Ji Perçeyên Kurdistanê-2: ‘Başûrê Kurdistanê
Gelê Kurd li cîhanê netewa herî mezin a bêdugel e. Kurd îro li Asyaya navîn li Qazaxistan, Qirxizistanê, Uzbekistanê, li Pakistan, Efxanistan û Hindistanê, li Qefqasan li Gurcistan, Ermenistan, Nûhciwan û Azerbeycanê, li rojhilata navîn li Filistîn, Lubnan, Urdûn û Misirê û li ser axa xwe li Tirkiye, Îraq, Îran û Sûriyê dijîn.
Her wusa bi gelemperî niha li gellek welatên Ewropa, li parzemîna Emerîka û Awusturalyayê belavbûne. Sedemên vana bi piranî zilm û zorên 80-85 salên dawî ne.
Bi taybetî li Kurdistana Başûr di navbera salên 1920-1990’ê de gellek bûyerên girîng pêk hatine. Emê di vir de hin bûyerên girîng bi kurtî raxin ber çavan. Lewra her bûyerek dibe mijara pirtûkekî. *****ê Komara Îraqê yê îroyîn Celal Telebanî di derheqê dîrokê de û di Dîroka Başûr de wusa dibê:
''Hin rastiyan divê em ji gel re qal bikin. Lewra rastiyên aîdê paşerojê nayê zanîn an tê jibîrkirin. Nifşa nû rastiyan nizane, nexwendine. Ne di dibistanan de (van rastiyan) xwendine, ne jî ew bixwe hîn bûne, ji ber vî yekê nizanin Îraq çawa hatiye damezrandin.”
Dugela Îraqê di salên 1915-18’an de ji alî bidestxistina Brîtanyayê ya Mezopotamyayê hatiye holê. Herêmên Kurd ên di bin serdestiya sazûmana Îraqê de hatibûn pejirîn dawiya mehên Cenga 1. ji alî Kurdan hatin bidestxistin. Musil jî çend roj piştê morkirina Çekdanîna Mondrosê di 30’ê Kewçêra sala 1918’an de hat dagirkirin. Ev dagirkirina ji alî Îngilîzan pêk hat, desthilatiya wî ji alî Kurdan tê pejirandin. Lewra ew dem ku piştê cengê ye û herêmên Kurd ên Başûr di bin xelayekî giran de ne û yekîneyên Îngilîzan bi vegirtî dest bi bizaviyên alîkariyekî kirine; eşîrên di bin venêrîna Îngilîzan de nebin jî dawiyê ji ber van mercan serweriya Îngilîzan dipejirînin. Brîtanya di 1’ê Kanûna sala 1918’an de tevlî Şêx Mehmûd Berzenciyê ji navdarên Silêmaniyê bi 60 *****ên Kurd re peymanekî îmze dike. Di vî peymanê de bi kurtî ev bend hebûn:
Armanca Brîtanyayê jibo xelasbûna gelên rojhilat û serxwebûna wan, alîkariya wan kirin bû…
Wek nimînerên Kurdistanê 60 *****ê Kurd bi daxwaza girêdayiya Îraqê û alîkariya Îngilîzan xwestibûn.
Ger Îngilîz parastina wan û alîkariya jibo wan bipejirînin, wê Kurd jî li gor Îngilîzan tevbigerin.
Brîtanya wî demê Şêx Mehmûd Berzencî kiribû parêzgerê Silêmaniyê. Îngilistan ewil her çiqas avahiya tevahiya Kurdistanê biramîne jî piştê du mehan dev ji vî ramîna xwe ber dide. Lewra berjewendiyên li ser aboriya Mezopotamyayê daxwaza bihevrekirina herêmên Kurdistanê li paş dihîşt.
Li Kurdistanê wî demê pêşengê bibandor Şêx Mehmûd Berzencî ye. Bi armanca Berzencî ya serxwebûnê di Gulana sala 1919’an de serhildanek pêk tê. Piştê vî serhildanê Berzencî tê mişextkirin. Gellek *****ên Kurd dawiya mişextkirina Berzencî jî vî serhildanê didomînin. Brîtanya, gundan bi balafiran ji hewa ****e dike, ev nêrît dibe sedema mirina gellek mirovên bêsûc.
Brîtanya di heman demê de dixwaze jibo Tirkên bi armanca desthilatiya wî ya Başûrê Kurdistanê bidawî bikin re asteng deyne. Di salên 1921-32’an de Brîtanya sehêta xwe ya li ser axên Kurdan wenda dike. Jibo Brîtanyayê Kurdistana Başûr xwedî girîngiyekî stratejîk e. Brîtanya berjewendiya xwe di yekbûna Kurdên Kurdistana Bakur û yên Başûr de dibîne. Ji ber vî yekê ye ku ev ramana wî wek bingeh di peymana Sevrê de xwe nîşan dide.
