Wednesday, June 22, 2011

Destana Dewrêşê Evdî û Evîna Edûlê

Destana Dewrêşê Evdî  û Evîna EdûlêDestana Dewrêşê Evdî û evîndarîya Edûl a Paşê ; mîna Mem û Zîn, Siyabend û Xecê destanê Kurdan yên herî navdar in. Dewrêşê Evdî destanek Kurda ya netewî ya Evîndarî û qehremanîyê ye. Destana Dewrêşê Evdî ku têde derbas bûye, ne demeke pir kevn e. Lê mixabin ji ber derfetê nivîsandina Kurdan tunebûye ew jî ketîye bin xetera ji bîr kirinê.

Mîna kurteçîrok û stran maye. Li gor tê gotin 32 şaxê Destana Dewrêşê Evdî heye. Di virda ji alî wêjeya Kurdî bi qasî bê şans bûyinê, balkeşî û dewlemedîyek jî heye. Di Edebîyata Kurdan da cûrak huner heye ku di nava Edebîyata gelên dinê da kêm tê dîtin. Ev jî her çiqas Kurdan nikarîbûne serpêhatîyê xwe binivîsandana jî, li şûna vê ji xwe re babetekî  Wêje bi taybet afirandine. Ev jî beklî hê nav lê nehatîye kirin.
Mirov dikare ji vê re Helbest-çîrok bibêje.


Kurdan serpêhatî, bûyer, qehremanî û kul û kederên xwe weke Helbest-çîrokan anîne zimên. Ango him bi klam-stran him jî di navda bi awayê çîrok gotine. Wek ; Şahmahran, Rustemê Zal, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Dewrêşê Evdî, Tahir û Zahrê, Filîtê Quto, Evdalê Zeynê, Zembîlfiroş, Çetelê Axê, Emê Gozê, Mala Nêsir, Şex Seîdê Kal Ûhw. Dikare bê gotin ku gelên cîhanê, ji bona kêf û şahîyên xwe stran gotinê. Lê Kurdan êş, derd û fermanên ku bi serê wan da hatine kirine stran.

Li ser  Dewrêşê Evdî û Edûlê li her alî Kurdîstanê bi dehan cûr be cûr stran tên gotin.
Ev bi xwe ji tê wateya ku ev Destanek bi nirx û netewî ye. Ji wan strana yek jî dengbêjê deng zengil û deng zêrîn, gor bihişt Qerapêtê Xaço ye.
Hunermendê nemir kilama Dewrêş û Edûlê waha dibêje :
Lê lêê Edûlê...!
Lê lê Edûlê! mala bavê xerabê rojka ma avêtê helkanê ne dûre
Erê dibê şevk û şemalê didaye bejn û bala di fîstanê te Edûlê!
Erê berfa nîsanê daye quba Resûle
Erê le dibe heft xwînê mêran û mêrxasan li ba tebe
Tê rabe ramûsanekê bi ser can cesedê min da berde
Erê di berdêla heft xwînê mêran û mêrxasan min ramûsan qebûle lê lêê oy oy !
Lê lê Edûlê! lêmala bavê xerabê, min go navê te şêrîne dîsa hefadê gula
le dibe bila heft xwînê mêran û mêrxasan li ba tebe,
Ezê bi çepilê Edûla xwe bigrim dîsanê birevînim
Ezê bavêjim mala Cemîl Axa, Cemîlê di gurdila
Erê ji sibê heta êvarê bikin ref û nêçîrê
Erê şevê emê rûnin bikin agirê dara
Erê serê sibê rabin, bixwin goştê şalûl û bilbila.
Lê lê Edûlê! ez qesam dikim bi navê Xwedê ji ber serê te ranabim
De eynî fermana min li heft dewletê ecnebîya rabe
De bila heft ...  li serê min lêxin, panzde agirê mencenîqa li ser min dabin
de bila heft bav û birakê te evda xwdê sûwarê hespa û zîna be
de bila bi şûra û xencera li ser can û cesedê lo min peyabin
erê bira xwûna min û tev di ava Belecûka şewitî da di nava hevûdû da ra be
Ezê qesem dikim bi navê xwedê, ezê devê xwe xana gerdenê ji hinarê rûkê te bernadim lê lê lê oy oy oy !
Edûlê digo :  de nabe, nabe, nabe nabee heşaşo nabe !
de bila ava xevikê û xêbûrê mala xwedî şewitî li neqeba min û te rabe
de sabûna Himikê û Hemayê, Cizîrî Botayê, Bexdayê bila bibe kef û kinc rabe
erê emê herin ber avê di cemidî, hinarê sorî gulî bişon
erê ezê dikim û nakim tu car û tucarî kef û kinca devê te jê safî nabe lo lo looo!
Li gor texmîna destana Derwrêş û Edûlê berî nuha bi 240 salî, di sala1768 an da, li herema Weranşahrê di dema Paşayê Mila ya Zor Temir Paşa da bûye. Dewrêş ji Weranşahrê, gundê Oxlaqçî yê, lavê Evdê Milhim û bi eslê xwe kurdekî Yezidî ye. Ji alî şengalê hatine hêla Wêranşahrê û lev li Milan bûne. Evdê Şerqî bi malmeziek Yezidîya ye. Evdo û bera xwe Şerqî ya (Yezidî) ji bona  paşayê Milan re şer kirine û bi serketin e. Evdê Milhim dile vî dikeve xweha paşê lê nadê. Ji ber her çiqas demekê navbera wan xerab bûbe jî dûra dîsa bûne yek. Edûl jî qîza Temir Paşa û misulmane. Lê dil olan nasnake û ew û Dewrêş evîndarê hevin. Evîna wan evînek gelekî mezine. Zor Temir Paşa yê Milî li kurdîstanê li navenda Weranşahrê, di navbera Dîcle û Ferat da; ji Ruha heta Herran tev Amed û heya bigihêje hidûdê Mûsil û Helebê hukum dikir. Temir Paşa xwedanê 36 eşîr ( Konfederasyon ) û 32 heza malê Milan e.  Milan û eşîrê Tirk (Tirkmen) û Ereba dujminê hevbûn. Zor Temir Paşa herem ji ber eşîrên Tirk û Ereb (Gês) a girtibû û edr û av ji heywanê wan re qedexe kiribû.

Dewrêş û birayê xwe Sadûn du mêrxasên ku şer li ber nedibûn. Wan jî wek berek (Şerkî-Ezîdî) ya Milan gelek dujminê Mila û Paşê şikandin û gelek talanê wan wegeran an jî anîn. Zor Temir Paşa dujminê dewleta Osmanîya ye. Derwrêş jî ji ber egîtê paşyê û li hember dewletê jî şer dike sed û yek sal ceza lê hatîye birîn. Ji ber ku dewletê gelek qetlîam li ser Kurdan û Kurdên Yêzîdî dikir Derwrêş jî her dem li hember devletê bi kîn bû. Dewlet carekê wî û paşyê li Ruha yê digre û dixe zîndanê. Birayê Derwrêş Sadûn digre ser zîndanê, Paşa û girtîya gişan azat dike. Carekê jî Derwrêş û Zor Temir Paşa diherin Qerecdaxê neçîrê. Birrik sûwar yê ku dujminê paşê ne li wan rast tê û doora wan digre. Derwrêş bi ser Hedban dikeve û wan ji hev bela dike. Yên tê kuştin û yê dinê jî direvin. Paşa vedigere mal û pesnê Derwrêş dide.

Di wê demê da Ji ber evîna Derwrêş û Edûlê  û ku Dewrêş yezîdî bû, Temir Paşa Malbata bavê Dewrêş sirgûnî alî Şengalê dike. Gês û Tirk sigûn kirina Dewrêş û şerqîya jî wek fersend bi kar tînin û li hember Zor Temir Paşa biryara şer didin. Eşîrê Tirk û Ereban du eşîrê giranin. Paşa dikeve tengasîyê û gazî eşîrên Milan dike. Çiqas mêrxas û rîsipîyê Milan ( Xidreka, Kûra, Çûva, Hacika, Sînika, Cimika, Çemika, Kumnexşa, Berguhana, Alîreşa, Cemaldîna, Seyîda, Şerkîya, Keja, Menda, Nasira,û Dodika ) li bin konê Paşê dicivin. Zor Temir Paşa nameya ku Gês û Tirkan ji bo şer şandîye dide xwendin û raya wan dixwaze û dibêje : “Ka kîjan gernas wê barê wî şerî bede ser milê xwe.”

Ji ber ku ev barekî gelek girane, lê ji tu kesî deng dernayê û serê wan berjêr dibe. Paşa şertê xwe jî dibê : “ Li ser tepsîya zêrîn di fîcanê ferfûrî da kîjan leheng rahêje qahwa şert Edûl ya wî ye.”

Lê mixabin dîsa ji wan xortên ku şûr simêla wan nedibirî, pufî ezmana dikirini av nedicûn û kumika birinca qerecdaxê û doştê berxan difirandin deng dernayê. simêlê wan dikeve devê wan û bi darika ber xwe erdê dikolin û diponijin. Edûl xwe dixemilîne û li ser sênîya zêr sê rojan fîncana qahwê digerîne, lê tu kes destê xwe navê fîncanê. Dûra ji Rîsipîya yek dibê : “ Ku hûn bi ya min bikin qa emê wî ef bikin bişînin pêy Derwrêş, bêî wî tu kesê ku li hember 1700 sûwarê Tirk û Gêsan bisekine tune. Bi wî awayî emê hem ji  Derwrêş pak bibin û him jî Tirk û Gêsa bişkînin.”

Temir Paşa wê fikrê baş dibîne û qebûl dike. Qasidekî sûwar dike û dişîne Şengalê pêy Dewrêşê Evdî. Gava ku Dewrêşê vê xeberê dibihîze, pir qêfxweş dibe û destûrê ji bavê xwe dixwaze. Lê Evdê Milhim ji ber ku berê ji destê Temir Paşa dîtîye bawer nabe û dixwaze Dewrêş neçe. Divêje: ‘’  Dewrêş lavê min Zor Temir Paşa xayin e. Min jî jê ra gelek merxasî kir. min jî dema xwe da yek ji wan xwest neda min, Edûlê nade te. Ka mere ev rêka çûyin û nehatnê ye.’’

Derwrêş : “Bavo biraqe, ez herim û nêm jî şerefa vê ji me û heft bavê me ra bese.’’
Evdo bala xwe didê ku çarê li  Dewrêş nabe destûrê dide. Dewrêş hespê xwe Hedban zîn dike radihêje şûr, rim û mertalê xwe, ew birayê wî Sadûn û du egîtê hevalên xwe yên şeran bi bervî Weranşhrê bi rê ketin.
Ku  Dewrêş giha pêş konê Paşê, ye 27 histûnî û peya dibe, Paşa bi xwe vî pêşwazî dike û qedrekî zêde didê. Dewrêş li wir birakên xwe yên şer tev dîtin. Yek ji wan şerwanekî zor birazê yê. Temir Paşa yê ku Edûl xwestîya wi Îso bû. Îso û Dewrêş bûbûn birakê hev yên axretê û tev gelek şer derbas kiribûn.
Dewrêş ji Îso ra got : “Ka keko tu çi dibê.”
Îso : “ Bira ! ez zanim ku dilê te û Edûlê di hevda ye, ji alî min bê xem be, ez qet ne li dijim. Bi xêr û Xweşî be û xwedê miradê we bike û ez bi ruh û canê xwe bi terame.”
Lê hevalê Dewrêş û Sadûn her çiqas li ber gerîyan ku wî ji wê rê wegerînin nikarûbûn ew qanih bikirana. Gotin : “ Ev rêya nevegerê rêya mirinê ye.”

Dewrêş jî ji wan re got : “ Ez zanim, heger hûn naxwazin hûn kanin neyên, lê ezê herim. Mirin heye veger tuneye.”
Piştî Dewrêş û hevalên xwe bi hevra kirin galgal û şûnda civat rûnişt. Edûl bi xemla xwe mîna xezalekê li ser sênîya zêrîn qahwe anî û gerand. Gava Dewrêş çav li Edûlê ket hiş û aqilê wî çû. Edûl fîncana bi xwîn gerand û negerand kesekî negirt. Gava hat ber Dewrêş sekinî bi dengekî nizm got : “ Ramehêjê !” Lê Dewrêş fîncan girt û bi carekê ra bi ser xweda kir. Rabû ser xwe binê guharê Edûlê yê heyderî ramûsa û rûnişt. Zor Temir Paşa jî rabû ser pîya û hat çavê wî maç kir û pîroz kir. Dûra Dewrêş çû cem Edûlê. Lê wê ji kir û nekir ew ji ya xwe venegerîya û teselîya wê je qet, dev jê berda.

Sûwarê Hedban Dewrêşê Evdî kekê Sadûn, xofa dilê neyara, kile çavê Edûlê û tev 11 hevalê xwe yê cengawer ku wî neqandine, berê xwe dan binîya Weranşhrê Girê Edşanê hidudê Mila û Gêsan. Gava gihan ger girê Edşanê serleşgerê Gêsa ku ev jî berê bûbû birakê Dewrêşê û tev gelek şer kiribûn Efer ji tûrda wî nas dike. Carekê Dewrêş çûbû seydê (nêçîr) xezalekê birîn dike ûew ji bira xwe vediqete. Dewrêş bera dû xezalalê dide. Xezal diçe nav malê Gês a. Efer jî lavê axayê Gêsa ye. Li wir Dewrêş û Efer hev nas dikin û ji hev hezdikin. Dibin birakê hev. Efer canîkî dîyarî dide Dewrêş û Dewrêş navê canî dike Hedban. Hedban dibe hespekî pir jêhatî. Di şeran da dîn û har dibe nayê zeft kirin. Dewrêş gelekî ji Hedban hez dike, wî dixwerîne û maç dike.

Efer ji hevalên xwe dibêje : “ Evê han egîtê Milane û yê Pêşî Serbazê wan, biramakê min Dewrêşê Evdî ye. Merxasekî hêjayê. Le Temir wî dixapîne, ka ez herim belkî ez wî ji navbera me û Temir dexînim.”
Efer tê cem Dewrêş û hevalên wî. li hev dipirsin û şûnda Efer : “ Kekê Dewrêşê, ez heyrana çavê te, tê xwe ji nava me û Zor Temir bide alî. Em birayê hevin, naxwazim em li hember hev şer bikin, Temir te dixapîne, tu bi serkeve jî Edûlê nade te, ka gura birakê xwe bike û vegere. 1700 sûwar bibe pez û tu şerjêke jî na qede.”

Dû wan gotina Dewrêşê ji Efer pirsî : “ Ma wekî din gotinê te hene ? “
Efer got :“ Na.”

Dewrêş :“ Efer biravo! baş li min guhdarî bike, ez ne zarome, Dewêşim Dewêşê Edvî.  Min va bara  bi zaneyî girt ser milê xwe. Bira ku tu baş zanibe ez Milî me û ev erda edrê Kurda yê Mila ye ne yê Ereb û Tirka ye û tucar jî wê nebe yê wan. Min li şîretên te gudarî kir, ev meydana şere, kerem bike here cem leşgerên xwe û karê yê şer bikin. Ya xwedê wê bide ma ya bide we, em binerin gelo ma kî berxe kî berane ! Heto îro em birak bûn ji nuha û pêyve dujminin. Çi ji te tê qet texsîr meke. Heta îro em brayê hev bûn ji huha û pêve
em dujminin. Çi ji min û çi ji te hat.”

Efer ji Dewrêş ra got: “Dewrêş ka were dev ji şer berde. Bi soz emê bi zorê Edûlê ji te ra ji paşê bistînin û bînin.’’

Dewrêş li Efer wererand û jê ra got:“Ez Dewrêş im, vî nava nînim ser xwe û Edûlê. Him ma Edûl wê min ra bibê xelkê ez dam te, ne te ez heq kirim.’’

Li ser wan gotina tu hevîya Efer nema û bi dilkî şikestî wegerîya cem hevalên xwe. Piştî çûna Efer Dewrêş dîsa ji hevalên xwe ra got : “Gelî hevala ! yê ku poşman an naxwazin şer bikin bira keremkin wegerin malên xwe. Bi rastî ez naxeyidim. Yê min, min mirin daye ber çavê xwe. Serê min jî here ez wenagerim.”

