Friday, June 17, 2011

Ji Perçeyên Kurdistanê - I ‘Bakurê Kurdistanê’ / Zozan YETİŞİR

 Ji Perçeyên Kurdistanê - I ‘Bakurê Kurdistanê’ / Zozan YETİŞİR

Bakurê Kurdistanê ji beşa Kurdistanê yê herî mezin e ku dikevê nav sînorên dugela Tirkiyê.

Kurd di beriya destpêkirina dîrokê pê ve, bi lêgerînên zanistiyê niha, li Asyayê pêş jiyane û gelên herî kevn ê ji yekem in. Li Rojhilata Navîn bi hezar salan berê Kurd wek niştecih jiyane. Erdnîgariya li ser dijîn Kurdistan, qadek qasê 800.000 km² cih digre.


Sumer jibo Kurdan gotiye: ‘Karda, Kurtî û Gutî’. Babil gotiye: ‘Garda û Karda’. Asûr gotiye; ‘Qurti û Gutî’, Grek; ‘Kardûkh û Gordûkh’, Ermenî; ‘Kortûkh û Gortaî’, Pers; ‘Gurd an Kurd’, Suryanî; ‘Kardû û Kurdaye’, Kurdaye, Aramaîk û Nestûrî; ‘Kadû’, Ereb; ‘Kurd’, Ewrûpaî jî ji piştê zayînê di sedsala 7. pê de gotine ‘Kurd’. Wek etîmolojîk dema tê lêkolînkirin fam dibe ku ev kalikên Kurdan in.

Gelê Kurd li Mezopotamyayê xwedî şarezayiyekî mezin e. Di dîroka beriya zayînê de li Mezopotamyayê gellek ezbetên Kurd hatine tespîtkirin. Zimanê gel dikeve nav koma zimanê Hind-Ewropa. Dugelên bi nave wek; Kurtî, Gutî, Subarû, Lûlû, Kusî, Qasîd, Mîtanî, Med, Mannaî, Urartu, Karduk, Merwanî, Şeddadî û hwd. hemî Kurd in. Sûdên girîng dane şarezatiya Rojhilata Navîn û ya mirovatiyê. Dugelên serxwebûn ê Kurdan pêk anîne ev in: Dugela Lûlû, Dugela Gutî, Kassî, Dugela Hûrî, Dugela Kardûnî, Dugela Mîtanî, Konfederasyona Naîrî, Konfederasyona Urartu, Keyîtiya Mannaî, Keyitiya Elam, Dugela Şeddadî, Dugela Kurd Hasnevî, Dugela Kurd Merwanî, Împeratoriya Med, Dugela Hemdanî, Dugela Eyyûbî, Dugela Hasanweyh, Dugela Buweyhiyan, Dugela Kurd Alamût, Dugela Gor, Komara Mehabad a Kurd.

Gel di bin serweriya van dugelan de maye:
Pers (B.Z. 550-530)-Selefkos (B.Z. 323)-Selefkos- Part (B.Z. 247-100)-Part-Roma (0- 224)-Roma-Sasanî (224-637)-Ereb (637-1000)-Xanedaniyên Kurd (1000-1200)-Selçuk (1117-1200)-Harzem (1220)-Moxolî (1257)-Karakoyunî (1405)-Akkoyunî (1468)-Safewî (1507)-Osmanî-Safewî (1514-1729)-Osmanî-Îran (1729-1923)-TC -Îraq-Sûriye-Îran-Rûsya (1923 piştê Lozanê)

Di demên sedsalên 7 û 8.’an de dema vegirtinên Îslamê yên ji herêmên alî bakur, başûr, Îran û Anatoliyê re pêk hatin, misliman rûqalê Kurdên serwerê Mezopotamya Bakur û tejaneya jorê Dîclê ne tên. Kurd di vî demê de Îslamê dipejirînin.

Ji sedsala 11.’ê pê ve bi koçên Moxol û Tirkan bandorek mezin li ser gelê Kurd pêk tê û sînorên erdnîgariya Kurd jî teng dibe.

Piştê sedsalên 9 û 16.’an de axên rojavayê Kurdan; Pontûs, Kapadokya, Kommagene Kîlîkya, ji alî Yewnanên Bîzansî, Aramiyên Sûriyeyî, Tirkmen û Tirkan hat bidestxistin.