Kurdistana Başûr ji ber vî sedema stratejîk dahîlê Îraqê bibû. Lê sedema wî ya rast di sala 1920’an de pêkhatina serhildana Eşîra Firatê bû. Piştê vî serhildanê Îngilîz jibo bergiriya bûyerên zêdeyê Kurd, li Îraqê destûra xwermendekî didin. Di sala 1926’an de ku li Musilê lihevnehatî heye, Brîtanya jibo Kurdistana Başûr mafê otonomiyê nayne rojevê. Lewra bi otonombûnê dizane ku wê Kurdên Bakur jî hişyar bibin û di nav Tirkiyê de wê bibe sedema tevliheviyekî. Ji ber vî yekê ne otonomî, Kurdî axaftin jî nayê pejirandin. Brîtanya ji ber xatirê Tirkiyê vî rewşê pêk tîne. Ji ber vî yekê di sala 1930’an de bi peymana Anglo-Îraqê ev rewş tê holê. Yanî bi vî peymanê Kurd otonomiyê bidest naxin.
Bi taybetî piştê vî bûyerê, di sala 1930’an de li Başûr komek rewşenbîr derdikevin. Di dawiya serhildana Berzencî de sazûman bi Barzaniyan re dikevin nav têkoşînê. Li ser vî yekê sazûman Malbata Barzanî mişext dike. Wî demê *****ê malbatê birayê Mele Mistefa yê Mezin Şêx Ehmed Barzanî bû. Mele Mistefa Barzanî bi hêzekî mezin vedigere, di sala 1943’an de serî hildide. Dû re derbasê Mehabadê dibe û di avakirina Komara Mehabadê de cih digre.
Di sala 1958’an de, di dema sazûmana Ebdulkerîm Qasim de, dîsa bi banga Qasim, Barzanî ji Sovyetê dizivire Kurdistanê. Ev bang di nav gel de dibe sedema tengezariyê. Lewra piştê Komara Mehabadê, destûr dabûn Partiya Demokrata Kurdistana Îraqê. Ebudlkerîm Qasim demekî destûr dide serbestiya bizavên Partiya Barzanî. Barzanî jî li Musil bi cih dike.
Di sala 1961’an de bêewleyî di nav wan de derdikeve û Barzanî têkoşînekî bêhempa hember sazûmana Îraqê dide destpêkirin. Di sala 1963’an de dema sazûmana Qasim ket vî pêşveçûnê Barzaniyan bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Lê di demekî kurt de fam kirin ku ev sazûmana nû jî mafên Kurdan naparêze. Carek din jî ceng destpê kir. Di vî demê de cudatî di nav Mele Mistefa Barzanî û Îbrahîm Ehmed û zavê wî yê ciwan Celal Telebanî de derdikeve. Di nav herduyan de şer û cudatiyekî wusa bûye sedema cudatiya Kurdên dora wan jî. Dawiya vî şerê de Barzaniyan wan mişext kir. Di nav Barzanî û Telabaniyan de gellek caran şer derket.
Kurd û Sazûmana BEAS
Di sala 1968’an de sazûmana Beas bû serdest. Di azîneya Beas ya jibo Kurdan de ewil bi wan re peymanî heye. Sazûmana Beas pêşî Telebanî ji partiya xwe re hin nêztir dibîne. Lê dawiyê di sala 1970’an de Seddam bi Mele Mistefa Barzanî re peymanekî îmze dike.
Di vî peymanê de bingehên otonomiyê hene.
Beriya Dugelê
Beriya avakirina dugela Federe ya Kurdistanê, di dîroka Kurdistanê de bi navê Medya, Împeretoriyek, pişt re Medan bi sedsalan di bin navê Persî de Împeretoriya Medan saz kiriye. Piştê rûxandina vî dugelê jî di dîrokê de dugela Kardûkan ya Kurda tê berçav. Di vî heyamê de sînorên dugel gellek fireh e. Wek mînak; sînorê dugela Kardûkan ji Azerbaycanê digihîje heta Kendava Basrayê.
Piştê vî dugelê bi giştî dugelên cîhanê bi taybetî dugelên niha li ser Kurdan serwer in, serxwebûna Kurd û Kurdistanê nexwestine. Di dema Peymana Sevrê de her çiqas rêya Kurdistanekî azad vebe jî, ev daxwaz bicih nayê, wek hêviyekî di dilê gel de dimîne. Ev hêviya dilê gelê Kurd bi morkirina peymanekî giran tê qedandin ku ev biryar jî bi îttîfaqa hin dugelên Ewropa tê girtin û bi danezanîna Peymana Lozanê di sala 1923’an de xwe nîşan dide. Bi vî peymanê Kurdistan di nav dugelên Yekitiya Sovyet, Tirkiye, Îraq, Sûriye û Îranê de tê parvekirin. Di dîroka Kurdistanê de dugelekî din jî di sala 1946’an de li Rojhilatê, di pêşengiya Qazî Muhemmed de ku yanzdeh meh berdewam dike hatiye avakirin e. Dawiya van dugelan di sala 1992’an piştê têkoşîna gel Dugela Federeya Kurdistanê hat danezanîn. Dugel girêdayê Îraqê ye. Niha hemî gel bi vî Kurdistana azad şa ne. Ev Kurdistanekî Federe be jî gel, gellek pê birûmet e.
