
Kurdistan, dûçarê zilm, mêtinî û zordarî bûye. Kurdistan bi her perçeyên xwe dûçarê zilm û zordarî bûye. Kurd di bin desthilatdariya pênc dugelan de man. Tirkiye, Suriye, Îraq, Îran û Sovyeta berê. Piştî ji hev ketina Sovyetan hat dîtin ku Kurd li gellek herêmên Sovyeta berê hatine belav kirin. Jixwe welatên wek Gurcîstan, Ermenîstan, Nûhciwan, Ezerbeycan cîranê Kurdistan in. Heta hin herê mên wan di nav Kurdistanê de tê hîsabkirin. Xeynê vana, Kurd Koçberê Qazaxîstan, Ozbekîstan, Qixizîstanê bûne.
Mijara vî mehê Kurdistana Suriyê ye.
Piştê Şerê I. a Parvekirina Emperyalîstan, ji sala 1920’an pê de Suriye bi giştî bû mêtingeha Fransayê. Piştê Fransa di 1945’an de ji herêm vekişiya êdî herêm di bin serweriya Komara Ereb a Suriyê de ma. Di dawiya salên 1960’î de bi derbasbûna pergala BAAS’ê rewşa Kurdan her çiqas çû xerab bû. Mişext, kuştin, pişaftin, nêrîta îşkenceya bi her awayê û zilmên bi her cur hatin pêkanîn. Ji van zordestiyan yê bal dikşand ê girîng jî li Sûriyê nepejirandina hebûna Kurd bû.
Di Dema Rêvebirina Mêtinkariya Fransayê De Gelê Kurd
Di dawiya têkçûnê de dugela Osmanî, pirê axên sînor ji Ereban re hîştibû. Di sala 1916’an de Rûsya, Fransa û Brîtanya di navbera xwe de peymanekî veşartî ya binavê Sykes-Picot pêk anîn. Li gor vî peymanê axên Dugela Osmanî yên rojhilat ji Brîtanya û Fransayê re bimana. Piştê vî parvekirinê Britanyaya Mezin, Îraq, Urdun, Filistîn, Erebîstan û Kendava Besrayê; Fransa jî Sûriye û Lubnanê girt bin sehêta xwe. Sînorê Sûriye, Tirkiye û Îraqê bi vî awayê di 24 Tîrmeh 1923’an de bi Peymana Lozanê hat danîn.
Di serê sed sala 20.’ê de piştê Şerê Cîhana I. li Rojhilata Navîn bixêzkirina sînorên nû, Kurdên Rojavayê Başûr dikevin bin serweriya Sûriyeya mêtingeha Fransayê.
Fransa di kargerîna xwe de du bingeh dabû ber xwe. Ya 1.; vî xakê di bin serweriya wî de ye, bi taybetî ji alî aborî heta jê were wê sûd jê bigirta. Ya II. jî; jibo sipartina vî mêtingeha xwe tedvîrên wî bû. Di vî serweriya Fransayê ku 26 sal berdewam kiribû de Fransa li ser van bingehan sekiniye. Li gor vî armanca xwe di dema Şerê Cîhana I. de hember neteweperestiya Ereban hindikayiyên wir parastiye
Di van deman de Başûrê Biçûk ji gellek rewşenbîr û têkoşerên Kurd re bûye meterîs. Di salên 1920, 1927 û 30’an de dema serhildanên li Bakur pêk tên û ev serhildan ji alî Tirkiyê bi awayekî tund tên sekinandin gellek mehkûm çê dibin. Bedirxanî, Osman Sebrî, Qedrîcan, Şêx Ebdurrehîm, Nûreddîn Zaza û gellek rewşenbîr û zanayên Kurd ên wek wan koçê binxetê kirine. Dîsa piştê serhildana Şêx Seîd jî Kurd hatine vî herêmê, li vir hin xebatên xwe yên jibo gel domandine. Dî vî demê de rêxistina Xoybûn (1927–1930) saz kirine. Dîsa di vî demê de ji alî Bedirxaniyan hin weşanên bi Kurdî hatine derxistin.
