Rûpelen

Friday, June 17, 2011

QAÇAXÊ MIRAD

QAÇAXÊ  MIRAD
(1914-1979)
 
Qaçaxê Mirad wek helbestvan-nivîskarekî eyan navekî naskirî û hizkirye li nava Kurdên Sovêtstana berê da.  Ew sala 1914 a li gunde Tendûrekê, navça Sînekê, Qersê, maleke Kurdên Êzdî da dayka xwera bûye. Wan sala ewlekarya wê heremê li hev dikeve, hal aloz dibe, dîsa ewrên reş esmanên Kurdên Êzdî digrin. Şerê Tirka-Ermenya, herêmê da betalbûna desthilatdarya rûsa, dutîretya li nav kurdan bi xwe da xelkê dikine di nav tirs û xofê. Roma reş ra menî û mecal çê dibin dakutine wê deverê û zulma xwe dîsa pêk bînin  Mala Şewêşê  bavê wî ji tevî hemû Êzdiyên herêmê, sala 1918 ji ber zulma leşkerên Roma res, gund, cî-warê xwe dihêlin direvine Ermenistana îroyîn. Wê demê Ermenistanê da jî hal pirr xirab bûbû, her cîya nexweşî, xelayî, şerr, dew, tevlihevî û bêqanûnî bû. Ji her dera Ermenî û Kurdên Êzdî ku bi teherekî ji gênosîdê, komkujyê xilaz bûbûn, mal-halê xwe hîştibûn, tezî-birçî, xwe avîtibûn wur. Wura jî tu qewlê îyanê ne mabûn. Malbeta wan jî, ku bikaribe xwe ji wê zulmê xilazke, û heyîtya xwe xweyîke, mecûr  bar dikin diçîne Gurcistanê. Nîvîskar bi keser tim gilî dikir: „ Bavê min jî wan tengasyan û giranî  jîyanê teyax nekir û çû remetê. Giranî kete li ser milê birayê minî mezin –Osê. Çi destê min dihat min jî alî wî dikir…“ Ew gundê ku ew lê hêwîrî bûn gundê Rûsa bû. Vira jî Qaçaxê biçûk him alî birayê xwe dike û him jî dicê mektebê. Hînî zimanê rûsî dibe. Gerekê bê gotin ku wî gelekî rînd zimanê rûsî zanibû û li nav rewşenbîrên meyî wê demê da ew yek ji zaneyê edebyet û kûlltûra rûsa bû.
Dema mala wan derbazî bajarê Tilbîsê dibe, ew dikeve dibistana kurdî. Ew dibistan, bi navçîtya Lazo (Hakob Xazaryan) wî bajarî da hatibû vekirin. Vira jî di dilê zaroka zîrek da, tovê hestên kurdayetyê, weletparêzyê û karkirna ji bo gelê Kurd tên çandin. 
Ji pey ra, li bajatê Tilbîsê ew dibistana rûsî jî xilaz dike û diçe bajarê Yêrêvanê xwendinxana kurdî ya dersdarhazirkirnêye nû vekirîda dixwûne. Xortê merîfet ji wura jî dikeve înstîtûta pêdagogyê, ya  rûsîye dusale. Wê înstîtûtê sala 1937a  bi serkeftin xilaz dike û wî dişînine dibistaneke bajarê Lênînakanê (niha Gumurî) wek mamostaye ziman û edebyeta rûsî.
Sala 1939 a wî dibine leşkerya weletê Sovêtê. Dest bi herba Cihanêye duda dibe. Ordya Hîtlêr dadikute weletê Sovêtê. Qaçaxê leşker wê herbê da bi efatî şerr dike, çend cara birîndar dibe, lê ji pey qencbûna birîna ra dîsa vedigere meydana şêrr. Ji bo mêranî û efatyê ew hêjayî gelek mêdal  û du ordênên „ Steyrka Sor „ dibe. Herb bi altindarya welatê Sovetê dewî dibe. Ew, ji pey  şêrr ra jî, devedevî 14-15 sala, li nava ordya Sovêtê da qulix dike û digihîje dereca kapîtabyê.
Qulixkirna leşkeryê, salên herbê, raste, hukumê xwe li ser xeysetê wî hîştibûn, jêra hişkayî hebû, lê kê ew nêzîkva nas dikir, rind zanibû ku ew hişkayî tek rûva dihat texmînkirin. Li bin wê hişkayê da dilekî helbestvanyêyî nazikî rem hebû, tije germayî, dilovanî, merivhizî, lîrîka û agirê efrandaryê.
