Friday, June 17, 2011

Ji Perçeyên Kurdistanê - 3 ‘ROJHILATÊ KURDISTANÊ’

 Kurdistan, di navbera hin sûdparêzên bijarte de hat beşkirin. Bi daxwazên xweparêz hat perçekirin. Telên rêsayiyên hatin kişandin, bi dehsalan berê li ser xakên Kurd, li ser van daxwazan hatin sazkirin

Li dû beşkirinê sînor li ser mafê Kurdan, li ser xwîna Kurdan hat damezrandin.

Piştê van sînoran jibo gel pişaftin, dardakirin, mişextkirin û kuştin li her herêmê Kurd destpê kir. Nivîskarê hêja Birêz Bedîrxan Dilşa hevpeyvîna di kovara Mizgîn de, li dû pirsekî bersivekî wusa dabû: “Kurd, bi awayek hovane perçekirina Erdnîgara Kurdistanê, beşbûniyê li her perçeyê welatê xwe ji kûrahî jiyiyan. Wek tê zanîn hat xwestin Kurd; li Tirkiyê were Tirk kirin, li Sûriye û Îraqê were Ereb kirin, li Îranê were Faris kirin, li Ermenîstanê were Ermenî kirin. Erê Gelê Kurd ji tu gellekî ne bû, ev rastî ji alî herkesî jî baş dihat zanîn. Lê dema mijara gotina Erdnigara Kurdistanê ya dewlemend be her kes di cih da wek senem disekiniya.”

Ji van perçeyên Kurdistan ku di bin zilma desthilatdariyekî de ye yek jî Rojhilatê Kurdistanê ye. Emê niha ji hin taybetî û rastiyên vî perçeyê bînin ziman:

Erdnîgar

Rojhilatê Kurdistanê qadek qasê 200 000 km2 vedigre. Ji bakur, ji Agirî destpê dike hedê Tirkiyê û hedê Îraqê seranser heta Kendava Besrayê tê. Ji wir ber bi rojhilat diçe. Hedên Kurdistana sirûştî ji Kendava Besrayê bajarên Ebadan, Ehwaz, Şarê Kurd, ber bi jor paytexta Medan Hemedanê digre nav xwe û ji rojavayê Tebrîzê heta hedê Ermenistanê diçe.

Ji alî suruştî; di navbera germê havîn û sermaya zivistanê de 70-80 pîle cudatî heye. Li Seqizê zivistanê germî dikeve heta -30 oC’yê. Li Kermanşahê havînê dibe qasê 45 oC. Çemên wek Kizil Uzen (Sefidrud), Zapa Biçûk, Jaghatû û Tataû hene. Gola Urmiyê bi aqarê 5.200 di vî beşê de li Kurdistanê ava herî girîng e.
Çiya bi daristanan rû girtî ye. Ji Gola Urmiyê heta Lûristanê bi taybetî darçilo, bi çardeh berên cuda, tevî daristan çar milyon hektar e. Lê daristan pirr tîr nîn e, zivistanê ji ber ku ardûyê gel tuneye ji vî daristanê gellek sûd digrin û wek êzing, ardû vî dewlemendiyê diqedînin.

Li Kurdistana Rojhilat dewlemendiya binerd a nehatiye xebitandin heye. Ji Kermanşahê neft tê derxistin, ji vî neftê him xwermend him jî pardariyên neft ê navnetewî bikar tînin.

Gelhe

Di vî mijarê de hejmarên texmînî yên nediyar hene. Xwermenda Îranê bi qest gelheya di navbera gelê Îranê û Kurdan ji hev cuda nekiriye. Ji ber vî yekê di derheqê gelheya gelê Kurdên Rojhilat statistîkê nayê pêkanîn. Lê tê zanîn ku li Rojhilat gelheyek mezin ji Kurdan pêk tê. Di der û dora 15 milyon Kurd tê texmîn kirin.