Otonomî
Kurdistana otonom di sala 1970’an de bi peymana di navbera Mele Mistefa Barzanî û desthilatdariya Bexdayê de hat damezrandin. Li gor peymana otonomiyê wê sê bajarê bakurê Îraqê ku aqara wî qasê 37 000 km² bi sazkirina parlamentoya li Erbîlê bihata birêvebirin. Tevlî viya di civatê de wê 5 wezîr û sipartedarê *****, Kurd bibana. Kurdî di welat de tevlî Erebî wê bi gelemperî bibana zimanê fermî ya duyemîn. Lê ev pevajo bi taybetî bi alîkariya Cîgirê *****wezirê Tirkiyê bi peymana Cezayîrê xira dibe. Jixwe li gor wan li hîvê jî Kurdistanek ava bibe li ser wan ferzul eyn e ku herin wî xira bikin. Saddam Huseyn, peymanê radike û di sala 1974’an de wezîrên Kurd ji civatê derdixe. Li ser vî yekê Barzanî serî hildidin. Ji bo Kurdên başûr demên zortir destpê dikin. Li ser Kurdan dîsa kuştin, talan, zordarî zêdetir dibin.
Şerê Îran û Îraqê
Di dema şerê Îran û Îraqê de herêm ji sehêta navend derdikeve, gelê Kurd alî Îranê digre, li dijî Saddam Huseyn derdikeve.
Di sala 1988’ê 16’ê Adarê de sazûmana Îraqê bi ****eyên kîmyewî êrîşê Helebçeyê dike. Di encama vî êrîşê de 5000 Kurd tên kuştin. Komkujiya Helepçê, di dema şerê Îran û Îraqê de çêbibû. Bi milyonan Kurd ketin rêyan, berê xwe dan perçên din ê axa welatê xwe.
Tirkiyê ew dem alîkarî û piştgiriyek rast û baş pêk neanî. Îranê jî jibo polîtikayên xwe nijadkujiya Helepçê bi kar dianiya. Di rastiya xwe de ne jibo ku dilê wan bi Kurdan dişewite an jî ji ber biwefatîbûnê derdê Kurdan dianî ziman. Di dema şerê Îraq û Îranê de jibo Kurdistana Başûr pêvajoyekî giran destpê dike ku di vî demê de Kurd ji alî sazûmana Îraqê zilm, îşkence, kuştin zêdetir dibînin. Bi hezaran mirov bêsuc tên kuştin; bi tenê ji herêma Barzan 8 hezar zilam tên kuştin. Tevlî operasyona Enfalê ku nêzê sê sed hezar Kurd tên kuştin, hejmarê kuştiyên gelê Kurd gellek zêde ne.
Wek wan nîjadkujiyan, nijadkıjiya Enfalê jî di dîrokê de cihê xwe girtibû. Jixwe ji dirûşma wî diyar bû, armanca vî nijadkujiyê: "Serî yê me ye, mal ê we…" Encama Enfalê jî wek ên din êş, hêstir, birîn û xwîn bibû. Em dikarin van encaman birêz wusa binivîsin:
1. Di nijadkujiya Enfal de 182.000 jin, zarok, kal û xortên bêçek hatibûn tunekirin. Di vî dema tunekirinê de ji 100.000 kes zêdetir Kurdên mezlûm birine çolên Îraqê, li ber çalên xîzê dest û çavên wan hatine girtin û bi vî awayê hatine kuştin.
2. Zêdetirê çil herêmên Kurdistanê tevlî Helepçe bi ****eyên gaz hatin ****ekirin û bi vî awayê bi hezaran mirov hatin kuştin.
3. En hindik du hezar (2.000) gundê Kurd ên di pelgeyên xwermendê de bi gotinên wek "hat şewitandin", "hat tunekirin", "hat paqijkirin" hatibûn salixdan, nêzê bîst bajarok û navçe ji nexşê hatibûn paqijkirin.
4. Dibistan, mizgeft, bîr û hemî bînayên din ji alî buldozer û endazeyaran hat berhewakirin.
5. Mal, ajal, çavkaniyên werze û xişrên wan ji alî hêzên pergal û dugelê ve hatin talankirin.
6. Aboriya Kurdistana gundewarî û avahiya binî ser û bin bû.
7. Bi deh hezaran jin, zarok û kal û pîran bi kêfkarî di girtîgehên wek dojêhê de, di wargehan de bi mehan girtine û bi hezarên wan ji ber birçîtî, nexweşî û îşkencê mirine.
