Friday, June 17, 2011

Ebû Henîfe Dînewerî



Rûpelek Ji Dîrokê: Ebû Henîfe Dînewerî  

Ammar OKUR

Mizgîn/Hêjmara 48

Bi rastî bi bakûr û başûrê xwe, bi rojhilat û rojavaya xwe, ji çarmedorê erdnîgariya Kurdistan zanyarên mezin derketine. Ji Amed heta Cizîr, Wan, Erzirom, Çolemêrg, Bedlîs, Rihayê; ji Mehabad heta Kermanşah, Hemedan, Senendaj, Dînewerê; ji Hewlêr heta Silêmanî, Kerkûk, Qamişlo û hwd.

Ji Şêx Ehmedê Xanî heta Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Şêx Elî Herîrî, Îbn Teymiyye, Îbn Esîr, Alûsî û wek wan zanayên mezin.

Kurdistan, gelê Kurd piştê ku ji Zerdeştî derbasê Ola Îslamê bûn; ji bo pêşveçûna ummet û gelan ket nav xebatê. Xebatên bi her awayê; cîhad, hedîs, tefsîr, tesewwûf, dîrok, bijîjkî, sitêrknasî, derûnasî, werze, wêje, fermandarî û hwd.

Îro, di sedsala bîst û yekemîn de, ji ber neserxwebûniyê, bêdewletiyê, bendên li ber dîroka Kurd hatine danîn tên zanîn. Em ji ber vî yekê hemî zanyar û zanistên Kurdistanê, gelê Kurd nas nakin. Lê ev rastiyekî ye ku dîrok tu tişt -xerab be, baş be- nikare heta dawî di rûpelên xwe de, ji me mirovan veşêre. Yan jî ger em vî yekê berevajî bifikirin; tu kes nikare rûpelên dîrokê tim û tim ji mirovahiyê veşêre. Helbet ew bi awayekî dertên holê, tên pêşiya me, mirovahiyê. Weka ku, lê binêrin, ev bûyer jî di dîrokê de qewimiye, ev kes jî jiyaye, were gotin.

Ji ber vî rastiyê, her ku diçe em ji dîroka Kurd û Kurdistanê navên nû hîn dibin. Her ku diçe em ji dîroka xwe rûpelên nû dixwînin. Dîrok zanyarên me yên bijarte nîşanê me dide, dibêje vaye ev zanyar jî, ji dîroka we ye. Vî kesê jî bi bîr bînin. Ev kesê bijarte jî, ji nav we derketibû. We duh vî tiştê nizanîbû, lê îro waye li pêş we ye. Bi vî nîşandayîna dîrokê em fam dikin ku; dîroka me gellek fireh û mezin e, di pêşerojê de jî, emê kesên/bûyerên cur be cur hîn bibin.

Weka ku tê zanîn, me di hejmara Kovara Mizgîn a sî û didu yan de, zanyarekî mezin ê Kurd û Îslamê nas kir; Bedîuzzeman Ebû'l Îz Îbnî Îsmaîl Îbnî Rezzaz El-Cezerî El-Kurdî. Ew di sedsala duwanzdeh û sêzdemîn de (li gor salnameya Zayînî) jiyabû. Niha jî emê ji zanyarên mezin ên Kurd û Îslamê yekê din bidin nasîn.
Ebû Henîfe Dînewerî, ji Rojhilata Kurdistanê, ji bajarê Dînewerê ye. Ew di sedsala nehemîn de jiyaye. Ango sêsed-çarsed sal berê El-Cezerî El-Kurdî.

Dîroknas, reheknas, zanayê lajwerdê, werzek (werzêr), sitêrknas, endazyarê pêşesaziyê, ajalnas û zimannasê mezin, zanayê mezin Ebû Henîfe… Di nav Kurdên ku pêşketine de yê herî pêşketî, li ser erdnîgariya Îslamê heta wî demê alimê mezin ku derketiye Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî ye. Di her xwendevanên ku nivîsên Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî dixwîne de, ji bo firehiya zanînê wî heyirînek sihêm çêdibe. Wek gellek hemdemên xwe, Ebû Henîfe ne li gor demekî an komekî, li gor hemî serdeman û wusa mirovekî ye ku aîdê hemî gelên dinyayê ye. Di nav nivîskaran de, yekem wî ji bo rehekên Kurdistanê navên Kurdî bikar aniye.