Li ser wan gotina hevalên wîaciz  bûn û gotin : “ Ma ev çi galgale, ma qey ruhê me ji yê te çêtire. “
Dewrêş û hevalên xwe şûr û rimê xwe girê dan û xwe avêtin ser pişta hespên xwe û mîna talazê erîşî ser sûwarê Tirk û Eraban kirin. Dewrêş weke pilinga kete nava wan û ew ji hev bir birî kirin. Bû şingîna şûra, gujîna xwînê û nalîna birîndara. Bi qasî saeteke duda şer kirin. Gelek peyayê Tirk û Ereba hatin kuştin. Lê du hevalê  Dewrêş jî hatibûn kuştin. Gava navberek dan şer û li ser girê Etşanê gihan hev, Dewrêş dît ku du hevalê wî tunene dîn bû, çavê wî bûn mîna gola xwînê û dîsa êrîş kir ser Ereb û Gêsa. Vê carê Dewrêş tu di wan nehîş. Lê dîsa sê hevalên xwe dabû der. Bi wî awayî şerê Edşanê sê roja berdewam  kir. Bi sedan Tirk û Ereb hatibûm kuştin. Lê belê bêî Dewrêş û Îso tu egîtên Milan jî nemabûn. Îso jî birîbdar bûbû. Bira yê Dewrêş Sadûn jî hatibû kuştin. Dewrêş bi dilekî şewat dismala Sadûn li hustîyê hespê wî yê bi navê Kumyêt gerand û berê hesp da mala bavê xwe Evdê Milhim ji di gazîyê bê. Kumyêt şîhî ya û di dora Sadûn ra doj bû. Nedixwest derka wî bike. Lê dûra wek wî jî fahm kiribe Sadûn mirî ye dêla xwe rakir û bi çargavî berê xwe da nav Yêzidîya ku bên hawara Dewrêş û Sadûn. Di şer da lavê Efer jî tê kuştin. Lê Efer dîsa jî ban Dewrêş dike ku dev şer berde. Lê Dewrêş venedigerîa. Gava bû êvar û şer betal bû Dewrêş û Îso wegerîyan cîhê xwe ser girê Edşanê. Dewrêş xwest Îso bişîna pê hawara Milan. Lê Îso li ber xwe da û nexwest Dewrêş bi tenê bihêle. Feqet Dewrêş ew razî kir û sûwarkir şan gazîyê.

Serê sibê Dewrêş bi tenê ajot ser Tirk û Gêsa. Şerekî dijwar kir û gelek ji wan kuşt in. Tirk û Gêsa bala xwe danê kû nikarin bi Dewrêş re derxin serî, pîlanek çêkirin. li gor Pîlana wan ; wê bere biajotan ser Dewrêş û jê re xeber bidana, ew sor bikira û dûra xwe bervî nav erdê kulmişkan şûnve wegşandana. Wê gavê Dewrêş wê bera ser pişta wan da û biketa nav erdê Kulmişka nigê hespê wî wê tê werba û bişikîya ku wan jî kanîbana wî bikujin. Û wek gotin kirin. Dewrêş çaxa ajot ser wan û çendek kuşt û birîndar kir û şûnda her du simê Hedban ketin kulmişkek kûr û şikîyan. Gava ku Dewrêş ji ser pişta Hedban da hat xwar bi şûr û rima êrîşî ser wî kirin. Dewrêş li erdê jî çendek bi şûr perçe kir. Lê Heyf û mixabîn ev jî birîndar bû. Di vê navberê da xweha Efer nezîki wan bû. Qîrîya û xwe avêt ser Dewrêş. Ji yên dinê ra got : “ Ma bêbext û bê şerefno ! qey eve mêrxasîya we. Heger hûn mêr bûna we yê li ser pişta hesp lêxista. ma ev şertê merane bê namûsno, ka qê dîtîye kê li wrdê li kê xistîya.”

Efer jî hat ser Dewrêş û gava ew di wî halî da dît, bang Gêsa kir got :
“Gelî Gêsa heta vê gava em û Tirka bi hevra bûn. Ji nuha û pêve em dujminin. Gêsano xwe bidin alî ! ”

Tirkan nerîn ku rewş xerabe, dexlî Efer bûn û nehîştin di nava wan da şer derkeve. Efer destê xwe di histuyê Dewrêş ra bir û dest bi girî kir.
Dewrêş got: “ Megirî Efer,  gotikek pêşîyê me Kurdan heye, dibê : ‘xwdê berxê bêr ji bo kêrê daye’. Ez ji  te dixwazim ku tu min bigihîne serê girê Edşanê bes.”

Efer ket bin milê Dewrêş û ew bir ser gir. Kurkê xwe jê re raxist, nirînê wî pêça û nan û av dayê. Dewrêş got : “ Efer daxwazîya min ya dawî ji te ewe ku tu min bibe ser girê Edşanê cem hevalên min û pişta min bide kevirekî mezin, simêle min bade, egala min têxe çata burîyê min û xwar bike. Ez zanim nuha bi gazîyê ra Edûla delal ya ku min di ber wê da canê xwe da wê bê. Lê ez naxwazim Edûla narîn min di halekî xerab da bibîne.”

Efer xwestekên Dewrêş bi cîh anîn û şûnda Dewrêş jê ra got:“ Efer keko aha waye ji dûrda gazîya milan ya giran tê. Heger te bigirin wê te bikujin. Tu here xwe xelas bike.”

Efer bi çavê şil xatir ji birakê xwe yê axretê xwest û bi rê ket. Dewrêş  kenîya û bang kir:
“ Efer biravo, min nizanî bû merê weke tejî digirîn.”

Efer vegerîya ser Dewrêş lê nizanîbû çi bibêje. Dewrêş dîsa mizicî û got : “ Ka zû here birayê dilkeçik here. Em birakê hev yê axretêne, ezê li vir li benda te bim. Xayîn nebe zû bê ha!” û bizorê destê xwe ji Efer ra li ba kir.

Eferê Gesî wê carê bi dengê bilind girîya û çû. Tu nema Edûl li hespê li pêşîya sûwara gazîya Mila ya giran xwe gihandin ser girê Edşanê. Edûlê bê ruh û bi kîrîn xwe avêt ser Dewrêş. Lê hedî Dewrêş delalê dile wê li ber xwe dida. Dewrêş bêî tiştekî bibê bi destê Edûlê hişk girt, jidand û li çavê wê yê reş û belek nerî heta ruh jê kişîya. Dewrêş çûbû ser dilovanîya xwe lê di wî şerê dijwar da dawîya Tirk û Gêsa jî hatibû. Dawîya mayî Mila dan ber xwe. Yê revîyan, yê teslîm bûn yên din jî giş hatin kuştin. Belê Dewrêş û hevalê xwe hatin kuştin, Dewrêş û Edûl negihîştin hev lê di vî şerî da Tirk û Ereb ji Şam, Heleb, Mûsil û heta Bexda yê zordestî dikirin jî hatin şikestin û tifaqa Milan xurt û hêza wan mezintir bû.

Edûlê girîya, li xwe xist, porê kişand û Dewrêş maç kir, serê wî da ser çonga xwe, ji kezebê, bi dilê şewat û bi hêsrê çava got : ” Delal ..! “

Delalo nav û dengê evîdarîya kurda ye. Gelek delalên kurdan hene. Mîna delalê Mila, delalê Ruha yê Ûhw. Edûlê jî davê ser delalê, Dewrêşê Evdî :

                                                    Delal lo delal..!   
Delalê min waye delal, delalê min waye delal, delalê min waye delal, waye delal!
Ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim lo  lo Dewrêşo !
Dewrêşê dilê min sûwar bû li derê mala bavê min peya bû,
Dewrêşê dilê min rebenê sûwar bû li derê mala bavê min por kurê peya bû.
Xwedê xerebike destê min ji agirê cixarê, fîncana hatin û çûyina mêvana xalî nebû,
Min dî keçika cîrana xebera nexêrê ji min ra di anî, digo lê lêê por kurê ma tu nizane
Dewrêşê dilê te xeyidî bervî mal çû.
Wê gavê çavê min mîna tavîya berf û baranê ji hêsra xalî nebûn, ez nemînm, ez nemnîm, ez nemnîm lo lo delalo ax !
Delalê min waye delal, delalê min waye delal, delalê min waye delal, waye delal !
Ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim lo  lo Dewrêşo !
Dewrêşo lavo were mala bavê min bi mêvanî, Dewrêşo berxo were mala bavê min por kurê bi mêvanî ax !
Ezê ji Dewrêşê dilê xwe ra dînim kulavekî sorî xuristanî, ezê ji Dewrêşê dilê xwe ra serjêkim mîha sor  ser beranî, gava dê û bavê min gotin lê lê por kurê kanî mîha sor  ser beranî, ezê bibêm şivanê me lavê xelkê bû, şev bû tarî bû, ba bû, baran bû,
ji çolê nanî, gura xwarî, ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim lo lo delaloo ax!
                                                                                                                      Gelerî

Destana Dewrêşê Evdî piştî 240 be jî bê nivîsandin karekî dereng mayî lê hêja ye. Divê li ser vê Destanê hîh gelek tişt bêne gotin û nivîsandin. Min pêşî xwest vê Destana ku li ber ji bîrkirinê ye, wek kurteçîrok binivîsim û di dûra ger kanibim mîna roman bikim berhemek hêjayî naveroka xwe. Derfet û têgihîştima min têrê bike eze vî karê pîroz bi dilxweşî bikim.

Destana Dewrêşê Evdî ne mîna evînek nîvco mayî neefsaneyek bê bingeh û romanek wek jana dil e. Destanek zîndî û jîyanbû ye. Evîndarîyek bê hempa û qehremanîyek mezine. wana her du jî di destanê de hatîye îspat kirin. Belkî Dewrêş û Edûl negihîştin hev lê belê dikare bê gotin ku evîndar negihîştibin hev jî evîn negihîştiye armanca xwe. Ji ber wê ye ku Dewrêş çavê xwe ji 1700 sûar û mirinê nakute. Ev him evîn him jî qehremanî ye.

Dewrêş him giredayî evîna xwe û him jî giredayî axa xwe ye. Ji bo wê ji Edûla ku Efer  jêre bîne naxwaze. waya merxasî û qehremanî ye  û mîna hunermendê hêja di kilamê de bibêje jı  Edûlê ra : ‘’ Li ser serê min fermana heft dewletê ecnebî rabe, ez qesem dikim bi navê xwedê, devê xwe xana gerdenê ji hinarê rûkê te bernadim... ‘’  Ev girêdana evîne ye. waya bi xwe bêguman têda hunera dengbêj heye. Lê bi serê xwe ne bi tenê lihev anîna dengbêj e. Di vir da herkes heqê karê xwe didê. Dewrêş û Edûl ji dil hez dikin û dengbê jî bi huner dihûne û tîne zimên. Li vir ji du alî da, di şewê huner û evînê da jîndarîyek çanda Kurdî tê dîtin. Dewrêş bi mêrxasî, camêrî û awayê hezkirina kurdî binê guharê heyderî xana gerdenê radimîse û Edûl jî dixwaze lo gor dema çanda kurd ji Dewrêş ra kulavê nexşandî û mîha serberan serjê dike. Ku li gor dema xwe tiştên giranbuhane ev. Di vir da dengbê û evîndar hev temam dikin.
Ji ber vîya tê gotin ku :

“Di Edebîyat  (Wêje)  da ji çi tê gotinê bêtir  çawa tê gotin girînge.’’
Ez dixwazim di derheqê Destana Dewrêşê Evdî da li ser welatparêzîya Dewrêş bi çend peyvan gotinên xwe bi dawî bikim. Wek me berê jî got ; Dewrêş him giredayî evîna xwe û him jî giredayî axa xwe ango welatê xwe ye. Ji bona wê gava Efer tê cem Dewrêş jê ra dibê : “Ev ne erdê Tirk û Gêsa ( Ereb) ye, û wê nebe yê wan. Ev erdê Mila (Kurd) ye.’’

Li vira girêdana Dewrêş û erd - axê heye. Girêdana bi axa xwe ra vê demê û îro jî welatparêzî ye.

Abdulkadir Ulumaskan

Tuesday, June 21, 2011

Tembûrwan


Tembûrwan


Îro mîna miryê ku serê wî li bergorê keve wek dîwarekî ji heriyeke bê ka herderê wî terikî, ji xwere got wax ev çi bû? Bi melûlî li dor xwe dinerî hundirê ku bi hemû awayî hatibû xemlandin lê bû wek kavilekî, wek gayekî ser jêkirî xwe berda ser kursiyê xwe û mîna qulingekî birîndar ku ji refê xwe mayî, serê xwe berda nav destê xwe, gotinên lawê wî cardin hatin bîra wî dema ku got..

- Tu dizanî yabo weke ku îro ne daweta min e, ez gelekî xemgîn im… Wî ji xwere di got heger ez ji kurê xwe bipirsim ka sedemê xemgînya te çi ne? Ji sedî hezar wê bêje ku va ez zewicîm û êdî ezê bi hevala xwe dakevim, û ezê hinekî dûrî te bim bavê hêja… Berî kulawê wî sedemê xemgîniya xwe bêje.

Bavê mino qet xemgîn nebe, berê te li meheke hingivîne, bi destê hevala xwe bigre û here, qet xema min meksîne. Lê bersîva kurê wî mîna birûskeke serê biharê bû, dema ku got… Yabo ez ne xemgîn im ku ezê dûrî te kevim, her gav tu dikarî bi telefhonê li min bigerî heger tu bixwazî… Xwêdana xwe paqjkir pistî vê bersîvê xweziya xwe daqurtand... Kurê min, min jî dixwest ku rehemtya diya te nuha li gel meba, lê emir di destê xwedê deye. Kurê min, ji ser kursiyê xwe rabû û berê xwe da oliya bûk û zavê ku li kosekê bi cih bibûn, cardin dengê kurê wî hat … Yabo ma tu ewqas min nezan û zarok dibînî? Ez dizanim ku ev deh salin ku dayika min çûye ser dilovanya xwe, sed rehme lê be te ew anî bîra min… Pistî vê bersîvê herderê wî hejiya û di dilê xwede got gelo çi ji kurê min kême, ta ku di roja daweta xwede xemgîn be, min rojekê ew ji tistekî mehrûm nekir ye, berya her kesî ji yê ku di temenê xwede, bû xwedî tirimbêl, berî her kesî bû xwedî telefona destan û her meh jî dughere Ûûûûû… bi tirseke mezin mîna ku bi mayînekê bilîze, lêvên wî wek pelê daran dilerzîn û pirsî... Çima tu xemgînî delalê min? Zimanê xwe gez kir lê çû pirs ji devê wî derket, çimkî bersîva kurê wî jiyana wî tev ser û binî hev kir… Dema ku jêre got. .Yabo ma ezê çawa ne xemgîn bim û yê ev jiyan bi min xwes kir û dilê min tije hêvî kir îro ne li kêleka min e …Bavê wî li hemû mêhvanan bi deh çav nerî. .û got kurê min li gor ku ez dibînim hevalê te tev li virin.. Û min jî yek ji merivan ne histye ku min ew vexwedeyî dawetê ne kirî ye, û tev jî hatine... Yabo ev tev li alîkî û ew li alîkî… Jibo ku xwe ji vê dan û standina kambax rizgar bike, hinekî bi hêris pirsî… Erê kurê min evê ku nehatîye. Û te evqasî xemgîn kirî ye kîye?.. Bi vê bersîvê yek car sasomaso bû dema ku kurê wî got…ez xemgînim ji ber ku apê min TOFO ne li vire… Mejiyê wî çelq bû û sere xwe guvast, malbata xwe û ya xezûranê xwe ji heft bavikan de dest pêkir, kir û nekir ku yek ji malbatê navê wî TOFO be were bîra wî nehat, ji lewra jî ji kurê xwere got.. Tê biborîne kurê min, xuyaye ez êdî pîr bûme, ê min dara malbata xwe û ya xalanê te tev dawesandin lê yekî ku navê wî TOFO be nehate bîra min, ev ciwamêr kîye? Apê TOFO yabo, tê bira te, te ew nedîtîye ji carekê pêve, ew car jî te dilê wî sikand mîna zarokekî sêwî girîya, ez qet wê rojê jibîr nakim, dilê te ji kevir bû ez nizanim çima te wiha kir. .Êdî arama wî nema, gotin ji devê kurê xwe girt, de bêje law mêvan li hêviya minin ha. .Ev TOFO kîye …mîna ku bavê xwe gunehbar dike…TOFO yabo TOFO yê tembûrvan …Bivê bersîvê xwêdana jineke ku diber zayînê debe ji aniya wî hat, mîna ku deh mirov destê xwe têxin qirika wî bi zorê deng jê derket... TOFO yê tembûrvan, ev gotin wek dewlek ava sar bi ser serê wî de hate xwar. Kabokê xwe bi dûv xwe de kiskisandin xwe gihande kosekê û zimanê wî bi heft girêkan hate girêdan, ew tembûrvanê gemarokî wek pîrabokekî hat ber çave wî, roja ku li ber derîyê hewsê bi kurê wî re rûnistî bû û jêre li tembûrê dixist, bê hisê xwe tembûra wî ji dest derxist û li nav sere wî xist parçeparçe kir bi qîr û serê xwere çend pere avêtin nav cavê wî.