Bajar

Bajarên Mezin ên Kurdan Ehwaz, Şarê Kurd, Xurremabad, Îlam, Hemedan, Kermanşah, Senendaj, Mehabad, Urmiye ye. Hin bajar û navçên din ev in: Bîcar, Banê, Bûkan, Ciwanro, Kirind, Maku, Merîwan, Qelata Pîreşt, Qurwe, Pawe, Pîranşar, Riwanser, Sablax, Sayinqela, Selmas, Serdeşt, Seqiz, Sayinqela, Sinê, Sunqur, Şino, Tirgewer û Xoy.

Her wusa li hin derên wek Xorasanê jî ku ne di hedên Kurdistanê de ye Kurd dijîn. Kurd di cuda deman de koçberê cuda cuda cihên Îranê bûne.

Ol
Ji sedî 98’ê gel misliman in. Ji sedî 2’yê gel jî ji Ermenî, Suryanî û ji Cihûyan pêk tê. Bi piranî misliman Sunnî ne, pirê Şîiyan jî li bajarên Kermanşah û Lûristanê ne. Bandora du terîqetî li ser gel (yên Sunnî) heye, ev jî terîqetên Qadirî û Neqşîbendî ne. Bi salan li ser mezheba xwe bi rêvebiriya Safewî/Şah/Îranê têkoşiyan e. Her çend Faris xwestine Şiîtiyê bi Kurdan bi zorê bidin pejirandin jî Kurdan viya tu car nepejirandiye û berxwedanek bêhempa nîşan daye. Li ser viya Kurdan her dem li hember şahên Îranê alîkarî û dilxwaziya Osmaniyan kirine.

Hêj jî rêvebiriya fermî ya Dugela Îranê li ser mezheba Şiîtiyê ye. Faris û Ezerî Şiî ne. Ango piraniya Îranê Şiî ne û zilma xwe ya li ser Kurdan di warê mezhebê de jî berdewam dikin.


Ziman û Wêje


Ziman û wêjeya Kurd xwemaliya xwe parastiye, wenda nekiriye û bûye sedema pêşveçûna hestên netewî. Bi taybetî di dema sazkirina Komara Kurdistanê (Komara Kurd a Mehabad) de ziman pêşve çûye. Bi dehsalan e zimanê Kurdî qedexe ye. Li gor zanînan ji alî ziman wek xebat û lipeyçûn Kurdên Rojhilat ji yên Başûr sûd digrin.

Di navbera Kurdên Tirkiyê û yên li Îranê dijîn de bandor pêk nehatiye. Lewra elfabeyên bikar tînin cuda ne. Li Îranê perwerdehî bi Farisî û bi elfabeya Erebî ye, li Tirkiyê jî perwerdehî bi Tirkî ye û bi elfabeya Latînî ye. Li Tirkiyê bi taybetî ciwan ji ber ku elfabeya Erebî nizanin weşanên li Îran, Sûrya û Îraqê tên çapkirin nikarin bixwînin an fam bikin. Kurdên Rojhilat jî tenê yê xwe di vî warê de perwerdehî kirine elfabeya latîn dikarin bikar bînin.

Kurdên Rojhilat bi zaravayên Kurmancî, Kurmanciya Jêrîn (Soranî), Goranî û ger em Lorî, Kelhûrî û ên din wek zarava bipejirîni tên diaxivin. Dema mirov ji jor destpê bike û ber bi jêr were zarava rêz dibin. Kurmancî heta Urmiyeya, hindama Hekarî tê bikar anîn. Ji Nexede, Mehabadê, Sinê, Senendaj, Bokan, Ciwanro û Hemedanê heta hedê Kermanşahê bi zarava Kurmanciya Jêrîn (Soranî) diaxivin. Kermanşah jî tê de heta Kendava Besrayê zaravayên din (Goranî, Lûrî, Kelhûrî Sencabî Lekkî) tê axaftin.

Di salên dawî de li Îranê ji alî Kurdan gellek pirtûk, namilke û weşanên Kurdî bi dizî hatin çapkirin. Di radyoya Kermanşahê de Kurdî serbest e. Her çiqas di radyoyê de li gor azîneyên Dewleta Faris weşan were kirin jî, di warê ziman hînbûn an jibîrbekirinê de jibo gel jî baş e. Li Îranê ji ber qedexeya zimanê Kurdî pirê rewşenbîr bi Farisî nivîs nivîsandine.

