Monday, September 26, 2011

Serbêje û Sercivatên Zargotin û Edebiyata Kurdî: DENGBÊJ

Serbêje û Sercivatên Zargotin û Edebiyata Kurdî: DENGBÊJ
Salihê Kevirbirî

Dengbêjên ku em dikarin ji wan re bibêjin ‘hozanê gel’, hosteyên mezin ên peyvê bûn. Qêrînên trajediyên ku di erdnîgariya kurdan de bi têra xwe hene, ragihandin seranserê dinyayê. Êşê, hiznê, şadiyê ji dilekî baldar û çavkaniya hunermendiyeke xwezahî sefandin, jinûve afirandin û pêşkêşî dêhn û bala me kirin. Gund bi gund, kanî bi kanî, bajar bi bajar geriyan û peyva xweş a kurd û kurmancî anîn ziman. Geh agir berdan gurçik û kezeban, geh dil û hinavan coşandin. Gotinên wan bûn tovên berxwedan û vejînê li axa bi bereket a welatê kurdan. Herçî kilamên ku li ser zimanê van dengbêjan heta îro hatine, bûn mejî û kozikên qesidîn û xweparastinê. Bêguman di van stran, kilam û serpêhatiyên bêhempa de, evîn, xiyanet, biratî, serhildan, sedaqetî, dostanî, gelacî, mêrxasî, tirsonekî, raperîn, serhildan û qetlîam hatin ser zar û zimanan. Di serdemên bê-zimanî û bê-zemanî de gihîştin hawara hêvîşikestan, carinan negihan keser û qêrîna wan.

‘Kilam siwariyekî bi bask e, serê sibê li vî welatî ye, berêvarkî li welatekî din!’

‘Kilam siwariyekî bi bask e, serê sibê li vî welatî ye, berêvarkî li welatekî din!’ e dibêje, dengbêjê Deşta Xerzan. Car heye dibêje; ‘Mêrikê xerîb kor e, siûda kuştiyan tuneye!’ Li ku derê heye ev edeb û vegotina efsûnbaz û diltezîn? Serpêhatiyên karesatî, evînên pîr û pak, mêrxasiyên bêpayan, xiyanetên kambax…

Gênc Xelîlê ku ‘fatha heft bajaran’ li ser milê wî ye, lê piştî fetihkirina heft bajaran, ‘li Hekê li Hekayê, li beytê li Beytulayê, qonaxê bîst û çar saetan ji Şama Şerîf wirdetir ve dimîne’, Edûlêya dotmama Elî ku ji bo dîtina kurmam û hezkiriyê xwe bibîne, cil û bergên reş ên mêrane li xwe dike, şûr û mertalên xwe girê dide, artêşek ji jinan ava dike û dibe fermandara artêşa jinan. Li hêla din serpêhatiya evîna Eliyê Qolaxasî û Meyrema Fileh û Metran Îsayê ku dixwaze wan ji zilma Waliyê Bedlîsê biparêze. Bavê Fexriya yê Torinê Mala Ezo û Siwarê Gêjo û keçika fileh ku bêyî hayê Bavê Fexriya jê çêbe bi duwanzdeh meqaman kilam li ser çêkiriye û evîna xwe jî di dilê xwe de veşartiye, tenê çend serpêhatî û kilamên bêhempa ne ku bi saya vegotinên dengbêjan di dil û mejiyê me kurdan de cih ji xwe re terxan kirine.