Ji dîroka sedsala 17. de di nav dugelên Osmanî û Îran de hatiye parvekirin. Di serê sedsala yekemîn de piştê belavbûna Împeratoriya Osmanî, ji Balkanan heta Erebîstanê gellek dugelên netewî yên Kurd hatin damezirandin. Gelê Kurd di van deman de negihîşt azadiya xwe. Di sala 1923’an de bi Peymana Lozanê, emperyalîst û kedxwaran li gor berjewendiyên xwe Kurdistanê kirin pênc perçe, di nav Tirkiye, Îraq, Îran, Sûriye û Rûsya de parve kirin. Ev parvekirina piştê Cenga Cîhana 1. pêk hatibû, gellek girîng e û bêmafiyek dîrokî ye. Di welat de pêşveçûna mafên mirovî piştê vî peymanê hatiye sekinandin. Di ware erdnîgarî, civakî û aborî de, di warê ziman û çand de pêşveçûnê daye sekinandin.

Di sedsala 17.’ê de erdnîgara Kurdistanê, piştê cengên Osmanî û Safewiyan di sala 1639’an de, di nav van her du yan de hat parvekirin. Sînorên Bakurê Kurdistanê ku Osmaniyan bidest xistibû di bin serweriya xwe, li devera Sêwazê ji Behrasor heta Erdehanê, ber sînorê Sowyet, Erzîncan û Erzeromê vedigre. Li bakurê rojava devera Koçgîrî (Sûşehrî, Îmranli, Hafîk, Zara, Dîvrîxî, Kangal û Koçhîsar) vedigre û digihîje Sêwazê. Ji Qeyserî Sariz û Pinarbaşiyê digre nav xwe, ji alî başûr Mereşê vedigre. Ji deverê Antakyayê, digihîje Çiyayê Kurd Helep a ku di nav sînorê Sûriyê de ye û li alî rojavayê bakur e.

Sînorên Kurdistanê yê başûr jî; devera Çiyayê Kurd, Dîlok û Kîlîsê, herêma Kebanî de vedigre digihîje Çemê Dîclê. Ji alî rojhilata başûr Zaxo, herêma Sîncar, Mûsûl, Hêwlêr, Suleymaniye û Kerkûkê vedigre. Ji rojhilata Bexdayê digihîje Xanekîn û Mendeliyê û ji wir ji Safewiyê digihîje Lûrîstanê.

 Li bakur ji sînorê rojhilat, rojhilatê Agiriyê ji devera Makûyê destpê dike digihîje başûr. Ji Bakur Kotûrû, rojhilatê Gola Urmiyê vedigre û Mehabat, paytexta herêma Erdelanê, Sinê û Bokan, Sakiz, Bane, Serdeşt, Merivan û Hawramanê û li hinek pêş de jî başûr Kîrmenşah û Lûrîstanê vedigre. Di nexşên dîrokî de ji vir derbasê Ehwazê dibe û digihîje kendava Besrayê.

Kurdistana Bakur, li rojava ji deverên Mereş û Koçgirî li rojhilat heta Gola Ûrmiyê qasê 800 km qad vedigre. Kurdistana Başûr, di nav Mûsil û Bîjar de 400 km. ye. Li alî Başûr-Bakur jî ji deverên Qers an jî Erzeromê heta Qesra Şêrînê qasê 1200 km. ye.

L. Rabbaut, wusa dibê;
“Li ber çave min, herî cidî li lêgerînên herî dawî, Nexşeyek Kurdistanê ya nijadî heye. Li wê sînorê vî welatê ji aliyekî digihîje Deryaya Sipî, ji alîyê din jî Kendava Besrayê û li rojhilat Huzîstanê. Wek tê dîtin aqarê Kurdistanê digihîje qasê 530.000 km² yî, welatek fireh e.”

Kurd; li gor qalkirina Yewnan û dîroknasên din ên rojavayî bi Medan re weknijad in, Med kalikên wan in. Welatê Med, wek erdnîgarî bi nave Mezopotamya tê binavkirin, li Bakurê wî Çiyayê Agirî û ji rojavayê Gola Ûrmiye destpê dike, ji çiyayên Zagros heta sînorên Mezopotamyayê ye û Çêmên Dîcle û Feratê vedigre. Med wek ramyarî dîtina wan ya di dîrokê de digihîje 3000 sal berê yanî digihîje beriya zayînê salên 1000’î. Gelê Med ku di demên di bin serweriya Asûran de dijiyan, beriya zayînê di salên 700’î pê de dijberê vî birêvebirina sitemkar, têdikoşin. Bi piştgiriya gel ev Împeratoriya Asûran xera dike û beriya zayînê di sala 612’an de împeratoriya Medan damezirînin. Heta dema dagirkirina Îskenderê mezin, Med bi Persan re serweriyek hevpar in. Piştê vî demê, ewil di bin serweriya Makedonyayê de, di salên 30 û 476’an de jî di bin serweriya Împeratoriya Roma Rojhilat de hebûna xwe bi teşeya eşîrên federatîf derbas dikirin.

