Friday, June 17, 2011

Helbestvanê Mezin Mîrza Hesenê Seyfulquzat

Helbestvanê Mezin Mîrza Hesenê Seyfulquzat (1876-1945) / A.Balî
Mîrza Hesenê Seyfulquzat, li Rojhilatê Kurdistanê di sala 1876 an de li Sablaxê (Mahabadê) ji dayîka xwe bûye. Wî di destpêkê de li cem bavê xwe dersa olî destpêkriye, piştre li cem alimên zanista Îslamî li cihên cor bi cor ya Kurdistana Îranê  xwendina xwe domandiye û ya melayeti qedandiye.  Ew di malbetek oldar û welatparêz de çavê xwe vedike. Bira û pismamê wî li Sablaxê Qaziyê Şer’ê bûne û hukma qezawet ji wan werdegre, li Sablaxê bar dike û li gundê Giwêgcelî ku li ser çema Cexetû helkeftiye, ciwar dibe û li gel rêvebirina karê qezawetê bi kişt û kal û çandê re mijul  dibe. Bi saz kirina bax û baxçan wî  gundî dike nimuneyek hêja li awedaniyê. Di salên xwe yên ciwan de dest bi nivîsandinê kirye. Helbestên xwe li wê navçeyê zû belav bûne. Wî li dewera Mukriyan bi helbestên xwe yên welathêz û neteweperwer di nav helbestvanên netewî yên xort de dengê xwe berz kirye. Bi ew teybetmendiya xwe di nav helbestvanên li navçeya Mukriyan de bûye helbestvanekî herî mezin. Ji bo vê jî, li devera Mukriyan, ew mamosteyê helbestvanan têye nasîn. Seyfulquzat avakarê (mi’marê) êkolek nûye di helbesta Kurdi de.
Taybetmendiya helbestên wî ew e, ku cara yekemîn di helbesta Kurdiya Navîn de, wî  hewl daye, ku bi zimanek sade ya hemî gelê Kurd jê fehm bike û wî helbestên xwe wusa jî nivîsîne. Di zanîn û nivîsandina xwe de, wî qasî ji destê xwe derketiye peyvên (wûşe, gotin, kelîme) Kurdî bi kar anîne. Li ciyê gotinên Farisî, Erebî û Tirkî gotinên Kurdî jêçetirgirtin (tercih) kirine û ewna bi kar anîne. Bi ew teybedmendiya xwe, ew di nav helbestvanên yên wê demê û yên heya îro xwedanê çandek û wêjeyek neteweperwer de ye.   
 
Ew di sala 1925 an de, qasî du salan serokê mudiriyêta Sablaxê (Mahabad) ya perwerde bûye. Di wê demê de ji bo pêşda birina sîstema  perwedeyek nû û pêşketi pir ked daye.
Helbestek ku bi munasebeta  “zistana  tuf û sar ya sala 1312 Şemsi , 1933 miladî" ku mîna nameyek ji bo dost û biraderê xwe „Eziz Agha Ebbasi" re nivîsandiye, ew helbest ciyekî taybetî di helbesta Kurdî de digire. Di helbestê de tabloyek hemû alî li jiyana gundiyên Kurdistanê û her wusa zulm û zordesti li ser Kurdan hatiye teswîr kirin. Helbestên  Kurdî yên Seyfulquzat cara ewil di çamemeniya  Komeley Jiyani Kurd  û çapemeniya serdema Komara Kurdistanê de hatine weşandin.

 

Çi mixabin zilm û zordariya li ser çanda Kurd ya li Rojhilata Kurdistanê heyî, ji perçeyên dîn yê Kurdistanê ne kêmtir e. Ji bo vê jî, heya salên dawî helbestên wî bi awayek berfireh li  hemû Kurdistanê  nehatiye naskirin. Di sala 1973 an de Hesenê Qazî, neviyê Mîrza Hesenê Seyfulquzat namilkeyek piçûk ya helbestên wî li derveyî welat weşandiye. Di sala 1982 an de lêkolîner û nivîskarê Kurd, Ehmedê Qazî ji helbestên wî, di pirtûka li Tehranê weşandî de beşek ji helbestên wî dayîne çapê. Karê herî berfireh li ser jiyan û helbestên Kurdî yên Seyfulquzat li aliye Enwerê Sultanî û Hesenê Qazî ve hatiye berhev kirin. Di dawiya sala 2008 an de, ew xebata hanê di pirtûkek ji 423 rûpelan de ji aliyê Binkey Jîn li Silêmaniyê, li Kurdistana Iraqê bi navê  "Azadî, Serbexoyî , Mîrî û Gewreyî/ Dawa biken be zar û ziman û didan û lêw , Jiyan û ê're Kurdiyekanî Seyfulquzatê Qazî" hatiye çap kirin. Wî bes bi Kurdî tenê helbest nenivîsîne. Wî bi zimanê Farisî, Erebî û bi  Tirkiya Azerbaycanî jî, helbestên xwe bi çar zimanan nivîsandine. Duweroj de dîwana wî ya helbestên Farîsî  dibe ku ji aliyê berhevkar Enwerê Sultanî û Hesenê Qazî ve bête weşandin.
Mîrza Hesenê Seyfulquzat di despêka sala 1945 an de, li pêş damezrandina Komara Kurdistan li  Mehabadê, çûye ser dilovaniya xwe.
Mîrza Hesenê Seyfulquzat, apê Pêşwa Qazî Mihemed e. Ew bavê Muhemed Husên Seyfî Qazî ye. Seyfî Qazî jî, wek tête zanîn wezîrê Parastina Komara Kurdistan li Mehabadê bû. Seyfî Qazî jî, li 30 ê Adarê sala 1947 an de, ber destê sibê bi Pêşewa Qazî Mihemed û bi brayê wî  Sadrî Qazî ve li ciyê komar lê hatî îlan kirî, ew her sê mirovên bi rûmet û bi qedr û qîmet tên sêdarkirin (dardakirinî)!..
Dîsa di nav wêjevanên Kurd yên tên nasîn de, ji wana yek jî, Dr. Rehimê Qazî ye, ku kurekî din ya Seyfulquzat e. Romana Rehimê Qazî "Pêşmerge" yekem romana Kurdî ye, ku bi  zaravaya Kurdiya Navin ( Sorani) ku hatiyê nivisandin. Ew Roman cara yekê bi xeta krili li Rewanê hatiye çap kirin û di sala 1962 an de jî, li Bexdayê derketiye. Roman bi Kurmanciya
Jor jî derketiye.