Ez careke din te li vir ne bînim, em xwedî esîrin ji xwe serim dikin, ev tembûr karê we qereçiyane. .bilez xwe avête tirimbêla xwe bêyî ku li çavê kurê xwe temase bike… Lê xatir xwestina kurê wî ew ji van sawêran vegerande nav daweta kurê wî, lê bi dawî bibû. Çavê wî çû ser wê diyariya di destê kurê wî de, hinekî bîna wî hate ber wî, ji xwere got xuyaye bûk û zave bîna agirê nava min kirin ji lewra diyarî bo min anîne, ew hîn jî di xweskirina dilê xwe deye... Yabo va emê herin lê ji kerema xwere tê vê diyariyê bide apê min TOFO ez dizanim wê were. bi destin lerizî ew diyarî girt, bûk û zava mîna rewrewkê ji ber çavê wî wenda bûn, hîn jî ew diyarî di dest deye,bi dilekî tije ax û keser berê xwe da wê fotografa xweyî ku bi dîwar ve hatye daleqandin, teqeziyê bi fotoya xwere dike. Erê tu avokatî tu kurmikê zagonanî, lê tenê zagonê dadgehan, di dadgeha jiyanê de, tu ne fereke sola temen bûrî ye, ev bîst salin te roj û sevê xwe kirine yek ji bo ku kurê te dilxwes be, di dawî de kurê te di rojeke wiha pîroz de te jibîr dike û tembûrvaneke zingarî di bala wî deye. Li der û dora xwe temase kir bi çavê xatir xwestinê li her tistî nerî, çavê wî çû ser wî hasinê ku bi zikê xanî ve daleqandî ye, bilez û bez bazda pirtûkxana xwe û bi qevdan pirtûk bela kirin. Û di got zanyarî û zanebûn nikarin xwesîyê bînin, her tist ne bi pînakî ji çakêtê wî tembûrvanê zingarî ye. Ew mal ser û binî hev kir mîna gayekî ji westandinê li erdê ket …Bihnekê ma û biryar da ku wê xwe daleqîne, girafêta xwe vekir, xwest ku xwe bighîne wî bizmarê ku bi zikê xanî ve hatye daleqandin, ji ber bejna xweya kin kursî jî miradê wî bi cih ne anî, ji lewra ew pirtûk tev dan hev û kire mîna holikekê û gihiste wî bizmarî, bi destin lerizî girafêta xwe pêve sidand... berê wî kete wêneya xanima wî, bi kesereke dijwar jêre got, delala min va ez tême cem te, lê tu minzgînî di pasila min de tunene bi parsiwên sikestî ez tême cem te, û ji tere dibêjim ya mafdar tuye. Demekê te di got xwesî bi peran nayê û min jî digot her tist bi peran tên, xwesî, azadî, bedew bûn her tist bi perane. Lê weke te derket, îro kurê minî ku min her tistê xwe da wî bê xatir ji cem min çû.. Ji lewra ez tême cem te, bi vê xirecira ku bi jina xwere dike dengê mirovekî ku dibêje roj bas weke mîxekî kete guhê wî… Mîna ku deh kes bi paxila wî bigrin û ew di diziyekê de be, wisa veciniqî li xaçîrêka ku deng jê hat temase kir, hema dît ku TOFO yê tebûrvane. Xwîna canê wî tev di kevçika çavên wîde civiya, çav lê bûn wek du fincanê xwînê, mîna ku pêwistyê nabîne ji bo ser û gazinan, di dilê xwe de got ma ezê çi ji tere bêjim te ya xwe kir, bi vî darikê xweyî rizayayî te kurê min ji min sitand.

Tembûrvan bi vê rewsê pir xemgîn bû, ew gotinên mîna xenceran dema ji devê vî zilamî li dilê wî ketin jibîr kir. Hema di sûna xwede, xwe berda erdê û dest avête tembûra xwe, mîna ku tika û hêviyê jê bike da çarakê ji vê rewsê re bibîne… Awaz li dû awazê nuhirand, ji bavê Seyro dest pêkir: hey lolo delal/bavê fexriya... tembûr di nav teliyê wî de lal bibû, awaz li dû awazê. Bi dengê tembûrê re mîna ku deh zilam bi lingê wî bigrim û bi kiskisînin, wek zarokekî ku ev gelek salin li sînga dayika xwe digeriya. Hêdî hêdî ji ser wê koma pirtûkan xwe berda, mîna berxika ku dayika xwe bibîne, berê xwe da tembûrvan, dixwest lêborînê jê bi xwaze, lê TOFO bi tembûra xwere li dunyake din bû, wî jî sere xwe danî ser kaboka tembûrvan û kete xeweke kûr ku ev 45 salin lê digere. ji dema ku ji hembêza dayika xwe bi dûr ketî ye, ev 45 salin ku li vê ewlekarî yê digerîya digeriye…

Saturday, June 18, 2011

Pîremêrd

Pîremêrd (1867 Silêmanî - 15'ê pûşperê 1950 li Silêmaniyê) helbestvan, rojnamevan û rexnegirê kurd bû.

Navê wî yê eslî Tewfîq Mehmûd bû. Perwerdehiya olî dît. Piştre li Stenbolê fakulteya dadê xelas kir. Di sala 1907'an de li Stenbolê di damezrandina Komeleya Kurdistan de cih girt. Di sala 1909'an de li Colemêrgê, 1918 li Amasyayê bû qeymaqam. 1923 dîsa vegerand Silemaniyê.

Di nav salên 1926 û 1950'î de seroke rojnameyên "Jiyanewe" û "Jin" bû. Ser folklor gelek lêkolîn kir. Pîremêrd wekî pêşevanê helbestvaniya kurdî ya nûjên jî tê hesibandin.
Navê Pîremêrd yê rasteqînî, Tewfîq bûye. Tewfîq Kurê Mehmûd Axayê kurê Hemze Axa bû. Ev zat li bajarê Silêmaniyeyê di sala 1867'an de ji dayik bûye û çavên xwe li cîhana ronahî vekiriye. Ji aliyê malbata wî ve navê Tewfîq lê hatiye kirin. Piştî salan ji bo edakirina ferza Xweda çûye hecê. Ji ber vê yekê navê wî bûye "Hacî Tewfîq". Heçî navê "Pîremêr" û "Pîremêrd" nasnavê wî camêrî ye. Ev nasnav di jiyana wî de wisa cihê xwe girtiye ku bûye wekî navê hêmanî û her kes bi vî nasnavî wî camêrî dinase. Heya bi xwe jî, xwe bi heman nasnavî dide nasîn. Di giraniya antolojiyên wejeya kurdî de dîrokên wêjeya kurdî û pirtûkên din de jî bi vî nasnavî hatiye nivîsandin.

Pîremêrd, zarokatiya xwe di bajarê Silêmaniyeyê de derbas dike. Çanda xwe ya zarokatî ji malbata xwe û zarokên Silêmaniyeyê digire. Di temenê 6-7 saliya xwe de dest bi xwendina Qurana pîroz dike û di demeke kin de diqedîne. Dû re derbazî medreseyên Kurdistanê dibe û dest bi jiyana medreseyê û xwendina wê dike. Him pirtûkên erebî û him jî pirtûkên farisî dixwîne. Her du zimanan jî hîn dibe. Ji bo qenctirîn hînbûna van her du zimanan, diçe cem Mele Mehemedê pêşrewê mizgefta Hemze Axa. Li wir domekeke dirêj radiweste û dixwîne. Him xwendina medreseyê diqedîne û him jî zimanê erebî û farisî qenc hîn dibe. Di ber xwendina xwe re gelek helbestên hozanên kurd, ereb û faris jî di ber çavan re derbas dike û gelek rind hînî wêjeya wan jî dibe. Hindik jî be bi zimanê erebî û farisî jî helbest nivîsandine.



Pîremêrd, di dema feqîtiya xwe de, li gelek bajar û medreseyên Kurdistanê geriyaye. Kesên curbecur dîtine. Ji wan gelek ramanên cîhanê hîn bûye û ji seydayên têvel sey standiye. Ev stêrka li asîmanê wêjeya kurdî, dema dest bi xwendina medreseyê kiriye, di medrese û dîwanan de helbest jî dixwendin. Pêşî helbestên helbestkarên kurd yên bi nav û bang ên wekê Hacî Qadirê Koyî, Nalî, Mehwî, şêx Reza Talebanî û Mewlewî dixwendin. Dû re hêdî hêdî bi aliyê sazandina helbestên kurdî ve diherike û di dema feqîtiya xwe de bi zaravayê soranî gelek helbest sazandine û nivîsandine. Dema di medrese û dîwanan de bi dengê xwe yê zelal helbestên xwe dixwendin, zewqekî guhertî dida guhdaran. Di ciwaniya xwe de nav û dengê wî belavî Kurdistanê dibe û di giraniya deverên Kurdistanê de tê nasîn.

Pîremêrd, di navbera salên 1882 û 1898'an de karmendiya hukumetê dike. Di sala 1882'an de li bajarê Silêmaniyê dibe katibê nifûsê û di sala 1886'an de dibe katibê sereke (başkatibê) mehkemê. Di sala 1895'an de li bajarê Kerbeleyê dibe cîgirê dadgerê pirsyarî. Di sala 1898'an de digel şêx Seîdê bavê şêx Mehmud diçe Tirkiyeyê û ji wir jî bi hev re çûne hecê. Piştî edakirina ferza Xwedê car din difetile bajarê Silêmaniyê. Di sala 1891'ê de digel şêx Ehmedê Xaniqînê û helbestkar Wefayî diçine Tirkiyeyê. Li bajarê Stebolê rûdine. Piştê domekekê karbidestên Meclîsa Osmanî pê dihesin ku Pîremêrd gelek rind bi zimanê farisî dizane. Wî dikin endamê meclisa alî û ritba begîtiyê didinê. Domekekê vî karî pêk tîne û dû re diçe zankoya Stenbolê. Di peymangeha huquqê de qeyda xwe çêdike û dest diavêje xwendina bilind. Bi rewşeke serketî peymangeha xwe dixwîne û diqedîne.Piştî domekekê radiweste û dest bi sitaja parêzeriyê dike û dibe parêzerek qenc. Li bajarê Stenbolê nivîsxaneyekê vedike û parêzeriyê bi rewşeke têkûz dimeşîne. Di navberê re bi keçikek tirk re dizewice û dibe xwedî malavayî.
Komela Alîkarî û Pêşketina Kurd

Di sala 1908'an de ji aliyê rewşenbîrên kurd ve di binê serekiya Seyid Evdilqadir de cemiyeteke bi navê "Kürd Teavün ve Terakki Cemiyeti" (Komeleya Alîkarî û Pêşketina Kurd) li bajarê Stenbolê damezirandin û ji aliyê heman cemiyetê ve bi navê "Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi" (Rojnameya Alîkar û Pêşketina Kurd) rojnameyek jî weşandin. Pîremêrd bi navê xwe yê hêmanî "Tewfîqê Silêmanî" di nav de cih girt û bû xwedî berpirsyarê weşana rojnameyê. Di heman demê de helbestên xwe jî di rojnameyê de diweşandin. Di helbesta ku di rojnameya pêşî de hatiye weşandin de wiha digot:“ Emro, ke rojî cejnî hemuman e ser be ser / Kurdîş legel gelan le çilexane hatine der / Sî sal bû roj û rojê be salê le ber diçû / Rojûy heram bû xêrî le ber şer debû be şer / Merbû û tabi'î Mem û Zîn bûn, le rêge da / Gurg û çeqel le çêqelî Bekirî Mergewer beter / Mîller ne deng û rengî xelîfeyî debî û debîst / Mezlûm ne hedî bû be şîkat degî bête derw / Alem ke bûbûwe xizmî xezûrê sepanî şêx / Kurd destî girt bo nobeyê nobeyî nekewte ber / Herçî ke bîtwaye emin kirdim ew deme / Rêgî Terablusî be pêxwas degirte ber / Te'nyan deda le Kurd ke / şeq'n, naben walî / Ta şeq bû qebrî kurd û şeqeşeqî hate der. ”



Pîremêrd, di sala 1909'an de dibe qaymeqamê Colemergê û di sala 1918'an dibe muteserifê Amasiyayê. Paşî ew jina xwe û du kurên xwe dihêle li Tirkiyê û vedigere diçe Silêmaniyeyê. Wî çaxî li bajarê Silêmaniyê rojnameya "Jîn" di bin serekiya Huseyn Nazim de derdiket. Huseyn Nazim, serpiriştiya wê rojnameyê dispêre Pîremêrd. Di sala 1934'an de Huseyn Nazim diçe rehmetê û Pîremêrd dibe rêveberê rojnameya "Jîn" û di heman salê de, çapxaneyekê kirê dike. Rojnameyê li wir diçapîne. Dû re navbera Pîremêrd û xwediyê çapxaneyê xerab dibe û bi pêwîstî çapxaneke din kirê dike. Heya sala koçdawiya xwe (sala 1950) weşandina rojnameya "Jîn" didomîne. Vê rojnameyê gelek karên qenc ji Kurdan re pêk aniye. Mehmed Rusûl Hewar, di pirtûka xwe de gelek li ser "Pîremêrdê nemir" sekiniye û pesnê vî zatî dide. Mehmed Resûl Hewar wê pirtûka hêja di sala 1970'yî de li bajarê Bexdayê diweşîne. Hûr û gir der barê jiyana Pîremêrd radixe ber çavan. Mehmed Resûl Hewar, Pîremêrd tenê weşanker, helbestvan û nivîskar nabîne. Di tanga Lew Tolstoy, Victor Hugo de dibîne û pêşkêşî xwendevanan dike. Di heman demê de Pîremêrd bi helbest û nivîsên xwe kurd û Kurdistan vejandiye. Bi van peywendiyan pêş ve diçe û wiha dinivîse:

Pîremêrd, der barê evîn û evîndarî, hezkirin û siruştiya xwezayê de, der barê neteweyên bindest, nemaze neteweya kurd û Kurdistanê, rizgariya gelên bindest nemaze gelê kurd û yên wekî wan gelek berhem û helbest nivîsandine û peşkêşî gelên cîhanê kiriye. Pîremêrd, wekî giraniya helbestkar û wêjekarên kurd, ji normalê zêdetir di helbestên xwe de dabaşa spehîtiya xwezayê dike. Her wekî li ser vê spehîtiyê bengî bûye dida nîşan. Emê li vir helbesteke Pîremêrd a li ser Newrozê binivîsînîn ku wiha dibêje:“ Eva roja sala taze ye, Newroz hatiye / Cejna kevnê kurd e bi xweşî hatiye / Çend sal e gula hîvya mebest bû heta par / Her xûna lawan bû gula ava nû bihar / Wî rengî sore bû ke asoyê bilindî kurd / Mizgîna beyanê bo gele dûr û nêzîk bîr / Newroz bû agrekî weha xiste nav cergewe / Lawan bi eşq diçûn pêşber pir mergewe / Wa roj hilat ji bedena berza welatewe / Xûna şehîd e, rengê şefeq şewq vedatewe / Heta niha li tarîxa milet da rû nede / Qelxana gulê sîngê keçikan be hilnede / Bo şehîdê weten naxwaze şîwen û girîn / Ew namirin, wa li dilê miletan de dijîn. ”



Pîremêrd, li ser werzan jî helbest li dar xistine. Çawan tê zanîn ku werz jî, parçeyek ji xwezayê ne. Ji xwe xweza bi werzan tê holê. Helbestvanê me werza havînê bi vê rewşa jêrîn hildide destê xwe û wiha dibêje:“ Hewa havînê, hewa havînê / Îsal havîna me zor bi kîn e / Girê agirê sebûn sî tîn e / Bergê esman bo me şîn e / Feslê gulgeştê Baxê Penawîn e / Ev sebûna me ji ku ve hat? / Bi tîna germê hilqirça welat / Stêra te'lê xwe guherî nehat / Bişne şîveya şemal kiş û mat / Dil vê germê qîz xemgîn e / Girê Yarê ciyê rojtavê / Rêya seyranê Newroz biriye / Karêza şerîf av tê de maye / Erxewan çiqpopê wê şikaye / Girê Seyran ciyê zar û şîn e / De Xwedê ye, hilkeve qîzîna şemalê / Hewa zenga xemê min ji dil bimalê / Ay bo dengxweşek digel şimşalê / Bi wê xwestinê têr bûm binalê / Derdê min karî ye û cerga min birîne. ”



Pîremêrd, bandora rojê û tavê li ser riwekan û pêşveçûna xwezayê hildide destên xwe. Dihêjîne û pêşkêşî geln cîhanê dike. Mêhvanê me vê mijarê bi peywendiya kesan û dilberan şîrove dike û bi pîşekarane, bi vê helwesta jêrîn radigehîne me û wiha dibêje:“ Wa beyanê gizînga tavê derket / Nema şevem bi tîrêja rojê ser ket / Xunçe gul xwe xuyan kir li dara / Bibalê jî şewra xwe kir nav gulzara / Lale tara ye, li ber berê çiyan / Hênika can e bayê leylexan / Dema êvarê sîbera baxan / Xweş e bo yarê bayê ser şeher / Ev tîrana gul û milê can e / Bê te cem min jîna zindan e / Cejn û şaya min hergav girîn e / Ez û bilbil cote zar û hejar / Hînî hesra me gulala dewrim / Wa jî daxa te bê wefa bimirim / Çaverêya min ke, wa têm ser qebrê / Bi hêwa te zindî bibim du carê. ”