„ Hê ji dema xwendkaryê da min helbest dinivîsîn, efrandinên nivîskarên Rûs ji zimanê rûsî werdigerand kurdî,- wî ji bir tanî.“  Helbesta wîye ewlin sala 1935 di rojnema RYA TEZE da tê weşendin. Sala 1937 a bi wegera wî kurteçîroka nivîskarê Ruş ê mezin Lêv Tolistoy „ Dîlê Kavkazê“ bi pirtûkekê li Yêrêvanê tê weşendin. Paşê helbestên wî  berevokên nivîskarên Kurdên Sovêtê yên salên 1948; 1954, 1957 û nivîskarên Kurde komara Ermenistana Sovêtê ya sala 1961 ê da cî digrin.
Ji pey mirina Stalîn ra ocaxên Kurdên Sovêtê yên kûltûrî, perwerdeyî, rewşenbîrî li Ermenistanê  dîsa vedibin. Qaçaxê Mirad jî vedigere Yêrêvanê û dikeve nav karê xweyî hizkirî. Berê para axaftinên kurdî ya radyoya Yêrevanê da wek cîgirê serokê parê dixebite, du sal peyra ji sala 1960 î derbazî rêdaksya rojnema RYA TEZE dibe, berê wek katibê cawdar, paşê wek cîgitê berpirsyar heta dewya jîyana xwe dixebite.
Dest bi jîyana wî ya efrandaryêye aktîv dibe.
Ew tim motacê xwendin û zanebûnê bû. Temenê xweyî êdî mezin da, ew tevî xebatê, bi cûrê xwendina dûreke dikeve zanîngeha Yêrêvanê ya pêtagogyê û pêncîdu salya xweda  bi ser ketin şedenema xwendina bilind distîne.
Car berevokên wîye xwexatyê bi zimanê kurdî hatine weşendin: „Şewq“- 1959; „Gulperî“-1963; „Bahara Teze“-1966 û „Gava çara“
 .
Naveroka berhemên helbestvan pircûre û pirserecemin: mêrxwesya leşkerên Sor di şerê dijî zevtkarên Almanya faşîstyê da, dostanî û biratya miletan, pêsvaçûyîna kurdên weletê Sovêtê, şerkarya gelê kurd yê azadaryê, tebyet, evîndarî, rexnekirina edetên miletyê, yên kevne bêkêr û hvd…
Helbestvan meydana şêrr ra derbas bûbû. Zulm û wêranyên wê xezebê bi çavê xwe dîtibû. Di wê herba malwêran da, di nav cêrgên leşkerên sovêtê da, bi hezaran ewledê gelê kurd jî  bi mêranî  şerr kiribûn. Ji bo azaya welêt piranya wan serê xwe dabûn, bi xûna wan jî altidarî û edlayî hatibû welêt. Hinek jî bi mêranî û serketî, bi ordên û mêdalê efatyê û mêrxwesyê vegerya bûn.  Helbestvan bi hostatî û kubarî, di nav helbest û destanên xwe da, mêranya wan nitirandiye. Di vî werî da barkêşin berhemên wîye derheqa Teyarê leşker û mêrxwesê weletê Sovêtê  Semendê Elî Syabendov da.
Helbestên „ Meyane“, „Jinê welatê Sovêtêra“, „Gundê mera“, „Dewra Kosmîkyê“, „Steyrka min“, „Ermenistanêra“, „Hezar dilî“ u gelek helbest û destanên den da helbestvan wan guhertinên pêşdaçûyînê dide kivşê ku  emrê Kurdên wî weletî da çê bûbûn, gund şên bûbûn, kurd jî wek neferê maleke xweş li nav welatê Sovêtê da bê minet dijîtin, dergê dewletê, xwendinê, pêşvaçûyînê li ber wan vekirî bûn. Halê jina kurd jî bi carekêva hatibû guhestin, ew êdî xwendîbû, ji bindestî û koletya dewrana hatibû rizgarkirin.
Helbestvan pir ji jîyanê hiz dikir, merivhiz, hevalhiz, edlayî hiz bû, bi çevê xwe zulm, qetl û malwêranya şêrr dîtibû, nedixwest car din ew merivkujya xezeb biwekile. Helbesta xwe ya bi navê „Kilama Edlayê“da  wa dinivîse:
 
Destê xwe bide destê min, hevalo, rabe sibeye,
Milê xwe bide milê min, hogiro, qam-qamê meye,
Ezî kurdim, tu înglîzî, yanê hindî, erebî zeng,
Destê xwe bide destê min, hevalo, rabe sibeye.
 