Perwerdehî

Ji ber qedexekirina zimanê Kurdî, zarok di dibistanan de bi Farisî perwerde dibin. Li Kurdistanê li gor zanînan him perwerdehî qels e û him jî hejmarên dibistanan kêm in. Di fêrgehan de hejmarên zarokan zêde ne. Lê hejmarên hevotkar û dibistanan kêm in û hejmarên zarokên nexwendî gellek zêde ne. Bi taybetî li gundan û hin bajaran zarokên nexwendî û hêj qet neketine fêrxana zêde ne. Niha li Îranê li herêmek bi navê Kurdistanê heye. Li wir perwerdehiya bi Kurdî ne qedexe ye. Lê ev herêm ji sedî heştê Kurdistanê digre nav xwe.

Aborî

Di heyama her du şerê dinê de bi pêwendiyên sermiyandar têkevin herêm jî, piranî ji alî werze debar tê bidestxistin. Ji bilî nefta Kermanşahê, li herêm lajwerdî tuneye. Gel bi piranî bi çandiniyê mijûl dibin.
Hatiniya hilberana werzeyî ji % 80’ê giştî pêk tîne. Ji viya % 45 ji ajalvanî û berên şîr, % 35 ji cotkariyê tê.
Li Rojhilatê Kurdistanê ji alî vejena kehre û avdanê ve ji çeman sûd girtin bisînor e. Li Bokanê jibo avdan, li Mehabad û Kişlakê jibo kehre û avdanê bendav hatine avakirin.

Çemê Serab Gambar a Kurdistana Rojhilat di saniyê de di kapasîteya 2 457 litre diherike. Ev çem 740 km diherike û digihîje heta Kendava Besrayê. Çavkaniya Saymara Karka ji viya tê.

Rojhilatê Kurdistanê ji alî dûşa aborî jiyan pirr ketî ye. Ji % 50’yê malbatan pênc şeş kes di odeyekî de dimînin. Piraniya malan kerpîç in û av û kehreya wan tuneye.

Ji ber ku Îran welatek paşdemayî ye û li ser gelê Kurd serwer e, rewşa gelê Kurd jî bi vî awayê hejar e.
Îran piraniya terazûna xwe ji ewlekarî û santralên Nukleerî re serf dike. Qasê dewlemendkirina Uranyûmê re dixebite jibo dewlemendiya ehvwelatiyên xwe bixebitiyana wê gel ewqas di nav xizaniyê de nejiyana. Bi taybetî gelê Kurd di nav xizaniyek mezin de dijî.




Şerê Çildêran


Di navbera dema her du şerê dinê de Xwermenda Îranê jibo Kurdan bi cih bike wan wek artêş bikar aniye û Kurd encama wî ya neyînî dîtine. Di encamê vî pirazê de eşîrên bi tevahî tune bûne jî hene. Ji 10.000 eşîra Celalî ku li sînora Tirkiye, Îran û Îraqê de dijiyan piştê şer çend eşîr dimînin, ew jî koç dikin, dû sala 1941’an vedigerin ser axên xwe. Eşîra Galbaghî jî mişextê Hemedan û Isfahanê tê kirin, mirovên tirkî diaxivin li axên wan bicih dikin. Mercên mişextê giran in, gellek mirov di dema vî mişextkirinê de li çiyayan, jiyanekî dijwar dijîn.

Di 23’ê Tebax a sala 1514’an de bi alîkariya gelê Kurd artêşa Yawuz Selîm hêzên Şah Îsmaîl li Çildêranê têk dibe. Ev dîrok di heman demê de nîşandana parvekirina xakên Kurd ku di navbera dugelên Îran û Osmanî de ye jî.

