Rûpelen

Friday, June 17, 2011

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî, Wêjeya Dîwanî û Dîwana Melayê Cizîrî



Melayê Cizîrî helbestvanekî kurd ê mutesewif e ku di navbeyna sedsalên16 û 17 de li Cizîra Botan jiyaye.

Herçenda ku li gor gelek nivîskar û lêkolînerên kurd tarîtiyek di salên jidayikbûna Melayê Cizîrî de hebe jî; bi qinyata min ev mesele pir tarî nîn e û li gor agahdariyên Cizîrî bi xwe dayine me, Melayê Cizîrî sala 974ê mişextî (koçî) de hatiye dunyayê. Em vê rastiyê ji vê malka helbesta wî derdixin:

Ji herfan mah û salê me

Nehat der şiklê falê me

Wekhemî pêwendîkarên wêjeya dîwanî dizanin, helbestvanên wêjeya dîwanî bi piranî dîrokan bi jimêra ebcedê didin. Di van malkên jorî de jî jimêra ebcedê heye û li gor Abdurrehman Durre pişavtina vê malikê 974 dike.(Rewşen, hejmara 5an Tîrmeh 1992 Îstanbul) ku beramberî 1564ê mîladî ye, bi qinyata min ev rast e, lewra em baş dizanin ku Melayê Cizîrî hevalînî ligel Feqiyê Teyran kiriye û wan herduyan bi hev re sala 1631ê jî li Cizîrê bi hev re helbestek danberhev çêkirine.

Navê Melayê Cizîrî yê esas Ehmed e û ew kurê Muhemmed e. Ji eşîra Boxtiyan e. Ew ji binemaleke pir oldar, zana û pêwendîkarê xwendinê hatiye. Wî pêşiyê li cem babê xwe xwendiye û paşê dewama Medresa Sor a mezin ya ku li Cizîrê ye kiriye. Heyamekê li Hekariyê, li Amêdiyê û Hesenkeyfê jî xwendiye. Îcaza xwe ji Mela Tahayê Sitrabasî wergirtiye. Heyameke dirêj li gundê Sirba melatî û seydatî kiriye. Piştî Hesenkêf û Sirba hatiye Cizîrê û heta dawiya temenê xwe li Cizîrê bûye. Li Cizîrê jî hem mamostetî kiriye li Medresa Sor û hem jî aqilmendiya Mîrê Botan Xan şeref kiriye. Navbeyna wî û mala mîr pir xweş bûye. Piştî Mîr Îmadeddîn (Xan şeref) hatiye ser îdara fermandariya Cizîra Botan kartêkirina Melayê Cizîrî di rêvebirina Cizîrê de çêbûye. Bi îhtîmaleke mezin Melayê Cizîrî qet nezewiciye û bêdûmêz ji vê dunyayê çûye dilovaniya xwe.

Em ji danberheva Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran dizanin ku ew di sala 1631î de li Cizîrê bûye. Herwisa ji Dîwana wî jî tê zanîn ku wî vê salê (yanî 1631) dîwana xwe qedandiye. Em baş dizanin ku ew heta 66 saliya xwe li jiyanê bûye û piştî hingî bo me tarî ye. Çenda ku gelek lêkolîner û nivîskarên kurd dibêjin ku helbesta Feqiyê Teyran ya bi navê “Werin werin xelkê Hêşetê” li ser mirina Cizîrî nivîsiye jî gelek di cih de nîn e. Lê dîsa jî li gor pişaftina malkeke ji vê helbestê, (ku ev malik jî ev e: Heft eyn û lam jê bûn cuda/şîn û girî dîsa dîsa têve dur) Cizîrî di 1641î de çûye dilovaniya xwe. Çenda ku ez ne di wê qinyatê de bim ku ev helbest îlla li ser Cizîrî hatibe nivîsîn jî ne dûr e ku mirina Cizîrî jî ev sal be. Lewra gelek lêkolîner dibêjin ku Melayê Cizîrî di 75 saliya xwe de çûye dilovaniya xwe. Mumkin e ku helbest li ser Cizîrî be jî, lewra dostanî û hevalîniya Cizîrî û Teyran bi danberheva wan jî aşkere ye.