Ji bo Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî Erkdarê Perwerdehiya Zanîngeha Harwardê ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilata Nêz; Mehrdad R. Izady vana dibêje.

Navê wî yê tam Ebû Henîfe Ehmed k. Dawûd k. Venend e. Ji ber ku kesên jiyana Ebû Henîfe nivîsandine li ser dîroka zayîna wî nerawestine, dîroka zayîna wî tam nayê zanîn. Lê li gor Rojnameya Zayînî, wek di salên 820’an de li Dînewer hatiye dinê, tê pejirandin. Li gor zanyarê mezin Yaqût el-Hamewî jiyan jidestdayîna Ebû Henîfe (bi Rojnameya Koçî) 26’ê Cemaziyulevvel sala 282 roja Sêşemê ye. Yaqût el-Hamewî gotiye min viya li ser pirtûka Ebû Henîfe ya en-Nebatê dîtiye. Lê îro jiyan jidestdayîna wî jî di 24’ê Tîrmehê sala 896’an de li Dînewerê tê zanîn û wusa tê pejirandin.

Ebû Henîfe Dînewerî li Dînewerê hatiye dinê. Wî demê Dînewer bajarek bû (Îro di dewsa bajarê Dînewer de gundê Şêrkan heye). Ji Dînewerê xeynê Ebû Henîfe Dînewerî pirr kesên zanyar derketine; Hafizê Hedîsan Ebdullah k. Muhemmed Wehb k. Bîşr k. Salih k. Hemdan Ebû Muhemmed Dînewerî, Ebû Elî el-Huseyn k. Elî, Ebû Bekir k. El-Ce’abî, Ettab k. Muhemmed Ettab el-Weramînî el-Hafiz, Yûsif k. El-Qasım el-Miyand û Ubeydullah k. Seîd el-Burucurdî ji zanyarên Dînewerê ne.

Ebû Henîfe Dînewerî, yekem heyama xwe ya perwerdehiyê li Dînewerê derbas dike. Lê ne di alî zanyarên hemdemî de, ne jî di alî îlma ku dixwendin de tiştekî bi dest naxe. Ebû Henîfe Dînewerî, li bajarê Îsfehanê perwerdehiya sitêrknasî, werze û mekanîkê digre. Li bajarên Kûfe û Besrayê jî, perwerdehiya zimannasî û helbestê dibîne.

Pêwendiya tiştên ku di alî kesayetiya wî de tên gotin, bi heyama wî ya beriya şagirtiyê heye. Ev pêwendiya herî girîng, bingehên ziman û fêrên xwe ji hevoknasê navdarê Kûfeyê, ji bavê Îbn es-Sîkkît, girtibû. Piştê mirina bavê es-Sîkkît jî, fêrên xwe ji es-Sîkkît digre. Yaqût wusa dibêje: “Ebû Henîfe Dînewerî zanehiyê xwe ji zanyarên Besrayê û ji yê Kûfeyê girtiye. Pirê zanayiyan hîn bibû jî, ji es-Sîkkît hîn bûye.”

Li gor agahiyên Daîretul-mearîf’ul Îslamiyye, Ebû Henîfe Dînewerî di sala heşsed û çil û nehan de (849 Z.), ji bo dîdevaniya sitêrkan, li Îsfahanê maye. Û diyar bûye ku berhema wî ya bi navê Kîtab er-Redd ela Resad el-Îsfehanî (Pûçkirina Nêrînên Astronomiyên el-Îsfahanî) jî encama xebatên wî yên Îsfehanê ye. Misoger di wî heyamê de, di destpêka asta mamostetiyê de bûye. Li gor jînenîgariya wî, piştê nêrînên xwe yên Îsfehanê vegeriyaye Dînewerê. Di encamê de jî piştê vegerîna Dînewerê, perwerdehiya ku xwestiye, li wir neditiye û çûye ber bi Kûfe û Besrayê.

Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî dixwest ku him çavkaniyên wî yên îlmî him jî yên çandî cuda bin. Di perwerdehiya xwe de, him jî rêçika xwe ya danzanînê de zarveyê zanayê mezin el-Kindî dikir. Yaqût el-Hemevanî di derbarê mezinahî û firehiya zanehiya Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî de vana gotiye: “Ew belaxatnas, ferhengnas, endazyar (zanayê geometrî), sitêrknas, werzêr û ravî bû, him jî di rîvayetên hedîsan de kesekî ewledar bû.” Jînenîgariya wî ya di pirtûka “Daîretul-mearif’ul Îslamiyye” de, di derbarê vî mijarê de vana nivîsandiye: “Nivîsên Wî yên di qada wêjeyê de, di teherê Cahiz de bû ku, bi wî re hevaltî kiribûn. Agahdarkirin û şakirinê bi hev re didan.” Ev yek Cahiz û Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî nêzê hev dike.
Ebû Heyyan jî di pirtûka xwe ya Tehcîru’l Cahiz de bûyerekî wusa rîwayet dike: “Min ji Ebû Muhemmed el-Endulusî (Ebdullah k. Hamûd ez-Zebidî) re got ku; hevalên me, di sohbetekî Ebû Seîd es-Sirafî de, di derbarê fesahata (hunera peyvên xweş gotinê) Cahiz û Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî de nêrînên ji hev cuda derketine holê. Û gotine ku emê biryara te ya di derbarê vî mijarê de bipejirînin. Tuyê di vî babetê de çi bibêjî?” Wusa bersiv da: “Ez di derbarê wan her du kesan de biryar girtinê re, him dijê wan be him ne dijê wan be jî, xwe biçûk dibînim.” Li ser vî yekê min got: “Divê tu di derbarê vî mijarê de tiştekî bibêjî”. Wî jî got: “Koçeriya Ebû Henîfe zêde ye. Ebû Osman el-Cahiz jî di henekkirinê de jêhatî ye. Wateya peyvên Ebû Osman dibêje ji nefsê re xweş, ji guh re jî bi aram tê. Peyvên Ebû Henîfe jî, bêtir vekirî û balkêş in, li şêwazên Erebî jî bêtir tê.”

Ebû Hayan xeynê vana wusa nivîsandiye: “Min di nav kesên heta îro hatine de, ji xeynê sê kesê nedîtiye ku; heta Xweda Teala destûra kambaxbûna dinê bide û heta ku dinya berdewam bike, ger cin û mirovan dev ji pesnkirin û methkirina wan û heta ku dev ji gotinên li sinca wan, zanehiyên wan û rîsaleyên wan tê bernedin, evana wê ev taybetiyên xwe wenda nekin. Ez ji viya bawer dikim, Ez viya hîs dikim û parêzerê vî fikrê me.”

Dema em li dîrokê dinêrin, dîrok vî tiştê nîşanê me dide: Raborî ew qas zelal nîn e. Ji ber vî yekê jî, em di derbarê jiyana zanyaran de, baş xwedî agahî nîn in. Sedema viya jî, di dîrokê de bi taybetî li ser berhemên zanyaran dihatin rawestan, ne ya jiyana wan. Ji bo Ebû Henîfe Dînewerî jî ev rastî tê hemberê me. Îro em di alî jiyana wî de, xeynê rîwayetan tu tişt nizanin. Ebû Henîfe Dînewerî ji ber ku di gellek qadan de xebatên bêhempa çêkiriye, him îro, him jî di dema xwe de bi berhemên xwe dihat zanîn. Kesên ku bi jêgirtinên ji berhemên Ebû Henîfe Dînewerî sûd girtine jî, li ser jiyana Ebû Henîfe Dînewerî ranewestiyane.

Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî ji sitêrknasiyê heta reheknasî, ji zimannasiyê heta werze di gellek mijaran de berheman daye. Tiştên ku em di derbarê jiyana wî de dizanin jî bi piranî ji nav berhemên wî nivîsandiye hatine derxistin. Lê ev berhemên wî bi giştî negihîştine roja me. Helbet sedema negihîştina wan pirr in. Lê ji vana yek heye ku, ev sedema mezin e.

Her çiqas îro em, bi nêrînekî baş li berhemên Ebû Henîfe Dînewerî binêrin jî; di dema xwe de ev wusa nebû. Di dema Ebû Henîfe Dînewerî de, sazûmana serwer, ya Ereban bû û berhemên ku dihatin nivîsîn jî, divê pesnê Ereban bida. Rast be nerast be divê wusa bihata nivîsîn. Berhemên ku wusa nedihat nivîsîn, ji alî sazûmanê tu nirx nedidît û dihat vederkirin. Li hember berhemên Ebû Henîfe Dînewerî jî ev rastî hebûn.

Nivîskar Lewîn sedema viya wusa dide zanîn: “Ebû Henîfe Dînewerî ji ber ku dîrokê bi awayekî rasterast nivîsandibû, ji ber ku bi nêrînekî zanistî û bi nêrîna gelên Îranî – ku gelê Kurd jî duwem şaxa wî ya mezin e- di pirtûka xwe ya Exbar et-Tîwal (Dîroka Giştî yan jî Dîroka Ebû Henîfe) de (îro bi navê Îslam Tarîhî ji alî “Ragihandina Hîvda” yê hatiye çapkirin), li dîrokê mêze kiribû; berhemên wî ji alî sazûmana serwer (Ereban) hatibûn vederkirin. Sazûmana serwer tu nirx nedabûn berhemên Wî; bi taybetî Exbar et-Tîwal bi gelemperî jî hemî berhemên Wî. Bi vî yekê jî nemane û Ebû Henîfe Dînewerî, wek şa’ûbiyye ango neteweperest, nijadperest dîtine û bi ziman xistine.

Bi vî awayê berhema wî ya Exbar et-Tîwal, tevlî naveroka xwe ya zanistî û wêjeyî ji alî sazûmana serwer nehatibû pejirandin. Lewra dîrok ji alî Ebû Henîfe Dînewerî, bi nêrînekî Îranî (Aryenî) hatibû nivîsîn”.
Mehrdad R. Izady jî vî rewşê wusa tîne ziman: “Ev nêzikbûyîna dîroka Ebû Henîfe Dînewerî ya bi zanistî, wek zarokek mirî ji dayik bibe bû.”

Ji alî sazûmanan çi bê kirin bila were kirin, dîsa dîrokzan û nivîskar –ên mîrata Ebû Henîfe Dînewerî girtine-, weka Ebû Henîfe nivîsên xwe bi rengekî zanistî dinivîsin û didin weşandin. Ev sazûman jî nikarin wan û nivîsên wan ji holê rakin; çawa ku berhema Ebû Henîfe Dînewerî ya Exbar et-Tîwal ji holê nehatibe rakirin. Her çiqas berhema Ebû Henîfe Dînewerî ji alî sazûmana serwer a Ereban ve tu qiymet nedîbe û nehatibe pejirandin jî, ji holê ranebûye. Him ji berhemên Ebû Henîfe Dînewerî bi tenê, Exbar et-Tîwal bi giştî gihîştiye roja me. Bi vî qedexekirina wan, berhemên bi vî rengê ji alî zanistên hemdemî baştir tên parastin û pejirandin.