Di sala 1639’an de di navbera Şah Ebbas û Mûradê IV. de peymana Qesra Şêrîn pêk hat. Piştê vî peymanê gelê Kurd dijê sazûmana Îranê tim têkoşiya. Ev rewş bû sedema serhildanên Kurd. Li bakûr û başûr çawa ku gellek serhildan pêk hatin li Rojhilatê Kurdistanê jî gel berxwe da, gellek xebat, hewl jibo serxwebûn û mafê xwe danî holê. Bi kurtî di van dîrokan de têkoşîn û xebatên wusa hatibû rojevê, Kurd bi vî awayê di dîrok de wusa cih girtibûn:

1608’an de berxwedana Emîr Xan Biradost a li dijê sazûmana Şah Ebbas.
1865’an de têkoşîna eşîra Erdelan.
1880’an de Serhildana Şêx Ubeydullah. Di vî demê de herêmên di navbera Golên Urmiye û Wanê de hatine xelaskirin. Ev serhildan her wekî bi armanca serxwebûn û yekitiya hemî Kurdistanê bû. Ev tevger ji alî hêzên Osmanî û Îranê hat sekinandin.
1921’an de Serhildana *****ê eşîra Simkoyê Şikak

Di sala 1930’an de dema serhildana Simko, bihevkariya Tirk, Ereb, Fars û Îngilîzan hat bidawîkirin, Şahê Îranê ji niha pê ve zordestiya li ser gelê Kurd zêde kir. Jibo jêmayê ramyarî, civakî, aborî û çanda Kurdan îmha bike rêbazên cur be cur pêk anî. Jibo wan ji hêzê bixîne, bi wan re têkoşiya. Berxwedana wan bi awayekî tund eciqand, carna wan darda kir, carna jahr da wan, carna jî wan mişext kir.

Di sala 1941’an de leşkerên Rûs û Îngilîz ketin nav Îranê û tevlî sazûmanê Rîza Şah ji holê rakirin. Bi vî awayê bandora sazûmana Îranê ya li ser gellek cihan û li ser Kurdistanê jî hat hilanîn.

Di şerê cîhanê duyemîn de Kurdistanê bibû sê beş: Herêma Sovyet heta nêzikê Urmiyê serwer bû, herêma Îngîlîz heta rêya Xanekîn-Kermanşah a bakûr serwer bûn; herêma sêyemîn jî, di navbera van her du herêman de ji hêzên Kurdan re ma.

Di dema şerê de xwekişandina sazûmana Îranê ya li ser gelê Kurd dibe sedema ketina destpêka pêvajoyekî erênî. Di vî demê de tevgerên Kurd ên ramyarî digihîjin astekî bilind û bi salan nirxên jê hatibûn mehrûmkirin gihîştinê. Ji aliyekî din jî di dema Şah de eşîrên hatibûn mişextkirin vegeriyan.
Avabûna Komelayê

Di sala 1942 (an di sala 1943)’an de li Mehabadê ji alî Zabihî ve bi navê “Komela Jiwavewey Kurdistan (Komela Vejîna Kurdistan)” tevgerek tê sazkirin. Komela partiyek siyasî ya netewî ye. Di bin vî partiyê de mirovên bajarî, rewşenbîr û kesên ji gel kom bûne. Komela dawiyê, veguheriya PDK-Î ya ku di 1945’an de hat sazkirin.

Tevger di nav kargeriya Îranê de dixwaze bi “Kurdistanekî Otonom” destpê bike û li perçeyên Kurdistanê yên din jî bi xebatên xwe, perçeyan bîne ba hev û “Kurdistana Yekbûyî” pêk bîne.

Damezirênerên Komelayê ji karmend û bazirganan pêk dihat. Tevger jibo veşariya xwe biparêze endamên xwe bi hejmara qasê sedî hişt. Komela ne tenê li Îranê; li Silêmaniye, Rewandûz û li Şeqlawayê jî şaxan vekir. Di sala 1944’an de tevger di nav Kurdên Îranê de, gihîşt meziniya girseyan. Bi weşana Rojnameya xwe ya bi navê “Niştiman” jî ramanên xwe dida girseyan.

Nêzê dawiya Şerê cîhanê ya duyemîn ku du sazûman derketin, pêşengên Komelayê li ser xebatên nû gengeşe dikin. Ji aliyekî hin YKSS, ji aliyekî jî DYE ya ku nû derketibû ramyariya dinê. Komela li gor vî pêvajoya nû dixwest sûd bigre û vî konjonktura ramyarî jibo xwe bikar bîne. Ji ber vî yekê li ser xebatên nû pêkanîna rêbazan biryar da. Komela ji hilanîna sazûmana Îranê hêz girt û di Nîsan 1945’an de bi dêlindêzekî li Mehabadê veşariya xwe bi dawî kir.