Bi taybetî di Dema Navîn de ku êdî Îslam li Rojhilata Navîn serwer e, Kurd mislimaniyê dipêjirînin û bi rêz di bin serweriya Îran, Emewî, Ebbasiyan de dimînin. Di hemi van deman de Kurd xwedî birêvebirinekî otonom in. Piştê wî jî dema begîtiyê tê ku di sedsalên 10. û 11.’an de dugelên wek Merwanî û Şeddadî damezrandine.

Di dema Osmanî û Selçûkiyan de serwerên Kurd bi bernavên wek Mîrîtî, Begîtî tên ber çav. Padîşahên Osmaniyan wek Selçûkî, Yawuz Selîm, Kanûnî Suleyman bi Kurdan re peymanan pêk anîne û li gor van peymanan Begên Kurd; wê di cengan de li gor fermanên van padîşahan wê tevbigerin û ji cengan xenîmetên werin bidestxistin wê ew jî sûd bigrin.

Rewşa Kurdan a bi birêvebirina otonomî heta sedsala 19. berdewam dike. Heta vî demê jî di axên xwe de şiyandar in. Di vî demê de Kurd di hemi karên xwe yên di birêvebirinê de serbixwe ne, lê dîsa jî girêdayê dugela Osmanî ne.

DEWLEMENDÎ

Li gor jêmayên arkeolojîk werze li çiyayên Kurd nêzikê 12000 sal berê herêmên hatine îcatkirin in. Bi vî aliyê xwe Kurdistan, gellek zad û ajalê kedîkirî ji demên berê de hebûna wan tê dîtin. Mînakên ewilê zad ji beriya zayînê ji 9 hezarî pê de; ji alî genim, ceh, çewder, xamkêsan, polik, nîsk, nefel û tirî dewlemend e.
Ajalên yekemê kedîkirî wek bizin, mih û kûçik jêmayên wanên arkeolojîk li Amedê hatiye dîtin. Jêma nîşan didin ku werze ewil li Kurdistanê hatiye damezirandin.

Şarezatiya Kurdistanê, tevlî lajwerdî, cûmkerî, çanax, sihûn, di qadên mîmarî, bajarvanî, nivîs û qeydkirinê de nûvedanan pêk anîne û di warê teknolojiyê de bingehên pêşveçûnê anîne hole.

Ambûrînên sifirên hatine dozkirin, beriya zayînê 5000 berê pê de hene. Jêmayên li Amedê Çayonuyê hatine dîtin; kevirê heste, ambûrînên ji cam, ambûrînên ji pêxistina kevir, dîtinên hestiyên bi nexşandî, peykerên di teşeya ajalên dirûvê mirov de, kevira sifir û perçeyên ji sifir biteşekirî, kaseyên ji kevir, bazin, moriyan û mix hatine dîtin.

Tevlî vana ambûrînên wek derziyan û lewheyan hatine dîtin. Piştê xebatên kolanên bisînor de ji hinek jêmayan encam wusa ye. Lê li dû xebatên bêsînorê berfireh de bê guman wê herî zêdeyê vana werin dîtin.
Kurdistan ji alî jêderkên rûerd û binerd de jî xwedî axên dewlemend ê di dinê de herî mezin e. Wek tê zanîn van axên biadan, tevlî kedîkirin û teknolojiyên endustriyel, di ware teherên hilberîna xwarinê, neft, lajwerdî, av, werze, ajalvanî de cihê pêşveçûn a yekem e. Li Kurdistana Bakur herêm bi herêm dewlemendiyên lajwerdî û neftê wusa ne:

Neft:
Nefta ji Bakurê Kurdistanê tê derxistin, nêzikê 45 milyar warîl e. Ji bajarê Amed, Semsûr, herî pirr jî neft li bajarê Êlihê ye. Tirkiye pêwistiya xwe ya neftê ji bajarê Êlih, Semsûr, Amed, Nûsaybîn, Şirnex, Silopî, Sêrt, Mêrdîn û Rihayê bidest dixe.