8. Li pişt xwe bi deh hezaran jinebî, bi sed hezaran sêwî û bi hezaran dê û bavên dilşewat hiştiye û bi perçebûna derûniya gelê Kurd bidawî bûye.
Ev bûyera mezin û şerma mirovahî di raya giştiya dinê de nehat dîtin. Bi milyonan koçber bi sed hezaran mirî, birîndar, di mercên herî dijwar de. Lê kes li wan mêze nedikir û haya xwe bi wan nedixist. Dinê bibû kerr û kor û lal… Hinek Kurd ber bi Bakurê Kurdistanê çûn. Amed, Mêrdîn, Şirnex, Cizîr, Mûş, Çolemêrg, Batman û hwd… dilên xwe ji gelê xwe re vekiribûn. Hinek Kurd jî ber bi Rojhilatê Kurdistanê çûn. Hat dîtin ku hêstirên çavên xwe bi tenê em paqij dikin. Kesek alîkariya me nake. Hetta wek hat dîtin alîkariyên ku werin kirin jî ji alî wan tê astengkirin. Alîkariyên gelê Kurd ku di mizgeftan de di nav kolan û kuçan de bi ked û fedakariyên mezin berhev kirin nedigihîşt destê Kurdên koçber ên reben.
Bi gotina Kurdên bakur, Pêşmerge. Di çavê wan de hemî Kurd bibûn pêşmerge. Lewra qedera hemî Kurdan yek bû. Gelê Kurd qedera xwe bi qedera pêşmergên xwe re yek kiribû. Di vî qonaxa herî dijwar de jî ji têkoşîna azadiyê dûr neketibû. Li ser wan sitran hatin nivisîn. Sitranên lehengî, sitranên êş û keser.
Her wusa ji alî Neteweyên Yekbûyî jî nehat rojevê. Lewra ew dem ku berjewendiya jibo welatên wek Emerîka, Brîtanya û Rûsyayê bû û ev welat gellek bihêz bûn nedixwestin bûyerek wusa were rojevê. Gunehên wan hemiyan di vî karê de hebû.
Tevkujiya Serdeşta 11 sal veşartî mabû, ketibû nav pirtûka zilman. Di vî tevkujiyê de qasê 700 mirov hatibûn kuştin û 6 hezar mirov jî bi çekên kîmyewî wan çekên jehrî mehkumê mirinê kiribû.
Ev şerê di navbera Îran û Îraqê de qewimî ku tu têkiliya Kurdan jê tunebû de dîsa zirara herî mezin Kurd dîtin.
Piştê Şerê Kendava Yekemîn ji ber qedexeya balafir ev herêm heta niha di bin kargerandina Bexdeyê nîn e. Herêm di bin sehêta Parlamentoya Kurdistanê de ye.
PDK ku di pêşengiya Mesûd Barzanî de ye, bi YNK ya pêşengê wî Celal Telebanî ye re ewil ji ber ku di navbera wan de lihevnehatin hene herêm dibe du beş, lê di salên dawî de ketin pêvajoya yekîtiyê û di navbera wan de yekîtiyek pêk hat. Jibo em vî rewşê jî fam bikin divê em hinek li bûyerên Başûrê Kurdistanê yên beriya van deman binêrin.
Li dû Peymana Lozanê Îngilîz li ser Îraqê desthilatdar in. Di sala 1922’an 10 Kewçêrê de Şêx Mehmûd Berzencî xwermenda Kurdistanê saz dike. Piştê rûxandina vî xwermendê li Başûrê Kurdistanê serîhildana Şêx Ehmed Barzanî (di sala 1931-32’an de) destpê dike. Di heman demê de jî serhildana Şêx Mehmûd Berzencî ya duyemîn pêk tê û piştê demekî kurt Îngilîz biser dikevin. Di sala 1940’an de Kurd bi Tevgera Rizgariya Kurdistan a di pêşengiya Mele Mistefa Barzanî de têdikoşin. Mele Mistefa Barzanî di sala 1945’an de rêxistina Azadî ava dike. Dema Komara Mahabad a Kurdistanê tê damezrandin, Barzanî dibe Generalê Artêşa Komara Kurdistanê.