Pîremêrd, werza biharê hildide destên xwe bi barana meha avrêlê dinimîne. Bi rewşa helbestên xwe dabaş ji barîna barana avrêlê dike. Bi wê baranê gul û gulzar çawan diriwekin. Kelijandina dilê bengiyan, bi gewherê nîşan dide û bi rewşeke zanistî vê yekê hildide ber çavan û helbesta xwe bi vî awayê jêrîn pêşkêşî me dike:“ Barana nîsanê bû mirwarî / Bi rehmê li ser me de barî / Zanistî bi wê hinegê kêm bû / Mîna gewher di nav sef de winda bû / Xwedî erfan ji neslê xweş / Zanistî li gêjgêjî kir xelas / Zanitî û zanistî Xwedê bi min bînin / Belkî bêkesan bi şev bixwînin / Xwendin şevê dike bi roj / Perdetarîkê dike bi laş. ”



Pîremêrd, di felsefeya xwe de, ew mafê ji law û mêran re hatiye nasîn, divê haman maf ji keç û jinan re jî bê nasîn. Da ku em bi aliyê cîhaneke wekhevî ve biherikîn û ji wan kevneperestiyên gemar rizgar bibin. Mêhvanê me pêşî gazî keçan dike ku wekî lawan ew jî di dibistanan de bixwînin û ji wê perda reş bifilitin da ku bi karibin mafên xwe bistînin û biparêzin. Ji bo gihîştina vê yekê bi vê rewşa jêrîn bang li keçan dike û wiha dibêje:“ Ey keçikno werin mektebê / Hûn teskînê dilê me ne / Zîneta bax û ba û terîqê ne / Rewneqa destê gul im / Teze em tê gehîştin / Dayika qenc xwendewar / Mesela we têne meydan / Qewmekê pê bêye kar / Jin şirîka jîna mêr e / Nek tenê xerêqa bar û dar e / Terbiyeta mêjik û mindal e / Bo weten bêwijdan helal e. ”



Pîremêrd, ji temenê biçûkatiya xwe heya dawiyê, ji gelê xwe re xizmeteke gelek qenc pêk aniye. Di sala 1950'yî de li bajarê Silêmaniyê di temenê 83'yan de koç dawî kir û li goristana heman bajarî radestî gora pîroz kirin. Dixwazin vî zatê gorbihuşt her dem bi bîra xwe bînin. Siyanet, rûmet û rêz ji gorbihuşt re.

Hinek xebatên Pîremêrd
 
Mawlawî kurd (ji hewramanî wergerandiye soranî), 1935
Trajediya Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, 1935
Çîroka 12 suwariyan ji Merîwanê, 1935
Xirmaî Kay Kon, Jiyan, 1936
Galte û gep-Berhevka folklora kurdî, 1947
Kemançejen (wergêra ji tirkî)
Mewlana Xalid Neqşîbendî
Besaranî (ji hewramanî wergêra soranî)
Encamî piyawî bengkêş, Gelawêj, 1941
Zoremilî milşikanîle dûwaye, Gelawêj, 1942
Felesefey kiçe kurdek, Gelawêj, 1942
Mehmûd Axa, 1942

Friday, June 17, 2011

Helbestvanê Mezin Mîrza Hesenê Seyfulquzat

Helbestvanê Mezin Mîrza Hesenê Seyfulquzat (1876-1945) / A.Balî
Mîrza Hesenê Seyfulquzat, li Rojhilatê Kurdistanê di sala 1876 an de li Sablaxê (Mahabadê) ji dayîka xwe bûye. Wî di destpêkê de li cem bavê xwe dersa olî destpêkriye, piştre li cem alimên zanista Îslamî li cihên cor bi cor ya Kurdistana Îranê  xwendina xwe domandiye û ya melayeti qedandiye.  Ew di malbetek oldar û welatparêz de çavê xwe vedike. Bira û pismamê wî li Sablaxê Qaziyê Şer’ê bûne û hukma qezawet ji wan werdegre, li Sablaxê bar dike û li gundê Giwêgcelî ku li ser çema Cexetû helkeftiye, ciwar dibe û li gel rêvebirina karê qezawetê bi kişt û kal û çandê re mijul  dibe. Bi saz kirina bax û baxçan wî  gundî dike nimuneyek hêja li awedaniyê. Di salên xwe yên ciwan de dest bi nivîsandinê kirye. Helbestên xwe li wê navçeyê zû belav bûne. Wî li dewera Mukriyan bi helbestên xwe yên welathêz û neteweperwer di nav helbestvanên netewî yên xort de dengê xwe berz kirye. Bi ew teybetmendiya xwe di nav helbestvanên li navçeya Mukriyan de bûye helbestvanekî herî mezin. Ji bo vê jî, li devera Mukriyan, ew mamosteyê helbestvanan têye nasîn. Seyfulquzat avakarê (mi’marê) êkolek nûye di helbesta Kurdi de.
Taybetmendiya helbestên wî ew e, ku cara yekemîn di helbesta Kurdiya Navîn de, wî  hewl daye, ku bi zimanek sade ya hemî gelê Kurd jê fehm bike û wî helbestên xwe wusa jî nivîsîne. Di zanîn û nivîsandina xwe de, wî qasî ji destê xwe derketiye peyvên (wûşe, gotin, kelîme) Kurdî bi kar anîne. Li ciyê gotinên Farisî, Erebî û Tirkî gotinên Kurdî jêçetirgirtin (tercih) kirine û ewna bi kar anîne. Bi ew teybedmendiya xwe, ew di nav helbestvanên yên wê demê û yên heya îro xwedanê çandek û wêjeyek neteweperwer de ye.   
 
Ew di sala 1925 an de, qasî du salan serokê mudiriyêta Sablaxê (Mahabad) ya perwerde bûye. Di wê demê de ji bo pêşda birina sîstema  perwedeyek nû û pêşketi pir ked daye.
Helbestek ku bi munasebeta  “zistana  tuf û sar ya sala 1312 Şemsi , 1933 miladî" ku mîna nameyek ji bo dost û biraderê xwe „Eziz Agha Ebbasi" re nivîsandiye, ew helbest ciyekî taybetî di helbesta Kurdî de digire. Di helbestê de tabloyek hemû alî li jiyana gundiyên Kurdistanê û her wusa zulm û zordesti li ser Kurdan hatiye teswîr kirin. Helbestên  Kurdî yên Seyfulquzat cara ewil di çamemeniya  Komeley Jiyani Kurd  û çapemeniya serdema Komara Kurdistanê de hatine weşandin.

 

Çi mixabin zilm û zordariya li ser çanda Kurd ya li Rojhilata Kurdistanê heyî, ji perçeyên dîn yê Kurdistanê ne kêmtir e. Ji bo vê jî, heya salên dawî helbestên wî bi awayek berfireh li  hemû Kurdistanê  nehatiye naskirin. Di sala 1973 an de Hesenê Qazî, neviyê Mîrza Hesenê Seyfulquzat namilkeyek piçûk ya helbestên wî li derveyî welat weşandiye. Di sala 1982 an de lêkolîner û nivîskarê Kurd, Ehmedê Qazî ji helbestên wî, di pirtûka li Tehranê weşandî de beşek ji helbestên wî dayîne çapê. Karê herî berfireh li ser jiyan û helbestên Kurdî yên Seyfulquzat li aliye Enwerê Sultanî û Hesenê Qazî ve hatiye berhev kirin. Di dawiya sala 2008 an de, ew xebata hanê di pirtûkek ji 423 rûpelan de ji aliyê Binkey Jîn li Silêmaniyê, li Kurdistana Iraqê bi navê  "Azadî, Serbexoyî , Mîrî û Gewreyî/ Dawa biken be zar û ziman û didan û lêw , Jiyan û ê're Kurdiyekanî Seyfulquzatê Qazî" hatiye çap kirin. Wî bes bi Kurdî tenê helbest nenivîsîne. Wî bi zimanê Farisî, Erebî û bi  Tirkiya Azerbaycanî jî, helbestên xwe bi çar zimanan nivîsandine. Duweroj de dîwana wî ya helbestên Farîsî  dibe ku ji aliyê berhevkar Enwerê Sultanî û Hesenê Qazî ve bête weşandin.
Mîrza Hesenê Seyfulquzat di despêka sala 1945 an de, li pêş damezrandina Komara Kurdistan li  Mehabadê, çûye ser dilovaniya xwe.
Mîrza Hesenê Seyfulquzat, apê Pêşwa Qazî Mihemed e. Ew bavê Muhemed Husên Seyfî Qazî ye. Seyfî Qazî jî, wek tête zanîn wezîrê Parastina Komara Kurdistan li Mehabadê bû. Seyfî Qazî jî, li 30 ê Adarê sala 1947 an de, ber destê sibê bi Pêşewa Qazî Mihemed û bi brayê wî  Sadrî Qazî ve li ciyê komar lê hatî îlan kirî, ew her sê mirovên bi rûmet û bi qedr û qîmet tên sêdarkirin (dardakirinî)!..
Dîsa di nav wêjevanên Kurd yên tên nasîn de, ji wana yek jî, Dr. Rehimê Qazî ye, ku kurekî din ya Seyfulquzat e. Romana Rehimê Qazî "Pêşmerge" yekem romana Kurdî ye, ku bi  zaravaya Kurdiya Navin ( Sorani) ku hatiyê nivisandin. Ew Roman cara yekê bi xeta krili li Rewanê hatiye çap kirin û di sala 1962 an de jî, li Bexdayê derketiye. Roman bi Kurmanciya
Jor jî derketiye.

 
Wusa xuya dibe ku di malbeta Mîrza Hesenê Seyfulquzat de bes ne tenê di aliyê rêzanîya netewetî de wek nemir Pêşwa Qazî Mihemed siyasetmedar, gelek jî zana, wêjevan û helbestvanên payebilind jî, di wê malbetê de derketine. Ji dîwana helbestvanê mezin ya Mîrza Hesenê Seyfulquzat du helbestên wî yên dirêj, her çiqas ew bi zaravayê Soranî hatibin nivîsîn jî, ew helbestna wek zaravayê Kurmancî jî têne fehmkirin û têne xwendin. Ew jî bi ew zimanê xwe yê sade, bi ew Kurdiya xwe ya zelal wek zarê Eliyê Herîrî û Feqiyê Teyran helbestan dinivîsîne û helbest de hostatiya xwe ya mezin bi bêjeyên Kurdî dixemilîne...

           ZISTAN
Ezîz! arezût zorî bo hênam
Firmêskim sûr bû, zerdî rûy lênam
Dîsan be awrî dûrît kewtime gîr
Dinyam lê sard bû, bû zimherîr
Dinya hênd pir bû le befr û sîxwar
Firmêskî sûrim be sipî dêne xwar
Ta nahumêd bûm le hatinî zût
Cergim bûwe polû, henasem bizût
Hewa be hallim wek kêwan degirî
Be terze û befr û baran û hewrî
       ...........................
Degel " Xunçê" giyan şîniyan degêra
"Qadir" û " Salih" yan de ser degêra
Kere bozîşyan le ser westaye
Kullî giryanyan le ewkî daye
Taze mallekan daxuda çilonin ?
Ewanîş xerîkî firîzû û ka konin?
Dilit teng nebê, tifaqit hebê
Ewî toy newê, ya xwa qet nebê!
" 'Umer" û " 'Usman", " Bûbekir" î nazdar
Be naz gewre bin, haname çuwar yar
Cêjnî qurbane, xom qurban dekem
Cêjne pîrozey 'Ezîz giyan dekem
Tarîx hezar û sêsed û duwazde
Bîstî Ferwerdîn neçê le yade

         KANÎ EDALET

Û WEKÛYEKÎ Û BIRAYETÎ?
Ewro Hesen peyamî do'a û sillawîye
Bo mîlletî reşîdî penay beşxurawîye
Kanî 'edalet û " wekûyekî" û birayetî
Zehmetkêş û bekar, çi jin ya piyawîye
Her 'îlm û sen'ete ke le kin wan rewacî bê
Bê qedre dewllemendî û mullkî kirrawîye
Ta Rûs bimênê kake, le tarîxî 'alema
Beydaxîşî ke sûre be xwênî rjawîye
Mexsûs le bo şerrin nefer û efseranî wan
Nek 'eyş û noş û lezzetî şîr û kekawîye
Her yek be rojî me'reke şêrin le nêr û mê
Bew qollî daxiraw û belek derxirawîye
                  ..................................
Gerdin billînd û sîng û kefell hênde pan û porr
Barîk û şûş qamet û qed, çaw xewawîye
Kîjanî cuwanî 'êlî le xêlî ke dêne der
Askin le bask, û sûre qurîngî şetawîye
Sincax û kuhlî berok, bermûr û pêşe ser
Maynî kehêlî 'êlî, rexit lê dirawîye
Kîjolekan bibîne le nêw barî wuştiran
Estêrekanî geş le hewa rakişawîye
Î me kewin le kêw û deran da ke dê û deçin *
ew tawsî saye perwere neydîwe tawîye
Î me, xerîkî tewn û teşî û çêşt û nan û xûwan
Ew, lêwî sûr û podr û firr û kil de çawîye
Î me, xerîkî zehmet û kar û meraretin
Ew, hukmranî mêrde, le jêr des killawîye
Herçî kutm, nesîhete, 'eynî heqîqete
Nek suhbet û cefenge, melên çaw û rawîye
Ew şê're layqe le berî ken cehêlekan
Yadim biken bexêr û do'ay bo kirawîye
 ---------------------------------------------------------------
Jêder:
  Zîhce Alheramî salî 1323-î Hetawî, 1944 le gûndî " Giwêgcelî" gutrawe     nivîsandîye
  “Azadî, Serbexoyî, mîrî û Gewreyî / Dawa biken be zar û ziman û didan û lêw
 Jiyan û shé’re Kurdiyekanî Seyfulauzzatî Qazî “   Amade Kirdinî   Enwerê     Sultanî ,    Hesenê Qazî, Binkey Jîn, Silêmanî,  2008
 * Î me: Ya me.

Ebû Henîfe Dînewerî



Rûpelek Ji Dîrokê: Ebû Henîfe Dînewerî  

Ammar OKUR

Mizgîn/Hêjmara 48

Bi rastî bi bakûr û başûrê xwe, bi rojhilat û rojavaya xwe, ji çarmedorê erdnîgariya Kurdistan zanyarên mezin derketine. Ji Amed heta Cizîr, Wan, Erzirom, Çolemêrg, Bedlîs, Rihayê; ji Mehabad heta Kermanşah, Hemedan, Senendaj, Dînewerê; ji Hewlêr heta Silêmanî, Kerkûk, Qamişlo û hwd.

Ji Şêx Ehmedê Xanî heta Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Şêx Elî Herîrî, Îbn Teymiyye, Îbn Esîr, Alûsî û wek wan zanayên mezin.

Kurdistan, gelê Kurd piştê ku ji Zerdeştî derbasê Ola Îslamê bûn; ji bo pêşveçûna ummet û gelan ket nav xebatê. Xebatên bi her awayê; cîhad, hedîs, tefsîr, tesewwûf, dîrok, bijîjkî, sitêrknasî, derûnasî, werze, wêje, fermandarî û hwd.

Îro, di sedsala bîst û yekemîn de, ji ber neserxwebûniyê, bêdewletiyê, bendên li ber dîroka Kurd hatine danîn tên zanîn. Em ji ber vî yekê hemî zanyar û zanistên Kurdistanê, gelê Kurd nas nakin. Lê ev rastiyekî ye ku dîrok tu tişt -xerab be, baş be- nikare heta dawî di rûpelên xwe de, ji me mirovan veşêre. Yan jî ger em vî yekê berevajî bifikirin; tu kes nikare rûpelên dîrokê tim û tim ji mirovahiyê veşêre. Helbet ew bi awayekî dertên holê, tên pêşiya me, mirovahiyê. Weka ku, lê binêrin, ev bûyer jî di dîrokê de qewimiye, ev kes jî jiyaye, were gotin.

Ji ber vî rastiyê, her ku diçe em ji dîroka Kurd û Kurdistanê navên nû hîn dibin. Her ku diçe em ji dîroka xwe rûpelên nû dixwînin. Dîrok zanyarên me yên bijarte nîşanê me dide, dibêje vaye ev zanyar jî, ji dîroka we ye. Vî kesê jî bi bîr bînin. Ev kesê bijarte jî, ji nav we derketibû. We duh vî tiştê nizanîbû, lê îro waye li pêş we ye. Bi vî nîşandayîna dîrokê em fam dikin ku; dîroka me gellek fireh û mezin e, di pêşerojê de jî, emê kesên/bûyerên cur be cur hîn bibin.