Pêşengiya Qazî Muhemmed

Di Nîsana 1945’an de tevger xebata xwe ya fermî dide zanînê. Qazî Muhemmed ku li herêma Mehabadê ji kesên herî rêzdar bû, endamê Komelayê ye. Ji eşîra Debokrî û ji malbatekî navdar e. Malbata Qazî di nav Mehabadê de yê herî xwedî îlm in û di demên şer de bi wêrekî û fedakariyên xwe tên naskirin. Qazî Muhemmed, bi zimanê Farisî, Tirkî, Îngilîzkî, û Ruskî dizanîbû û ji alî mijarên civakî û aborî xwedî ramanên rewa bû. Piştê wefata bavê xwe di sala 1930’an de li herêma Mehabadê digihîje meqama qazitiyê. Di nav pêvajoyekî de bi wesfên xwe yên bilind dibe pêşengê Komelayê.

Qazî Muhemmed jibo di vî pêvajoyê de pêşve herin, Komela Jiwanewey fesh dike û jibo serxwebûn û azadiya Kurdan Partiya Demokrata Kurdistan saz dike û bi gel dide zanîn.

Di sala 1945’an meha Kanûnê de bi dahîlbûna hemî kesên herêm komîta partiyê van biryaran digre:
- Divê gelê Kurd xwedî serbestiya kargeriya herêmî be, ew xwe bi rêve bibe û divê di nav sînorê Îranê de xwedî otonomiyê be.

- Divê Kurdî bibe zimanê fermî, di karên îdarî û di perwerdehiyê de were bikaranîn.
- Divê hemî karbidestên dugelî Kurd bin.
- Divê li Kurdistanê zagona bingehîn a cuda were pejirandin û pêşeroja her kesê bikeve bin ewleyiyê.
- Divê jêderkên xweristiyên Kurdistanê, di qadên werze, bazirganî, tenduristî, perwerdehî û jibo pêkanîna kamraniya maddî û manewî ya gelê Kurd were bikaranîn.
- Divê gelê Azerî û yên din (Ermenî, Asûrî…) re piştgirî û bihevrebûn were nîşandan.

Avabûna Komarê

Komar, di 24’ê Çileya 1946’an de li Meydana Çarçira ya Mehabadê bi beşdarbûna *****ên eşîran, karbidestên PDK û Mele Mistefa Barzanî bi dêlindêzekî hat danezankirin. Bi 13 endamekî civatek hat damezrandin. *****komar Qazî Muhemmed, Mele Mistefa Barzanî jî wek general hat hilbijartin. Komar, di Adara 1946’an de bi daxuyaniyekî fermî ji raya giştî re hat ravekirin. Sînorên Komara Kurd a Mehabadê bi bajarên Mehabad (paytext), Ûşnû, Miyanduwab, Serdest, Banê, Seqiz, Senendaj hat kifşkirin.

Bizaviyên Komarê

Piştê danezanîna Komarê Qazî Muhemmed rave kir ku wê lîseyek jibo keçan were avakirin. Kurdî wek zimanê fermî hat pejirandin. Zagonên jibo perwerdehiya taybet hatin derxistin. Jibo dibistana sereke pirtûkên fêra Kurdî hatin çapkirin. Sazûmana Mehabadê hin kovar û rojnameyên Kurdî weşand. Kurdistan, Hawar, Hilale, Agir, Gelawêj, Niştiman ji van weşanan bûn. Wek sirûda netewî jî "Ey Reqîb" hat hilbijartin. Jibo çareseriya pirsgirêkên gel konseyek hat sazkirin. 60 xwendekar jibo perwerdehiyê şiyandin dervê welat. Jibo alîkariya xwendekaran pirtûk û hwd. hatin amadekirin. Alîkariya kesên li ser wêjeya Kurdî dixebitiyan hat kirin û hewl jibo dewlemendiya zimanê Kurdî hat danîn.