Bi desthilatiya Şahê Îranê û Îngilîzan piştê xerakirina Komara Mahabadê tevlî Pêşmergeyên xwe Barzanî diçe Sovyetê. Bi vî tevgera xwe berdewama têkoşîna xwe ya jibo armanca xwe didin nîşandan. Lewra di 7’ê Cotmeha 1958’an de Mele Mistefa Barzanî jibo armanca Kurdistanê ji Sovyetê vedigere Kurdistanê û di 11’ê Îlona 1961’an de li başûrê Kurdistanê dijî Îraqê têkoşînekî nû ya biçek dide destpêkirin. Her çiqas li ser vî serhildanê sazûmana Îraqê bi dek jibo Kurdan soza otonomiyê bide jî ev dek ji alî Kurdan tê famkirin û gel beşdarê vî serhildanê dibe. Dîsa di vî pêvajoyê de Kurd rûqalê îxaneta dugelekî tên ku ew jî Îrana piştgirî dabû Kurdên Kurdistana Başûr e. Di 8’ê Adara 1975’an de bi pêkhatina peymana Cezayîra di navbera Îran û Îraqê, Îran îttîfaqiya xwe ya bi Kurdan re dide rakirin. Ji ber van sedeman serhildana jibo Mele Mistefa Barzanî pêvajoyek nebaş destpê kir û gellek Kurdên di tevgera wî de cih girtibûn ji tevgera wî qetiyan û di bin rêxistina Yekîtiya Niştimanên Kurdistan a di pêşengiya Celal Telebanî ku meha Hezîranê di sala 1975’an de hat sazkirin de civiyan.
Di sala 1976’an de dîsa serhildana PDK ya mezin ku pirr berdewam nekir pêk hat. Wek car caran di dîroka Kurd de dibe sedema xemgînî û poşmaniyê di salên 1976-1984’an de cengên di navbera Kurdan de tê dîtin. Di 1’ê Adara 1979’an de Mele Mistefa Barzanî li DYE diçe ser dilovaniya Xwedê.
Piştê wefata Pêşmergê Kurdistanê Mele Mistefayê Nemir Kurdên Kurdistana Başûr salan di bin mercên herî giran de tim jibo Kurdistanê xebat dikin, li ser çiyayan ji malbat û hezkiriyên xwe cuda, welatên xwe diparastin. Ev fidakarî û kedên wan Kurdan dibe encama dawiya serkeftin an jî mirov dikare bibêje ku li Başûr di vî azadbûna Kurdistan de cih û rola van xebatan gellek zêde ye.
Dema Îraq Kuweytê dagir dike, demekî paşê Emerika li ser Îraqê êrîşê saz dike. Piştê vî êrîşê gelê Kurd jî li alî Emerîkayê cih digrin, piştgirî didinê. Dema şerê di navbera Emerîka Îraqê bidawî dibe jî Kurd dev ji vî têkoşîna xwe bernadin û dîsa li hemberê Seddam derdikevin. Ev hemberbûna wan jî xwe di serhildanekî mezin de şênber dike. Kurd di vî serhildanê de; di van dîrokan de hember sazûmana Îraqê serkeftinan bidest dixin. Di 5’ê Adarê de bajarê Silêmanî, 11 Adarê de Hewlêr û Xaneqîn, 14 Adarê de jî Duhok û Amêdiyê ji serweriya Îraqê rizgar dikin. Lê Emerîka jî wek Îranê îxanet li Kurdan dike, alîkariya wan nake. Ev rewş di medyayê de ji raya giştiya dinê re tê nîşandan. Li hemberê hovîtiya Seddam û bêbextiya Dugela Emerîkayê êdî hin dugelên Ewropa parastina Gelê Kurd û ji wan re êdî hin çareyan gerînê re xwe hewce dibînin. Di vî navberê de ji ber sazûmanê heta 15 Nîsanê hejmara Kurdên reviyabûn Îranê ji milyonekî zêdetir bû. Li ser vî yekê di dawîyê de her çiqas nexwaze jî George Bush neçar dimîne Îraqê hişyar bike. Ji ber bê îtîbarbûna Emerîka gelê Kurd bi gotinên Emerîka bawerî nedianiyan.
Brîtanya, Elmanya, Îtalya, Fransa di 16’ê Nîsana 1991’an de jibo gelê Kurd herêma azad danezan kirin. Ji ber ji alî dewlemendiya Kerkûkê ku neft zêde li wir hebû, Kerkûkê nedan Kurdan. Kurd ji vir pê de êdî gihîştin hin xakên xwe.
Kurd jibo avakirina Kurdistanê dest bi xebatan kirin. Di dawiya van xebatên bêrawest de di 19’ê Gulana 1992’an de piştê avakirina Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê Parlementoya Kurdistanê pêk hat. Piştê hilbijartinê ev partî beşdarê vî parlamentoyê bûn.
1-Partiya Demokrata Kurdistan
2-Yekîtiya Niştimanên Kurdistan-Partiya Zehmetkêşên Kurdistan
3-Tevgera Îslamiya Kurdistan
4-Partiya Demokratik a Gelê Kurdistan
5-Partiya Kominîst
6-Partiya Sosyalista Kurdistan-Partiya Demokrata Serxwebûna Kurdistan
Di 4’ê Hezîranê de rewşek ku hêviya hemî gelê Kurd zêde dike, Parlementoya Kurdistanê vebû û parlementaran sond xwarin. Ev pêşveçûn bi giştî jibo Kurdistanê hêvî bû.
