Saturday, June 18, 2011

Pîremêrd

Pîremêrd (1867 Silêmanî - 15'ê pûşperê 1950 li Silêmaniyê) helbestvan, rojnamevan û rexnegirê kurd bû.

Navê wî yê eslî Tewfîq Mehmûd bû. Perwerdehiya olî dît. Piştre li Stenbolê fakulteya dadê xelas kir. Di sala 1907'an de li Stenbolê di damezrandina Komeleya Kurdistan de cih girt. Di sala 1909'an de li Colemêrgê, 1918 li Amasyayê bû qeymaqam. 1923 dîsa vegerand Silemaniyê.

Di nav salên 1926 û 1950'î de seroke rojnameyên "Jiyanewe" û "Jin" bû. Ser folklor gelek lêkolîn kir. Pîremêrd wekî pêşevanê helbestvaniya kurdî ya nûjên jî tê hesibandin.
Navê Pîremêrd yê rasteqînî, Tewfîq bûye. Tewfîq Kurê Mehmûd Axayê kurê Hemze Axa bû. Ev zat li bajarê Silêmaniyeyê di sala 1867'an de ji dayik bûye û çavên xwe li cîhana ronahî vekiriye. Ji aliyê malbata wî ve navê Tewfîq lê hatiye kirin. Piştî salan ji bo edakirina ferza Xweda çûye hecê. Ji ber vê yekê navê wî bûye "Hacî Tewfîq". Heçî navê "Pîremêr" û "Pîremêrd" nasnavê wî camêrî ye. Ev nasnav di jiyana wî de wisa cihê xwe girtiye ku bûye wekî navê hêmanî û her kes bi vî nasnavî wî camêrî dinase. Heya bi xwe jî, xwe bi heman nasnavî dide nasîn. Di giraniya antolojiyên wejeya kurdî de dîrokên wêjeya kurdî û pirtûkên din de jî bi vî nasnavî hatiye nivîsandin.

Pîremêrd, zarokatiya xwe di bajarê Silêmaniyeyê de derbas dike. Çanda xwe ya zarokatî ji malbata xwe û zarokên Silêmaniyeyê digire. Di temenê 6-7 saliya xwe de dest bi xwendina Qurana pîroz dike û di demeke kin de diqedîne. Dû re derbazî medreseyên Kurdistanê dibe û dest bi jiyana medreseyê û xwendina wê dike. Him pirtûkên erebî û him jî pirtûkên farisî dixwîne. Her du zimanan jî hîn dibe. Ji bo qenctirîn hînbûna van her du zimanan, diçe cem Mele Mehemedê pêşrewê mizgefta Hemze Axa. Li wir domekeke dirêj radiweste û dixwîne. Him xwendina medreseyê diqedîne û him jî zimanê erebî û farisî qenc hîn dibe. Di ber xwendina xwe re gelek helbestên hozanên kurd, ereb û faris jî di ber çavan re derbas dike û gelek rind hînî wêjeya wan jî dibe. Hindik jî be bi zimanê erebî û farisî jî helbest nivîsandine.



Pîremêrd, di dema feqîtiya xwe de, li gelek bajar û medreseyên Kurdistanê geriyaye. Kesên curbecur dîtine. Ji wan gelek ramanên cîhanê hîn bûye û ji seydayên têvel sey standiye. Ev stêrka li asîmanê wêjeya kurdî, dema dest bi xwendina medreseyê kiriye, di medrese û dîwanan de helbest jî dixwendin. Pêşî helbestên helbestkarên kurd yên bi nav û bang ên wekê Hacî Qadirê Koyî, Nalî, Mehwî, şêx Reza Talebanî û Mewlewî dixwendin. Dû re hêdî hêdî bi aliyê sazandina helbestên kurdî ve diherike û di dema feqîtiya xwe de bi zaravayê soranî gelek helbest sazandine û nivîsandine. Dema di medrese û dîwanan de bi dengê xwe yê zelal helbestên xwe dixwendin, zewqekî guhertî dida guhdaran. Di ciwaniya xwe de nav û dengê wî belavî Kurdistanê dibe û di giraniya deverên Kurdistanê de tê nasîn.