Sedemê bi şohretbûn û binavûdengbûna Melayê Cizîrî û nasbûyina wî bi mutesewwifekî mezin dîwana wî ya rengîn e. Di Dîwana xwe de wî li ser eşq û evînê, li ser eşqa îlahî û beşerî, hebûn û meseleyên hebûnî, mirin û meseleyên bêmiriniyê -baqiyetê-, bûyerên dema xwe û pêşiya xwe, mezinên dema xwe û pêşiya dema xwe helbest nivîsane. Lê pêşiya em bikevin nav deryaya Melayê Cizîrî û tevlihev bikin, pêwîst e em li ser Dîwanê û Wêjeya Dîwanî qise bikin ku em cihê Melayê Cizîr di nav vê wêjeyê de bibînin...

Wêjeya Dîwanî wêjeyek xweser e û pêşiya mislimanetiyê jî di nav ereb, faris, kurd û gelên din de hebû. Lê piştî mislimantiyê û nemaze piştî derketina tesewwifê û selteneta xelîfan rewac da û pir bi pêş ket. Helbestvanên vê wêjeyê yên mezin ku heta hetayê nayên jibîrkirin rabûne û berhemên bêhempa dane. Helbestvanên wekî Ebû Newas (ku şaîrê Harûn Reşîd bû) Firdewsî, Hafiz, Ebulfariz, Gencawî û hwd. hemî ji vê wêjeyê tên jimartin. Di erebî de Ebûle'la el-Muerrî, Ebulariz, di farisî de Hafizê şîrazî, Celalleddîn Rûmî. Se'dî şîrazî, Gencewî, F. Ettar û di tirkiya osmanî de jî Fuzûlî, Nabî, şeyxî, şêx Xalib û hwd, berhem û mînakên pir sereke di vê wêjeya Dîwanî de dane. Di kurdî de jî Melayê Cizîrî, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî nûnerên wêjeya kurdî ya dîwanî ne.

Wêjeya dîwanî li ser yekhatina beytan (dumalkiyan) e. Her çenda ku bendên wekî murebba (çarrêz), muxammes (pêncrêz), museddes (şeşrêz), û hwd. giraniyeke mezin di dîwanê de bigrin jî, çûna malê (beytê) ji malkiyê (misra) ku derî ye derbas dibe. Mirov dema ji vî derî derbas bû û kefte hundirê malê digehe wateyê (me'na). Di helbestên dîwanî de hemî tişt me'na ye. Dibe ku wateya beytekê bi çend curan be, lewra helbestvanê mezin yê esilkurd ê tirkînivîs Nabî gotiye ku; “Helbesta bê ma'ne wek behîva bêkakil e.” Hunermendî û mezinahiya di vê wêjeyê de kesê dinivîse pêwîst e peyv û gotinên wisa bi kar bîne ku kesekî din pêşiya wî ew nekiribe. Çenda ku peyvên vê wêjeyê nêzîkî 2-3 hezaran in û 300-400 helbestvanên xurt yên misliman û ji hemî milletan ev peyv bi kar anîbin jî wateya heryekî daye helbestê cûrbecûr e. Her helbestvanekî wêjeya dîwanî bi zimanê xwe yê mader helbest vehûnandine. Wêjeya dîwanî pirxemilandiye û esasên wê jî li ser xemilandin û kokkirinê ye. Lewra helbestvanên dîwanê hemî zanîna xwe, hunermendî û fêhrisiya xwe têxin nava helbestên xwe. Ji ber hindê ye divê helbest hem pir bi wate û hem jî pir xemilandî be, kok be ku kesê dixwîne wekî helbestvanî gêj û mest û serxweş bibe. Eger em helbestê weke dîlberekê bihesibînin, hunerên wêjeyî jî xirş û xal û çekên xemilandinên zînetên delaliyê ne. Çi me'na, çi xirş û çek ji hemî helbestvanan re yek in lê mêrifet û mezinahî di xemilandina bûkê de ne.

Hin kes dibêjin wêjeya dîwanî ji Îranê zaye. Lê çenda ku wêjeya dîwanî ji wêjeya Îranî bêtin jî çavkaniyên wê hemî ne ji Îranê û efsaneyên Îranê ne. Mirov dikare bêje ku ev wêje ji van çavkaniyan mijarên xwe digire.

1. Qur'ana Mezin û Hedîs û kirinên Peyxamber.

2. Zanînên olî, Tefsîr (şîrova Qur'anê), Kelam (zanînên li ser yekatiya Yezdan, Fiqih (bîr û biryarên olî ji bo meşandina jiyana civakî û kesî).