Xerakirina Komarê

Sazûmana Îranê dixwest ku sazûmanên Azerbeycan û Kurdistanê hilweşîne û wan bi sazûmana Îranê ve girê bide. Ji ber vî yekê jî dixwest bi rêya DYE, Îngiltere û YKSS vî pirsgirêkê çareser bike. Dawiya zordestiya DYE û Îngilterê, YKSS jî alîkariya van her du dugelan dike û hêza leşkerên xwe dide hilanîn, li ser vî yekê di Kanûna 1946’an de li ser Komara Kurd êrîş tê pêkanîn. Ev êrîş û dagirî dibe sedema xerakirina dugelê. Di hilweşîna dugelê de yê herî girîng eşîrên Kurd in. Eşîr alîkariya xwe dikişînin. Ev jî dibe sedema wendabûna hêzekî mezin.

Di komara 11 meh berdewam kir de her çiqas Qazî Muhemmed ji dugelên derve sitendina çek xwestibe jî kesê çek nefirot neda wan. Artêşa Îranê ji ber vî yekê bi hêsanî êrîş dike û karê wî hin jî hêsan dibe. Qazî Muhemmed piştî vî êrîşê jibo gelê Kurd rûqalê nijadkujiyê neyê di hinek mercan da radestê wan dibe. Ev merc jî wusa ne:

- Heta Barzanî ji herêm dernekevin wê nekevin Mehabadê, li nav herêm de wê tevkujî neyê kirin.
- Eşîrên hevkar wê Mehabadê dagir nekin.

Li ser vî yekê di 17’ê Kanûna sala 1946’an de sazûmana Îranê ket herêma Mehabadê. Yên di Komarê de bi erk cih girtibûn hatin girtin û hatin dardakirin.

Piştê hilweşîna Komarê di bin *****atiya Barzanî de dijî sazûmana Îranê berxwedana Kurdan berdewam dike. Îran bi balafiran ****eyan êrîşê ser gel dike, gel gellek zerar dibîne. Heta 17–18 Nîsanê bi artêşa Îranê re şerê Barzaniyan berdewam dike, ji vir pê de Barzanî derbasê Îraqê dibin.




Partiyên Kurd ên li Kurdistana Rojhilat Hatine Sazkirin
-Partiya Demokrata Kurdistana Îran (PDK-Î)

Ev Partî, ji alî *****ê dugelê Qazî Muhemmed ve di 1945’an de li Mehabadê bi Komara Mehabadê re hatiye sazkirin. PDK-Î partiyek hêj berdewam dike yê herî kevn e. PDK-Î di jiyana xwe ya nîv sedsalê zêdetir de gellek xeter û bûyeran jiyaye.

Mistefa Barzanî jî di sala saziya partiyê de hatiye Mehabadê, tevlî hêzên xwe beşdar bûye û piştgirî daye. Piştê xerakirina Komarê, 1946’an de û dardakirina Qazî Muhemmed ku ji alî artêşa Îranê hat kirin, PDK êdî biveşarî bizaviyên xwe hin jî nediyarî didomîne.

Bizavkerên PDK-Î piştê xerakirina Komara Mehabadê tên girtin. Pişt re hin endamên PDK-Î biveşarî kovara “Rêga” (Rê) derdixin. Di sala 1949’an de gellek endamên partiyê tên girtin, sizayên giran didin wan. Lê dîsa hindik be jî xebatên xwe domand.

PDK-Î, ji ber ku li Îranê ji derfeta bizaviyan bêpar bû, bala xwe da ser pêşveçûnên Îraqê. Heta dawiya sala 1960’an, *****atiya wî pejirand. Piştê têkiliyên Barzanî bi sazûmana Bexdayê re nebaş dibe û hinek jî bi Şah re têkiliyên wî zêde dibe, PDK-Î ji Barzanî diqete. PDK-Î, piştê sala 1973’an dîsa bi pirsgirêkê Kurdên Îranê re mijûl dibe.

Armanca PDK-Î yê li Îranê ji Kurdistanê re otonomiyê ye.