Di çanda dengbêjiyê de du herêm hene ku nav û dengê wan li seranserê dinyayê di nav kurdan de belav bûne: Serhed û Xerzan. Ji ber ku ez bixwe jî ji Herêma Xerzan im, min di gotareka xwe ya 10-12 sal beriya niha de girîngiya dengbêjiya li vê herêmê bi van hevok û rûbirûkirinan pêşkêşî dêhn û bala hezkiriyên zargotina kurdî kiribû. Niha jî sebaret bi vê mijarê dixwazim beşek jê pêşkêşî we xwînerên LMD Kurdî bikim:

“Dengbêjî li çar aliyên welêt û li herêmên bi navê Serhed, Botan, Soran, Behdînan û hwd. tesîreke xurt kiriye. Lê ev yek li Herêma Xerzan bi awayeke berbiçav xwe zêdetir eşkere dike. Deşta Xerzan, Qûbîna Şewitî, Hezoya Kevin, Filehên Koxan Êzîdiyên Hemdûna, Xatmaya Xopan, Çiyayê Zenga, Bîra Kurêdiya, Çemên Başûr û Xerzan, Germavên Xêsta û Bilorîs di kilam û lawjeyên dengbêjan de ji nûve vedijin. Ev cîh û dever cariran bi şermî; carînan jî bi şanazî têne bilêvkirin.

Şêxên Zoqeydê, Seyîdên Badayê, Begên Eyndarê û Zoqê Çiyayiyên Motka û Koçerên Miradî û Kanîgewrkî di devên dengbêjan de bûne benîşt û heta îro hatine. Ji ber ku qismekî jiyana xwe li Misircê (Kurtalan) li ser çiyayên Zenga û Bêkendê derbas kiriye û li Herêma Babosiyê ya Xerzan ji hêla Roma Reş ve hatiye kuştin ‘Koçeroyê Farqînî’ ji devê dengbêjên wekî Salihê Qûbînî, Teyîboyê Siertî, Qasimê Qûbînî, Şakiro, Zahiro û hwd ve hîn bûne û dane hînkirin.

Li hêla din şexsiyet, eşîr û malbatên bi nav û deng mîna; Hacî Zorav, Filîtê Quto, Eliyê Ûnis, Silêmanê Mistê, Birahîmê Mehmûd, Reîsê Derwêş, Gêncoyê Çeto, Bişarê Çeto, Cemîlê Çeto, Emînê Perîxanê, Zibeyrê Ehmê, Derwêşê Sado, Silhedînê Hacî Reşîd, Seyîdê Mamo, Eşîra Pencînaran, Eşîra Elikan, Eşîra Etmankan, Mala Dîbo, Mala Faro, Mala Şemdîn, Mala Reman û şerên Mala Faro û Seyîdên Badayê, Şerê Hethetkê, Şerê Eynqesrê di nav berhem û gotinên dengbêj û dengbêjiyê de ciheke girîng digirin.”

Flamenko û Jazz, Karapet û Miradko



Dengbêj bixwe ji bo min şovalyeyên tevahiya serdeman in. Herçî berhemên wan in, bi ya min vehûnandin û afirandinên herî edebî yên dinyayê ne. Her kesek dikare navek li wan bike, lê kesek nikare navê wan ji dehan derxe nehan! Li gorî hunermendê navdar Ciwan Haco, ji van fêlbazên peyva kurdî du dengbêj hene ku jazz û flamenko tînin bîra wî: Karapetê Xaço û Miradê Kinê ango Miradko: “Karapêt, Flamenkoyê tîne bîra min. Berî çend rojan kitêbeke nivîskarekî Spanyol derket. Behsa kurdên ku berî sed salî hatine li Spanyayê bi cih bûne dike. Gava ku ez guhdarî Karapêt dikim, Flamenko tê bîra min. Lê tiştek kêm e. Her çi rîtm be yan jî gîtar be. Karapêt hema hema bê amûr distire. Tam dengbêjek e, îdolek e bo min, îdolekî baştirîn.... Berê mitrib hebûn. Ev kedkarên muzîkê baş nedihatin dîtin û hin kesan henekên xwe bi wan dikirin. Mirado mitribek e. Wexta ez zarok bûm, hema bêje li her malê kaseteke wî hebû. Mirado bahozê wê wextê bû. Ez bawer nakim Mirado yan jî Karapêt ji cazê dûr bin. Heke Mirado niha li dinyayê bûya, bi rîtmeke baş hatibûya lêxistin, heke xwe bidayê û bistira, wê baştirîn caza dinyayê derketa holê. Jazz emprovîzasyon –çawalêhato, jixweberî- e. Mirado û Karapêt heqê emprovîzasyonên cazê dane. Ez tu caran wan her du hunermendan ji bîr nakim. Wan gelek caran ez giriyandime. Îro, wexta ez guhdarî wan dikim, bo min ji Rolling Stonesê ne cudatir in.” (Bir Çığlığın Yüzyılı: Karapetê Xaço, Weşanên Sî, Stenbol 2003, paşê bi wergera kurdî ji Weşanên Do, 2009, Stenbol, ji bo agahiyên zêdetir, Roll, Gül ve Reyhan Kokusu, hejmar 10, Tebax 1997)