3. Dîroka Îslamê û milletên misliman, bûyerên bi nav û deng yên dîrokî.

4. Tesewwif, gotin kirinên mutesewwifan, peyvên wek mehbûb, yar, me'şûq aşiq, eşq, şerab, mey, xemr, serxweşbûn, mestbûn û hwd, bi wateya tesewwifî bi kar tên...

5. Esatir û efsaneyên Îranî û Arî, ku mezintirîn çavkaniyên şehnameya Firdewsî ye û çîrokên di wê de ne...

6. Çîrokên li ser Peyxamber û Ewliyayan mucîze û kerametên wan, kar û kirinên wan.

7. Dîroka gelêrî, bi piranî Îsraîliyat û buyerên berî mislimantiyê û piştî mislimantiyê.

8. Felsefe, hikmet û dîroka felsefê, Arîsto, Sokrat, Boqrat, Tales û hwd. û herweha zanînên demê, sinya, kîmya, stêrzanî, erdzanî û yên din...

Ji bilî van çavkaniyên (jêderk) tewahî di wêjeya dîwanê de hinek qalibên wêjeya dîwanê hene ku hemî helbestvan di nav wan qaliban de helbestên xwe nivîsayine. Ji wan qaliban jî qalibê ji hemiyan bêtir bi kartê sêgaha eşq-aşiq û me'şûq (Viyan, evîndar û yê/ya tê viyan e). Gelek caran hemberî aşiq, reqîp jî dikeve holê. Di vê helbestê de bi çi cure dibe bila bibe binetar (esas) evîn e, û her tişt li dor evînê derbaz dibe. Çi evîna Îlahî be û çi evîna beşerî yan giyanî be, evîn herdem platonîk e û hema hema esasê hemî beytan-nemaze beytên xezelan- ew e. Helbestvanê dîwanê hemî deman evîndar e, aşiq e, me'şûq a wî evîna wî jî hemî gavan bêwefa û cefakar e. Di ser bêwefa û cefakariya yarê de jî reqîbên evîndar jî hene ku evîndar ji dilê dîlberê ditirse ku xwe deyne ciyek din. Me'şûq yek e, evîndar û reqîb gelek in, mixabin evîn jî bêderman e. Birîna wî kûr e... Ev evîn evîndar, kul û kovanên evînê jî dibin riste, beyt, xezel qesîde û helbest dikevine nava dîwanê. Lê divê em baş bizanin ku dîwan çi yeş

Dîwan her çenda ku bi wateya xwe ya esasî me'na peyvê civat, meclis û şûra be jî di wêjeyê de bêtir di wêjeya îslamî de bi vê me'nayê ye. Dîwan, berhevoka helbestên helbestvanekî ne ku li gor çarçoveyeke taybetî hatibine nivîsîn û di pirtûkekê yan defterekê de hatibine berhevkirin e. Ji vê pirtûkê re dibêjin “dîwan”. Ji ber hindê ye helbestên helbestvanekî bi weznên arûz û li gor taybetiyên wêjeyî yên rojhilatî hatine nivîsîn.

Îcar çi ji aliyê helbestvanî bi xwe, çi jî bi piştî mirina wî di pirtûkekê de tên berhevkirin û li gor taybetiyekê tên rêzkirin. Eger xweyiyê dîwanê navekî xas li dîwana xwe kiribe ji xwe bi wî navî tê naskirin. Weke Dîwana Cegerxwîn a yekan navê wê Sewra Azadî ye. Lê eger helbestvan bi xwe nav li dîwana xwe nekiribe ew dîwan bi navê wî helbestavanî tê zanîn; wek Dîwana Hafiz şîrazî, Dîwana şêx Galib, Dîwana Melayê Cizîrî û hwd. Eger dîwan bi taybetî û bi tertîba xwe ya xas hatibe nivîsîn û berhevkirin jê re dibêjin dîwana rêzgîn (dîwana muretteb, bi tertîb) Çawa ku helbestvanek bi xwe bixwaze dîwana xwe amade bike, herwisa piştî mirina wî yekî din jî dikare helbestên wî berhev bike û dîwana wî çêbike. Ji xwe ez di wê qinyatê de me ku helbestên Cizîrî piştî wî hatine berhevkirin û dîwana wî çêbûye.