Di 4’ê Cotmeha 1992’an de Parlementoya Neteweya Kurdistan bi biryarekî dîrokî “Dugela Federe ya Kurdistan” da zanîn. *****ê parlamentoya Kurdistanê yê ewil Cewher Namiq bû. Li Kurdistana Başûr êdî rewş guherîbû, gel êdî wê bi zimanê xwe biaxifiya, tevlî çand-huner, kevneşopî, tevlî nirxên xwe yên olî-mirovî, bi hemî mafên xwe wê di xaka xwe de azad ****yana. Ala Kurdistanê bê asteng wê li asîmanan pêl bidana. Dîrokê bi vî salê jî azadbûna gel û welatên Kurd nîşan dabû. Kurdistana Federe her çiqas serbixwe nebe jî niha Ala Kurdistanê, çand û huner û zimanê Kurdan, sirûda wan, erdnîgariya Kurdistanê bû û ev nirx hemî ji alî gelê Kurd bi azadî dihatin jiyîn. Ji ber vî yekê him jibo Kurdên li Başûrê Kurdistanê, him jî jibo Kurdên li perçeyên din dijiyan wek dugela serbixwe bû.
Piştê danezana Federe ya Kurdistan jibo bingeha kargerandin û birêvebirin hin sazî tên damezrandin. Hêza artêşa neteweyî, hêzên ewleyiyê, saziyên çandî-civakî, saziyên perwerdehî û ragihandinê hatin demezrandin. Ev pêşveçûna girîng a gelê Kurd car caran ji alî dugelên dora wî xwest were sabotekirin. Tirkîye, Îran, Îraq û Sûriye û hwd. Dixwestin tevlihevî di vî dugelê de pêk bînin. Bûyerên mezin ên li Îraqê bi taybetî li Kurdistana Azad gellek caran hatiye kirin ku ev bûye sedema mirina gellek mirovan. Wek mînak Tirkiye jî bi sedema qaşo terorîstan ketibû xakên wî, an jî dema hêzekî ewleyiyê li Başûrê Kurdistanê hat bicihkirin, hêzên Tirk jî di nav vî hêzê de bûn, vî hêzê serê gelê Kurd pirr êşand. Bi salan dugela Tirk jibo tevlihevkirina Başûrê Kurdistanê tevlî Tirkmanan vî hêzê bikar anî.
Di sala 1994’an de ku hêj du sal ji ser dugelê derbas bibû di nav PDK û YNK’ê de pevçûn derket û êrîşê hev kirin. Dîsa şerê birakujî. Di nav Kurdan de bi vî navê dihat naskirin. Birakujî. Ev gotin li ser biratiya hemî Kurdan were gotin jî di rastiya xwe de jî bira li hember hev şer dikirin. Wek gellek kes jî şahid bûn eli aliyek birayekî, li aliyek birayekî hebûn. Xal û xwarzî, ap û birarzî, pismamên hev li hember hev şer kirin. Ev rewş ku car caran di dîroka Kurdistanê de derdikeve û dibe sedema xemgîniya gelê Kurd, dijminên wan dilgeş dikir. Şerê PDK û YNK’ê kêrî hin dugel û rêxistinan dihat. Partî û hêzên Kurd bi salan li hev dan. PDK, YNK, ***, HÎK, El Ensar û hwd…
Şerê birakujî carna gur dibe carna sist dibe. Ev rewş heta şerê YDE û Sedam berdewam dike. Beriya ku rêvebiriya Sedam ji holê were rakirin partiyên Kurd li hev kirin û rewş guherî. Di 4’ê Cotmeha 2002’an de partiyên Kurdistana Başûr dibin yek, Parlementoya Kurdistanê dicive ji nû ve tê vekirin. Ji vir pê ve du pirsgirêkên girîng in. Yek rewşa Kerkûkê, ya din yekkirina xwermendê ye.
Di 9’ê Nîsana 2003’an de DYE kargerîna sazûmana Îraqê bidawî kir û sazûmana Îraqê hat rûxandin. Gelê Kurd li Başûr bi siyaseta xwe parast û niha bi vî awayê diparêze lewra gelê Kurd pirê caran îxaneta dugelan dît. Ji ber vî yekê niha bi bergirî, bi siyasetî rast dixwazin tevbigerin. Di teqînên li Îraq û Kurdistana Azad de bêguman tiliya dewletên cîran heye. Bi taybetî ên nikarin bidestxistinên Kurdan hezm bikin.
1 Sibat di sala 2004’an de li bajarê Hewlêrê bi bandora dagirkeran terorîstan bi êrişên xwekujî êrîşê Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kir. Di encama vî êrîşê de gellek mirov ku di nav wan de yê karbidest jî hebûn tevlî mirovên ji alî her du partiyan 140 kes jiyana xwe jidest dan.
Piştê vî bûyerê bi kuştina van mirovan re jî niştimanperweriya di nav gel de herî zêde bû.