Fransayê, li hindikayiyên herêmê xwedî derketiye. Otonomî daye Durzî û Xirîstiyanan. Jibo di navbera Erebên Sunnî û Îsmaîliyan de ahengekî pêk bîne, hin mafan daye Îsmaîliyan jî. Fransa, li vî herêmê di bin mêtinkariya wî de ye, jibo dengeyek pêk were, xebatên wusa pêk aniye û bi vî awayê Sûriyê perçe kiriye û bi rê ve biriye. Ji ber vî yekê ye ku li Sûriyê îro, serweriyek cemaeta Nûseyrî ku Esad mensûbê wî ye heye.
Kurdên Sûriyê jî di sala 1928’an de daxwazên xwe yên otonomiyê pêşkêş kirine. Lê Fransaya ku gellek mafan daye wan hindikayeyên din, jibo Kurdan tu tiştekî nekiriye. Li gor îddîayan ev nepejirandina Fransayê ji ber berpeya dugelên Tirkiye û Îraqê nekişîne ser xwe bû. Lê li gor me ev ne rast e. Lewra Îraq jixwe wek dugel nedihat hesibandin, Tirkiye jî li ser Fransayê ew qas ji bi bandorbûnê dûr bûn. Ji aliyekî jî Fransa jibo piştgiriya wan wenda neke, ji hin xebatên Kurd pêk anîne re astengî dernexistiye.
Di Dema Sûriya Mêtingeh De Gelê Kurd
Piştê Şerê Cîhana II. di sala 1946’an de Fransa ji Sûriye û Lubnanê derket. Ji ber vî yekê Sûriye gihîşt serxwebûna xwe. Piştê vî serxwebûnê di deh sal de sê derbe pêk hatin. Piştê derbeya 3. Albay Edîp Çîçeklî hat serî û ev derbe pênc sal ji ber tengasiyên aborî û siyasî bû sedema bêîstîqrariyê.
Di rêvebirina sala 1920-1946’an dema mêtinkariya Sûriyê de hebûna nijadên li Sûriyê din tên pejirandin.
Di dawiya salên 1950’î jibo gel rewş guheriye, di wan deman de karbidestên Sûriyê, Kurdan hember yekîtiya welat û nasnameya Ereb wek gef dîtiye û gellek sînoran jibo wan daniye. Digel vî serxwebûnê piştê salên 1954-58’an de hemî weşanên Kurd hatine qedexekirin. Zimanê Kurdî hatiye qedexekirin û kesên van sûcan(?) pêk anîne avêtinê girtîgehê.
Di sala 1957’an de PDK-S (Partiya Demokrat a Kurdistana Suriyê) hatiye damezrandin. Pêwendiya vî partiyê bi Mistefa Barzanî re hebû û armanca partî jî dayîna mafên Kurdan bû. Li gor hin zanînan, mebesta partiyê serxwebûn bû. Piştê Sazkirina Komara Ereb a Yekbûyî (KEY), ev partî hatiye girtin û endamên partiyê hatine hepiskirin.
Di sala 1958’an de Cemal Ebdunnasirê *****ê Misirê KEY’ê pêk tîne û bandora wî li ser vî yekbûnê hebûn. Serbazên di artêşa Sûriyê de ne ji vî rewşê pirr nerehet dibin û bi derbeyekî tên serî. Ji ber vî yekê di sala 1961’an de kargeriya KEY bidawî bûye û di dewsa wî de di sala 1963’an de Partiya Baasê hatiye serî. Di serê salên 1960’î de neteweperestiya Ereb a zordest zêde bûye. Bi reforma axê, şikandina hêza Kurdan hatiye armanckirin û pêkanîn. Malhemûkirina axan ji sedî 43 li herêma Cizîrê hatiye kirin. Cizîr, li Suriyê nevê herêmekî Kurdan e.
Gelhe
Li Sûriyê ji % 85 Ereb, % 10 zêdetir Kurd, % 2.8 Ermenî, % 1 Tirk, % 1 Rûm in. Li Sûriyê; Suryânî, Keldanî, Nestûrî û Çerkez jî hene.