Komîteya navenda PDK-Î di 1980’an de bû du beş. Hin piştgirî dan partiya komînîsta TUDEH’ê hin jî di bin *****atiya Abdurrehman QASIMLO de civiyan. Qasimlo, bi sazûmanê re têkoşînekî leşkerî pêkanî lê ev baş neçû. Dawiyê de di sala 1983’an de PDK-Î bi YNK peyman danîn. Jixwe Talabanî Qasimlo hogirên hev ê berê bûn. Ji YNK piştgiriyekî têr negirt. Di sala 1984’an de ji hêzên Îranê re têk diçe.

Dr. Qasimlo, dema bi nimînerê Tahranê re hevdîtinên jibo aşîtî pêk dianiya de hat kuştin. Piştê wî *****atiya partiyê Dr. Sadiq Şerefkendî de hat birêvebirin. Şerefkendî dema bû *****ê partiya di axaftina xwe ya ewil de wusa got: “Di nav Îranekî demokratîk de ji Kurdistanê re muxtariyet.”

Di 1993’an de Dr. Şerefkendî dema hevdîtinek bi nimînerên sazûmanê re pêk dianiya li Berlînê di kafeyekî de hat kuştin. Kuştina wî jî wek ya Qasimlo faîlên wî nehatin diyarkirin. Di sala 1997’an de dadgeha Elman a li Berlînê xwermenda Îranê tawanbar kir. Wek tê zanîn ji alî vî dadgehê *****komarê Îranê Ayetullah Xumeynî jî hatiye îmakirin.

Piştê Şerefkendî, pêşengê PDK-Î Mistefa Hîcrî ye. Hîcrî, dijê siyaseta Şerefkendî, êrîşê hêzên xwermenda Îranê dike. Lê ji ber pêkanîna di demekî bêhêz de, vî êrîşê encamek erênî neanî. Îranê bi hêzên hewa yê giran êrîş kir. Di 1996’an, dema vî tevliheviyê de Hîcrî dev ji erka xwe berda, di dewsa wî de Ebdullah Hesenzade hat.

Hêza hejmarkî ya PDK-Î bi piranî di navbera qadên Urmiye, Mehabad û Merîvanê ye.


Rêxistina Netewî

Şêx Îzzeddîn Huseynî yê Sunnî-Misliman ê ji Mehabadê, ji sala 1979’an dijê azîneyên sazûmanê ji serhildana gel re pêşengiyê dike. Di sala 1983’an de ji alî hêzên xwermendê ve tê mişextkirin. Ev tevger, bi “Rêxistina Netewî” tê zanîn. Armanca wî ji bo Kurdên Îranê muxtarî ye. Pêşengê partiyê li Ewropa dijiya. Ji ber vî sedemê hin valahî derketin, di vî navberê de di 1988’an de ji alî Ehmed Muftîzade ve “Partiya Yekîtiya Îslamê” hat damezrandin. Ev partî bêdeng be jî hêj berdewam dike.

Kurdên Rojhilatê, di bin kargeriya van sazûmanan de mane:
-Sazûmanên Safevî û Kaçar
-Sazûmana Riza Şah
-Komara Mehabadê
-Muhammed Riza Şah
-Komara Îslamê

Wek tê zanîn di meha Gelawêjê de li bajarê Sinê, li fabrîqa caw ji ber ku heqdestê karkeran nehat dayîn, jibo protestoyê xwe pêşandanekî hat lidarxistin. Li fabrîqeya Zarbaft ku ji 200’î zêdetir karker dixebitiyan li ber mijûlgeha ewleyiyê karker civiyan û di 11.08.2008’an de vî rewşê protesto kirin. Diyar kirin ku bi mehan e heqdestê wan nehatiye dayîn. Di van demên dawî de li gellek fabrîqeyan de ev pirsgirêk û rewş wusa berdewam dike. Ji ber vî yekê li gellek febrîqeyan, ji alî karkeran ev protesto hatin berçav. Li febrîqeyên Haft-Tape, Kiyan, Xodro jî karker bi protestoyên karberdanê tên dîtin.