Sibat 2005’an de, bi giştî li Kurdistana Azad û Îraqê hilbijartin pêk hat. Di encama vî hilbijardinê de gellek partiyên sereke yên Kurd pêş de bûn. 70 parlementerên Kurd ketin parlamentoya Îraqê. Ev jî beramberê ji % 30 dikir. Dawiya hilbijartina Parlamentoya Kurdistan de jî PDK, YNK û hin partiyên Kurd ji % 90 deng girt. Tirkmenan di vî hilbijartinê de tenê li dora % 1 deng girtin. Bi vî awayê, bi zêde denggirtina Kurdan a ji alî Kerkûkê jî, Kurdan serkeftinên mezin bidest xistibûn. Lewra jixwe Kerkûk dilê Kurdistan bû, jixwe wê encamekî wusa derketa holê. Bi vî awayê di nav hêzên Kurdên Başûr de îttîfaqek xweş derket. Vî pêşveçûna girîng ji alî Celal Telebanî wusa tê ravekirin: “Ev, gavek erênî ya jibo pêş e û jibo girtina îvmeya derketina holê ya piştê hilbijartinê wê ji me re bibe alîkar.”
Dawiya vî serkeftin û hilbijartinê de Mesûd Barzanî bû *****ê dugela Kurdistanê, Neçîrvan Îdrîs Barzanî jî bû *****wezîr. Herêma Federal a îroyîn girêdayê Bexdayê ye. Tevlî Kurd Asûrî, Tirkman û Suryanî jî li herêmê dijîn.
Dewleta Tirk jibo Kurdistana Federe di navbera xwe de bi biwêjên wek “dugela bûkokê” yan jî “parlamentoya eşîran” biwêj dikin. Ev şîrove an binavkirinên nexweş nehezmkirina, nepêjrandina serkeftina gelê Kurd e.
Wek tê bîra her kesê dewleta Tirk dixwest ku bikeve Îiraqê. Pêşniyara YDE wek mecbûrê wî ye bi bedêla peran pejirand. Wî demê qala 32 milyar dolar dihat kirin. Dema ev pere nedan dewleta Tirk ew dem ew jî qaşo wek li dijî şerê Îraqê nerazîbûna xwe diyar kiriye tezkerê ji parlementoyê derbas nekir. Lê her kes dizanîbû ku mesele mesela peran bû. Lê bi viya jî qîma xwe nekir û dîsa xwest mudaxelê Îraqê bike. Di vir de wek sultanê kerr jî dizane armanc ji holê rakirina bidestxistinên Kurdan e. Di bin navê têkoşîna bi terorê re bi caran operasyonên dervê sînor pêk anî.
Dewleta Îranê jî ji ser Şiiyan dixwaze polîtikayên xwe têxe jiyanê. Di dema dawî de tê dîtin ku helwesta Şiiyan li hember Kurdan guheriye. Bi gotina Muqteda Es-Sedr ya “Cîranên me ji Kurdistanek Federe aciz in” tê xuyakirin ku cîran mudexelê wan dikin û ew jî cîranên xwe yên bihêz ji hemwelatiyên xwe yên Kurd çêtir dibînin.
Dewleta Suriyê jî ji ser sunniyan dixwaze politikayên xwe têxe jiyanê. Niha piraniya şervanên El-Qaîdê ji ser Suriyê derbasê Îraqê dibin û li wir çalakiyên xwekujî û komkujî li dar dixin.
Di hilbijartinên 19 Gulan di sala 1992’an de ev encam derket holê:
Partiya Demokrata Kurdistan %45,3
Yekitiya Niştimanên Kurdistan %43,8
Tevgera Îslamiya Kurdistan %5,1
Partiya Sosyalista Kurdistan 2,6 %
Partiya Komunîst a Îraqê 1,0 %
Di encama hilbijartinan de ev rewş derketiye, di parlamentoyê de 51 KDP, 49 jî ji KYB cih digre. PDK yek cih daye YNK'ê. Bi vî awayê jî her du partî hejmarê wan ê parlamentoyê wek hev dibe.
Hilbijartinên 30 Sibat 2005’an de hejmarên kesên ketine civînê wusa ye:
Îttîfaka Kurdan 104Tevgera Îslamiya Kurdistan 6
Parlementoya Netewiya Kurdistan li Hewlêrê ye. Di parlamentoyê de zagonên pêwist tên sazkirin. Di Kurdistan a Federe de gellek sazî hatine amadekirin. Wek dugela serxwebûn bi pêşveçûnên wek di alî sazî, mezrekan xwe gihîştandiye vî rayeyê. Di nav xwermenda Kurdistana Azad de wezaretên wusa hene; Wezareta Nawxe, Wezareta Perwerdehî, Wezareta Tenduristî, Wezatera Eşxal û Îskanê, Wezareta Alîkariya Mirovî, Wezareta Dawerî, Wezareta Pêşmerge û Leşkerî, Wezareta Bajarvanî û Turîzm, Wezareta Rewşenbîrî û Çand, Wezareta Karûbarê Îslam, Wezareta Gihandin, Wezareta Avakirin û Pêşvebirin, Wezareta Pişesazî û Enerjî, Wezareta Darayî û Aborî. Van wezaretan jî ji alî parlamentoya Kurdistanê tên hilbijartin.