Weka ku tê zanîn, me di hejmara Kovara Mizgîn a sî û didu yan de, zanyarekî mezin ê Kurd û Îslamê nas kir; Bedîuzzeman Ebû'l Îz Îbnî Îsmaîl Îbnî Rezzaz El-Cezerî El-Kurdî. Ew di sedsala duwanzdeh û sêzdemîn de (li gor salnameya Zayînî) jiyabû. Niha jî emê ji zanyarên mezin ên Kurd û Îslamê yekê din bidin nasîn.
Ebû Henîfe Dînewerî, ji Rojhilata Kurdistanê, ji bajarê Dînewerê ye. Ew di sedsala nehemîn de jiyaye. Ango sêsed-çarsed sal berê El-Cezerî El-Kurdî.

Dîroknas, reheknas, zanayê lajwerdê, werzek (werzêr), sitêrknas, endazyarê pêşesaziyê, ajalnas û zimannasê mezin, zanayê mezin Ebû Henîfe… Di nav Kurdên ku pêşketine de yê herî pêşketî, li ser erdnîgariya Îslamê heta wî demê alimê mezin ku derketiye Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî ye. Di her xwendevanên ku nivîsên Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî dixwîne de, ji bo firehiya zanînê wî heyirînek sihêm çêdibe. Wek gellek hemdemên xwe, Ebû Henîfe ne li gor demekî an komekî, li gor hemî serdeman û wusa mirovekî ye ku aîdê hemî gelên dinyayê ye. Di nav nivîskaran de, yekem wî ji bo rehekên Kurdistanê navên Kurdî bikar aniye.

Ji bo Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî Erkdarê Perwerdehiya Zanîngeha Harwardê ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilata Nêz; Mehrdad R. Izady vana dibêje.

Navê wî yê tam Ebû Henîfe Ehmed k. Dawûd k. Venend e. Ji ber ku kesên jiyana Ebû Henîfe nivîsandine li ser dîroka zayîna wî nerawestine, dîroka zayîna wî tam nayê zanîn. Lê li gor Rojnameya Zayînî, wek di salên 820’an de li Dînewer hatiye dinê, tê pejirandin. Li gor zanyarê mezin Yaqût el-Hamewî jiyan jidestdayîna Ebû Henîfe (bi Rojnameya Koçî) 26’ê Cemaziyulevvel sala 282 roja Sêşemê ye. Yaqût el-Hamewî gotiye min viya li ser pirtûka Ebû Henîfe ya en-Nebatê dîtiye. Lê îro jiyan jidestdayîna wî jî di 24’ê Tîrmehê sala 896’an de li Dînewerê tê zanîn û wusa tê pejirandin.

Ebû Henîfe Dînewerî li Dînewerê hatiye dinê. Wî demê Dînewer bajarek bû (Îro di dewsa bajarê Dînewer de gundê Şêrkan heye). Ji Dînewerê xeynê Ebû Henîfe Dînewerî pirr kesên zanyar derketine; Hafizê Hedîsan Ebdullah k. Muhemmed Wehb k. Bîşr k. Salih k. Hemdan Ebû Muhemmed Dînewerî, Ebû Elî el-Huseyn k. Elî, Ebû Bekir k. El-Ce’abî, Ettab k. Muhemmed Ettab el-Weramînî el-Hafiz, Yûsif k. El-Qasım el-Miyand û Ubeydullah k. Seîd el-Burucurdî ji zanyarên Dînewerê ne.

Ebû Henîfe Dînewerî, yekem heyama xwe ya perwerdehiyê li Dînewerê derbas dike. Lê ne di alî zanyarên hemdemî de, ne jî di alî îlma ku dixwendin de tiştekî bi dest naxe. Ebû Henîfe Dînewerî, li bajarê Îsfehanê perwerdehiya sitêrknasî, werze û mekanîkê digre. Li bajarên Kûfe û Besrayê jî, perwerdehiya zimannasî û helbestê dibîne.

Pêwendiya tiştên ku di alî kesayetiya wî de tên gotin, bi heyama wî ya beriya şagirtiyê heye. Ev pêwendiya herî girîng, bingehên ziman û fêrên xwe ji hevoknasê navdarê Kûfeyê, ji bavê Îbn es-Sîkkît, girtibû. Piştê mirina bavê es-Sîkkît jî, fêrên xwe ji es-Sîkkît digre. Yaqût wusa dibêje: “Ebû Henîfe Dînewerî zanehiyê xwe ji zanyarên Besrayê û ji yê Kûfeyê girtiye. Pirê zanayiyan hîn bibû jî, ji es-Sîkkît hîn bûye.”

Li gor agahiyên Daîretul-mearîf’ul Îslamiyye, Ebû Henîfe Dînewerî di sala heşsed û çil û nehan de (849 Z.), ji bo dîdevaniya sitêrkan, li Îsfahanê maye. Û diyar bûye ku berhema wî ya bi navê Kîtab er-Redd ela Resad el-Îsfehanî (Pûçkirina Nêrînên Astronomiyên el-Îsfahanî) jî encama xebatên wî yên Îsfehanê ye. Misoger di wî heyamê de, di destpêka asta mamostetiyê de bûye. Li gor jînenîgariya wî, piştê nêrînên xwe yên Îsfehanê vegeriyaye Dînewerê. Di encamê de jî piştê vegerîna Dînewerê, perwerdehiya ku xwestiye, li wir neditiye û çûye ber bi Kûfe û Besrayê.

Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî dixwest ku him çavkaniyên wî yên îlmî him jî yên çandî cuda bin. Di perwerdehiya xwe de, him jî rêçika xwe ya danzanînê de zarveyê zanayê mezin el-Kindî dikir. Yaqût el-Hemevanî di derbarê mezinahî û firehiya zanehiya Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî de vana gotiye: “Ew belaxatnas, ferhengnas, endazyar (zanayê geometrî), sitêrknas, werzêr û ravî bû, him jî di rîvayetên hedîsan de kesekî ewledar bû.” Jînenîgariya wî ya di pirtûka “Daîretul-mearif’ul Îslamiyye” de, di derbarê vî mijarê de vana nivîsandiye: “Nivîsên Wî yên di qada wêjeyê de, di teherê Cahiz de bû ku, bi wî re hevaltî kiribûn. Agahdarkirin û şakirinê bi hev re didan.” Ev yek Cahiz û Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî nêzê hev dike.
Ebû Heyyan jî di pirtûka xwe ya Tehcîru’l Cahiz de bûyerekî wusa rîwayet dike: “Min ji Ebû Muhemmed el-Endulusî (Ebdullah k. Hamûd ez-Zebidî) re got ku; hevalên me, di sohbetekî Ebû Seîd es-Sirafî de, di derbarê fesahata (hunera peyvên xweş gotinê) Cahiz û Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî de nêrînên ji hev cuda derketine holê. Û gotine ku emê biryara te ya di derbarê vî mijarê de bipejirînin. Tuyê di vî babetê de çi bibêjî?” Wusa bersiv da: “Ez di derbarê wan her du kesan de biryar girtinê re, him dijê wan be him ne dijê wan be jî, xwe biçûk dibînim.” Li ser vî yekê min got: “Divê tu di derbarê vî mijarê de tiştekî bibêjî”. Wî jî got: “Koçeriya Ebû Henîfe zêde ye. Ebû Osman el-Cahiz jî di henekkirinê de jêhatî ye. Wateya peyvên Ebû Osman dibêje ji nefsê re xweş, ji guh re jî bi aram tê. Peyvên Ebû Henîfe jî, bêtir vekirî û balkêş in, li şêwazên Erebî jî bêtir tê.”

Ebû Hayan xeynê vana wusa nivîsandiye: “Min di nav kesên heta îro hatine de, ji xeynê sê kesê nedîtiye ku; heta Xweda Teala destûra kambaxbûna dinê bide û heta ku dinya berdewam bike, ger cin û mirovan dev ji pesnkirin û methkirina wan û heta ku dev ji gotinên li sinca wan, zanehiyên wan û rîsaleyên wan tê bernedin, evana wê ev taybetiyên xwe wenda nekin. Ez ji viya bawer dikim, Ez viya hîs dikim û parêzerê vî fikrê me.”

Dema em li dîrokê dinêrin, dîrok vî tiştê nîşanê me dide: Raborî ew qas zelal nîn e. Ji ber vî yekê jî, em di derbarê jiyana zanyaran de, baş xwedî agahî nîn in. Sedema viya jî, di dîrokê de bi taybetî li ser berhemên zanyaran dihatin rawestan, ne ya jiyana wan. Ji bo Ebû Henîfe Dînewerî jî ev rastî tê hemberê me. Îro em di alî jiyana wî de, xeynê rîwayetan tu tişt nizanin. Ebû Henîfe Dînewerî ji ber ku di gellek qadan de xebatên bêhempa çêkiriye, him îro, him jî di dema xwe de bi berhemên xwe dihat zanîn. Kesên ku bi jêgirtinên ji berhemên Ebû Henîfe Dînewerî sûd girtine jî, li ser jiyana Ebû Henîfe Dînewerî ranewestiyane.

Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî ji sitêrknasiyê heta reheknasî, ji zimannasiyê heta werze di gellek mijaran de berheman daye. Tiştên ku em di derbarê jiyana wî de dizanin jî bi piranî ji nav berhemên wî nivîsandiye hatine derxistin. Lê ev berhemên wî bi giştî negihîştine roja me. Helbet sedema negihîştina wan pirr in. Lê ji vana yek heye ku, ev sedema mezin e.

Her çiqas îro em, bi nêrînekî baş li berhemên Ebû Henîfe Dînewerî binêrin jî; di dema xwe de ev wusa nebû. Di dema Ebû Henîfe Dînewerî de, sazûmana serwer, ya Ereban bû û berhemên ku dihatin nivîsîn jî, divê pesnê Ereban bida. Rast be nerast be divê wusa bihata nivîsîn. Berhemên ku wusa nedihat nivîsîn, ji alî sazûmanê tu nirx nedidît û dihat vederkirin. Li hember berhemên Ebû Henîfe Dînewerî jî ev rastî hebûn.

Nivîskar Lewîn sedema viya wusa dide zanîn: “Ebû Henîfe Dînewerî ji ber ku dîrokê bi awayekî rasterast nivîsandibû, ji ber ku bi nêrînekî zanistî û bi nêrîna gelên Îranî – ku gelê Kurd jî duwem şaxa wî ya mezin e- di pirtûka xwe ya Exbar et-Tîwal (Dîroka Giştî yan jî Dîroka Ebû Henîfe) de (îro bi navê Îslam Tarîhî ji alî “Ragihandina Hîvda” yê hatiye çapkirin), li dîrokê mêze kiribû; berhemên wî ji alî sazûmana serwer (Ereban) hatibûn vederkirin. Sazûmana serwer tu nirx nedabûn berhemên Wî; bi taybetî Exbar et-Tîwal bi gelemperî jî hemî berhemên Wî. Bi vî yekê jî nemane û Ebû Henîfe Dînewerî, wek şa’ûbiyye ango neteweperest, nijadperest dîtine û bi ziman xistine.

Bi vî awayê berhema wî ya Exbar et-Tîwal, tevlî naveroka xwe ya zanistî û wêjeyî ji alî sazûmana serwer nehatibû pejirandin. Lewra dîrok ji alî Ebû Henîfe Dînewerî, bi nêrînekî Îranî (Aryenî) hatibû nivîsîn”.
Mehrdad R. Izady jî vî rewşê wusa tîne ziman: “Ev nêzikbûyîna dîroka Ebû Henîfe Dînewerî ya bi zanistî, wek zarokek mirî ji dayik bibe bû.”

Ji alî sazûmanan çi bê kirin bila were kirin, dîsa dîrokzan û nivîskar –ên mîrata Ebû Henîfe Dînewerî girtine-, weka Ebû Henîfe nivîsên xwe bi rengekî zanistî dinivîsin û didin weşandin. Ev sazûman jî nikarin wan û nivîsên wan ji holê rakin; çawa ku berhema Ebû Henîfe Dînewerî ya Exbar et-Tîwal ji holê nehatibe rakirin. Her çiqas berhema Ebû Henîfe Dînewerî ji alî sazûmana serwer a Ereban ve tu qiymet nedîbe û nehatibe pejirandin jî, ji holê ranebûye. Him ji berhemên Ebû Henîfe Dînewerî bi tenê, Exbar et-Tîwal bi giştî gihîştiye roja me. Bi vî qedexekirina wan, berhemên bi vî rengê ji alî zanistên hemdemî baştir tên parastin û pejirandin.

Berhemên Ebû Henîfe Dînewerî
Ensab el-Ekrad (Bavkalên Kurdan); Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî weka ku zanîstên hemdemê xwe, ne zanistek gelekî ye, zanistek komekî ye. Ew zanîstê hemî gelan û hemî deman e. Ew kesayetiyekî seranserê dinyayê ye. Lê hewce ye kesayeta wî ya Kurd neyê ji bîr kirin. Lêkolîna wî ya yekemîn li ser “Bavkalên Kurdan” (Ensab el-Ekrad) e.

Kîtab en-Nebat (Pirtûka Flora); Ev pirtûk di qada xwe de bêhempa ye. Pirtûkek bi vî rengê nehatiye nivîsîn. Lê ev pirtûk wenda bûye û negihîştiye roja me. Îro em bi saya jêgirtinên Îbn-î Sîna û Îbn-ûl Baytarê ji pirtûka Kîtab en-Nebat haydar in. Ev pirtûka Ebû Henîfe her çiqas weka hevşêwe yên xwe be jî, qada mijara wê ji hevşêwe yên xwe mezintir e. Ev berhema Ebû Henîfe rehekên ku helbestvanên kevnar di helbestên xwe de bikar anîne dikolîne. Armanca nivîsandina vî pirtûkê di derbarê wan rehekan de daxuyandin û agahdarkirin e. Pirtûka Kîtab en-Nebat ji şeş bergan pêk tê. Pirtûk xwedî naverokekî mezin e. Di naveroka pirtûkê de ji rehek û polandina wana morfolojîk, ji hîdrolojî (zanistiya avê) û morfolojiya axê, heta bikaranîna rehekan ya di wêjeya helbestî de, gellek tişt tê de hene. Xeynê viya ev pirtûk şîroveyên li ser mekanîka firne (kûre) yên teqînok (peqyayî) û lajwerdiyê jî di nav xwe de dihewîne.

Taybetiyek din a vî pirtûkê jî heye. Mijara pirtûkê bi gelemperî kîjan rehek li ku şîn dibe, ji bo şînbûna wî çi pêwîst e; him rehekên li ser axa Ereban şîn dibin, him rehekên li ser axên din şîn dibin. Ji van axan yek jî Kurdistan e. Ebû Henîfe Dînewerî di vî berhema xwe de, rehekên ku li Kurdistanê jî şîn dibin, xistiye nav mijara pirtûka Kîtab en-Nebat. Ji bo rehekên Kurdistanê jî, navên Kurdî bi kar aniye. Di dîrokê de, yekem wî ji bo rehekên Kurdistanê, axa Kurd, navên Kurdî bikar aniye. Weka me got, em bi saya jêgirtinên Îbn-î Sîna û Îbn-ûl Baytar ji vî pirtûkê haydar in. Ev berhem negihîştiye dema me. Lê ji ber ku ev pirtûk di dema xwe de bêhempa bûye, gellek zanyar bi jêgirtinan, di berhemên xwe de cih dane naveroka vî pirtûkê. Muhemmed Hemîdullah di vî warê de, li ser berhemên Ebû Henîfe Dînewerî pirr sekiniye. Ji bo wergera Exbarû’t Tîwal a bi zimanê Ûrdûyî, li Pakîstanê pêşgotinekî nivîsiye. Birêz Hemîdullah ne bi tenê viya, nemaze li ser berhevkirina Kîtab en-Nebat ketiye nav lêkolînan. Birêz Hemîdullah ev lêkolînên xwe wusa tîne ziman:

“Di jiyana min de, demek hebû ku, di wî de, ne bi salan karekî min ne jî hevalekî ez pê re bipeyivim hebû. Li pirtûkxaneya Parîsê serê sibê yekem ez diketim hundir, êvarê jî dawî ez derdiketim derve. Li wir pirtûkxanevanê -Dibistana Zimanên Rojhilatê-, ji bo ku ez roja yekşemê jî bikevim hundir mifteyê dabû min. Lîsan-ûl Ereb bîst berg e. Tac’ûl-Arûs deh, el Mûhassas a Îbn Sîde hevdeh, ya Îbn’ûl Baytar çar berg e. Li Londonê ya el-Ezherî, li Oksfordê ferhengên mezinên Îbn Semecûn, li Stenbolê jî destnivîsên Mûhkem û Ûbab hene. Rûpelên ji vana her yek jî bi hezaran in. Min her bêje û hevokên van ferhengan, weka din destnivîsan an jî yên çapkirî xwend. Dema ez rastê tomarêk ê Ebû Henîfe Dînewerî dihatim, min wî li ser kaxizekî cuda dinivîsand. Helbet di gellek berheman de hin nivîs dubare dibûn. Min wana jî girt bi rêk û pêk kir û yên wek hev min avêt. Di dawî de, li ba min di derbarê Kîtab en-Nebat de ji du hezar (2000) zêdetir rûpel kom bibûn. Min wana jî girt piçek be jî bi rêk û pêk kir. ”

El-Fesahet (Pirtûka Retorîkan); Ebû Henîfe Dînewerî di vî pirtûka xwe de, bi gelemperî li ser wateya peyva “Fesahet”ê rawestiye.