Pîremêrd, di navbera salên 1882 û 1898'an de karmendiya hukumetê dike. Di sala 1882'an de li bajarê Silêmaniyê dibe katibê nifûsê û di sala 1886'an de dibe katibê sereke (başkatibê) mehkemê. Di sala 1895'an de li bajarê Kerbeleyê dibe cîgirê dadgerê pirsyarî. Di sala 1898'an de digel şêx Seîdê bavê şêx Mehmud diçe Tirkiyeyê û ji wir jî bi hev re çûne hecê. Piştî edakirina ferza Xwedê car din difetile bajarê Silêmaniyê. Di sala 1891'ê de digel şêx Ehmedê Xaniqînê û helbestkar Wefayî diçine Tirkiyeyê. Li bajarê Stebolê rûdine. Piştê domekekê karbidestên Meclîsa Osmanî pê dihesin ku Pîremêrd gelek rind bi zimanê farisî dizane. Wî dikin endamê meclisa alî û ritba begîtiyê didinê. Domekekê vî karî pêk tîne û dû re diçe zankoya Stenbolê. Di peymangeha huquqê de qeyda xwe çêdike û dest diavêje xwendina bilind. Bi rewşeke serketî peymangeha xwe dixwîne û diqedîne.Piştî domekekê radiweste û dest bi sitaja parêzeriyê dike û dibe parêzerek qenc. Li bajarê Stenbolê nivîsxaneyekê vedike û parêzeriyê bi rewşeke têkûz dimeşîne. Di navberê re bi keçikek tirk re dizewice û dibe xwedî malavayî.
Komela Alîkarî û Pêşketina Kurd

Di sala 1908'an de ji aliyê rewşenbîrên kurd ve di binê serekiya Seyid Evdilqadir de cemiyeteke bi navê "Kürd Teavün ve Terakki Cemiyeti" (Komeleya Alîkarî û Pêşketina Kurd) li bajarê Stenbolê damezirandin û ji aliyê heman cemiyetê ve bi navê "Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi" (Rojnameya Alîkar û Pêşketina Kurd) rojnameyek jî weşandin. Pîremêrd bi navê xwe yê hêmanî "Tewfîqê Silêmanî" di nav de cih girt û bû xwedî berpirsyarê weşana rojnameyê. Di heman demê de helbestên xwe jî di rojnameyê de diweşandin. Di helbesta ku di rojnameya pêşî de hatiye weşandin de wiha digot:“ Emro, ke rojî cejnî hemuman e ser be ser / Kurdîş legel gelan le çilexane hatine der / Sî sal bû roj û rojê be salê le ber diçû / Rojûy heram bû xêrî le ber şer debû be şer / Merbû û tabi'î Mem û Zîn bûn, le rêge da / Gurg û çeqel le çêqelî Bekirî Mergewer beter / Mîller ne deng û rengî xelîfeyî debî û debîst / Mezlûm ne hedî bû be şîkat degî bête derw / Alem ke bûbûwe xizmî xezûrê sepanî şêx / Kurd destî girt bo nobeyê nobeyî nekewte ber / Herçî ke bîtwaye emin kirdim ew deme / Rêgî Terablusî be pêxwas degirte ber / Te'nyan deda le Kurd ke / şeq'n, naben walî / Ta şeq bû qebrî kurd û şeqeşeqî hate der. ”