Gelheyê ji sedî 10 zêdetir Kurd pêk tînin. Li gor hin zanînên berê hatine gotin gelha wan a li Başûrê Biçûk qasê 4 milyon e. Jimartina gelheya sala 1962’an - jibo çiqas Kurd ji rêyên îllegal ji Tirkiye û Îraqê hatine Sûriyê tesbît bikin hatibû pêkanîn- bingeha gellek pirsgirêkan pêk aniye. Tevlî viya tê zanîn ku mercek wusa danîbûn pêş; divê Kurd jiyîna xwe ya digihîje salên 1935’i tesbîtkirina ku ji hevwelat bihata pejirandin. Bi rêyên fermî azîne wusa hat pêşkêşkirin. Azineya veşartî jî ev bû; Kurdên dewlemendên li rojhilatê bakûrê Suriyê dijiyan werin Erebkirin. Hevwelatiya gel ji ber nepeyitandina vî rewşê nehatiye pejirandin. Û bi îddiaya ‘Kurd dawiyê hatine herêm’ hevwelatiya qasê 120 hezar Kurd hatiye rakirin.
Li gor hin texmînan ji 2 milyonan zêdetir Kurd, di sitatuya hevwelatiyê de ne lê ev jî wek tê zanîn tenê binavê hevwelat sînor maye. Lewra cihê ku kargeriya awarte were pêkanîn, li wir ji yên mûxalîf tên dîtin re bingehekî hiqûqî ya ji alî girtin, kuştin an binçavkirinê tuneye. Jibo Kurdên Sûriyê mafên hindikayî jî tuneye. Ji ber vî yekê fermana ser wan, nasname pirsîn tunebe jî, sazûman dikare wan bigre yan jî binçav bike û sizayên giran bide wan.
Li dû viya, ziman hatiye qedexekirin. Di heyama Hafiz Esad de li sînorê Tirkiye û Îraqê Ereb hatine bicihkirin. Bi vî pîlanê sazûmanê pêkanîna girêdayiyekî di navbera Kurdên Tirkiye, Îraq û Sûriyê armanc digirt.
Hejmartina gelheya bi vî awayê bandorê wî yê li ser gel hêj berdewam dike. Îro bi hezaran Kurd, di sitatuya ‘biyanî’ de ne. Tevlî viya hinek jî nehatine jimartin û piştê ku zarokê wan jî werin dinê wek ‘bêqeyd’ (mektum) tên binavkirin. Îro ji 200 hezarî zêdetir mirovên bêqeyd hene. Derfetek Kurdên di sitatuya ‘bêqeyd’ de ne tuneye ku bibin xwedî ax an mal. Nikarin bibin doktor an endazeyar. Nikarin di saziyên giştî de bişixulin. Zewacên wan fermî nayê naskirin. Mafên wan ên ramyariyê wek rayandin tuneye, ji ber ku pasaport nadin wan nikarin ji Sûriyê derkevin an vegerin. Hêmanek girîng ê din jî, nasnama wan tuneye. Di qeydên gelheya fermî de ev mirov tunene, di qeydan de cih nagrin. Vî hejmarê di bin sê koman de ji alî sazûman ve hatine civandin:
1. Yên nasnamê wan hene û hevwelatê Sûriyê ne.
2. Tevlî Kurdbûna xwe yên mafên wanên hevwelatiyê tunene; yê qertên wanên Biyanî (Ecnebî) hene.
3. Yên Mektûm in; xwedî nasname û mafên hevwelatiyê nîn in.
Sazûman bi kîjan binasî û hêcet nasname nedaye Kurdan an jî wan wek hevwelat hîsab nekiriye? Sûriyê piştê hilbijartinê di 1962’an de nasnamê wan bi binasiya “nasnama nû dayînê” ji wan hatine girtin û êdî nehatine dayîn. Di dewsa wî de qertek tê wateya biyaniyê daye wan. Jixwe viya jî nedaye gellekan. Ev kes jî wek mektûm ango yê qeydên wan tunene hatine binavkirin. Yên mektûm û biyanî xwediyê tu mafekî nîn in. Wek mînak ev kes nikarin beşdarê hilbijartinê bibin an bibin navzed. Ji alîkariya dugelê sûd nagrin. Ji ber ku nasnamê wan tuneye, nikarin herin otêlekî bimînin an di nexweşxaneyekî de xwe tedawî bikin.