Dîwaneke rêzgîn ji van beşên dîwanê û cûr helbestan (menzûmeyan) pêk tê:
Beşa Yekemîn: Qesîde ne. Qesîde li ser yekatiya Yezdanî munacat, na't û helbestên li ser mezinan, peyxamberan, padîşahan hatine nivîsîn ku wan bipesinînin. Ji 33ê heta 99 beyt in. Lê kêmtirî 33 beytan jî hene û dib.

Beşa Duyemîn: Dîrok, helbestên dîrok tê de heyî, wek helbestên behsa dema ji dayikbûna helbestvan, mirin yan jî behsa meselên giring yên demê helbestvan dikin û tê de li gor jimêra ebcedê dîrok hebin.

Beşa Sêyemîn: Musemmat (Bend helbest) in. Musemmat ew helbest in ku ji bendan hatibin çêkirin, wek murebba (çarrêzî-çarmalkî), muxemmes (pêncrêzî-pêncmalkî), museddes (şeşrêzî-şeşmalkî), musebba (heftrêzî-heftmalkî), musemmen (heştrêzî-heştmalkî), mutessa (nehrêz), muaşşer (dehrêzî), Terbî' (çarrêza li ser beytên xezela yekî din hatibe çêkirin), texmîs (pênc rêza li ser beytên xezela yekî din hatibe çêkirin. Wek Texmîsa Laxer, (Dîwana Melayê Cizîrî, Firat Y. Beşa 98.), tesdîs (şeşrêza li ser beytên xezela yekî din hatibe çêkirin) teştîr (pênc, şeş, heft û zêdetir rêz jî dibe, çêkirina wê jî li ser beytên xezela yekî din e) Terkîbî bend (helbesta bend-bend e û her bend bi serê xwe helbestek e) Tercî'î Bend (herwekî terkîbî bendê ye lê kafiya benda dawiyê di hemî benda de wekî hev e.)

Beşa Çaremîn: Xezel in. Xezel cûr helbesteke ku li ser eşq û evînê, bûyerên xwezayî, tebîet, wesfên yezdanî û hwd. tê gotin û nivîsîn. Kêmtirîna wê 5, pirtirîna wê 15 beyt (durez) e. Pêwîst e ku di dîwanê de li gor rêzbûna tîpên erebî qafiye hebe ku peyva dawiya beytê ye. Herwisa pêwîst e ku qet nebe bi her tîpeke erebî helbestek hebe.

Beşa Pêncemîn: Qit'e ne. Ev qit'e jî bi “Metle”, “muemma” (tiştonek), “lugaz” “yekane” (ferde) û “azade” têne navkirin, û her yek bi serê xwe kurtehelbestek e.

Hinek caran dibe ku helbestvanê dîwanê di van beşên li jorî navborî tevan de helbest nevehandibin, wê demê jî dîwana wisa kêm re dibêjine “dîwançe”

Dîwana Melayê Cizîrî

Piştî van agahdariyên li ser wêjeya dîwanî û dîwanê, ez dixwazim bi kurtasî behsa Dîwana Cizîrî ya pirreng bikim. Lê mixabin Dîwana Melayê Cizîrî ya ku niha di dest me de li gor tertîba dîwanî ya li jor nehatiye amadekirin û rêzkirin. Dîwaneke tevlîhev e. Û ez dibêjim dibe ku kêm be jî hinek helbestên Cizîrî hêjî wê winda bin. Lê çenda ku tertîba Dîwana Melayê Cizîrî wiha ne durust be jî kesê wêjeya dîwanê dizane wê bizanê ku Melayê Cizîrî di van beşên li jorî hatine jimartin tevan de jî helbest nivîsîne û pirtûka wî Dîwan e. Lê divê ji aliyê xêrxwazekî ve li gor tertîba Dîwanê bête hilbijartin û tertîbkirin.

Di Dîwana Melayê Cizîrî de bi gişkî 140 helbest hene. Ji van helbestan teqrîben 80 xezel, 13 qesîde, 12 murebba, 1 muxemmes, 1 texmîs, 1 mustezzad, 2 muesser, 27 bend muselsel in ku ew ji tercî'î bend û terkîbî bend, 16 çarîn û 2 yekane û 2 daneberhev tê de ne.