 
Wusa xuya dibe ku di malbeta Mîrza Hesenê Seyfulquzat de bes ne tenê di aliyê rêzanîya netewetî de wek nemir Pêşwa Qazî Mihemed siyasetmedar, gelek jî zana, wêjevan û helbestvanên payebilind jî, di wê malbetê de derketine. Ji dîwana helbestvanê mezin ya Mîrza Hesenê Seyfulquzat du helbestên wî yên dirêj, her çiqas ew bi zaravayê Soranî hatibin nivîsîn jî, ew helbestna wek zaravayê Kurmancî jî têne fehmkirin û têne xwendin. Ew jî bi ew zimanê xwe yê sade, bi ew Kurdiya xwe ya zelal wek zarê Eliyê Herîrî û Feqiyê Teyran helbestan dinivîsîne û helbest de hostatiya xwe ya mezin bi bêjeyên Kurdî dixemilîne...

           ZISTAN
Ezîz! arezût zorî bo hênam
Firmêskim sûr bû, zerdî rûy lênam
Dîsan be awrî dûrît kewtime gîr
Dinyam lê sard bû, bû zimherîr
Dinya hênd pir bû le befr û sîxwar
Firmêskî sûrim be sipî dêne xwar
Ta nahumêd bûm le hatinî zût
Cergim bûwe polû, henasem bizût
Hewa be hallim wek kêwan degirî
Be terze û befr û baran û hewrî
       ...........................
Degel " Xunçê" giyan şîniyan degêra
"Qadir" û " Salih" yan de ser degêra
Kere bozîşyan le ser westaye
Kullî giryanyan le ewkî daye
Taze mallekan daxuda çilonin ?
Ewanîş xerîkî firîzû û ka konin?
Dilit teng nebê, tifaqit hebê
Ewî toy newê, ya xwa qet nebê!
" 'Umer" û " 'Usman", " Bûbekir" î nazdar
Be naz gewre bin, haname çuwar yar
Cêjnî qurbane, xom qurban dekem
Cêjne pîrozey 'Ezîz giyan dekem
Tarîx hezar û sêsed û duwazde
Bîstî Ferwerdîn neçê le yade

         KANÎ EDALET

Û WEKÛYEKÎ Û BIRAYETÎ?
Ewro Hesen peyamî do'a û sillawîye
Bo mîlletî reşîdî penay beşxurawîye
Kanî 'edalet û " wekûyekî" û birayetî
Zehmetkêş û bekar, çi jin ya piyawîye
Her 'îlm û sen'ete ke le kin wan rewacî bê
Bê qedre dewllemendî û mullkî kirrawîye
Ta Rûs bimênê kake, le tarîxî 'alema
Beydaxîşî ke sûre be xwênî rjawîye
Mexsûs le bo şerrin nefer û efseranî wan
Nek 'eyş û noş û lezzetî şîr û kekawîye
Her yek be rojî me'reke şêrin le nêr û mê
Bew qollî daxiraw û belek derxirawîye
                  ..................................
Gerdin billînd û sîng û kefell hênde pan û porr
Barîk û şûş qamet û qed, çaw xewawîye
Kîjanî cuwanî 'êlî le xêlî ke dêne der
Askin le bask, û sûre qurîngî şetawîye
Sincax û kuhlî berok, bermûr û pêşe ser
Maynî kehêlî 'êlî, rexit lê dirawîye
Kîjolekan bibîne le nêw barî wuştiran
Estêrekanî geş le hewa rakişawîye
Î me kewin le kêw û deran da ke dê û deçin *
ew tawsî saye perwere neydîwe tawîye
Î me, xerîkî tewn û teşî û çêşt û nan û xûwan
Ew, lêwî sûr û podr û firr û kil de çawîye
Î me, xerîkî zehmet û kar û meraretin
Ew, hukmranî mêrde, le jêr des killawîye
Herçî kutm, nesîhete, 'eynî heqîqete
Nek suhbet û cefenge, melên çaw û rawîye
Ew şê're layqe le berî ken cehêlekan
Yadim biken bexêr û do'ay bo kirawîye
 ---------------------------------------------------------------
Jêder:
  Zîhce Alheramî salî 1323-î Hetawî, 1944 le gûndî " Giwêgcelî" gutrawe     nivîsandîye
  “Azadî, Serbexoyî, mîrî û Gewreyî / Dawa biken be zar û ziman û didan û lêw
 Jiyan û shé’re Kurdiyekanî Seyfulauzzatî Qazî “   Amade Kirdinî   Enwerê     Sultanî ,    Hesenê Qazî, Binkey Jîn, Silêmanî,  2008
 * Î me: Ya me.

No comments:

Post a Comment

  © Blogger template 'Minimalist H' by Ourblogtemplates.com 2008

Back to TOP