Lajwerdî:
Krom: Xarpût, Edene, Dêrsim
Gule û Zîv: Xarpût, Keban
Demir: Sêwaz, Meletî, Amed
Lînyît: Mereş, Erzerom, Semsûr
Sifir: Erganî, Xarpût, Sêrt
Komir: Erzerom, Mereş, Şirnaq, Wan, Dêrsim, Çewlik, Amed, Hezro
Manganez: Dîlok, Erzîncan
Fosfat: Mêrdîn, Kîlîs, Riha, Amed, Dîlok

Av:
Avên ji Bakurê Kurdistanê peyda dibin Dîcle û Ferat in. Tirkiye ji van avan sûd digre. Bi taybetî jibo avdan û vejena elektrikê vana jibo Tirkiyê bûne derfetên mezin. Wek em dizanin li ser Çemên Dîcle û Ferat bendavan damezirandiye û dixwaze gellek bendavan jî damezirîne.

Werze:
Kurdistana Bakur bi bajarê Amed, Riha, Mêrdîn û Cizîrê ji alî zadên wek genim, ceh, nîsk û garis de, ji alî titûn û ji alî meywe; zebeş, petêx û ji alî zebzeyan dewlemend e. Bi taybetî Xarpût, Meletî, Dîlok, Amed û Riha; ji alî rez, Dêrsim; ji alî hermî û gûz, Xarpût; ji alî tû, Meletî; ji alî arûng û mişmiş, devera Sincar; ji alî hêjîr, Dîlok; ji alî fistêq û zeytûn, Riha, Sêrt û Bêdlîs jî ji alî biyokê dewlemend in.

Ajalvanî:
Ji dîrokên berê pê de, axên Kurdistanê bi mêrgên xwe yên fireh bûye herêma ajalvaniyê. Goşt, rûnê nivîşk û penîr gellek zêde ye li van axan. Dêrsim, Qers, Wan û Agirî ji alî penîr navdar in. Ajalên mîh û bizin zêde ne û dervefiroşiya goştê wan tê kirin.

Her çiqas dewlemendiyên Kurdistanê bixwe bûne sedema beşkirina wî jî mixabin gelê Kurd di nav dewlemendiyê de her tim xizaniyê kişandiye, jiyanekî bi hejar jiyaye.

Gelhe:
Kurd bi piranî li çiyayên Toros û Zagros ku hevdigre de, Mezopotamyayê jî digre nav xwe û li rojhilatê başûr û li rojhilatê Tirkiyê, bakurê Îraqê, li Îranê, li Azerbeycana rojava (Zengîlan, Laçîn, Kûbadlî, Kelbecer) Kîrmenşah û li navçeyê Lorîstanê dijîn. Bi taybetî li tevahî erdnîgara xwe, bi giştî pirê wan jî li her derê wek welatên Ewropa belav bûne.

Li Tirkiyê biteşeyekî bîrdar jimartina gelhe nehatine çêkirin. Gellek mişextkirin pêk hatine. Gellek mirov hatine kuştin. Li Bakurê Kurdistanê wek em dizanin piştê her serîhildanê mirov hatine kuştin, dardakirin û mişextkirin. Jixwe dugela Tirk bi taybetî hejmara gelheya Kurd qet nexwestiye bide zanîn. Lê wek tê zenkirin gelheya gelê Kurd ji 50 milyonê zêdetir e.

Kurdên di nav sînorên Tirkiyê de dijîn, ji Bakurê Kurdistanê mişextê navçeyên Tirkiyê bûnê. Di dema Osmaniyan de Konya, Enqere, Kirşehîr û Aksaray û li gundên Anatoliya navîn hatine mişextkirin. Di dema Komara Tirkiyê de koçê Stenbol, Îzmîr, Enqere, Edene, Mersîn, Samsûn, Tokat, Amasya, Artwîn, Bûrsa û welatên Ewropa bûne. Ji ber vî yekê gelheya Kurdan li Anatolî û li Ewrûpa gellek zêde ye. Li Bakurê Kurdistanê Tirkiye di jimartina gelhe de Kurd û Tirkan wek hevwelat dihesibîne, ji ber vî yekê gelheya gelê Kurd ku beşek mezin di gelheya fermî ya Tirkan pêk tîne tê veşartin. Wekê din di encama zewacan de jî jibo gelhe tevliheviyek pêk hatiye.