Li dû deklarasyona Derbeya Leşkerî ya 12 Îlonê wek tê bîra me, ewil li Amedê li pirê girtîgehên Tirkiyê li ser mirovên hatibûn girtin û binçavkirin ve gellek hovîtî hat nerîtandin. Çawa ku li Amedê ev zindan hebûn an Ebû Gureyba YDE hebû, di roja me de jî ev hovîtiya wan deman, li Rojhilatê Îranê tê pêkanîn. Li girtîgehên Kurd dîl in, îşkenceyên nayên hişê mirov tê sepandin. Wek tê zanîn di demên dawî de ewil dardakirin gellek îşkence û pirazeyên dijê mirovatiyê, li ser Kurdên li mafên xwe digerin, tê pêkanîn. Her kes dizane ku ev nerît ji ber ku Kurd in û ji ber ku ji bo mafê xwe dixebitin tên kirin. Bi vî awayê nasnameyê wan ê siyasî jî qet nayê pejirandin.

Destûr ji hin rêxistinên civakî re tune ku li van zindanan lêkolîn bikin. Kurdên di van zindanan de ne car caran vî rewşê bi xwarin berdanê protesto dikin, dixwazin mercên dijwar, sizayên dardakirinê û zordestiyên li ser Kurdan werin rakirin.

Endamê “Komela Parastina Girtiyê Îranê” Muhemmed Cewad Muzafer dibê ku; “…Xwendekar û aktîvîstên siyasî, tenê jibo rewşa heye û têde ne rexne kirine, tenê jibo ramanên xwe anîne ziman hatine girtin. Tevlî viya hebûna wan a siyasî nayê pejirandin. Di nav girtiyan de cudatî tê kirin. Li hin mirovan baş muamele têkirin, li yên siyasî zordestî tê kirin.” Dîsa diyar kir ku; “hin zarokên sizayê dardakirinê girtine ji bo înfazkirina wan, wan kirine zindanan û li hêviya mezinbûna wan in. Dema hinek mezin bibin wê wan darda bikin. Ev ‘mirina hêdî’ ye.”

Sazûmana Îranê, ji du rojnamevanê Kurd ê bi navê Ednan Hesenpûr û Ebdulwahîd Hîva Botîmar re sizayê dardakirinê da.

Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nasnakin (RSF) a navnetewî diyar kir ku, ev biryar divê pirr cidî were girtin.
Li gor parêzer Salih Nîkbaht; “Hesenpûr cihê avakirina leşekeriya Îranê ji ber ku rave kiribû ji ber ku bi Wezareta Karêderve yê DYE re têkilî pêk anîbû sûcdar hat dîtin.

Ji alî RSF ravekirinek nivîskiyê wusa hat kirin; “Em, şeş meh e li ser dosya mêrkujê Zehra Kazemî dixebitin û lihêviya ji nû de vekirina vî dosyê ne, dadgeh di çend hefteyan de mehkûmkirina Hesenpûr dipêjirîne. Dadgeha Îranê tim, alî îqtîdarê digre.”

Dîsa sazûmana Îranê bi îddîaya endamê rêxistina biçêkbûnê rojnamevan Yakûp Mîrnehat darde kir. Mîrnehad di Gulanê de hatibû girtin. Di 5’ê Gelawêjê de hat dardekirin. Li ser wî hatibû diyarkirin ku; Mîrnehat, endamê rêxistina bi navê Cundullah e. Mîrnehat ji sûcê “sûcên dijê ewleyiya netewî” hatibû dardekirin. Mîrnehat li Tahranê di rojnameyekî rojane de dixebitiya.

Bi kurtî Kurd tiştên hêvî dikirin di komara Îslamî de jî nedîtin. Komara Îslamî ya Îranê ji ber vî yekê hêviya gellek kesan şikand. Mafê Kurdan ên ji aferandina wî ji alî Rebbê Aleman hatiye dayîn ji alî ebdên Wî yên ku qaşo girêdayiyê Wî ne hatiye xesbkirin.

Şêx Îzzeddîn Huseynî di hevpeyvînek xwe de wusa dibê: “dû şoreşa Îslamî ya Îranê ez çûm ba Ayetûllah Xumeynî. Sozên ku hatibû dayîn ên di derbarê Kurdan de me xist bîra wî. Xummeynî min tehdît kir û bi rûyê min girt. Min jî bi rûyê wî girt û wî tehdît kir.”

Zozan YETİŞİR

No comments:

Post a Comment

  © Blogger template 'Minimalist H' by Ourblogtemplates.com 2008

Back to TOP