Kîtab el-Enwa (Pirtûka li ser Hewayê); Ev pirtûk ji alî gellek kesan hatiye pesinandin. Ji wan kesan yek jî Yaqût el-Hamewî ye. Yaqût el-Hamewî di derbarê vî pirtûkê de vana gotiye: “Gotinên Ebû Henîfe Dînewerî yên di pirtûka wî ya El-Enwa yê de, firehî û zanayiya wî ya ji alî bûyerên di qatên asîmanan de, zanistiya sitêrkan, nepeniyên valahiyê (sirrên fezayê) nîşanê me dide.” Katib Çelebî jî di pirtûka xwe ya bi navê Keşf-uz Zunûn de, pesinandinên bi vî rengê dide pirtûka Ebû Henîfe Dînewerî. Wekê din El-Bîrûnî jî –ku ew di alî lêkolînên valahi (feza) yê de zanistekî mezin e- pesnê pirtûka Ebû Henîfe Dînewerî dide.
Kîtab el-Qible we-z Zewal (Pirtûka li ser Rewşa Sitêrkan); Ev pirtûka Ebû Henîfe Dînewerî pirsgirêkên alî sitêrknasiyê di nav xwe de dihewîne. Xeynê viya ev pirtûk li ser girîngiya nîşankirina Qibleyê jî radiweste. Ev ji bo kirina nimêjên ferz mijarekî pêwîst e.

Kîtabû hîsabi-d Dewr (Pirtûka Hesabê); Mijara vî pirtûkê, dabeşandin (parvekirin) û belavkirina mîratê li gor darazên Şerîetê ye.

Kîtab er-Redd ala Rasad el-Îsfahanî (Pûçkirina Nêrînên Astronomî yê el-Îsfahanî); Ev pirtûk di derbarê dîdevaniyê de, cudatiya ramanên navbera Ebû Henîfe Dînewerî û El-Îsfahanî dihewîne. Ebû Henîfe Dînewerî ev berhema xwe, li gor rîwayetan, li bajarê Îsfahanê nivîsiye. Ebû Henîfe Dînewerî, li bajarê xwe, li Dînewerê jî dîdexaneyekî (rasadxaneyekî) vedike. Sitêrknasê navdar Ebdurrehman Sufî Şîrazî, pêncî sal piştê mirina Ebû Henîfe Dînewerî çûye Dînewerê û dîdexaneya Ebû Henîfe Dînewerî dîtiye. Dema diçe bajarê Dînewerê dibîne ku ev dîdexane ji alî şagirtên Ebû Henîfe Dînewerî tê bikaranîn. Şîrazî di derbarê vî pirtûka Ebû Henîfe Dînewerî de vana tîne ziman: “Ev berhem di qada xwe de, baştirîn e.”

Ev dîdexaneya Ebû Henîfe Dînewerî du sed sal tê bikaranîn. Dema êrîşên Moxolên hov destpê dike, ji Dînewerê jî derbas dibin. Dema tên Dînewerê tevlî bajar, dîdexaneya Ebû Henîfe Dînewerî jî xera dikin.
Kîtab-ûl Bahs fî Hîsab-îl Hînd (Helsenga Hîsaba Hînd); Ebû Henîfe Dînewerî girîngî daye werzê. Ev pirtûk jî nîşana girîngiya li ser werzê ye, bi taybetî jî werzeya Hînd e.

Kîtabû fî Tefsîr-îl Qur’an (Şîroveya Qur’anê); Ebû Hayan et-Tewhîdî bi siparteyê rîwayetên hin zanyaran, nîşanê vî berhemê kiriye. Gotiye ku ev berhem, ji berhemên Ebû Henîfe Dînewerî yên mezin e û nîşan daye ji sêzdeh cuz an ji sêzdeh bergan pêk tê.

Ebû Henîfe Dînewerî di gellek qadan de, gellek berhem nivîsiye. Ev berhemên ku, me di derbarê wan de agahî dan, beşekî ji berhemên Wî ne.

Ebû Henîfe Dînewerî bi rastî jî zanistekî seranser e. Ew di dema xwe de, rêya nivîsîna “Rastiyan” (her çiqas bend li hember mirov hebin jî, dixwaze ji alî sazûmanên serwer neyê pejirandin û xwendin) nîşanê me daye. Ebû Henîfe Dînewerî di vî warê de, berpirsiyarê dema xwe bû. Îro jî di vî warê de, berpirsiyarên sedsala bîst û yekemîn, nivîskarên nivîsên xwe bi zanistî (yanî divê çawa bê nivîsîn) dinivîsin. Ev nivîskar divê mîrata Ebû Henîfe Dînewerî hilbigrin û bi vî awayê bimeşin.

Ji berhemên Ebû Henîfe Dînewerî nivîsiye yên tên zanîn ev in;
1. Ensab el-Ekrad (Bavkalên Kurdan)
2. Kîtab el-Cebr ve-l Muqabele (Pirtûka Cebir),
3. Kîtab en-Nebat (Pirtûka Flora),
4. Kîtab el-Kusûf (Pirtûka li ser Rojê),
5. Kîtab er-Redd ala Resad el-Îsfahanî (Pûçkirina Nêrînên Astronomî yê Îsfahanî),
6. Kîtab el-Hîsab (Pirtûka Hîsabê),
7. Behs fî Hîsab el-Hind (Helsenga Hesaba Hîndê),
8. Kîtab el-Cem we-t Tefrîk (“Pirtûka Arîtmetîkê),
9. Kîtab el-Qible we-z Zewal (Pirtûka li ser Rewşa Sitêrkan),
10. Kîtab el-Enwa (Pirtûka li ser Hevayê),
11. Îslah el-Mentîq (Pêşxistina Mantiqê),
12. El-Exbar et-Tîwal (Dîroka Giştî, Dîroka Ebû Henîfe),
13. Kîtab el-Kebîr (Pirtûka Mezin a li ser Dîroka Zanistê),
14. Kîtab el-Fesaha (Pirtûka Retorîkan),
15. Kîtab el-Bûldan (Pirtûka Erdnîgariyê),
16. Kîtab eş-Şîîr we-ş Şuera (Pirtûka Helbest û Helbestvanan),
17. Kîtabû fî Tefsîrî-l Qur’an (Şîroveya Qur’anê).
Di encamê de, dîsa em dibêjin, bila rihê te şad be, dilê te her dem geş be. Lewra îro, ew mîrata te ya pîroz me hilgirtiye û qet danaynin. Her çiqas zor û zehmetî hebe jî, her çiqas werin qedexekirin jî…a


Çavkanî:
- “Îslam Tarîhî” Ebû Henîfe Dînewerî (Ragihandina Hîvdayê, Çapa Yekem, 2007 Stenbol)
- www.diyarname.com

QAÇAXÊ MIRAD

QAÇAXÊ  MIRAD
(1914-1979)
 
Qaçaxê Mirad wek helbestvan-nivîskarekî eyan navekî naskirî û hizkirye li nava Kurdên Sovêtstana berê da.  Ew sala 1914 a li gunde Tendûrekê, navça Sînekê, Qersê, maleke Kurdên Êzdî da dayka xwera bûye. Wan sala ewlekarya wê heremê li hev dikeve, hal aloz dibe, dîsa ewrên reş esmanên Kurdên Êzdî digrin. Şerê Tirka-Ermenya, herêmê da betalbûna desthilatdarya rûsa, dutîretya li nav kurdan bi xwe da xelkê dikine di nav tirs û xofê. Roma reş ra menî û mecal çê dibin dakutine wê deverê û zulma xwe dîsa pêk bînin  Mala Şewêşê  bavê wî ji tevî hemû Êzdiyên herêmê, sala 1918 ji ber zulma leşkerên Roma res, gund, cî-warê xwe dihêlin direvine Ermenistana îroyîn. Wê demê Ermenistanê da jî hal pirr xirab bûbû, her cîya nexweşî, xelayî, şerr, dew, tevlihevî û bêqanûnî bû. Ji her dera Ermenî û Kurdên Êzdî ku bi teherekî ji gênosîdê, komkujyê xilaz bûbûn, mal-halê xwe hîştibûn, tezî-birçî, xwe avîtibûn wur. Wura jî tu qewlê îyanê ne mabûn. Malbeta wan jî, ku bikaribe xwe ji wê zulmê xilazke, û heyîtya xwe xweyîke, mecûr  bar dikin diçîne Gurcistanê. Nîvîskar bi keser tim gilî dikir: „ Bavê min jî wan tengasyan û giranî  jîyanê teyax nekir û çû remetê. Giranî kete li ser milê birayê minî mezin –Osê. Çi destê min dihat min jî alî wî dikir…“ Ew gundê ku ew lê hêwîrî bûn gundê Rûsa bû. Vira jî Qaçaxê biçûk him alî birayê xwe dike û him jî dicê mektebê. Hînî zimanê rûsî dibe. Gerekê bê gotin ku wî gelekî rînd zimanê rûsî zanibû û li nav rewşenbîrên meyî wê demê da ew yek ji zaneyê edebyet û kûlltûra rûsa bû.
Dema mala wan derbazî bajarê Tilbîsê dibe, ew dikeve dibistana kurdî. Ew dibistan, bi navçîtya Lazo (Hakob Xazaryan) wî bajarî da hatibû vekirin. Vira jî di dilê zaroka zîrek da, tovê hestên kurdayetyê, weletparêzyê û karkirna ji bo gelê Kurd tên çandin. 
Ji pey ra, li bajatê Tilbîsê ew dibistana rûsî jî xilaz dike û diçe bajarê Yêrêvanê xwendinxana kurdî ya dersdarhazirkirnêye nû vekirîda dixwûne. Xortê merîfet ji wura jî dikeve înstîtûta pêdagogyê, ya  rûsîye dusale. Wê înstîtûtê sala 1937a  bi serkeftin xilaz dike û wî dişînine dibistaneke bajarê Lênînakanê (niha Gumurî) wek mamostaye ziman û edebyeta rûsî.
Sala 1939 a wî dibine leşkerya weletê Sovêtê. Dest bi herba Cihanêye duda dibe. Ordya Hîtlêr dadikute weletê Sovêtê. Qaçaxê leşker wê herbê da bi efatî şerr dike, çend cara birîndar dibe, lê ji pey qencbûna birîna ra dîsa vedigere meydana şêrr. Ji bo mêranî û efatyê ew hêjayî gelek mêdal  û du ordênên „ Steyrka Sor „ dibe. Herb bi altindarya welatê Sovetê dewî dibe. Ew, ji pey  şêrr ra jî, devedevî 14-15 sala, li nava ordya Sovêtê da qulix dike û digihîje dereca kapîtabyê.
Qulixkirna leşkeryê, salên herbê, raste, hukumê xwe li ser xeysetê wî hîştibûn, jêra hişkayî hebû, lê kê ew nêzîkva nas dikir, rind zanibû ku ew hişkayî tek rûva dihat texmînkirin. Li bin wê hişkayê da dilekî helbestvanyêyî nazikî rem hebû, tije germayî, dilovanî, merivhizî, lîrîka û agirê efrandaryê.
„ Hê ji dema xwendkaryê da min helbest dinivîsîn, efrandinên nivîskarên Rûs ji zimanê rûsî werdigerand kurdî,- wî ji bir tanî.“  Helbesta wîye ewlin sala 1935 di rojnema RYA TEZE da tê weşendin. Sala 1937 a bi wegera wî kurteçîroka nivîskarê Ruş ê mezin Lêv Tolistoy „ Dîlê Kavkazê“ bi pirtûkekê li Yêrêvanê tê weşendin. Paşê helbestên wî  berevokên nivîskarên Kurdên Sovêtê yên salên 1948; 1954, 1957 û nivîskarên Kurde komara Ermenistana Sovêtê ya sala 1961 ê da cî digrin.
Ji pey mirina Stalîn ra ocaxên Kurdên Sovêtê yên kûltûrî, perwerdeyî, rewşenbîrî li Ermenistanê  dîsa vedibin. Qaçaxê Mirad jî vedigere Yêrêvanê û dikeve nav karê xweyî hizkirî. Berê para axaftinên kurdî ya radyoya Yêrevanê da wek cîgirê serokê parê dixebite, du sal peyra ji sala 1960 î derbazî rêdaksya rojnema RYA TEZE dibe, berê wek katibê cawdar, paşê wek cîgitê berpirsyar heta dewya jîyana xwe dixebite.
Dest bi jîyana wî ya efrandaryêye aktîv dibe.
Ew tim motacê xwendin û zanebûnê bû. Temenê xweyî êdî mezin da, ew tevî xebatê, bi cûrê xwendina dûreke dikeve zanîngeha Yêrêvanê ya pêtagogyê û pêncîdu salya xweda  bi ser ketin şedenema xwendina bilind distîne.
Car berevokên wîye xwexatyê bi zimanê kurdî hatine weşendin: „Şewq“- 1959; „Gulperî“-1963; „Bahara Teze“-1966 û „Gava çara“
 .
Naveroka berhemên helbestvan pircûre û pirserecemin: mêrxwesya leşkerên Sor di şerê dijî zevtkarên Almanya faşîstyê da, dostanî û biratya miletan, pêsvaçûyîna kurdên weletê Sovêtê, şerkarya gelê kurd yê azadaryê, tebyet, evîndarî, rexnekirina edetên miletyê, yên kevne bêkêr û hvd…
Helbestvan meydana şêrr ra derbas bûbû. Zulm û wêranyên wê xezebê bi çavê xwe dîtibû. Di wê herba malwêran da, di nav cêrgên leşkerên sovêtê da, bi hezaran ewledê gelê kurd jî  bi mêranî  şerr kiribûn. Ji bo azaya welêt piranya wan serê xwe dabûn, bi xûna wan jî altidarî û edlayî hatibû welêt. Hinek jî bi mêranî û serketî, bi ordên û mêdalê efatyê û mêrxwesyê vegerya bûn.  Helbestvan bi hostatî û kubarî, di nav helbest û destanên xwe da, mêranya wan nitirandiye. Di vî werî da barkêşin berhemên wîye derheqa Teyarê leşker û mêrxwesê weletê Sovêtê  Semendê Elî Syabendov da.
Helbestên „ Meyane“, „Jinê welatê Sovêtêra“, „Gundê mera“, „Dewra Kosmîkyê“, „Steyrka min“, „Ermenistanêra“, „Hezar dilî“ u gelek helbest û destanên den da helbestvan wan guhertinên pêşdaçûyînê dide kivşê ku  emrê Kurdên wî weletî da çê bûbûn, gund şên bûbûn, kurd jî wek neferê maleke xweş li nav welatê Sovêtê da bê minet dijîtin, dergê dewletê, xwendinê, pêşvaçûyînê li ber wan vekirî bûn. Halê jina kurd jî bi carekêva hatibû guhestin, ew êdî xwendîbû, ji bindestî û koletya dewrana hatibû rizgarkirin.
Helbestvan pir ji jîyanê hiz dikir, merivhiz, hevalhiz, edlayî hiz bû, bi çevê xwe zulm, qetl û malwêranya şêrr dîtibû, nedixwest car din ew merivkujya xezeb biwekile. Helbesta xwe ya bi navê „Kilama Edlayê“da  wa dinivîse:
 
Destê xwe bide destê min, hevalo, rabe sibeye,
Milê xwe bide milê min, hogiro, qam-qamê meye,
Ezî kurdim, tu înglîzî, yanê hindî, erebî zeng,
Destê xwe bide destê min, hevalo, rabe sibeye.
 
Em nehêlin, wekî xûnxur carke dinê ceng têkin kar,
Carke dinê xûn birije û wêranbin gund û bajar,
Carke dinê dê bigrîn, domam girêdin xêlya reş,
Mirin belabe nav dinê dest merivê sewdafeş..
 
Têma Kurd û Kurdistanê, serkaya gelê Kurd ya azadaryê, xazma  serhildana Kurden Başûr bi seroketya Barzanye Mezin di nava berhemêên wî da cîyê here layîq digrin. Destanên  „Gelyê Elî Begê“, „ Deşta Barzanê“ û  yên din da ew mêrxasî û weletparêzya kurda dijî neyarên wane dewranaye hov nîşan dide, xweşbîne ku şerkarya xweye heqyê da gelê wîyê bigihîje azadya xwe.
Di helbestên xwe yên pêkenok da, bi xebera bedewetyêye tûj û hostatî edetên kevne bêkêr, xeysetên evdaye nerind rexne dike. Helbesteke usaye pir hêja ye „Qelen“:
 
Hey qelen, qelen, ûrt li te biqele-
Çi li miletê kurd bûyî teşqele…
Çiqas qîzêd can, çi xortên telyan-
Miraz çev da man, tu bayîsê wan.
 