Kurdistan, piştê dîroka 1639’an bi peymana Qesra Şêrîn, bûye du beş, piştê 1923’ân bi Peymana Lozanê jî bûye pênc perçe. Li gor îstatîstîkên kevn rawêjî jibo gelheya gelê Kurdên Bakurê Kurdistanê ji 30 milyonê zêdetir e. Lê tenê jibo Bakurê Kurdistanê mirov biramîne ev hejmar bê guman hindik e û ji vî hejmarê gellek zêdetir e. Lewra jibo gelê Kurd tu car mercên serbixwe yê hejmartina gelhe nehatiye dayîn.

BAJARÊN BAKURÊ KURDISTANÊ:

Amed, Dîlok, Erzingan, Erzirom, Erzerom, Bedlîs, Agirî, Cizîr, Çolemêrg, Dêrsim, Mûş, Mereş, Ixdir, Meletî, Xarpût, Mêrdîn, Midyat, Qers, Riha, Semsûr, Sêrt, Wan, Çewlik, Sêwaz, Êlih û Şirnex. Weka din Amed, paytexta dilê hemî Kurdên cîhanê ye.

RÛERD
Kurdistan ku welatek çiyayî ye, dema ji bakurê Kurdistanê tê temaşekirin, çiyayên Toros ên Başûrê Kurdistanê, ji bajarê Mereşê destpê dikin heta Çolemêrgê diçin. Çiyayên Zagrosan ji vir û pê ve xuya dikin. Li çiyayan zozan û warên gellek bilind hene. Çiya gellek bilind in û bilindiya hinekan digihîje 4000 m. yê.
Em dikarin wusa bibêjin ku Toros ji alî Avhewa, Bakur û Başûrê Kurdistanê ji hev diqetîne.

Li başûrê Torosan, bi deşt û berî ye. Vî herêmê ji Dîlok û Rihayê heta Siwerekê pirê cihan rûerd bi girik e. Ji Siwêrekê pê ve çiyayê Qerejdaxê destpê dike û ew jî digihîje çiyayê Mazî û Mêrdînê. Qerejdax di nav deşta Riha û Amedê de bi serê xwe ye. Bilindiya wî 1938 m. ye. Di çiyayê Mazî de jî, hinek girikên agirpij hene. Li herêma Botan çiyayê Cudî heye. Rêza van çiyayan gellek asê û bilind in. Rêza van çiyayan wusa ber bi Başûr û Rojhilatê Kurdistanê diçin. Çûndin û hatin di vî herêmê de gellek zehmet e.

Li rojava deşta Dîlokê, li dorhêla Amedê jî, deşta Gewran û ya Amedê hene. Deşta Gewranê wek herêm di navbera Erxenî û Qerejdaxê de ye. Berfirehiya deşta Gewran 15.000 hektar e.

Bi Çemê Dîclê jî deşta Amedê dibe du cih. Ev deşt ji çêrîna ajalan re gellek baş e. Bi taybetî axa li rojhilatê Dîclê ji çandinê re gellek bi ber e. Deşta Amedê jî 40.000 hektar fireh e.

Li Rihayê jî deşta Heranê heye. Heran ji aliyê dan navdar e. Di vî qadê de jî rûerdê Kurdistanê dewlemend in. Her wekê vî deştê wek embarên zad in.

Ji başûr bajarên Mereş û Semsûrê, ji bakur jî, bajarê Sêwazê heta Qers û Agiriyê hemî çiya, zozan, gelî û di nav wan de navrast û deşt li bakurê Torosan in. Pirê çiya ber bi alî rojava û rojhilat ve hevyek in. Ev rewş ji çûndin û hatinê re mercekî hêsan pêk aniye. Bilindiya çiyayan 3000 m. ne. Çiyayên Munzur, Dêrsim, Mûrad, Keşîş, Pelandokan û Tendûrikê ji rojava ber bi rojhilat ve rêzkirî ne. Nêzîkê Gola Wanê jî çiyayên Sîpan, Xelat, Nemrût û alî rojhilat ve jî, Agirîyên Mezin û Biçûk hene. Wekê din, Qerejdax, Agirî, Sîpan, Nemrûd û Tendûrik agirpijên vemirî ne.