Melayê Cizîrî di helbestên xwe de weke hemî helbestvanên dîwanî ji bo xwe mexles bi kar anîne û mexlesên ku Melayê Cizîrî bi kar anîne ji bilî navê wî yê pîroz Ehmed dudu ne; Mela û Nîşanî. Melayê Cizîrî di 104 (sed û çar) helbestên xwe de mexlesa xwe ya sereke ku “Mela” ye bi kar aniye û di 9 helbestan de jî “Nîşanî” bi kar aniye, di pênc helbestên xwe de ji navê xwe yê giranbiha “Ehmed” bi kar aniye. Cizîrî dîsa wek hemî helbestvanên dîwanî di tercî'î bend, terkîbi bend û helbestên xwe yên muselsel yên din de mexlesa xwe di benda dawiyê de aniye. Di çarînên xwe de mexles negotiye, jixwe di çarînan de mexles nivîsîn ne pêwîst e. Lê yê bixwaze dikare binivîse wek, di gelek çarînên Omer Xeyyam de mexlesa wî heye.

Melayê Cizîrî di helbestê de wêjevanekî pir mahir e. Heta niha min nebihîstiye ku kesekî pêşiya wî bi kurdî dîwanek nivîsî be û çêkiribe, lê dîsa jî eger dîwana wî dîwana yekemîn a bi zimanê kurdî be jî, ji dîwanên helbestvanên mezin yên ereb û faris û tirk çêtir nebe jî ji wan kêmtir nîn e. Ji xwe ji vê zanatî û ewlehiyê ye ku Melayê Cizîrî xwe hevberî Hafiz şîrazî dike û dibêje:

Ger luluyê mensûrî ji nezmê tu dixwazî

Wer şiîrê Melê bîn,te bi şîrazî çi hacet.

Melayê Cizîrî ehlê xwenasînê ye. Li gor wî divê herkes bigihê mafê xwe, şohreta ku heq kiriye, ew dibê: “Ji rengê Se'dî û Camî, ji şohret pêhisîna a'mî.” Herwesa di Dîwana Melayê Cizîrî de helbesteke pir balkêş heye ku, Mela li ser yekî helbestên wî bi nevê xwe xwendinê nivîsiye. Mela Abdurrehman Durre di hejmara 5ê Rewşenê de nivîsîbû, ku Melayê Cizîrî ev helbest li ser Mela Dawidê Finikî nivîsiye. Dibe, lewra Cizîrî di serê helbestê de, dibêje ku “Qewî meşhûr e ku namê te Mela Xemset e'şer.” Xemseeşer, yanî panzde. Mela panzde, hejmara panzde li gor jimêra ebcedê. Dibe ku Dawid be. Lewra D-4, A-1, W-6,û D-4 dikin panzde. Ev xezela Mela pir balkêş e û wiha ye:

Tu ji dehlê were der

Qewî meşhûr e ku namê te Mela xemset e'şer

Tu bi şi'ra ne te gotî, xwe dikî qend û şeker

Durê nasufte dihonî, me nedî mislê te qet

Ne di semtê Ecemî de, ne di iqlîmê Teter

Ev çi şi'r û xezel in, medh û senayê xwe dikîş

Di civatan weh dibêjî me bi te'n û bi xeber

Ev çi teqlîd û şetat in, çi petat in tu dikîş

Serî vê ra dihejînî, bi dused ah û keser

Tu dizanî Finika te ne mekanê xezalan e

Çi buha têne metaê te eya bê ser û berş


Dest û payan ji berê zêde bikî dê te bikim

Mislê Hemmadê Ereb herwekî şêx anî bi ser

Ehmed im, sînesîper pêşberî tîra felekê

De'wedarê te me, îro tu ji dehlê were der!

Herwekî di vê xezala jorî de jî tê dîtin ku Melayê Cizîrî bi zimanekî dewlemend û gelêrî helbestên xwe nivîsîne. Di helbestên wî de pir gotinên pêşiyan, îdyom û guftogoyên kurdî hene. Melayê Cizîrî nêzîkayî bi 1500 (hezar û pênsed) peyvan nivîsiye û peyvên wî bi piranî kurdî ne. Nêzîkî 600-700 peyvên erebî û farisî di helbestên wî de hene, lê ew peyvên wî bi kar anîne peyvên ku gelek helbestvanên dîwanî bi kar anînene. Herwekî me li jor jî gotibû ku di wêjeya dîwanê de nêzîkî 2000 peyv hene ku hevpar in û hemû helbestvanan bi kar anîne. Ji ber hindê, mirov nikare bêje ku Cizîrî bi zimanekî giran helbestên xwe nivîsîne. Gelek caran di vî babetî de anakronîzm tê kirin û gotinên Cizîri û hemî helbestvanên kurd heq nekirine têne gotin. Lê eger em vê nirxandinê li gor hikariya dînê îslamê ku li kurdan kiriye û hikariya zimanê erebî û farisî bînin ber çavan û her wisa pênekarkirina kurdî jî bînin ber çavan emê bizanin ku Melayê Cizîrî pir bi maf nebûye ku zimanekî wiha di helbestên xwe de bi kar aniye.