Berhemên Ebû Henîfe Dînewerî
Ensab el-Ekrad (Bavkalên Kurdan); Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî weka ku zanîstên hemdemê xwe, ne zanistek gelekî ye, zanistek komekî ye. Ew zanîstê hemî gelan û hemî deman e. Ew kesayetiyekî seranserê dinyayê ye. Lê hewce ye kesayeta wî ya Kurd neyê ji bîr kirin. Lêkolîna wî ya yekemîn li ser “Bavkalên Kurdan” (Ensab el-Ekrad) e.

Kîtab en-Nebat (Pirtûka Flora); Ev pirtûk di qada xwe de bêhempa ye. Pirtûkek bi vî rengê nehatiye nivîsîn. Lê ev pirtûk wenda bûye û negihîştiye roja me. Îro em bi saya jêgirtinên Îbn-î Sîna û Îbn-ûl Baytarê ji pirtûka Kîtab en-Nebat haydar in. Ev pirtûka Ebû Henîfe her çiqas weka hevşêwe yên xwe be jî, qada mijara wê ji hevşêwe yên xwe mezintir e. Ev berhema Ebû Henîfe rehekên ku helbestvanên kevnar di helbestên xwe de bikar anîne dikolîne. Armanca nivîsandina vî pirtûkê di derbarê wan rehekan de daxuyandin û agahdarkirin e. Pirtûka Kîtab en-Nebat ji şeş bergan pêk tê. Pirtûk xwedî naverokekî mezin e. Di naveroka pirtûkê de ji rehek û polandina wana morfolojîk, ji hîdrolojî (zanistiya avê) û morfolojiya axê, heta bikaranîna rehekan ya di wêjeya helbestî de, gellek tişt tê de hene. Xeynê viya ev pirtûk şîroveyên li ser mekanîka firne (kûre) yên teqînok (peqyayî) û lajwerdiyê jî di nav xwe de dihewîne.

Taybetiyek din a vî pirtûkê jî heye. Mijara pirtûkê bi gelemperî kîjan rehek li ku şîn dibe, ji bo şînbûna wî çi pêwîst e; him rehekên li ser axa Ereban şîn dibin, him rehekên li ser axên din şîn dibin. Ji van axan yek jî Kurdistan e. Ebû Henîfe Dînewerî di vî berhema xwe de, rehekên ku li Kurdistanê jî şîn dibin, xistiye nav mijara pirtûka Kîtab en-Nebat. Ji bo rehekên Kurdistanê jî, navên Kurdî bi kar aniye. Di dîrokê de, yekem wî ji bo rehekên Kurdistanê, axa Kurd, navên Kurdî bikar aniye. Weka me got, em bi saya jêgirtinên Îbn-î Sîna û Îbn-ûl Baytar ji vî pirtûkê haydar in. Ev berhem negihîştiye dema me. Lê ji ber ku ev pirtûk di dema xwe de bêhempa bûye, gellek zanyar bi jêgirtinan, di berhemên xwe de cih dane naveroka vî pirtûkê. Muhemmed Hemîdullah di vî warê de, li ser berhemên Ebû Henîfe Dînewerî pirr sekiniye. Ji bo wergera Exbarû’t Tîwal a bi zimanê Ûrdûyî, li Pakîstanê pêşgotinekî nivîsiye. Birêz Hemîdullah ne bi tenê viya, nemaze li ser berhevkirina Kîtab en-Nebat ketiye nav lêkolînan. Birêz Hemîdullah ev lêkolînên xwe wusa tîne ziman:

“Di jiyana min de, demek hebû ku, di wî de, ne bi salan karekî min ne jî hevalekî ez pê re bipeyivim hebû. Li pirtûkxaneya Parîsê serê sibê yekem ez diketim hundir, êvarê jî dawî ez derdiketim derve. Li wir pirtûkxanevanê -Dibistana Zimanên Rojhilatê-, ji bo ku ez roja yekşemê jî bikevim hundir mifteyê dabû min. Lîsan-ûl Ereb bîst berg e. Tac’ûl-Arûs deh, el Mûhassas a Îbn Sîde hevdeh, ya Îbn’ûl Baytar çar berg e. Li Londonê ya el-Ezherî, li Oksfordê ferhengên mezinên Îbn Semecûn, li Stenbolê jî destnivîsên Mûhkem û Ûbab hene. Rûpelên ji vana her yek jî bi hezaran in. Min her bêje û hevokên van ferhengan, weka din destnivîsan an jî yên çapkirî xwend. Dema ez rastê tomarêk ê Ebû Henîfe Dînewerî dihatim, min wî li ser kaxizekî cuda dinivîsand. Helbet di gellek berheman de hin nivîs dubare dibûn. Min wana jî girt bi rêk û pêk kir û yên wek hev min avêt. Di dawî de, li ba min di derbarê Kîtab en-Nebat de ji du hezar (2000) zêdetir rûpel kom bibûn. Min wana jî girt piçek be jî bi rêk û pêk kir. ”

El-Fesahet (Pirtûka Retorîkan); Ebû Henîfe Dînewerî di vî pirtûka xwe de, bi gelemperî li ser wateya peyva “Fesahet”ê rawestiye.

Kîtab el-Enwa (Pirtûka li ser Hewayê); Ev pirtûk ji alî gellek kesan hatiye pesinandin. Ji wan kesan yek jî Yaqût el-Hamewî ye. Yaqût el-Hamewî di derbarê vî pirtûkê de vana gotiye: “Gotinên Ebû Henîfe Dînewerî yên di pirtûka wî ya El-Enwa yê de, firehî û zanayiya wî ya ji alî bûyerên di qatên asîmanan de, zanistiya sitêrkan, nepeniyên valahiyê (sirrên fezayê) nîşanê me dide.” Katib Çelebî jî di pirtûka xwe ya bi navê Keşf-uz Zunûn de, pesinandinên bi vî rengê dide pirtûka Ebû Henîfe Dînewerî. Wekê din El-Bîrûnî jî –ku ew di alî lêkolînên valahi (feza) yê de zanistekî mezin e- pesnê pirtûka Ebû Henîfe Dînewerî dide.
Kîtab el-Qible we-z Zewal (Pirtûka li ser Rewşa Sitêrkan); Ev pirtûka Ebû Henîfe Dînewerî pirsgirêkên alî sitêrknasiyê di nav xwe de dihewîne. Xeynê viya ev pirtûk li ser girîngiya nîşankirina Qibleyê jî radiweste. Ev ji bo kirina nimêjên ferz mijarekî pêwîst e.

Kîtabû hîsabi-d Dewr (Pirtûka Hesabê); Mijara vî pirtûkê, dabeşandin (parvekirin) û belavkirina mîratê li gor darazên Şerîetê ye.

Kîtab er-Redd ala Rasad el-Îsfahanî (Pûçkirina Nêrînên Astronomî yê el-Îsfahanî); Ev pirtûk di derbarê dîdevaniyê de, cudatiya ramanên navbera Ebû Henîfe Dînewerî û El-Îsfahanî dihewîne. Ebû Henîfe Dînewerî ev berhema xwe, li gor rîwayetan, li bajarê Îsfahanê nivîsiye. Ebû Henîfe Dînewerî, li bajarê xwe, li Dînewerê jî dîdexaneyekî (rasadxaneyekî) vedike. Sitêrknasê navdar Ebdurrehman Sufî Şîrazî, pêncî sal piştê mirina Ebû Henîfe Dînewerî çûye Dînewerê û dîdexaneya Ebû Henîfe Dînewerî dîtiye. Dema diçe bajarê Dînewerê dibîne ku ev dîdexane ji alî şagirtên Ebû Henîfe Dînewerî tê bikaranîn. Şîrazî di derbarê vî pirtûka Ebû Henîfe Dînewerî de vana tîne ziman: “Ev berhem di qada xwe de, baştirîn e.”