Em nehêlin, wekî xûnxur carke dinê ceng têkin kar,
Carke dinê xûn birije û wêranbin gund û bajar,
Carke dinê dê bigrîn, domam girêdin xêlya reş,
Mirin belabe nav dinê dest merivê sewdafeş..
 
Têma Kurd û Kurdistanê, serkaya gelê Kurd ya azadaryê, xazma  serhildana Kurden Başûr bi seroketya Barzanye Mezin di nava berhemêên wî da cîyê here layîq digrin. Destanên  „Gelyê Elî Begê“, „ Deşta Barzanê“ û  yên din da ew mêrxasî û weletparêzya kurda dijî neyarên wane dewranaye hov nîşan dide, xweşbîne ku şerkarya xweye heqyê da gelê wîyê bigihîje azadya xwe.
Di helbestên xwe yên pêkenok da, bi xebera bedewetyêye tûj û hostatî edetên kevne bêkêr, xeysetên evdaye nerind rexne dike. Helbesteke usaye pir hêja ye „Qelen“:
 
Hey qelen, qelen, ûrt li te biqele-
Çi li miletê kurd bûyî teşqele…
Çiqas qîzêd can, çi xortên telyan-
Miraz çev da man, tu bayîsê wan.
 
Pêkenoka „ Dîkê Gupirç“ da bi mesela dîk û mirîşkan helbestvan qerf û rexnan wan zilaman dike ku barê xwe didine pişta jinê û xwe jî wek dîka qure rex dikevin û jîyanê da tev dimeşin. Newekehevyên  navbera  zilam û jinê li nav Kurda da nexweşîke girane. Mêr xwera şerm hesab dike alî jinê bike, karê wê yê giran hevkî sivikke. Di vî janrî da helbestvan serketîye .
 
Hebû dîkekî guhpirç,
Hêt qalimin, nolî hirç,
Ew hêdîka çû malê,
Mirîşk derxist pûngalê.
Anî têra xwe rengîn
Li jinê kir qeşengî,
Wekî meriv binhêre
Belê, ew dîk çi mêre.
U ber germa biharê
Berê xwe dan bazarê.
…………………….

***
Sed heyf, weke dîkê wa
Rastî me tên nav mêra,
Diçin pey vê qeletê,
Jinê didin xebatê.
Xwe jî dikin fîke-fîk,
Nolî vî mîratê dîk.
 