Pîremêrd, di sala 1909'an de dibe qaymeqamê Colemergê û di sala 1918'an dibe muteserifê Amasiyayê. Paşî ew jina xwe û du kurên xwe dihêle li Tirkiyê û vedigere diçe Silêmaniyeyê. Wî çaxî li bajarê Silêmaniyê rojnameya "Jîn" di bin serekiya Huseyn Nazim de derdiket. Huseyn Nazim, serpiriştiya wê rojnameyê dispêre Pîremêrd. Di sala 1934'an de Huseyn Nazim diçe rehmetê û Pîremêrd dibe rêveberê rojnameya "Jîn" û di heman salê de, çapxaneyekê kirê dike. Rojnameyê li wir diçapîne. Dû re navbera Pîremêrd û xwediyê çapxaneyê xerab dibe û bi pêwîstî çapxaneke din kirê dike. Heya sala koçdawiya xwe (sala 1950) weşandina rojnameya "Jîn" didomîne. Vê rojnameyê gelek karên qenc ji Kurdan re pêk aniye. Mehmed Rusûl Hewar, di pirtûka xwe de gelek li ser "Pîremêrdê nemir" sekiniye û pesnê vî zatî dide. Mehmed Resûl Hewar wê pirtûka hêja di sala 1970'yî de li bajarê Bexdayê diweşîne. Hûr û gir der barê jiyana Pîremêrd radixe ber çavan. Mehmed Resûl Hewar, Pîremêrd tenê weşanker, helbestvan û nivîskar nabîne. Di tanga Lew Tolstoy, Victor Hugo de dibîne û pêşkêşî xwendevanan dike. Di heman demê de Pîremêrd bi helbest û nivîsên xwe kurd û Kurdistan vejandiye. Bi van peywendiyan pêş ve diçe û wiha dinivîse:

Pîremêrd, der barê evîn û evîndarî, hezkirin û siruştiya xwezayê de, der barê neteweyên bindest, nemaze neteweya kurd û Kurdistanê, rizgariya gelên bindest nemaze gelê kurd û yên wekî wan gelek berhem û helbest nivîsandine û peşkêşî gelên cîhanê kiriye. Pîremêrd, wekî giraniya helbestkar û wêjekarên kurd, ji normalê zêdetir di helbestên xwe de dabaşa spehîtiya xwezayê dike. Her wekî li ser vê spehîtiyê bengî bûye dida nîşan. Emê li vir helbesteke Pîremêrd a li ser Newrozê binivîsînîn ku wiha dibêje:“ Eva roja sala taze ye, Newroz hatiye / Cejna kevnê kurd e bi xweşî hatiye / Çend sal e gula hîvya mebest bû heta par / Her xûna lawan bû gula ava nû bihar / Wî rengî sore bû ke asoyê bilindî kurd / Mizgîna beyanê bo gele dûr û nêzîk bîr / Newroz bû agrekî weha xiste nav cergewe / Lawan bi eşq diçûn pêşber pir mergewe / Wa roj hilat ji bedena berza welatewe / Xûna şehîd e, rengê şefeq şewq vedatewe / Heta niha li tarîxa milet da rû nede / Qelxana gulê sîngê keçikan be hilnede / Bo şehîdê weten naxwaze şîwen û girîn / Ew namirin, wa li dilê miletan de dijîn. ”



Pîremêrd, li ser werzan jî helbest li dar xistine. Çawan tê zanîn ku werz jî, parçeyek ji xwezayê ne. Ji xwe xweza bi werzan tê holê. Helbestvanê me werza havînê bi vê rewşa jêrîn hildide destê xwe û wiha dibêje:“ Hewa havînê, hewa havînê / Îsal havîna me zor bi kîn e / Girê agirê sebûn sî tîn e / Bergê esman bo me şîn e / Feslê gulgeştê Baxê Penawîn e / Ev sebûna me ji ku ve hat? / Bi tîna germê hilqirça welat / Stêra te'lê xwe guherî nehat / Bişne şîveya şemal kiş û mat / Dil vê germê qîz xemgîn e / Girê Yarê ciyê rojtavê / Rêya seyranê Newroz biriye / Karêza şerîf av tê de maye / Erxewan çiqpopê wê şikaye / Girê Seyran ciyê zar û şîn e / De Xwedê ye, hilkeve qîzîna şemalê / Hewa zenga xemê min ji dil bimalê / Ay bo dengxweşek digel şimşalê / Bi wê xwestinê têr bûm binalê / Derdê min karî ye û cerga min birîne. ”