Ev dîdexaneya Ebû Henîfe Dînewerî du sed sal tê bikaranîn. Dema êrîşên Moxolên hov destpê dike, ji Dînewerê jî derbas dibin. Dema tên Dînewerê tevlî bajar, dîdexaneya Ebû Henîfe Dînewerî jî xera dikin.
Kîtab-ûl Bahs fî Hîsab-îl Hînd (Helsenga Hîsaba Hînd); Ebû Henîfe Dînewerî girîngî daye werzê. Ev pirtûk jî nîşana girîngiya li ser werzê ye, bi taybetî jî werzeya Hînd e.

Kîtabû fî Tefsîr-îl Qur’an (Şîroveya Qur’anê); Ebû Hayan et-Tewhîdî bi siparteyê rîwayetên hin zanyaran, nîşanê vî berhemê kiriye. Gotiye ku ev berhem, ji berhemên Ebû Henîfe Dînewerî yên mezin e û nîşan daye ji sêzdeh cuz an ji sêzdeh bergan pêk tê.

Ebû Henîfe Dînewerî di gellek qadan de, gellek berhem nivîsiye. Ev berhemên ku, me di derbarê wan de agahî dan, beşekî ji berhemên Wî ne.

Ebû Henîfe Dînewerî bi rastî jî zanistekî seranser e. Ew di dema xwe de, rêya nivîsîna “Rastiyan” (her çiqas bend li hember mirov hebin jî, dixwaze ji alî sazûmanên serwer neyê pejirandin û xwendin) nîşanê me daye. Ebû Henîfe Dînewerî di vî warê de, berpirsiyarê dema xwe bû. Îro jî di vî warê de, berpirsiyarên sedsala bîst û yekemîn, nivîskarên nivîsên xwe bi zanistî (yanî divê çawa bê nivîsîn) dinivîsin. Ev nivîskar divê mîrata Ebû Henîfe Dînewerî hilbigrin û bi vî awayê bimeşin.

Ji berhemên Ebû Henîfe Dînewerî nivîsiye yên tên zanîn ev in;
1. Ensab el-Ekrad (Bavkalên Kurdan)
2. Kîtab el-Cebr ve-l Muqabele (Pirtûka Cebir),
3. Kîtab en-Nebat (Pirtûka Flora),
4. Kîtab el-Kusûf (Pirtûka li ser Rojê),
5. Kîtab er-Redd ala Resad el-Îsfahanî (Pûçkirina Nêrînên Astronomî yê Îsfahanî),
6. Kîtab el-Hîsab (Pirtûka Hîsabê),
7. Behs fî Hîsab el-Hind (Helsenga Hesaba Hîndê),
8. Kîtab el-Cem we-t Tefrîk (“Pirtûka Arîtmetîkê),
9. Kîtab el-Qible we-z Zewal (Pirtûka li ser Rewşa Sitêrkan),
10. Kîtab el-Enwa (Pirtûka li ser Hevayê),
11. Îslah el-Mentîq (Pêşxistina Mantiqê),
12. El-Exbar et-Tîwal (Dîroka Giştî, Dîroka Ebû Henîfe),
13. Kîtab el-Kebîr (Pirtûka Mezin a li ser Dîroka Zanistê),
14. Kîtab el-Fesaha (Pirtûka Retorîkan),
15. Kîtab el-Bûldan (Pirtûka Erdnîgariyê),
16. Kîtab eş-Şîîr we-ş Şuera (Pirtûka Helbest û Helbestvanan),
17. Kîtabû fî Tefsîrî-l Qur’an (Şîroveya Qur’anê).
Di encamê de, dîsa em dibêjin, bila rihê te şad be, dilê te her dem geş be. Lewra îro, ew mîrata te ya pîroz me hilgirtiye û qet danaynin. Her çiqas zor û zehmetî hebe jî, her çiqas werin qedexekirin jî…a


Çavkanî:
- “Îslam Tarîhî” Ebû Henîfe Dînewerî (Ragihandina Hîvdayê, Çapa Yekem, 2007 Stenbol)
- www.diyarname.com

No comments:

Post a Comment

  © Blogger template 'Minimalist H' by Ourblogtemplates.com 2008

Back to TOP