Yê vî zilmê jiyiye, binavê Burhanê ji Qamişliyê, gelha malbatê wî 17 ye û qeydê hemiyan tuneye. Çûye dibistanê lê dibistana sereke jî bidawî nekiriye. Lewra di nav polê de cudatî hatiye çêkirin. Ji ber ku ew li gor pergal tuneye ehliyet nesitendiye.
Bûrhan wusa qal dike: “Rojekî jibo xebatê ez ji Qamişloyê derketim çûm Helebê. Ji ber ku nasnamê min tunebû gotin ku “tu nikarî li otêlê bixebitî.” Heyfa xwediyê otêlê li min hat û got ezê li te xwedî derkevim. Li ser vî yekê jibo min pelga destûrê derxist û bir cem polês. Piştê bûyerê Qamişloyê bû. Polês dema ji min pirsî, got ‘tu ji ku yî?’ min got, ‘ez ji Qamişloyê me’. Li ser vî yekê berpeyê wî guherîn, kir qêrîn. Ez ji çûndina xwe poşmam bibûm. Dawiyê li hember hinek pere hiştin ez li wir bimînim. Jixwe mirovê wek min mektûm, piştê bûyerên Qamişloyê bi tirsa girtin û kuştinê nikaribûn ji malên xwe derkevin.”
Ji wan yê bi navê Faris Nezîr jî vî jiyanê wusa qal dike:
“Ez ji Amûdê me. Bavê min û bapîra min li Amûdê hatine dinê û wefat kirine. Neh zarokê min hene… Me mîrasa xwe yê mektûmiyê ji zarokê xwe re hişt. Tu ewleyiyek me tuneye. Firoşgehek min ê biçûk û mala minê bi du ode heye. Ji alî aborî de qîmê min dike lê bênasnamebûna me wek em mirov nebin muamelekirinê li ser me ferz dike. Gel cudatiyekî nake; nabêje ev mektûm e, ev hevwelat e, ev biyanî ye. Alîkarî dike. Ji ber ku zanin mafên me tuneye li hember sazûmanê alîkariya me dikin. Ji ber ku nasnama me tuneye em nikarin herin nexweşxanê.
Em zarokên xwe naşînin dibistanê. Nikarin ehliyet bistînin. Bi kurtî, em nikarin karekî fermî biknin. Em dixwazin nasname û mafên me werin naskirin. Bi cîranên me re pirsgirekek me tuneye. Kurd be, Ereb be yan jî Xaçparêz. Lê li vir jibo ez rûqalê polêsekî neymê hêwîş dikim. Zarokên min û zarokên wan jî wê wek mektûm jiyana xwe bidomînin. Lê ku ji viya re jiyan were gotin… 6-7 sal berê şevekî keçika min nexweş ket. Me wê bir nexweşxanê. Ewil jibo destpêka nexweşxanê divê kirarî bihatana kirin, nasname ji me xwestin, min nikaribû bidana. Ji ber “qeyda wê tune” gotin wê bibin doktorê taybet. Yek têkil nebû. Ji ber ku wek bav min erkê xwe li hember kêça xwe neanî cih ez pirr ketim şermê. Min navnîşana doktorekî taybet girt û wê bir li wir, doktor wê li mala xwe muayene kir. Ez jibo pêşeroja xwe bihêvî nîn im. Hatim 43 saliya xwe, min jiyanekî gellek bibêhnteng derbas kir. Naxwazim zarokên min jî wek min bikşînin. Em ji cihekî din nehatin li vir, hêj Sûriye natibû avakirin, bavê min û kalê min li ser van xakan bûn.”
Ol
Hemî Kurd Misliman in. Hejmarek hindik jî ji mezheba Şiî ne ên din Sunnî ne.