Dengbêj neşibin hunermendên din, bi kêmasî ji wan cudatir in. Yek ji taybetmendiyên wan ên girîng ew e ku ji bo dengê xwe baş bi kar bînin, hewldaneke xurt didin. Ev taybetmendî yek ji pîvanên dengbêjiyê ye ku “nebe nabe.” Li gorî gelek pisporên muzîkê û dengbêjên ku min ew dîtine û li wan qesidîme, dengbêj ew kes e ku xwedî dengekî tîz û zelaliyeke tekûz e.

Li hêla din piraniya dengbêjan, dema ku kilam û stranên xwe distrên an jî hunera xwe pêk tînin, destên xwe dibin ber guhên xwe. Gelek kes vê yekê bikin jî, di rastiya xwe de kêm ji wan kesan sedema vê yekê dizanin. Ev teknîkeke dengbêjiyê ye. Destê ku diçe ser guhê dengbêj, rasterast peywira monîtoreke tekûz hildigire ser xwe. Bi saya vê teknîkê, dikarin guh bidin dengê xwe û bi vî awayî kontrola dengê xwe dikin.


Sewta Serî-Sewta Qirikê

Taybetmendiyeke din a dengbêjên ku jêderk û çavkaniyên girîng ên Edebiyata Kurdî ya Devkî ne, ev taybetmendî ye ku jê re dibêjin ‘sewta serî.’ Dengbêjekî/a ku bi sewta qirikê kilam û stranan distire, wê piştî demekê ji deng bikeve û heta kilamên ku dibêje ji bîr bike. Lê belê dengbêjên ku bi sewta serî distrên, digel wextên dûredirêj hên jî dikarin dengê xwe biparêzin û tu car kilamên xwe ji bîr nakin. Evdalê Zeynikê, Şêx Silê, Reşo, Kawis Axa, Mihemed Arifê Cizrawî, Hesen Axayê Cizrawî, Karapetê Xaço, Şakiro, Salihê Bênatî, Hiseynoyê Hingilosiyê Muşî, Zahiro û Salihê Qubînê ku bi vê taybetmendiyê kilam û stranên xwe bi cih tînin, her yek bi hunera xwe bûye hostayek.

“Kilamên min têra 7 roj û 7 şevan dikin hevalo!”

Bo nimûne Karapêtê Xaço. Ev hunermendê bermahiyê komkujiya filehan, yek ji girîngtirîn jêderkê sewta serî, an jî bi gotineke din dengê mejiyê ye. Çar caran li gundê Solxoza Çaran a Eçmîadzîna Erîvana Ermenîstanê lê qesidîm û bûm bengiyê deng, awaz û sewta wî ya serî. Her çiqas 100 salê xwe derbas jî kiribû, dengbêjê hoste yê ku 95 sal bi kurdî kilam gotibûn, di saxiya xwe de, dikaribû bi hezaran kilamên ku gelekî dengbêjên ciwan nikarin bi heman şêweyî bistirên, di mejiyê xwe de digirt û bi dengê xwe yê 50 sal berê distira. Her çiqas di civat û sohbeta me de, me jê re got bila xwe zêde aciz neke jî, dengbêjê hoste bi resîtaleke rewşedar hingî 10 kilaman gotin û gava me jê pirsî gelo di dîwanekê de dikare heta kengê kilaman bibêje, bi bişirîneke şirîn û ji xwe bawer wisa gotibû: “Wexta ez dest bi kilaman bikim, ne yek û du saet, lê wê kilamên min têra 7 roj û 7 şevan bikin hevalo!”