Qaçaxê Mirad gelek nimûnên zargotina meye gelêrî bi cûrê xwe veçê kirine, kirine destan. Ji wana ne  çîrokên „ Gulperî“, „Mîrze Mehmûd“, „Qedrê Nêçîrvan“, „Dîwana Kulîlka“, „Gûrganî Zindanî“ û yên mayîn. Destana wî ya „ Mîrze Mehmûd „ bi wergera zimanê gurckî sala 1959 a li bajarê Tilbîsê hatye weşendin. Ev destana usa jî di Radya Yêrêvanê, para axaftinên kurdî da kirine radyokompozîsya û niha jî di nava  xizna dengnivîsa radyoyê da tê xweyîkirin.
Tevî Mîroyê Esed kitêba dersa Lîtêratûra wetenyê, ji bo dersxanên 7-8a hazir kirye. Telebên   dibistanên gundên kurdan bi wê kitêbê fêrî edebyeta gelên welatê sovêtê, klasîkên edebyeta Kurdî û edebyta Kurdên Ermenistanê dibûn.
Berhemên Qaçaxê Mirad bi rûsî gurckî hatine wergerandin, bi  wergera wî jî ji rûsî efrandinên A. Pûşkîn,  M.Lêrmontov, L.Tolstoy, N.Nêkrasov, T Şêvçênko, M.Gorkî, B.Mayakovskî û şoreşvan-helbestvanê eslê xweva Kurd Fêrîk Polatbêkov bûne hebûna xwendevanên Kurd.
Qaçaxê Mirad endemê Yekîtya Nivîskar û Yekîtya Rojnemevanên welatê sovêtê bû. Sala 1973-74 a dersên edebyeta Kurda ya kilasîk dida xwendevanên para Kurdzanyê ya Fakûltêta Rohilatzanyê di Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê da.
Helbestvanê hêja,meha çileyê pêşin, sala 1979 a temenê 65 salyê da wefet bû. Wê demê ji bo bîranîna wî ev gotara mine biçûk bi sernivîsa Karkirê Lîtêratûra me“ hejmara rojnema RYA TEZE (08.12. 1979) da neşir bû.
„Dengê mirinê, dibêjin, dengekî zîz e, zû bela dibe. Caba nebixêr dengê mirina Qaçaxê Mirad jî anî. Na, bawarya min nayê, ku şayîrê meyî hizkirî îdî tune. Îdî rêdaksya RYA TEZE da emê rastî wî neyên. Cab e dilşewat e, giran e…
Tebyet ya xwe dike. Miraz û mikana nanihêre. Çendekî pêşda efrandinêd xweye nazik mera dixwend, derheqa şûxulên xweye nîvcî û pilanêd axryêda gilî dikir. Dilezand romana xwe xilaz kira, xebatêd xweye lîtêratûrzanyêye nîvcî raberî xwendevana bikira, tercmê teze bikira, şêrê teze binivîsya. Lê heyf, mirina bêwa niqitka kutasyê danî. Û ew emrê bedewî helal, ew emrê bi hilketin-daketin, bi hewas, çetinayî, xebat û xwîdan kuta bû.
Mekteba emre mezin derbas bûbû. Gelek ziman zanibûn.Zanê lîtêratûra hemdinyayê îlahî ya ûrisa bû. Derheqa lîtêratûra meye kilasikda bona me cahila (gênca) gilî dikir. Em jî hîn dibûn û ji kubra wî têr nedibûn. Xeyset, erf-edet, rabûn-rûniştandin, zargotina cimetê bi şîrê dê ra ketibû nava ruhê wî. Bona wê yekê jî çi diefirand esl kurdî bû, cimetî. Xweye kûltûra bilind bû, komûnîstekî erhede, merivekî helal, hevalekî qenc.
Şayîrê meyî hizkirî bû. Hela salê mektebêda min şêra wîye „Kilama edlayê“ ezberî zanibû û heta naha jî bîra min naçe. Lê paşê, wextê min nêzîkva ew nas kir û em bûne hevalê qelemê, min dît, wekî ew pêşewitîkî çawane, çawa (derheqa) her pirseke terîq, lîtêratûra, kûltûra cimeta xwe ne ku tenê difikirî, lê bi saya xebat û xudanê lûma (emek) xweye layîq dikire nava wan.
Ser textê minin efrandinên wîye salê başqe-başqe neşirbûy.-berevoka nivîskarên kurdê sovêtê, berevoka şêrêd wî, kitêbêd dersa, tercima. Her cîya teqil û kêlma wîye xwexatyê, kûltûra nivîskaryêye bilind, zanebûn û fîlîsofya emire kûr.
Emekê Qaçaxê Mirad gelek mezine bona pêşdaçûyîna lîtêratûra me, îlahî di dereca poêzyayêda. Ewî bi ruhê cimetê efirand, bi teqla kilamêd me û saya wê yekê nava şayîrêd kurde wedê xweda  li ser dereceke bilind sekinî. Qaçaxê Mirad hela dikaribû xwendevanêd xwe bi gelek gul û nûrêd bedewva bida şakirnê. Lê mirinê ya xwe kir.
Ew bi fîzîkî ji me dûr ket, lê bi wê mîrata dewlemende ji pey xwe hîştî, bi efrandinên xweva wê hertim cimetêrabe.
Ewî, bi xwe usa wededa rind gotye:
 
Ez dipirsim, gelo pey xwe
Ewî hîştye navekî çê,
Emelê qenc, zuret û çar,
Yanê bê par ew çû ji dinê?
Got: Şikir, warê wî şîne,
Ew xweyî syanet-navdengane,
Jê dibarî emelê çê.
-Ê, got, qurba, ber xwe nekev,
Şîn xirabe ser mêrê çê,
Kê pey xwe hîşt zuret û nav
Lap namire li vê dinê…
 
Belê Qaçaxê Mirade miqîm bijî dilê cimeta xweda.
                                                                                    Eskerê BOYÎK
                                                                                         Sayîr
RYA TEZE, 8. XII. 1979“
 

No comments:

Post a Comment