Ol
Bi piranî gel misliman in, ji mezheba Şafîî ne. Kurdên Şiî hindik bin jî hene. Dîsa gellek hindik bin jî Kurdên Êzdî hene. Tirkmanên li Kurdistanê dijîn Şiî ne. Di herêm de hindikeyê Xaçparêzên girêdayê dêrên Katolîk, Ortodoks, Suryanî, Ermenî û Keldanî hene.
Gelhe
Li Kurdistana Başûr bi piranî gel di nav sînorên Kurdistana Azad de dijîn. Wekê din di bajarên ku li hêviya girêdana xwe ya bi Herêma Kurdistanê ne de dijîn. wek Kerkûk û der û dora xwe û Mûsil û der û dor a xwe. Beşek mezin ê din jî li Bexdayê dijîn. Bi rastî ji ber polîtikayên pişaftin ên Sedam her çiqas pirr bi bandor nebe jî lê dîsa di gellek herêman de xuya dike. Li gor texmînan gelemperiya Kurdistana Federe qasê 7 milyon e. Tirkmanên ku ji alî dewleta Tirk tên haydan di tevahiya Îraqê de qasê 300 hezar tên texmînkirin. Li Kurdistanê 70-80 hezar in. Asûrî û hindikayiyên din bi qasê deh hezaran tên texmînkirin.
Ji ber ku herêma Kurdistan di warê ewlekariyê de baş e, ji gellek deverên Îraqê mirov koçê vir dikin.
Hêzên Leşkeriya Kurdistan
Di sala 1997’an de Arteşa Taybet a Kurdistanê hat avakirin. Niha hêzên leşkerî, hêza pêşmergeyan baş tê hesabkirin. Leşker li gor rêbazên nû tên perwerdekirin. Kurdistanê ji alî Lêşkerên Arteşa Taybet a Kurdistan bi rêbazên nûjên tên perwerdekirin. Sîstema bipere tê bikaranîn, tê xwestin ku leşkerên profesyonel pêk werin. Niha 200 sed hezar hêzên leşkerî hene. Li gor daxuyaniya *****ê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî ev hejmar dikarin derxin 700 sed hezarê.
Bajarên Kurdistana Başûr:
Silêmanî
Kerkûk
Hewlêr
Duhok
Akrê
Zaxo
Koye
Kifrî
Rewandiz
Pênciwên
Helebçe
Şeqlawe
Diyala
Bedre Mendelî
Xaneqîn
Selehedîn
Mûsil
Çoman
Hecî Umran
Mexmûr
Qesrê
Ranye
Rewşa Aboriyê
Bi taybetî ji ber neftê –li Kerkûk û Mûsilê- Kurdistana Başûr dewlemend e. Bi giştî di warê çandiniyê de debra salane ya Başûr zêde ye.
Kurdistana Başûr ji alî genim, nok, nîsk û mêweyan dewlemend e. Di warê berên heywanî de baş e. Hilberîna goşt, şîr, rûn û pênir zêde ye. Ji ber ku ji alî çandinî, ajaldariyê dewlemend e, niha jî aboriya xwe bi rêya vana bidest dixe. Li Kurdistana Azad îhracat zêde nîn e. Niha ji alî hatinên beş û bûyîna banka nêvend ya li Kurdistana Azad ji alî aborî de baş e. Dîsa fabrikaya mirîşkan ku li Dihokê ye him pêwistiya Kurdistana Başûr pêk tîne him jî jibo derveşandiniyê sûd dide. Her çiqas hêza îxraçkirinê di hemî qadên çandiniyê de hebe jî ev hêz bi tevahî nayê bikaranîn. Di sala 2006’an de, navenda danûstandinekî gellek mezin li Hewlêrê hat avakirin. Ger karibe dewlemendiya xwe ya Kerkûkê jî bikar bîne wê aboriya wî gellek baş bibe.
Perwerdehî
Li Başûr 5 zanîngeh hene. Li Kurdistana Azad ji dibistanên seretayî heta yên zanîngehê li hemî saziyên fermî yên perwerdehî yan ên din de Kurdî tê bikaranîn. Kurd bi zimanê xwe perwerdehî dibînin. Zanîngehên wek; Zanîngeha Selahaddîn-Hewlêr, Zanîngeha Silêmanî, Zanîngeha Duhok, Zanîngeha Koyê û Zanîngeha Kerkûkê hene. Li gor biryargirtina Federeya Kurdistan li cihekî 15 xwendekar jî hebin wê li wir misoger dibistanek were vekirin.
Linkbar
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

Rûpelen
Nuceyên Kurdî
serjimêr
10,066
No comments:
Post a Comment