Ji bajarê Çolemêrgê heta Qers, Erzerom, Çewlik, Xarpût, Dêrsim û Agirî zozanên mezin hene. Çewlik bi Zozanê Şerefdînê yê bi nav û deng bidorhêl e.

 Agiriyê Mezin ku çiyayê Kurdistanê yê herî bilind e, bilindiya wî 5165 metre ye. Ji bilindiya wî her tim havîn jî were serê wî bi berf û mij e.

AVHEWA
Ji ber ku li bakurê Torosan rûerd pirr bilind e, piraniya rûerd çiya û zozan in. Ji ber vî yekê ye ku Kurd ji vî herêmê re dibêjin Serhed. Li herêma Serhedê havîn kin e. Pîleya germê li zozan û çiyayên herêmê 25-30 e. Biharan li vir hewa nerm û bi baran e, zivistanan jî gellek sar e. Cihên wek Erzerom û qersê heta 24-30 pîle dikeve binê sifirê. Ji alî sarbûnê de Erzerom û Qers, bajarên Kurdistanê yên herî bilind û sar in. Bi mehan berf li erdê dimîne û pirê caran rê tên girtin.

Zivistanan herî pirr li herêmên çiya û bilind wek mînak; Wan, Şirneq, Sêrt, Çolemêrg, Mûş, Agirî, Erzerom û li Qersê berf gellek dibare. Piştê barîna berfê ji çiyayan aşît tên xwarê û carna mirov di bin aşîtan de dimînin.

Li herêmên bajarên Xarpût, Meletî, Semsûr û Mereşê ku ev li rojava ne, rûerda wan ew qas ne bilind e. Çiya û girik hebin jî rûerd rast e. Baran li van herêman zêde dibarê û germ e.

Ji ber ku rêza Torosan li vir e, ji başûr an ji deşta Suriyê ba û hewaya germ ber bi bakurê Kurdistanê ve naçe. Ji ber vî yekê ye, havîn li herêma başûrê Torosan gellek germ û zuwa derbas dibe.

Bi taybetî li bajarên Amed, Dîlok, Riha û Mêrdînê havîn gellek bi germahî derbas dibin. Li siyê germahî digihîje pîleya 40–45’î. Tevlî derbasbûna havîn, zivistana wî jî her çiqas berf kêm be jî gellek hişk derbas dibe. Ji ber ku Kurdistan welatekî çiyayî ye û rewabûna avhewa û cihê wî heye, li herêman mercên dar û daristanan derxistiye holê. Wek tê zanîn ewil li herêmên bakur bi daristan dorhêl in. Lê li ser xwezaya bakurê Kurdistanê sazûman rûxandinekî mezin pêk aniye ku bi sedema terorê an jî teror û terorparêzê wek sedem nîşan daye û gellek caran zerar daye vî xwezayê, daristanên hezar salan şewitandiye.


Azineyên Li Ser Kurdên Kurdistana Bakur


Azineyên di warê helandin û tunekirina li ser Kurdên Bakurê Kurdistanê yê ji alî dugelên Osmanî û sazûmana Komara Tirk hatiye pêkanîn ku hêj jî pêk tê, bi rastî jî bi nivîsekî kurt ne tên jimartin ne jî tên ravekirin. Lewra azineyên bêhejmar li ser gelê Kurd ji alî van dugelan di dîrokê de cih girtiye. Ev rûreşiya mezin a dugelan, jibo gelê Kurd wendabûnên mezin pêk aniye. Di dema Osmaniyan, piştê salên dugelên otonomiyên gelê Kurd, bi taybetî jî piştê sala 1639 û 1923’an, salên herî dijwar dijîn.

Bi giştî di sedsala 20. de ku nexşe hatin guherîn pê de li Rojhilata Navîn jî guherîn pêk hatin, tenê li Rojhilata Navîn 28 welat hatin damezrandin. Kurd dijî bêmafiyên ji xwe re jibo serxwebûna xwe, em dikarin bibêjin ku wek li her perçê Kurdistanê serhildanên Kurdan pêk hatin, tenê li perçê Bakurê Kurdistanê gellek caran bi vî awayê serî hildan.