Pîremêrd, bandora rojê û tavê li ser riwekan û pêşveçûna xwezayê hildide destên xwe. Dihêjîne û pêşkêşî geln cîhanê dike. Mêhvanê me vê mijarê bi peywendiya kesan û dilberan şîrove dike û bi pîşekarane, bi vê helwesta jêrîn radigehîne me û wiha dibêje:“ Wa beyanê gizînga tavê derket / Nema şevem bi tîrêja rojê ser ket / Xunçe gul xwe xuyan kir li dara / Bibalê jî şewra xwe kir nav gulzara / Lale tara ye, li ber berê çiyan / Hênika can e bayê leylexan / Dema êvarê sîbera baxan / Xweş e bo yarê bayê ser şeher / Ev tîrana gul û milê can e / Bê te cem min jîna zindan e / Cejn û şaya min hergav girîn e / Ez û bilbil cote zar û hejar / Hînî hesra me gulala dewrim / Wa jî daxa te bê wefa bimirim / Çaverêya min ke, wa têm ser qebrê / Bi hêwa te zindî bibim du carê. ”



Pîremêrd, werza biharê hildide destên xwe bi barana meha avrêlê dinimîne. Bi rewşa helbestên xwe dabaş ji barîna barana avrêlê dike. Bi wê baranê gul û gulzar çawan diriwekin. Kelijandina dilê bengiyan, bi gewherê nîşan dide û bi rewşeke zanistî vê yekê hildide ber çavan û helbesta xwe bi vî awayê jêrîn pêşkêşî me dike:“ Barana nîsanê bû mirwarî / Bi rehmê li ser me de barî / Zanistî bi wê hinegê kêm bû / Mîna gewher di nav sef de winda bû / Xwedî erfan ji neslê xweş / Zanistî li gêjgêjî kir xelas / Zanitî û zanistî Xwedê bi min bînin / Belkî bêkesan bi şev bixwînin / Xwendin şevê dike bi roj / Perdetarîkê dike bi laş. ”



Pîremêrd, di felsefeya xwe de, ew mafê ji law û mêran re hatiye nasîn, divê haman maf ji keç û jinan re jî bê nasîn. Da ku em bi aliyê cîhaneke wekhevî ve biherikîn û ji wan kevneperestiyên gemar rizgar bibin. Mêhvanê me pêşî gazî keçan dike ku wekî lawan ew jî di dibistanan de bixwînin û ji wê perda reş bifilitin da ku bi karibin mafên xwe bistînin û biparêzin. Ji bo gihîştina vê yekê bi vê rewşa jêrîn bang li keçan dike û wiha dibêje:“ Ey keçikno werin mektebê / Hûn teskînê dilê me ne / Zîneta bax û ba û terîqê ne / Rewneqa destê gul im / Teze em tê gehîştin / Dayika qenc xwendewar / Mesela we têne meydan / Qewmekê pê bêye kar / Jin şirîka jîna mêr e / Nek tenê xerêqa bar û dar e / Terbiyeta mêjik û mindal e / Bo weten bêwijdan helal e. ”



Pîremêrd, ji temenê biçûkatiya xwe heya dawiyê, ji gelê xwe re xizmeteke gelek qenc pêk aniye. Di sala 1950'yî de li bajarê Silêmaniyê di temenê 83'yan de koç dawî kir û li goristana heman bajarî radestî gora pîroz kirin. Dixwazin vî zatê gorbihuşt her dem bi bîra xwe bînin. Siyanet, rûmet û rêz ji gorbihuşt re.

Hinek xebatên Pîremêrd
 
Mawlawî kurd (ji hewramanî wergerandiye soranî), 1935
Trajediya Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, 1935
Çîroka 12 suwariyan ji Merîwanê, 1935
Xirmaî Kay Kon, Jiyan, 1936
Galte û gep-Berhevka folklora kurdî, 1947
Kemançejen (wergêra ji tirkî)
Mewlana Xalid Neqşîbendî
Besaranî (ji hewramanî wergêra soranî)
Encamî piyawî bengkêş, Gelawêj, 1941
Zoremilî milşikanîle dûwaye, Gelawêj, 1942
Felesefey kiçe kurdek, Gelawêj, 1942
Mehmûd Axa, 1942

No comments:

Post a Comment

  © Blogger template 'Minimalist H' by Ourblogtemplates.com 2008

Back to TOP