Ziman
Gel Kurd ê Başûrê Biçûk herî pirr zimanê Kurmancî bikar tîne. Ên mişextê wan deran bûne bi zaravayên Kurdî yên din jî diaxivin.
Erdnîgar
Aqarê Sûriyê, 185.180 km² ye. Bi piranî gel li bakur û li sînorê Tirkiye û Îraqê bicih bûne. Ji sedî 30 li herêma bakurê Helebê, li Çiyayên Kurd dijîn. Ji sedî 10 li cihê destpêka ketina Çemê Ferat ku binavê ‘Qubanî’ tê binavkirin rûdinên. Ji sedî 40’ê gel jî li rojhilatê bakur, li herêma Cizîrê rûdinên. Sûriyê pirê herêm, bi taybetî Kurdên Cizîrê hevwelat nepejirandiye. Ev der ji alî neftê cihê herî girîng ê dewlemend in. Li bajarên Şam, Heleb û Latakyayê hejmarekî mezin Kurd hene.
Bajar
Qamişlo, Efrîn, Amûdê
Aborî
Bi taybetî Çemê Firat ji alî aborî jibo Sûriyê girîng e. Wek tê zanîn li ser Firatê bi armanca avdan û vejena kehreyê nêzê Reqqayê bendavekî hatiye avakirin. Aboriya Sûriyê niha bi taybetî ji alî ajalvanî û werzeyê girîng e. Ji sedî 26’ê mirovan di qada werzeyê de dixebitin. Ji werzeyê; herî pirr dexl, silk, pembû û titûn tê bidestxistin. Di 1992'an de 188 milyon varîl neft hat hilberandin, di sala 1993'an de rezerva neftê wek 3 milyar varîl dihat texmînkirin.
Kurd û Sazûmana Sûriyê
Kurdên Sûriyê îro di welatê Sûriyê de piştê Ereban nijada herî mezin e. Lê ji alî ramyarî bêbandor in. Sedema viya zêde ne lê bi kurtî em dikarin sazûmana herêm nîşan bidin. Ev bêbandorbûn ji alî bizavên ramyarî, ji alî pêşveçûnên xwe, berjewendiyên xwe kêm dimînin. Belkî jî sedema derneketandina yan jî hindik derketina dengê Kurdên Sûriyê ev e. Lewra heta niha tevlî gellek zordestiyan, mixabin dengê wan hindik hatiye rojevê. Erê, di vir de sedem sazûman e, lewra hêj hebûna gelê wî derê nayê pejirandin. Gel bê nasname ye û ji her curê maf dûr e.
*****ê dugelê niha Beşar Esad e. Lawê *****ê dugela beriya vî dugelê Hafiz Esad e. Hafiz Esad dema mir, di dewsa wî de demekî kin bi wekaletî Ebdulhelîm Heddam bû *****. Beşar Esadê ku di 1988’an de Zanîngeha Tib a Şamê bidest xist, di vî warê de demekî xebitî. Pişt re ji alî bavê xwe jibo dawiyê di dewsa wî de *****atî bike hat perwerdekirin. Piştê vî perwerdehiyê ket artêşa Sûriyê. Dema bavê wî mir ji alî *****kommar Ebdulhelîm Haddam di 11’ê Hezîrana 2006’an de hat seriya hêzên biçek. Li dû bavê xwe, Esad jibo *****komarî hedê temenê 40 rakir, vî sînorê wek 34 diyar kir û li dû vî diyarkirinê hat serî.
Ji ber nijadperestiya Ereb a Baasê gelê kurd di nav rewşek gellek xerab de dijî. Nijadperestî piştê salên 1940’î destpê kiriye. Li hember viya Kurd “Partiya Demokrata Sûriyê” damezirandin. Ev partiya yekemîn a li rojavayê başûr, di sala 1957’an de hatiye sazkirin. Ev partî girêdayiyê Mele Mistefa Barzanî bû. Bi daxwza Kurd wek nijadek were pejirandin û ji alî dugelan pirsgirêkên wan werin dîtin, hat rojevê. Di dema bi Misirê re Komara Ereb a Yekbûyî hat sazkirin de qadên xebatê vî partiyê bisînor bû.