Di sere sedsala 20. de ku êdî gellek netew serxwebûna xwe bidest xistiye û Împeratoriya Osmanî di dema belavbûnê de ye bi ev tengezarî û tirsa xwe Osmanî dixwaze birêvebirinekî serbixwe pêk bîne. Ji ber vî yekê li ser Kurdan gellek zordestî pêk tîne û di vî demê de desthilatiya begên Kurdan radike û di dewsa van birêvebirinan de jibo ji dugela nêvend re wek girêdayî pêk were, ji Kurdan parêzger, qazî û karmendan çêdike û jibo Kurdan bêşdayînê diyar dike. Ev azîneyek jibo navendbûn û bihêzbûna dugel e.

Lê Kurd vî rewşê napêjirînin, lewra dizanin van guherînan jibo çi pêk tên. Ji ber vî yekê dawiya sedsala 19.de ku êdî tevlî van pêşveçûnên neyînî Tirkîtî bi teşeyekî tîr tê pêşxistin. Di vî demê de ji van azîneyên Osmaniyan, serhildanên wek; Ebdurrehman Paşa, Bedirxan Beg, Mîr Muhemmed, Yezdanşêr, Şex Ubeydûllah Nehrî pêk tên û di vî pêvajoyê de gellek mirov tên kuştin, mişextîkirin an jî dardakirin û birîndarkirin… Her wusa mînakê polîtîkayên dugela Osmanîyan yê jibo gellê Kurd; di sala 1891’an de ji saziyên helandinê, Dibistanên Eşîr û dîsa saziyên jibo tunekirin û mêtiniya gellê Kurd; di sala 1892’an de alayên wek bi nave Alayên Hemîdîye hatine bi navkirin, hatine sazkirin. Di vî pêvajoyê de rewşenbîrên Kurd gellek kovar û rojnameyên jibo hişyarbûn û bîrdarkirina gel, weşandine. Bi taybetî dugela Osmanî li ser Kurdan ji sedsala 17. pê de polîtîkayan pêk aniye.

Di dema Tirkiyê de jî ev rewş zêdetir berdewam dike. Di 29’ê Cotmeha sala 1923’an de, Komara Tirkiyê û serokkomariya M. Kemal hat danebihîz. Piştê damezrandina ev dugel gellek nêrîtên bêmaf jibo Kurdan hat pêkanîn. Di vî pêvajoyê de gelê Kurdên Bakurê Kurdistan zilm û zordestiyek herî giran dîtin. Jibo van sepandinan gelê Kurd di van salan de wusa berpêyî nîşandabûn:

-Di 28 Hezîrana sala 1925’an de - Serhildana Şex Seîd
-Piştê du mehan bi zagona Takrîrî Sukûn, serhildanên Reşkotan û Ramanê.
-Ji ew sal heta sala 1927’an de serhildanên Sasonê.
-Di sala 1926’an serhildana Hezro
-Di sala 1927’an de serhildanana Agiriya yekemîn û Koçûşaxiyê destpê kir.
-Piştê salek li Mutkiyê serhildanek pêk hat.
-Di sala 1927’an de serhildana Agirî ya duwemîn û ya Bîcar destpê kir.
-Di sala 1929’an de serhildana Tendurekê pêk hat.
-Di sala 1930’an de Zîlan, Oremar, serhildana Agiriya 3. û serhildana Pulumurê li du hev destpê kir. Li geliya Zîlanê mirovên hatin civandin ku di navbera wan de jin, zarok û extiyar hebûn hemî hatin kuştin.
-Di sala 1937’an de serhildana Dêrsimê pêk hat, di sala 1938’an hat bisergirtin.

Tevlî van serhildanên Kurd, bîlançoya jan, kuştin û xerakirinê nayê jimartin… Di navber de jî dugela Tirk saziyên jibo helandinê car caran nû kiriye. Hêj jî bi ev birûbawerî ber bi nêzê gelê Kurd tê… m


Çavkanî:
- Türkiye Cumhuriyeti'nde Ayaklanmalar "1924-38", Emekli Kurmay Albay Reşat Hallı, Genelkurmay Harp Tarihi Başkanlığı Yayını
- Kovara Mizgîn hejmar 39, Tarihtekî Kürt devletleri/ Gülcan Bahtiyar
- Kovara Mizgîn hejmar 41, Kürdistan’ın Ekonomik Zenginlikleri/ Ammar Okur
- Bir el kitabı Kürtler/ Mehrdad R. Izady
Kürtler/ Kemal Burkay




Ji Perçeyên Kurdistanê - I ‘Bakurê Kurdistanê’ / Zozan YETİŞİR

No comments:

Post a Comment

  © Blogger template 'Minimalist H' by Ourblogtemplates.com 2008

Back to TOP