûris ên wê demê ( konslên wan ên li wanê,Bitlîsê her weha berpirsên ordîya Ûris li Kafkasyayê) pir vekîrî dibêjin ‘di gelek heremê Kurdistanê de hinek grûpên Ermenî hucumî gundên Kurdan dikin û gelek kuştin pêk tînîn û ev dibe sebebên xerabûna têkilîyên me bi kurdan re lazime pêşî li van grûpên Ermenîyan bê girtin’. *12
Bê guman ji herdû aliyan ve (Kurd û Ermenî) bûyerên ne xweş li ser asasên Olî di navbera van herdu milletan de çêbûne lê em nakarin îroj hevdû wek millet bi qirkirina hev gunehbaran bikin.
Kategorîya 3 a kû raste rast an bi zanetî an ne zantî propaganda a dewleta tirk li pêye ku genodsita xelkê Ermenî ji hustê xwe derxe û tixe huste Kurdan dikin. Ev kategorî ji xwe ne hêjayî li ser wan tişt bê gotin.
Wek em dizanin van şapatên dawî parlementoya Swedê jî bi alîkarîya xanima Kurd Gulan Avci û dostê min Îbrahîm Baylan genodsîda Ermenyan nas kir ji ber vê jî ez xanima Kurd Gulan Avci û dostê min Îbrahîm Baylan pîroz dikim ku bûn alîkar ku rastîyek dîrokî girîg derkeve orte.
Wek em dizanin piştî vê bûyera parlementoya Swêdê li dor gotina xanima Kurd Gulan Avci guft û go bûn. Lê ji bo min xanima Kurd Gulan Avci dikeve wê kategorîya 2 a ku li jor min behs kiribû ez ji welatparêzîya wê û malbata wê kû bavê wê kek Elî Şêr dostê mine şika min nine. Ji ber wê jî ez careke din xanima Kurd Gulan Avci pîroz dikim ku derbeke li dilê dewleta tirk xist, xwezî her yekî jime bi karîba derbek wek a xanima Kurd Gulan Avci li dewleta Tirk xistiba. Heger di gotina wê de kêmayak hebe jî ev qusûrê nayne ser karê Gulanê yî hêja ku bu wek gavekê ji bo dostanîya du milletên cîran Kurd û Ermenîyan.
Di dawîyê de dixwazim bêjim ku kêfa me bê an nê em bi xwazin an na Kurd û Ermenî dû milletên cîran potansîal dostên hevîn divê her yek ji me ji herdû alîyan em ne li tiştên ku me ji hev dûrdixin em li tiştên me nêzî hev dikin bigerin wê demê emê bêhtir bikaribin hev du fêm bikin û Tirke nakaribin Kurd û Ermenîyan li hev sor bikin.
Dr. Ekrem Önen

Dokument û jêder
*1- (Сборник дипломатических документов. Реформы в Армении...", № 16, стр. 27-28. Депеша Свербеева Сазонову от 15 (28) марта 1913 г. )
Dokûmentên berhevkiri ên dîplomatîk en bi navê reformên li Ermenîstanê ku ji Depeş Sverbeyev Sezonov (Wezîrê derve ê Ûrisyetê ê wê demêye, E.Ö) re hatine rêkirin. hejmara 16, rûpel 27-28, 15 (28) adara 1913.
*2-( Foreign Office, 195-562, No 37, J I A Simmons 16/11/ 1857)
*4- (Сборник дипломатических документов. Реформы в Армении...", № 16, стр. 27-28. Депеша Свербеева Сазонову от 15 (28) марта 1913г.)
Dokûmentên berhevkiri ên dîplomatîk en bi navê reformên li Ermenîstanê ku ji Depeş sverbeyev sezonov (Wezîrê derve ê Ûrisyetê ê wê demêye, E.Ö) re hatine rêkirin. hejmara 16, rûpel 27-28, 15 (28) adara 1913.
*5АВПР, ф. "Политархив", 1907-1914 гг., д. 380, л. 68; ф Донесение Вице-консул в в Ване Акимовича от 2 июля 1913 г.
Arşîva siyaseta Ûrisyeta Qeyserî a derve ‘arxîva sîyasî’ 1907-1914. Rapora konsulê Ûrisyeta Qeyserî li Wanê Akîmşvîç 2 Temûzê 1913.
*6-( rojnama Kurdistan, hejmar 7. 22 nîsanê 1898-14 adarê 1902)
*7-( rojnama Kurdistan, hejmar 8. 22 nîsanê 1898-14 adarê 1902)
*8-( rojnama Kurdistan, hejmar 11.22 nîsanê 1898-14 adarê 1902)
*9-( rojnama Kurdistan, hejmar 8. 22 nîsanê 1898-14 adarê 1902)
*10-ЦГВИА, ф. 2000, д. 1002, л. 203. Донесение из штаба КВО от 3 января 1909 г.
Arşîva Tarîxê a dewletê ya navendî a artêşê rapora artêşa navça kafkasyayê. 3 januari 1909
*11- ЦГА ВМФ, ф. 418, оп. I, 1908 г., д. 10048, лл. 3-8. Краткие сводки донесений штаба КВО за июдь-август 1908 г
Arşîva Tarîxê a dewletê ya navendî a artêşê hêzên deryayî. rapora artêşa navça kafkasyayê. Temûz-tebax 1908
*12 ЦГВИА, ф. 2000, д. 1002, л. 203. Донесение из штаба КВО от 3 января 1909 г.
Arşîva Tarîxê a dewletê ya navendî a artêşê. rapora artêşa navça kafkasyayê. 3 januari 1909








Mafê Copyright © ya Rizgari Hemû mafên bikaranînê parastî ne.

No comments:

Post a Comment

  © Blogger template 'Minimalist H' by Ourblogtemplates.com 2008

Back to TOP