Di Dîwana Melayê Cizîrî de mirov dibîne ku ew aşînayê hemî çîrok û rîwayetên dewra berê, orf adet û toreyê pêşiya xwe, têgehiştinên ilmî û felsefî yên islamî û pêşiya islamê ye. Herwesa ew aşînayê dîrok û kelepora milletên dora xwe ye... Lewra wî kariye bi hunermendane behsa selteneta Suleyman, gencîna Ferîdûn, mêrxasiya Rustem, Peyxamberiya Zerdeşt, şerkirina Îskender, felsefa Tales, Arîsto û Eflatun, Sihra Harut û Marût, peywirên milyaketan, evîndariya evîndarên pêşiya xwe, helbest, pirtûk û dîwanên pêşiya xwe bike û dema mirov bikeve derya wî, ji xeniqînê ditirse.

Dîsa ji Dîwana Melayê Cizîrî tê fêmkirin ku wî perwerdeyî li ser tefsîr, hedîs, kelam û tesewwif û zanînên klasîk yên îslamî û pêşiya îslamê kiriye. Farisî, erebî û tirkî baş zaniye. Lê dîsa jî wî beravajî gelek helbestvan û zanayên esilkurd ku bi zimanekî biyanî nivîsî ne, wî bi kurdî nivîsiye. Û xwestiye ku milletê wî jî wekî milletên bira yên derudorên wî xwedî pirtûk û xwendin bin. Xwestiye ku eşqa îlahî bêxe dilê gelê xwe... Lewra helbestên wî bi piranî tesewwufî ne. Lê di hinek helbestên wî de jî rastiniya roja wî, behsa dema wî û yên pêşiya wî hene. Cizîrî ne helbestvanekî zarveker (muqellid) e. Ji ber hindê ye, hikariyake mezin li ser helbestvanên li du xwe hatine kiriye. Nemaze li ser Pertew Begê Hekarî mirov dikare bêje ku Pertew Beg suxteyekî Melayê Cizîrî ye û dîwana xwe li ser esasê dîwana wî çêkiriye.

Eger bi jimara beytan be 2000 (Lewra dîwana Cizîrî de 419 çarrêz û gelek bend hene) beytên zêdetir di Dîwana Cizîrî de hene û hemî jî yek û din xweşxwintir, dewlemendtir û bi hunermendtir hatine nivîsîn. Di van beytên şîrîn de hemî hunerên wêjeyî hene. Ji mecaz, îstîare, kînaye bigire heta husn û te'lîl, mubalexe, telmîh, tezmîn, mulemma, secî' û tersî û heta bigehiyö dawiyê hemî hunerên wêjeyî di dîwana wî de hunermendane bi kar hatine.

Helbestên di Dîwana Melayê Cizîrî de bi piranî xezel in. Lewra xezel ji hemî cur helbestan bêtir nêzîkî vegotina eşq û evîn û kul û derdan e. Ji ber hindê ye yekî faris gotiye: “Yek beyt aşiqane be ez sed qesîde est” (Beyteke evîndarane ji sed qesîdan çêtir e.) Mirovê evîn û şaerî bi hev re di dil de nebe nikare di vî babetî de binivîse. Lewra derya xezelan deryayeke pirreng û pir kûr e, kesê bikeve divê bi agirê evînê bişewite ku bi ser bikeve. Agirê evîna Îlahî ye ku Melayê Cizîrî di vê deryayê de mahîr û melavan kirî. Ji xwe felsefa Îslamî di hikariya nubuwet û siha Peyxamberê pîroz de ye. Ji ber hindê Melayê Cizîrî dema felsefa xwe daneye herdem di çarçoveya olî de li jiyanê mêze kiriye. Lewra li gor wî her tişt Yezdanê mezin çêkiriye û her bûyer bi teqdîr û daxwaza wî çêdibe. Tişta xwezayî be olî ye, îlahî ye, eşq, evîn, zanîn, felsefe, hîkmet, dîrok û her tişta bête hişê mirov eger bête şîrovekirin divê li gor vîna Îlahî bête şîrovekirin. Ji ber hindê ye Melayê Cizîrî di kulîlka nêrgizê de jî di çavên reşbelek yên yara xwe de jî û di şûrê şerkerekî de jî Yezdan dîtiye.