Taybetmendiyeke din a dengbêjan ‘xulxulandin’ e. Ev taybetmendî jî piştî banga ku jê re ‘hawînî’ tê gotin ku piştî bendên kilamekê tê gotin, tê bikaranîn. Karapêt yek ji wan dengbêjan e ku di awazgotina xwe de xulxulandinê bi kar tîne. Derbarê vê mijarê de, Ferhengsaz Zana Farqînî ku ji bo demekê di xebatên muzîkê de cih girtiye, wiha dibêje: “Hema hema hemû dengbêj taybetmendiya xulxulandinê bikar tînin. Bes Karapêtê Xaço di nava çend kesên pêşîn de ye ku vê taybetmendiyê gelek baş bi cih tînin. Gava ku Karapêt ‘xulxulandinê’ dike, kesên di civatê de aciz nake û guhê wan naêşîne. Berevajî wê, wan mest dike. Mubalaxa nake, gotinan zêde dirêj nake û nalewitîne. Dengê Karapêtê Xaço yê tîz û ezîz, yek ji girîngtirîn avantajên wî ye...”

Homerosê Kurdan: Evdalê Zeynikê

Min di kitêba xwe ya bi navê, “Bir Çığlığın Yüzyılı: Karapetê Xaço” û çend gotarên xwe de behsa vê agahiyê kir, dixwazim li vir jî bikim. Deng û tesîra cografya ango erdnîgariyê. Bêguman li ser deng, tesîra cografyayê wekî rastiyeke zanistî tê pejirandin. Lewma, gengaz e ku mirov behsa têkiliya cografyaya Mezopotamyayê û dengê ji vê derê bilind dibe bike. Dengê kesên ji deştan bin, naziktir û nermtir e. Tîzbûna dengê wan zêde tuneye. Lê dengê çiyayiyan tîz û berz e. Bi gotineke din yên çiyayî çavkanî û jêderên girîng ên dengê ‘dawûdî’ ne.

Dengbêjê çê, tesîra xwe li civatê û civakê dike. Ew maqûlê dîwanên giran e. sercivat û serbêje ye. Gava kilaman bibêje, carcaran jê kêm dike, carcaran lê zêde dike, lê tu caran wateya kilamê xerab nake, pê nalîze û narûxîne. Wekî din, taybetmendiyeke din a dengbêjê hoste ew e ku kilam û stranan naêşîne, naqerimîne û dikare kilamekê, beyî ku xera bike û ji eslê wê derxe, bi hemû cureyan bibêje.

Heke dengbêjî kevneşopiyek e, helbet dibistan û zanîngeha vê kevneşopiyê xwe dispêre Evdalê Zeynikê. Evdalê Zeynikê badilhewa nebûye “Homerosê Kurdan.” Em behsa dengekî wisa dikin ku gava tê bihîstin, quling li dorê hildifirin û diçin û tên. Ji ber vê yekê ye ku Bavê Temo û Dengbêjê Surmelî Memed Paşa rêber û rêzanê dengbêjî û kilambêjiya kurdî ye. Ew ne tenê şahînşahê kilambêjiya Serhedê ye, her wiha ew li seranserê welatên ku kurd lê dijîn, bûye dermanê hemû kul û derdan.


Rûniştinên ‘civatkî-dîwankî’

Di nav kurdan de, li cem civatên ku wekî ‘civatkî-dîwankî’ tên binavkirin, her kesê ku kilam û stranan bibêje wekî dengêj nayê hesibandin. Her weha, her kesê ku dengxweş be, bikare dengê xwe bide guhdarîkirin û bi awayekî eyan û beyan bibêje, nikare bibe dengbêj. Di vê kontekstê de, em dikarin dengbêjên ku em ji wan re dibêjên ‘dengbêjên xas’ bikin du beş: Dengbêjên afirînerên vê ekolê û yên dewamkerên wê.