Pêkenoka „ Dîkê Gupirç“ da bi mesela dîk û mirîşkan helbestvan qerf û rexnan wan zilaman dike ku barê xwe didine pişta jinê û xwe jî wek dîka qure rex dikevin û jîyanê da tev dimeşin. Newekehevyên  navbera  zilam û jinê li nav Kurda da nexweşîke girane. Mêr xwera şerm hesab dike alî jinê bike, karê wê yê giran hevkî sivikke. Di vî janrî da helbestvan serketîye .
 
Hebû dîkekî guhpirç,
Hêt qalimin, nolî hirç,
Ew hêdîka çû malê,
Mirîşk derxist pûngalê.
Anî têra xwe rengîn
Li jinê kir qeşengî,
Wekî meriv binhêre
Belê, ew dîk çi mêre.
U ber germa biharê
Berê xwe dan bazarê.
…………………….

***
Sed heyf, weke dîkê wa
Rastî me tên nav mêra,
Diçin pey vê qeletê,
Jinê didin xebatê.
Xwe jî dikin fîke-fîk,
Nolî vî mîratê dîk.
 
Qaçaxê Mirad gelek nimûnên zargotina meye gelêrî bi cûrê xwe veçê kirine, kirine destan. Ji wana ne  çîrokên „ Gulperî“, „Mîrze Mehmûd“, „Qedrê Nêçîrvan“, „Dîwana Kulîlka“, „Gûrganî Zindanî“ û yên mayîn. Destana wî ya „ Mîrze Mehmûd „ bi wergera zimanê gurckî sala 1959 a li bajarê Tilbîsê hatye weşendin. Ev destana usa jî di Radya Yêrêvanê, para axaftinên kurdî da kirine radyokompozîsya û niha jî di nava  xizna dengnivîsa radyoyê da tê xweyîkirin.
Tevî Mîroyê Esed kitêba dersa Lîtêratûra wetenyê, ji bo dersxanên 7-8a hazir kirye. Telebên   dibistanên gundên kurdan bi wê kitêbê fêrî edebyeta gelên welatê sovêtê, klasîkên edebyeta Kurdî û edebyta Kurdên Ermenistanê dibûn.
Berhemên Qaçaxê Mirad bi rûsî gurckî hatine wergerandin, bi  wergera wî jî ji rûsî efrandinên A. Pûşkîn,  M.Lêrmontov, L.Tolstoy, N.Nêkrasov, T Şêvçênko, M.Gorkî, B.Mayakovskî û şoreşvan-helbestvanê eslê xweva Kurd Fêrîk Polatbêkov bûne hebûna xwendevanên Kurd.
Qaçaxê Mirad endemê Yekîtya Nivîskar û Yekîtya Rojnemevanên welatê sovêtê bû. Sala 1973-74 a dersên edebyeta Kurda ya kilasîk dida xwendevanên para Kurdzanyê ya Fakûltêta Rohilatzanyê di Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê da.
Helbestvanê hêja,meha çileyê pêşin, sala 1979 a temenê 65 salyê da wefet bû. Wê demê ji bo bîranîna wî ev gotara mine biçûk bi sernivîsa Karkirê Lîtêratûra me“ hejmara rojnema RYA TEZE (08.12. 1979) da neşir bû.
„Dengê mirinê, dibêjin, dengekî zîz e, zû bela dibe. Caba nebixêr dengê mirina Qaçaxê Mirad jî anî. Na, bawarya min nayê, ku şayîrê meyî hizkirî îdî tune. Îdî rêdaksya RYA TEZE da emê rastî wî neyên. Cab e dilşewat e, giran e…
Tebyet ya xwe dike. Miraz û mikana nanihêre. Çendekî pêşda efrandinêd xweye nazik mera dixwend, derheqa şûxulên xweye nîvcî û pilanêd axryêda gilî dikir. Dilezand romana xwe xilaz kira, xebatêd xweye lîtêratûrzanyêye nîvcî raberî xwendevana bikira, tercmê teze bikira, şêrê teze binivîsya. Lê heyf, mirina bêwa niqitka kutasyê danî. Û ew emrê bedewî helal, ew emrê bi hilketin-daketin, bi hewas, çetinayî, xebat û xwîdan kuta bû.
Mekteba emre mezin derbas bûbû. Gelek ziman zanibûn.Zanê lîtêratûra hemdinyayê îlahî ya ûrisa bû. Derheqa lîtêratûra meye kilasikda bona me cahila (gênca) gilî dikir. Em jî hîn dibûn û ji kubra wî têr nedibûn. Xeyset, erf-edet, rabûn-rûniştandin, zargotina cimetê bi şîrê dê ra ketibû nava ruhê wî. Bona wê yekê jî çi diefirand esl kurdî bû, cimetî. Xweye kûltûra bilind bû, komûnîstekî erhede, merivekî helal, hevalekî qenc.
Şayîrê meyî hizkirî bû. Hela salê mektebêda min şêra wîye „Kilama edlayê“ ezberî zanibû û heta naha jî bîra min naçe. Lê paşê, wextê min nêzîkva ew nas kir û em bûne hevalê qelemê, min dît, wekî ew pêşewitîkî çawane, çawa (derheqa) her pirseke terîq, lîtêratûra, kûltûra cimeta xwe ne ku tenê difikirî, lê bi saya xebat û xudanê lûma (emek) xweye layîq dikire nava wan.
Ser textê minin efrandinên wîye salê başqe-başqe neşirbûy.-berevoka nivîskarên kurdê sovêtê, berevoka şêrêd wî, kitêbêd dersa, tercima. Her cîya teqil û kêlma wîye xwexatyê, kûltûra nivîskaryêye bilind, zanebûn û fîlîsofya emire kûr.
Emekê Qaçaxê Mirad gelek mezine bona pêşdaçûyîna lîtêratûra me, îlahî di dereca poêzyayêda. Ewî bi ruhê cimetê efirand, bi teqla kilamêd me û saya wê yekê nava şayîrêd kurde wedê xweda  li ser dereceke bilind sekinî. Qaçaxê Mirad hela dikaribû xwendevanêd xwe bi gelek gul û nûrêd bedewva bida şakirnê. Lê mirinê ya xwe kir.
Ew bi fîzîkî ji me dûr ket, lê bi wê mîrata dewlemende ji pey xwe hîştî, bi efrandinên xweva wê hertim cimetêrabe.
Ewî, bi xwe usa wededa rind gotye:
 
Ez dipirsim, gelo pey xwe
Ewî hîştye navekî çê,
Emelê qenc, zuret û çar,
Yanê bê par ew çû ji dinê?
Got: Şikir, warê wî şîne,
Ew xweyî syanet-navdengane,
Jê dibarî emelê çê.
-Ê, got, qurba, ber xwe nekev,
Şîn xirabe ser mêrê çê,
Kê pey xwe hîşt zuret û nav
Lap namire li vê dinê…
 
Belê Qaçaxê Mirade miqîm bijî dilê cimeta xweda.
                                                                                    Eskerê BOYÎK
                                                                                         Sayîr
RYA TEZE, 8. XII. 1979“
 

Dîroka Kurd û Kurdistanê

Dîroka Kurd û Kurdistanê Şakir Epözdemir

 Di pêşîya împaratorîyeta medan da dewletên kurd Dewletên Kurdan ji B.Z. 2700 salan biGotiyan (Gutî, Guttm) dest pê dikin.
 

Di pêşîya vê dewletê da jî Dewleta Lolo’yîyan 2800 sal beriya ji dayîkbuyîna Hz. İsa hatiye avakirin. Mîtani, di B.Z. da 1600 sal dewleta xwe damezrandine û li Suri, Kurdistan, Emûriyê û welatên Asûrîyan hikim kirin e.


Hezar sal hikmê vê dewletê dom kirî ye.Ji herêma Hilwanê heya Zawê di binê hikmê wan da bûye. Şerê wan tim bi Asûr û Akad’an ra qewimî ye. Herêma Silêmanîyê, Şehirbazar, Sexan, Zehawe, Kerkûk bajarên vê dewleta hezarsale bune. Paytextê Loloyîyan Zimrî’ye. Didervayê van da Karduk, Huri, Kasî, nayrî û yên din jî dewletan ava kirine û muhra xwe li ruyê vê dinyayê dan e.Van salên dawîyê îdî nayê inkarkirin ku Dewletên Xaldîyan û Urartoyîyan ji dewletên Kurdan in. Heya berîya 50 salan jî ermen, tirk, ereb, faris tiştek ji kurdan ra nehiştibûn.


Çewan li ser qedera me rûniştine, her wisa hemî heyîû nirxên me yên dîrokî inkar kirine û bi neweyî payê xwe xistine. Ezê niha bi taybet ji bona biçûkên kurdan, Çîroka kurdan binivsînim. Dîrok jî wey çîrokan e. Gelek xweş e. Meriv bi kûranîya zeman û mekanan va berjêrkî dibe.Çewa ku meriv bi hezarsalan li dinyayê jîyabî, çewa ku umrê meriv bibe hezarsal, hewçend meriv dibî xwedan tecrûbe û exlaqên giranbaha. Dîrok, şexsîyetê dide miletan. Merivê ku dîroka xwe nizanibin û hayê wan ji dîroka dinyayê tinebin, ew insan weka kûşık  ser avê sivik û vala, ji xwe ra direqisin û tişteke sererast ji dinyayê fam nakin.


İmparatorîya MED, (Beri Zayînê 650):


Milet û êl û eşîret, di rojek da nabine dewlet û rojek da nabine imparatorî. Berîya ku bibine dewlet û İmparatorî, gelek qonaxên dûr û dirêj derbaz dikin. Hemî kes dibêjin ku şerê Kurd û Asûrîyan 2000 sal domandî ye.Ma Asûrîyan bi kurdên bê dewlet û bê sînor ra şer dikiran? Camêran keviran kolane û berxwedanên kurdan li zinaran xaz kirin e. Li ser wan zinaran behsa lehengiya kurdan kirine. Medan, berî zayînê di 650 yê da İmparatorîya xweava kirine.


Gava ku nevîyê Astyages ku  navê wî Kyros (Kuroş ango Kurroj + Kurê Rojê) buye û Faris e, ewî inqilab li kalikê xweyê kurd kir, wî kalıkê xwe yê bê weled ji text anî xar û navê dewletê kir ‘Pers’ ango ‘Pars’. Lê ev dewletdîsa dewleta berê ye û gelek erd û axên din lê hatîye zêdekirin. Heya sala B. Z. 330 yê ku İskenderê Mezin hat bû belayê serê kurd û Farıs û hemî Mezopotamiyên jêr û jor, ev yek waha dom kir.Di navbera kurd û persan da rêvabirî, pêşengî, dihata guhertin, dewlet dîsa dewleta kurd û Parsan bû. Ji beri Hz. İsa 650, heya 520’ê, kurd hâkim’in. Ji 520 ê, heya 330 yê Parsî hakimin. Ji 330 yê heya Fetha İslamê kut ê dighêPişti Mîladê 640ê û dike nêzî 1000 sal, Bizansîyan û Romayiyan qirşikek ango pulek bi kurdan nedan e. Cemil Çiçek û Bahçelî bi kîjan çavî li kurdan mêze dikin, wan çîqrûtên Rom û Bîzansan jî bi wî çavî li me mêze kirin e. İslamê, bitaybet Kurdistana Bakûr ji binê destê wan zaliman rizgar kir. kurd û İslam zû li hev hatin. Bandora Bizansîyan li ser kurdan, ji rexê Serhedê va heya 1071 ê ku şerê Alpaslan û Diyojen qewimî domand. Li Melazgirê pişta wan zalimênRomê şikest. Xaçperestan xwe heya wextê Eyyûbîyan jî di kurdan da xwirandin. Belayeke ji belayê wan dijwartir û dirêjtir, di tû demê da nehatîye serê kurdan.


Ji İskenderê Mekadon heya serpêka İslamê şirîkayetîyakurdan bi Partan ra, bi Hurkanî û Aşkanîyan ra, bi taybet bi Sasaniyan ra qenc xerab çêbûn e, evan dewletan ji weka dewletên med û persan bi kurdan ra û bi Mezopotamyayîyan ra dewletên mişterek bûn e. Dibêjin Qralên Sasanîyanbi eslên xwe kurdin; lê ez rast nehatime ku ‘Roma Reş’ di tû der û delavî da rolek dabe kurdan. Destikên wan û ezîzên dilê wan Gurcî, Ermenî û Filleyên hevalên wan bûn e. Evan Mesîhîyan, di wî zemanê dûr û dirêj da gelek dafikan di pêşîya kurdan da vedane û keysa wan li miletê kurd hatî ye. Çi ji destên wan hatîye anîne serê kurdan. Niha xebereke kurdan heye ku weka ‘idyomê’ tê gotin: “keys fileti”. Keysfiletî navê bêbextîyê û nîşana bêwefayî û şîrheramîyê ye.


Dewleta Şedadîyan (951–1164)



Muhemmedê Kurê Şeddadê kurê Kurto, li ser navê babê xwe Şeddad sala 951ê li Arran’a Azerbeycanê vê dewleta pîroz ava kir. Ev dewlet heya sala 1199ê dom kirî ye. Selçuqîyan di sala 1075ê da midaxela vê dewleta kurdankirine, lê careke din kurdan xwe dane hev û paytextê xwe kişandine Bajarê Anî yê. Duwîn, Gênce, Qerebax, Nehciwan, Demirkapî Tiflîs di binê hikmê Dewleta Şedadî da bû ye. Sinorê Dewleta Şeddadiyan demek bajarê Meletê jî girtîye hindirê xwe. Piştra xwe gihan diye Derya Reş. Hikmê Şedadiyan ji 220 salan bêhtir dom kırî ye. Di warê bajarvanî, çand û îmaratan da gavên berketi avêtine. 20 heb hikimdaran li vê dewletê hikim kirine. Di zemanê Hikimdareke bi navê Şawirê babê Ensar ku 18 sal maye li ser hikim da gelek xizmetên giring pêk hatin e. Niha jî di muzexaneyên Gurcistanê da ‘Deriyên Genceyê’ ku kurdan di zemanê Şawir da çêkirine raxistî ne.


Ew Pira navdar ya li ser Çemê Arasê ya bi navê Xudafer di zemanê Hikimdarê Dewleta Şeddadiyan Fazl da hatîye avakirin.Dîsa li Bajarê Qersê, li xirab bajarê Anî yê ku ev bajareke qedîm û entîke ye, 2 eserên Şeddadiyan ciyên xwe girtine.Sala 1072 yê ev dewlet bi navê Gence û Anî bune 2 şeq. (ango şax). Ev dewleta kurd li ser esasê İslamê hatiye avakirin.Tim micadela vê dewleta kurd bi Ermen, Gurcî, Bizans û Urisan ra buye. Serê ewil peytextê vê dewletê Dabil (ango Duwîn) buye. Piştî hingê Gence buye nawenda wan. Wê demê Herêma Arran di binê hikmê eşîra Rewadiyan da buye. Nehcîvan, Gence, Berba, Dubeyl û Beylekan (balekan) diketa nava tixûbê wan. Li qibleyê wan Aras û li bakûrê wan Çemê Kura diherikiya û heya Derbendê di bin hikmê wan da bû. Romayî û Heleni’yan welatê wan bi navê ‘Albanya’ nav kirine û ji qewmê vê herêmê ra ‘Aryan’ gotine. Ew ‘Aryan e ku piştra buye’Arran’. Bajarê herê bi nav û deng û nawenda ticaretê bajarê Barda yê bu ye. Ev bajar bi taybet di warê hevrîşım çêkirinê da gelek dewlemend buye. Sala 944ê Uris û Vîkıng (İsweçî + Swêdî) ji rexê bakûr va hatine bi ser vî bajêri da girtine. Wê demê ev bajêr di bindestê Deylemiyan da buye.