Nusxên Dîwanên Melayê Cizîrî

Me li jor jî nivîsî bû ku Dîwana Melayê Cizîrî piştî mirina wî ji aliyê hinekên din ve hatiye berhevkirin û amedekirin ta ku hatiye çapkirin û weşandin. Hindî ku em pê dizanin Dîwana Melayê Cizîrî cara yekemîn sala 1904 li Berlînê ji aliyê Von Martin Hartman ve hatiye çapkirin. Ev nusxa yekemîn hatiye weşandin bi awayê lîtografî (kevirçap-çapkevirî) hatiye çapkirin.

Ji xebatên û nusxên ta niha li ser Dîwana Melayê Cizîrî hatine kirin û min dîtin hêjatirîn xebata Mamosta Sadiq Bihaeddîn Amedî ye ku Dîwana Melayê Cizîrî li ber gelek dîwanên çapkirî û destnivîs tujandiye (hevber kiriye). Em bi rêzê bijmêrin nusxên Dîwana Melayê Cizîrî yên haya me jê heye ev in:

1. Dîwan, Melayê Cizîrî, Amadekar: Zeynelabidîn Zinar û M. Emîn Narozî, Weşanên Roja Nû, 1987 Swêd. Ev Dîwana Cizîrî bi tîpên Latînî: û erebiya wê hatiye çapkirin.

2. Dîwan, Melayê Cizîrî, Wergêr ji bo tîpên latînî Zeynelabidîn Zinar, Firat Yay›nlar›, 1992, Îstanbul. Ev Dîwana Cizîrî jî wekî ya Zeynelabidîn Zinar li Swêdê çap kiriye ye, lê bes bi tîpên latînî ye. Tê de 122 beş hene ku her helbestek bi beşekî jimartiye. Beşê 116 çarînên Melayê Cizîrî ne, lê 3 heb in. Lê em baş dizanin melayê Cizîrî 16 çarînên wî hene. Anko di vir de çarîn kêm in.

3. Dîwana Melayê Cizîrî, Tehqîq û tujandina Sadiq Bihaeddîn Amedî, 1976 Bexda. Ev nusxe ji hemî nusxên ku heta niha min dîtine giringtir e. Lewra hatiye tûjandin li ber van Dîwwan û keşkol û rojnameyan.

4. El-eqîde El-cumhirî fî şerhî Dîwan Eş-şeyx Cizîrî, Ehmed bin Mela Muhemmed el-Botî Ez-zivingî, El-cuz'ul'ewwel wessanî Metbe'eturrafîdeyn, Qamişlî 1378 h. (1959.m.)

5.Dîwana Cizîrî, Mela Taha Ebabekir Elî Wanî, sala 1355ê mişextî beramberî 1937ê zayinî, li Zaxo nivîsî, digel du dîwanên din ji yên wî.

6. Dîwana Cizîrî ya destnivîs, ya ku ne navê nivîskar ne jî dîroka nivîsîna wê li ser nehatiye nivîsîn ku bi navê xwedanê Dîwanê Enwer Mayî navê “Maî” li ser daniye.

7. Fotokopiya Dîwana Cizîrî ya ku Von Martin Hartman sala 1904ê lîtografa wê li Berlînê ligel sertayek bi zimanê elmanî belavkirî.

8. Dîwana Cizîrî ya nemir Muhemmed Elî Ewnî li ber Dîwana Von Martin Hartman nivîsî û digel du dîwanêt dî yên di kitêbxana Darulkutub El-Misriyye de li Qahîrê hevberkirî, cudayî li ser malkêt hellbesta nivîsîn ku navê Dîwana yekê “Bexda” û navê Dîwana duwê Dîwana Hawarê bi nav kirî.