Şakiro, Reso, Şeroyê Biro, Mistefayê Xelê Xeyran, Ferzê, Karapêtê Xaço, Hiseynoyê Orginosiyê Mûşî, Zahiro, Salihê Bênatî, Teyîboyê Siertî, Salihê Qubînî û Feyzoyê Rizo çend navên girîng ên şopîner û berdewamkerê kevneşopiya dengbêjiya Evdalê Zeynikê ne.

Kilamên dengbêjan, di civat û dîwanên ku axa û kalemêrên gundan lê dicivin de, tên gotin û bê lebat têne guhdarîkirin. Taybetmendiya kilaman ev e ku ji xeynî dengbêj, kesên din tenê dikarin bibin guhdar. Lê stranên rîtmîk; cureyên wekî govend û reqsê ji bo kêfê ne û perçeyên eşqê ne, lewre her kesek dikare tevli gotina stranan bibe û bibêje.

Her dengbêj stranbêj e, her stranbêj ne dengbêj e!

Li hêla din her dengbêj dikare bibe stranbêj, lê belê her stranbêj nikare bibe dengbêj. Berhemên hunera dengbêjiyê ne rîtmîk in. Divê xwedî ‘lengê’ bin. Naveroka perçeya ku tê strandin girîng e; divê li ser qehremanî be û bi şêweya destanî be.

Taybetmendiyeke din a dengbêjan ev e ku hunerên xwe bê amûr pêk tînin. Bo nimûne, bextreşiyeke din a wekî gelek dengbêjên din, Karapêtê Xaço jî neçar maye ku kilam û stranên xwe li gel sazamûran bêje. Şiroveya sazamûran xwezayiya dengbêjiyê xera dike. Hinek ji kilamên Karapêtê Xaço yên li ser bendik û fondên radyoyê, li gel amûran hatine gotin. Sedem jî ew e ku berpirsiyarên fonda Beşê Kurdî yê Radyoya Erîvanê doz lê kirine ku ew stran û kilamên evîndarî û ‘keçikan’ bibêje. Tevî ku nerazîbûna xwe eşkere kiriye û gotiye: “Heyran ez dengbêjê kilamên mêraniyê me, şerm e ku dengbêj kilamên keçikan li civatên giran bibêje, mirov wan kilaman li ser poxan û bênderan, gava bi tena serê xwe dibîne dibêje” jî ji neçarî dest bi kilamên evîndariyê yên wekî ‘Zembîlfiroş’, ‘sarê rabe êvar e’ û ‘Dêresor e’ distirê ku bi lêxistina amûr û enstrûmentan heta roja îro hatine.

Her çiqas em bêjin ku sazamûr û dengbêjî li hev nakin, ev jî rastiyek e ku Radyoya Êrîvanê ev kilam neêşandine û xwezahiya wan xera nekirine. Ji ber ku em dikarin bêjin, li gel kilam, ziman û şêweya edebî ya kurdên çûne Herêma Qefqasyayê bo sûrgunê, alavên wan ên muzîkê jî ji kultura fars, ereb û tirkan yekcar tesîrdar nebûne û xwezahiya xwe winda nekirine. Jixwe sedema ku Radyoya Êrîvanê ji radyoyên Bexda û Urmiyeyê zêdetir hatiye hezkirin jî ev e. Kurdan, Radyoya Êrîvanê zêdetir nêzîkî xwe dîtine.

Di Beşê Kurdî yê Radyoya Bexdayê de serweriya erebî; di ya Urmiyeyê de jî serweriya farisî gelek eyan û berbiçav e. Di Radyoya Erîvanê de, amûrên wekî fîq, mey, bilûr û zirne ku li gel kilaman dihatin jendin û lêxistin, amûrên klasîk ên muzîka gelerî ya kurdî ne; muzîka ku çêdikirin jî muzîka klasîk a kurdî ye. Şêweya Êrîvanê ev e.