Di sala 1965’an piştî du salê Baasê ku hatibû serî de, ‘Partiya Pêşve çûyî ya Demokrat’ hat damezrandin. Pêwendiya vî partiyê jî bi YNK re hebû.
Îro li Sûriyê gellek partiyên îllegal çalak in. Ev partî ji alî guherîna sazûman û zagonên nû nikarin daxwazên xwe bînin rojevê.
Têkoşîna Kurdên Sûriyê di xêzekî cuda de tê rojevê. Lewra Kurdên Sûriyê bi van partî û daxwazan bi gelemperî serxwebûn bi taybetî jî nasnama xwe, hevwelatî, li gor çand û hemî nirxê xwe jiyanekî azad dixwazin û li gor van daxwazan têdikoşin. Lewra jixwe hêj li Sûriyê peyvên Kurd û Kurdistan jî qedexe ne.
Niha li Sûriyê koma herî birêxistî ya dijber Kurd in. Her çiqas bandorekî wan niha zêde nebe jî ev rewş an qedexekirin jixwe vî tirsê nîşan dide. Xalek girîng ê din jî ev e ku di pêvajoya dîroka Kurd de gellek zordestiyê ji alî van sazûmanan hatine kirin hene. Bûyerên giran, rewşên giran ên ji alî sazûman pêk hatine hene. Ji ber vî yekê jî hemî van sedeman misoger nayên jibîrkirin û wê Kurd li xwe xwedî derkevin, xebat deynin holê. Ev jî jibo sazûmanê rewşek xeternak e.
Hişyarbûna Kurdên Sûriyê bi bûyera ‘Qamişlo’ zêdetir bûye. Ev tevkujiya Qamişloyê ya yekemîn nebû. Terorparêziya sazûmanê di sala 2004’an de jî xwe nîşan dabû. 6 roj li ser wan bi vî zordestiyê 40 kesan kuştibû, bi sedan jî mirovan birîndar kiribû. Di 2’ê Teşrîna 2007’an de jî di çalakiya gel pêk anî de, Îsa Xelîl Mele Hesen hatibû kuştin. Sazûmana Beşşar Esad çalakiyê gellek bi tund dabû sekinandin.
Di dema Baasê de Beşar Esad li herêmên Kurd geriya, di vî serlêdana herêma Kurdan de, pejirandina Kurdan rave kir. Piştê bûyerên Qamişlo kesên hatin girtin hatin bexşandin. Di demên dawî de hişyarbûna netewî ya di nav Kurdên Sûriyê de hîn jî zêde bû.
Di hişyarbûna Kurdên Başûrê Biçûk de bingeha bandora pêşveçûnên Başûr jî heye. Lê ev ji sedemekî biçûk e. Ji sedemên girîng yek jî ev e; pêwendiyên Îraq û Sûriyê yê dema Şerê Îraqê ku xera bû di sala 1997’an de çêbû ye. Kurdên Sûriyê, dijê Seddam piştgirî daye Kurdên Başûr. Digel viya Kurdên Başûr jî piştgirî dane Başûrê Biçûk. Lê dema di sala 1997’an de pêwendiyên di navbera dugelên Sûriye û Îraqê de pêk hatiye, ev piştgirî hindik bûye. PDK û YNK jî piştgiriya xwe ya bi Kurdên Kurdistana Başûrê Biçûk re têkilî danîne. Ev têkilî xwe di bûyerên Qamişlo de nîşan daye. Wek tê zanîn hin Kurdên Başûrê Rojava jî bi Başûr re xebat datînin holê; dema konferansa li ser Kurdên Sûriyê ya li YDE tê çêkirin de ji Başûr jî beşdar dibin. An di dema serhildanên Başûrê Biçûk de Mesûd Barzanî bi vî gotina xwe ji alî wan bûna xwe nîşan daye: ‘Kurdên li her perçê Kurdistanê ne, wê rojekî mafê serxwebûna vî gelê layiq e bidest bixin.’
No comments:
Post a Comment