9. Dîwana Cizîrî, muelifî şêx Ehmed El-Cizîrî, tabîî Muhemmed şefîq El-Arwasî El-huseynî, şehzadebaşi, Ewqafî Îslamiye metbaas›, 1337-1340 h.

10. Dîwana Cizîrî, Mustefa Qeredaxî, sala 1924ê bi destê xwe nivîsî, 156 rupel e.

11. Dîwana Eş-şeyx Ehmed Cizîrî, Çapxaneyî Hewlêr, çapî yekemîn, 1964.

12. Dîwana Cizîrî ya ku di kovara Hawara rengîn de di hejmarên 35 ta 57 di navbera salên 1941-1943 de belavkirî.

Ji bilî Kovara Hawarê di gelek pirtûk, rojname û kovar û keşkolan de helbestên Cizîrî ketekete hatine nivîsîn. Mamosta Amedî ew jî wiha nivîsîne: “Mêjûyî Edebî Kurdî-E. Secadî 1952. Edebî Kurdî, Secadî 1958. Xwendina lîteratuyayê Miruyê Esed-Qaçaxê Mirad, Yerevan 1973. Fêrbûna Kurdî,-Dr. Kamîran Bedirxan, 1958. Dîwana Kurmancî, Abdurreqîb Yûsif, 1971. Ziman û Edebî kurdî bo Polî Pêncemî Amadeyî, Kovara Gelawêj, Ronahî, Çiya, Birayî, Birayetî, Hêwa, Hetaw, Dengî Gêtî Taze, Hişyarî, Rojnameyên Jîn û Hewkarî. Ji bilî van kovar û pirtûkan di van keşkolan de jî helbestên Cizîrî hene.

a. Keşkolê sala 1231h. hatiye nivîsîn, navê nivîskar nenivîsiye.

b. Keşkolê Dr. Mesûd Hacî Mustefa Amedî, dîsan navê nivîskarê wê nenivîsîye.

c. Keşkolê Muqeddem Fexrî Abdullah li Zaxo nivîsî, sala 1948ê ku peyivtina Melayê Cizîrî û Mîr Îmadinî ye.

13. Destnivîsa Solî Niştîman, nivîsîna Mamoste Mela Necmeddîn Mela, sala 1361ê hîcrî hevberî 1942 zayînî nivîsî.

14. Dîwana Cizîrî, Amedekar: Hejar, Tehran.

15. Dîwana Cizîrî, amadekarê wê nekifş e. Mamoste Zeynelabidîn Zinar navê vê dîwanê “Bênav” daniye û ji bo çapên xwe yên latînî bingeh girtiye. Li gor agahdariyên Zeynelabidîn Zinar ev dîwana van salên dawiyê li Stenbolê, li ber 14 çapên cuda hatiye çêkirin. Lê min bi xwe ageh ji 14 dîwanên çapkirî nîn e.

Nusxên dîwana Cizîrî ku em pê dihesin ev in. Ji bilî wanên me li jorî jimartin, di gelek kovar, rojname û pirtûkên van salên dawî hatine çapkirin de helbestên Cizîrî hene. Wek, kovara Rewşen, Nûbihar, Welat, Azadiya Welat, Roja Nû, Jiyana Nû, Azadî, Hêvî, Azadiya Welat û pirtûkên Antolojiya Edebiyata Kurdî, A. Balî, Tarîxa Edebiyata Kurdî,Qanatê Kurdo û hwd.

Xulase: Melayê Cizîrî û berhemên wî yên Pîroz Dîwana wî yadîgarên îlahî ne ku bo me kurdan mayin, pêwîst e ku em li wan xwedî derkevin û eger li ciyekî helbestek yan beytek wî bibînin teslîmî sazûmanên kurdî yên pêwandikar bikin.

Hêviya min ew e em ji feyza Cizîrî bêpar nemînin.


Çavkanî:
1. Dîwana Melayê Cizîrî.
2. M. Nacî, Istilahatî Edebiyye, Rîsale, 1996, Îst.
3. Doç.Dr. Îskender Pala, Divan Edebiyat Sözlü€ü, Akçay Y.1995, Ankara.
4. Rewşen, Hej 5 1992 Îst.

5.Nûbihar hej. 58, “Hevpeyvîn digel Ferhad Shakely.”
6. Nûdem, Hej. 18, “Hevpeyvîn digel Ferhad Shakely.”





No comments:

Post a Comment