Dewleta Hesenweyhiyan (Hesnewîyan):


 hakkari dag merkez
(959–1139) Di sala 959 yê da ji terefê Serokê Eşîra Berzekanîyan Hiseynê kurê Hesen li ser navê babêxwe Hesen, dewleta Kurd ya Hesenweyhî ava kirî ye. Şehrezor, Dînawer, Hemedan û herêma Nîhawendê di binê hikmê vê dewletê da buye. Paytextê vê dewletê Bajarê Sermaçê ye. 171 sal ev dewlet jiya ye. Ebbasiyan Artêşeke giranşandîye ser wan, ewan bê ku pozê yekê xûn bikin û qetilxûn biqewimînin wê artêşa giran mecbûr kirine ku ji ser welatê wan bikişê herê. Piştî ku serxwebûna xwe bi dest xistine û aleya azadîyê bilind kirine, di warê pêşvaçûyîna welatêxwe da xebitîne û him di warê aborîyê da, him di warê xwendin û perwerde û leşkerîyê da gelek bi pêş ketin e. Welatê wan him serbixwe û him welateke aram û dewlemend buye. Çi imkanên ku ketine destê wan, li gelêxwe xerc kirine û bi şev û roj xwe dane xizmeta xelqê xwe. Rêvebirên dewletê weke şovelyan cengawer û merd û xweşmeriv bûne. Xelîfeyê Bexdayê bi navê Nasiruddewle wan bi nav kirîye.Gelek serkeftî bûn e. Ewan gelek bi merdemêranî 171 salan dewleta xwemeşandine û navên xwe bi qencî ji wî zemanî heya vî zemanî hiştine.
Dewleta Buweyhîyan:



Ev dewleta kurd di sala 934 ê mîladî da ji terefê Elî Hesen û Hüseyn Ehmed va li İranê hatîye avakirin. Şîraz, Esfexan ûHemedan di binê hikmê wan da bû ye. Xelîfeyê Ebbasiyan yê wê demê mecbûr  ku serxwebûna vê dewletê bipejirînê. Evê dewletê gelek mizgevt, medrese, xan û pir û nexweşxane û qesr û qonax û bajaran ava kirine. Bîrên avêvedane û xizmetên berketî pêkanîn e.

 
Dewleta Hemdanîyan: (944-1039)


Li Herêma Helebê Ev dewlet sala 944 ê mîladî hatîye avakirin. Heleb û Musul di binê hikmê vê dewletê da buye. Paytextêwan Bajarê Helebê ye. Ji bo Mezopotamya jorîn bikin bindestê xwe şerê Qralê Bîzansiyan Romanos kirine û bajarê Urfa yê jê sitandine. Piştî kû Romanos mexlûb kirine hemi erda Suriyeyê ji ketîye binê hikmê wan. Di warê xwendin û perwerdeyê da dewleteke pêşketî ye. Di zemanê rêvebirîya vê dewleta kurd da alim û şaîr û Wêjevanên weke El Mutanabî, Ebû Firaz û Ferrabî rabûne.

Dewleta Alamût ya Ziyarîyan: (930–1071)


Merdewîç ê kurê Ziyar ku ji eşîra Deylemîyan buye, sala 930 yê Mîladî li ser destê wî, li bakûrê Kurdistanê ev dewletabin av û deng hatiye avakirin. Teberistan û herêma Curcani’yan di binê hikmê vê dewletê da bû ye. Çewan ku dîrokvan dibêjin ji Esfexanê heya El-Cezîreyê û İrak heya Qafkasan di binê hikmê wan da buye. Ev herêma Deylemiyan di serê sedsala 9 yê da Misilmanîyê pejirandî ye.Ev kurd li Başûrê Rojavayê Derya Hezarê gelek hêzdar bûn e. 141 ango 179 sal li ser pîya mane û 8 hikimdaran vê dewleta bi tedbîr û rêzik hev guhartine. Hesen Sebah ku him di warê manewî da û di warê rêvebirina dewletê da gelekserkeftî buye, li serê çiyayên kurdan evê dewletê anîye dereceyeke wisa bilind ku navê vê pêşketinê û xweşkirina welat ji terefê ereban va danîne cenet (Behîşt).Mezhebê wan ‘İsmaîlîye’ ye. Marko Polo ji bo vê dewletê gotîye: “ Hesen Sabah li serê çiyayên bilind Behişta aşıq û maşûqan, ya şalûl û bilbilan û bextewaran di nava wareke aram û azad da avakir. Ew xwedîyê xizneyeke gelek zengîn bû. Ji ber avakirina vê ceneta rengîn di nava zemaneke kin da di nava miletên İslamê da gelek terefdarên wî (Hesen Sabah) çêbûn û bi hezaran xortên Misilmanan qesta vê ceneta rengîn kirin.

 

Dewleta Merwaniyan: (985-1096)

Ximdarê vê dewletê Bad (ango Baz) e. Bad, Hikimdareke gelek zîrek, mêrxasû Adil e. Siyasetmedar û şervaneke mezine. Artêşeke wîyê gelek xwurt hebu ye. Dibêjin ji Xarpêtê rabuye, Diyarbekiranîye ser benda xwe û Farqînê kirîye paytext. Ew her di nava artêşa xwe da buye û di mideteke kurt da erda xwe fireh kirî ye. Serê pêşî, Erdîş û Melazgirê heya Cizîrê xistîye binê hikmê xwe. Ji bilî Misilmanan, hemîbawerî û nijadên nava welat jêra rîayet kirine. Wî jî fieq û meylê nexistîye navbera welatiyên xwe. Bad hikimdareke gelek adıl û dildar buye. Qima hemi welatiyan pê hatîye û xwe spartine wî hikimdarê merivperwer. Dibêjin hinekkurd bajarê Musilê talan kirine, Bad şerê wan talanbiran kirî ye, malê Musilîyan ji wan standîye û li xwedîyê wan dagerandî ye. Di şereke gıran da xwe ji ser hespêk avêtîye ser hespeke din, tera buye, pişta xwe şikandîye û sala 997ê da mirî ye. Gava mirîye sînorê dewleta wî ji Çiyayê Cûdi heya Xarpêtê, ji rexê din va heya Hekkarî û Melazgirê ye.Pişti Bad (Baz) xwarzyê wî Ebû Hesenê Kurê Merwan ketîye cîyê wî.Babê Hesen, sistema dewletê bi rengeke hemdemî saz kirîye, navê babê xwe Merwan daye dewletê. Pişti Ebû Hesen birayê wî Seîd derketiye ser text, sala 1011 ê Ehmed Merwan jehrê daye yê,wî kuştîye û derketîye ser text.

Ahmed Merwan ji Kormas’a Şêrwan’a Sêrtê ye.Evî hikimdarî 52 salan li vê dewletê hikim kirî ye. Firqa tû ol û mezheban nekirî, tenê ne ji insana, ewî ji heywananjî hez kirîye, dibêjin gava zivstan dijwar diborîyan, goşt û genim û kût û pûtê li serê çiyan li ser befrê didarastkirin ku heywanên kûvî ji birçîyan nemirin û qir nebin. Di zemanêhikimdarîya wî da, bi dewamî genim li feqîran hatîye belavkirin.Di zemanê Nasiruddewle da, Amed û Farqîn buye nawendeke dewlemend ya xwendin û perwerde yê. Misilman û xeyrê Misilmanan di zemanê wî da serbest û bi piştgirîya dewletê gelek gavên pêşketî avêtin e. İlimdarên gelek navdarji Şiîyan, ji Mesîhîyan û ji Misilmanan di dema hikmê wî da rabûne. Sala 1963 yê vefat kirî ye. Ahmed Merwan hêja ye kû pirtûk li serî bêne nivîsandin. Piştî mirina wî , heya 1087ê ku Selçuqiyan dawî li vê dewletê anîn jî, Merwaniyanhikmê xwe domandin. Ewan heya 1096 ê li ber xwe dan û xwestine vê dewletê ji dagirkeran paşde bigrin lê yawan neçuye serî. Biyanî li ser axa me bûne dewlet, di koşk û serayêm me da rûniştine, em weka êtîman mane li berdestên wan. Bindest heya bindest bin rojên xweş û geş û aram nabînin. Divê Milet bibin yek, nîrê bindestîyê rakin ûqedera xwe bi destê xwe bigerî nin.


Dewletên Eyyûbîyan SİLTANÊ MEZİN


Siltanê min şêr e, Li ser textê zêr e, Şehnazi ji me ra, Keda wî j’xelqê re... Wî ereban nas kir, Ewî wan xilaskir, Dît ku pir bêbextin, Serê wana tas kir.Ew tarê reş tarî, Ewî kir diyarî, Go:”- Ev remza we ye, Nîşana berbarî..Hun hîç ne hêja ne, Ya min bo Xwuda ne, Bo Şerefa Ahmed, Qenc û Çaryara ne. Ezim şêrê çîyan, Serdarê ewlîyan, kurdê Kurdistan im, Şûnwarê Nebî’yan.. Qewmê İbrahîmin, Em kurdên qedîmin, Ji Zerdeşt ta Ahmed, Xwedan ol û dînin.Xald, Urart û Med’in, Merwanî û Şed’in, Emjî xwedan erdin, Bajar û Beledin.. Şar û şaristan’in, Bi deşt û zozan’in, Ewladên Ristem’in, Nesla Noşîrwan’in.. Ka bêjin hun kî ne, Bê şal û derpî ne, Ne j’bo Pêxenber bî, Kes li we nameyzîn e.”Di mijara Selaheddînê Eyyûbî da û xanedanîya malbata wî da, hemû xelk û alem dizanin ku ji 10 yê bêhtir Dewletên Eyyûbiyan li ser destê vê malbatê hatine avakirin. Li ser axa Kurdistanê jî dewleta Farqînê û Hesenkêfê, ne xeletemeriv ji wan ra bibêje ‘dewletên Kurdistanî’.Ji xeyrî vê jî Bajarê Amedê, Ruha’yê, Nisêbînê, Xelatê, Musilê, Erbilê ketine binê hikmê wan. Ew li Misrê û Şamê, ango li Yemen û Tinûsê bin jî, siya wan û siyaneta wan daye ser Kurdistanê û sehwa wan ketîye dilêneyar û despot û talanker û çavnebaran. Siyaneta kurdan bi wan bilind buye û vaye 800 sal bihorî, lê hêja jî sênc û siyanet û şehnaziya vê malbata mezin ji me kurdan ra serbilindîyekê bê henpa ye. Em bi Siltan Selaheddînserbilindin, şehnazin û heya roja heşrê wê ev serbilindîya me bi Siltanê Mezin dom bik e.Xizmeta vê xanedanîyê gihaye hemî derên ku wê demê Misilman li dijîyan. Ewî cesareta xaçperestan şêkênand. Henbana vır û derew û kerametên ruhbanan dirand û Ewropayîyan bi çavên xwe dîtîn ku miletên Misilman û xasima kurd, ne kêmî wanın û şowalye ji kurdan jî radıbın. Her wiha Qenciya Eyyûbîyan giha xaçparêzan jî. Bi taybet ewan ji Siltanê Mezin dersên merivperwerîyê, merditî û camêrîyê girtin û careke din heya şerê cîhanê yê yekemîn nekarîn pîyên xwe dirêj kin û çalêmê li ser axa Misilmanan bikin.Jiyana Selahaddîn Eyubî di şerên dijwar û giran da derbas bu. Lê wî gelek eserên dîrokî dane avakirin.





Gava ku Siltan Misir girt, li vêderê hîç Medrese tinebûn. Lewra mezhebê dewletê li gor Îmamê (şi’e) bû. Ji ber vê siyaseta dewleta Fatimî hewcedarîya medresan nedidîtan. Siltan, Medreseyek nêzî gora Îmamê Şafi’î ava dike. Dîsali Meşheda Hz. Hiseyn xwendegehek ava dik e. Xwendegehek ya Henîfîyan dixe xizmetê, her waha Xwendegeheka Misrê ya navdar bi Medresa Zeynel Ticar va ava dike. Dîsa li Qahîreyê nexweşxaneyek di nav qesrê da ava dike. Li bajarê Qutsê jî Xwendegahekê bi weqfan pir dewlemend dike xizmeta xelkê wî bajarî. Li Misrê xwendegayek bo Malikîyan jî dixe xizmetê. .Ji bo aborîya van medresan û xan û mal û nexweşxanan weqfên ku gelek dewlemendindixe xizmetê. Wan tesîsan bi hatinên (warîdatên) wekfan dide parastin û xwedîkirin. Dîrokzanê bi nav û deng İbn. Xelikanwaha dibêje : “- Ez di dilê xwe da li ser karên vî camêrî sekinîm û min ji xwe ra got: ‘ Bê guman ew li dinya û axretê hemî şad e. Lewra wî li cîhanê ev karên bi nav û deng û evqas vegirtinên mezin û hêja û yên din kirin û bi vê reewqas weqfên giranbaha jî saz kirin, lê berbiçav tiştek ji wan jî ne li ser navê wî ne. Xwendegaha Qerefatê bi navê ‘Medreseya Şafi’î’ tê ziman. Navê yekê dinê jî ‘Meşhed’ e. Ji Xanegehêkêra jî dibêjin ‘Xanegeha Seîd el-Su’eda’.Ji xwendegeha Henîfî ra ‘Siyûfî’ dibêjin. Ji xwendegeha Misrê ra ‘Zeyn el-Ticcar ‘ dibêjin. Xwendegayeke din ya Misrê ra dibêjin ‘Xwendegeha Malikîyan’





Li Şamê jî Xwendegehek li ser navê ‘Malikîyan’ ava kirîye. Medresa Şamê ya ‘Salihî’ ye tenê li ser navê wî ye lê ew jî bê weqf e. Di gel vî welatê berfireh û wê desthilatdarîya xurt ew pir nefsbiçûk, xêrxwaz, nêzî xelkê, diltenik,dilovan, xwedî misyon û vizyon bû. Ji xwendevanan pir hez dikir. Guh dida wan û piştgirîya ilimdaran dikir a.” (Mêzeke: İbn. Xelikan-Selaheddînê  Eyyûbî – Wergera ji erebî Emîn Narozî –Avesta 2009 İstanbul)




Qralîyeta Kurdistanê1919-1924

Sala 1919 yê çewa ku Dewleta Brîtanya ji rexê başûrva pîyê xwe danî ser axa Kurdistanê, Şêx Mehmûdê Berzencî ewil kir Walîyê Silêmanîyê, paşî wî weka Qralê Kurdistanê pejirandin. Şêx  Mehmûd dûdilî kir. Mistefa Kemal liser destê Ozdemir Paşa ku wê demê li Rewandizê Osmaniyan temsil dikira, bi Quraneke pîroz û mohra nibûwetê (Muhra Hz. Muhemmed) şeqilkirî nameyek ji Şêx ra rêkir. Şêx bi erênî bersuya nameya Kemal Paşa da. Wan jî (Jontirkan) bersuya Şêx Mehmûd deşifre kirin, ji İngilîzan ra gotin ‘eva Qralê we eve’. Bê itîmadî kete navbera İngilîzan û Şêx Mehmûd.





Sebebê dilsariya kurd û İngilîzan ne tenê ev tertîba Jontirkan bû. Her waha, İngilîz ne diristbûn, wan ji berê va bi Mistefa Kemal ra têkilî danîbûn û di binda li ser bextreşiya Kurdan li hev hatibûn. Kurd wê wextê bi çavê Dewleta Osmaniyan li hereketa jontirkan mêze dikiran. Ne baweriya wan bi tirkan hebû, ne ji baweriya xwe bi İngiliz û Fransızantanîyan. Ji ber ku hê ji wextê hereketê Bedirxan Begê Botanva helwesta wan xaçperest û neft perestan eşkera bibû.Sala 1922 yê piştî Peymana Sewrê Şêx Mehmûdê Berzencî Qralîyeta xwe eşkera kir û hikûmeta Kurdistanê li bajarêSilêmanîyê ava kir. Qebina wî (Wezîrên wî) bi 8 kesan hatibû tenzîm kirin. Birayê ŞêxMehmûd Şêx Qadir Hafiz bibu Serokwezîr, Fileyêkê kurd Ebdilkerim Alaka Wezîrê Daraî, Şêx Mihemed XerîbWezîrê Navxwe, Kerkûkîzade Hacî Mela Seîd Wezîrê Şer-î (dad), Zekî Sahibqiran Wezîrê Berevanîyê bû. Mistefa Paşa Yamolkî Wezareta Perwerde yê girtibû ser milê xwe. Ahmed Begê Fettah Beg bibû Wezîrê Gimrikê û Wezîrê Kar û Şol û Xebatê Hema Ebdillah Axa bû.





Ev hikûmeta pîroz ku nefelişîya, wê Kürdistana Başûr hê ji salên 1920’anva hikim li vê herêmê bikiran. İhtîmala mezin Musil, Kerkûk, Silêmanî, Erbil, herêma Behdînan ya Amedîyê ku Zaxo û dihok jî di navda ye û heya Xanıqînê wê bibuya dewleteke weka Dewleta Urdin serbixwe. Li Lozanê bi teşwîkaMistefa Kemal, tertîba Cimhûrîyeta tirk, xebata İsmet Paşa, dewleta İraqê kirin weke dewleteka ereban û ew erdakurdan ku di nava çerçewa Mîsaqa Millî da cih girtibû feda kirin, ji destê xwe revandin û çira kurdan jî belasebeb tefandin. Vê xirabîyê bi xwe ra jî kirin. Hêna jî li ser wî aqilê berê ne, hêna jî her tiştên xwe feda dikin kukurd nebine xwedan xeber û xwedan maf û azadî.

  © Blogger template 'Minimalist H' by Ourblogtemplates.com 2008

Back to TOP