Gelo pêwist e dengbêj kilamên xwe hey hey bê amûr bisitirin? Ev ne pêwistiyeke wisa ye ku em bikarin diyar bikin. Ev li gorî tercîha dengbêj bi xwe ye. Bes divê ev rastî jî neyê jibîrkirin ku dengbêjiya bê amûr kevneşopiyek e û girîng e ku ev kevneşopî nekeve gora dîrokê û winda nebe.

Divê neyê jibîrkirin ku girîngtirîn hîm û kaniya hunera dengbêjiyê herêma Serhedê û mintiqeya Mûş-Melezgîr-Agirî ye. Gelek kurdên ku neçar mane û sirgunî Herêma Qefqasyayê ango Êrîvan, Tiflîs, Abovyan, Oktobiryan, Elegez, Talîn, Gelto û Heko heta Moskov û Sibîryaya bûne, ji Serhedê çûne wan deran. Helbet di nav wan kurdan de gelek dengbêj jî hebûn.

Pêwendiyên Hoste-Şagirt û ‘Hard Dîsk’ên me kurdan

Pêwendiyên hosta-şagirdî, di kevneşopiya dengêjiyê de, taybetiyeke girîng e. Dengbêjek, di civata yekî ku ji xwe baştir û hostatir dibîne de, nayê dîtin beyî ku îcazet bistîne, kilaman bibêje. Ev rêz û hurmet ji qaîdeyên şêl û tevgerên kevneşopiya dengbêjiyê ne. Li gorî vê yekê, her dengbêjek yek an jî ji yekê zêdetir dengbêjan bo xwe wekî mînak dibîne. Temenbiçûkî û temenmezinî jî di çanda dengbêjiyê de gelek girîng e. Dengbêjekî ciwan, heta ji dengbêjê ji navseretir îcaze û destûrê wernegire, dest bi strandina kilaman nake. Heke dengbêjek bêyî îcazeyê tiştekî wiha bike, ev yek di nava diwanê de wekî ‘bê-edebî’ tê nirxandin.

Li hêla din piraniya dengbêjan dixwazin ku gava ew distirên ji civatê deng dernekeve. Dengbêjê ku dêhn û bala wî belav bibe, dişkê û naxwaze bibêje. Di rewşên wiha de, dengbêj dev ji kilamgotinê berdide û gotinek diavêje nava civatê da ku deng bê birîn û kesek di nava xwe de neke pistepist. Bo nimûne gava yek diaxive, dengbêj dike ‘kuxtekuxt û kuxtînî.’ An jî berê xwe dide şibakeyê û dibêje; “Xorto ka binêre, dinya ewr e an sayî ye?” Bi vî awayî ew cıvata ku di nava xwe de diaxive û dike pistepist hişyar dike. Di rewşên wiha de piraniya caran kesên ku di nav xwe de diaxivin û wê lehzê guh nadin dengbêj, şerm û fedî dikin, çokên xwe dikişînin bin xwe û bi baldarî li guhdariya kilam û stranên dengbêj vedigerin.

Kurt û kurmancî, dengbêj, ‘Hard Dîsk’ ên me kurdan in û em deyndarê van nirx û hêjahiyên xwe ne…

Dengê we her li dinê be dengbêjno!..



* Kurtebeşeke ji vê nivîsarê, di hejmara 21’ê ya Rojnameya Le Monde Diplomatique Kurdî (Tebax 2011) de hate weşandin. Lê tevahiya nivîsarê di hejmara Îlonê ya kovara Tîrojê de, ku bi awayeke du-mehî li Stenbolê derdikeve de hatiye weşandin. (S.K)

rojnameger@hotmail.com

No comments:

Post a Comment

  © Blogger template 'Minimalist H' by Ourblogtemplates.com 2008

Back to TOP